NAVENDA NÛÇEYAN - Panela yekemîn a konferansa civakên êzdî û feylî li Bexdayê hat lidarxistin. Di panelê de dîroka civakên feylî û êzdî hate vegotin, rêyên pêşîlêgirtina qirkirinan hate nîqaşkirin û peyamên têkoşîna hevpar, rêxistiniya xurt û hevgirtinê hatin dayîn.
Panela yekemîn a Konferansa Civakên Feylî û Êzdiyan bi dirûşma ‘Ber bi Pêkanîna Bingeha Edalet û Wekheviyê ve’ îro di danê sibehê de li eywana Hotêl Bexda ya li Bexdayê hat dayîn. Di konferansê de ji ewil endamê Lijneya Amadekar a Konferansê Dr. Yasîn Bapîr axivî û got ku mebesta konferansa wan ew e ku ji bo aloziyên Iraqê çareseriyan pêş bixin. Piştî axaftina vekirinê jî peyam hatin xwendin.
‘BI YEKITIYA JINÊN ÊZDÎ Û FEYLÎ DÊ JIN AZAD BIBIN’
Peyama kurdên feylî ji hêla Hemîd Reşîd Feylî ve, peyama Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzdî (PADÊ) ji hêla endamê PADÊ Hisên Reşîd ve, peyama jinên feylî ji aliyê Nîbraz Ehmed ve û peyama Tevgera Azadiya Jinên Êzdî (TAJÊ) jî ji hêla Suham Dexîl ve hate xwendin. Di peyaman de qala girîngiya yekitî û piştgiriya ji bo îdareya Rêveberiya Xweser a Şengalê û bidestxistina mafên gelên herêmê hate kirin. Di peyaman de hat gotin ku dê bi yekitiya jinên êzdî û feylî, jin azad bibin.
‘PIŞTEVANIYA CÎHANÊ GIRÎNG E’
Her wiha Yekitiya Rêxistinên Civaka Kurd a Navneteweyî ya li Moskovê, Yekitiya Êzdî li Ewropa, endamê Partiya Çep a Parlamentoya Almanyayê û parlamenterê Yekitiya Ewropayê (YE) Andrê Wolko, nûnerê Yekitiya Hêzên Muxalefetê ya li Fînlandiyayê Papa Arbad Kowac û Serokê Mala Êzdî Silêman jî di panelê de hatin xwendin. Di peyaman de konferans bi dilgermî hat silavkirin û hate gotin ku bidestxistina dadperwerî û wekheviyê tenê bi piştevaniyeke cîhanî û hewldanên mezin ên gelan pêkane.
DÎROKA FEYLÎ Û EZDIYAN HAT VEGOTIN
Di panelê de parlamenterê Parlamentoya Iraqê yê berê Rêzan Şêx Dilêr dîroka êzdiyan, dîroka feyliyan û rewşa jinên êzidî û feylî pêşkeş kir. Di panelê de hat destnîşankirin ku civakên feylî û êzdî her tim bi komkujî û qirkirinê re rû bi rû mane û heke jinên êzdî xwe birêxistin nekin, dê dîsa bi komkujiyan re rû bi rû bimînin.
‘ÊZDATÎ YEK JI BAWERIYÊN HERÎ KEVN E’
Çalakvana jin a feylî Newal Ebdulwehab jî qala dîroka kevn a kurdên feylî heya sala 2003’yan kir û diyar kir ku kurdên feylî di hemû pêşketinên li Iraqê de xwedî rol bûn lê belê hemû desthilatdariyên Iraqê hewl dane ku feyliyan li derveyî pêvajoyê bihêlin. Parêzer û çalakvanê êzdî Azad Ebdo jî behsa dîroka kevn a civaka êzdî ya heya sala 2003’yan kir û da zanîn ku êzdatî yek ji baweriyên herî kevnar ên herêmê ye û xwedî dîrokeke pir kevn e. Ebdo, diyar kir ku civaka êzdî xwedî bîr û baweriyeke taybet in lewma jî heta niha bi 74 fermanan re rû bi rû mane.
Di berdewamê de jî Pispora Karûbarên Jinan Dilşa Osman derheqê doz û rewşa jinên êzdî û feylî ya li Iraqê axivî. Osman, bal kişand ser komkujiyên li civakên feylî û êzdiyan hatine kirin û bandora wan a li ser jinan.
Piştî peyam û axaftinan, panela yekemîn bi dawî bû.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku panela duyemîn jî dê têkildarî rewşa kurdên êzdî û feylî ya piştî hilweşîna rejîma Baasê heta roja me, ezmûna xwebirêvebirinê ya kurdên êzdî, çareserî û pêşniyarên ji bo dosyaya feylî û êzdiyan û neteweya demokratîk bê dayîn.