* Zilamên ku me bi munasebeta 8'ê Adarê li kuçeyên Amedê mîqrefon dirêjî wan kir, diyar kirin ku li welat pirsgirêka bingehîn ne aborî azadî û mafê mirovan e û ev tişt gotin: "Destpekê divê tu azad bî. Şê heta ku jin azad nebe civak jî azad nabe û pirsgirêkên li welat çareser nabin."
* Îsmaîl Uzmez ku ji bo mala xwe ya dîrokî tenê du ode jê mane têdikoşe, ev tişt got: "Ji bo ku bikevim mala xwe divê destpêkê destûr bigirim. Em bizanibin ku em ê bimirin jî em ê serê xwe daneynin. Ev der nasname û şerefa min e."
* Jinên parastvanên mafên mirovan, diyar kirin ku wê di yekemîn salvegera Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar de li ber Edliyeya Rihayê bin û banga tevlîbûna nobetê kirin.
* Di doza ku Menîce-Şeyhmûs ên hevjînên hev ku polisan bi kûçikan îşkence li wan kiribû de Wezareta Karên Hundir mehkûmî 60 hezar TL tazmînatê hat kirin.
* Berdevkên komîteyên zarok, ekolojî û aboriyê yên Kongreya Starê, diyar kirin ku piştî Şoreşa Rojava li herêmê ji bo jinan her roj 8'ê Adarê ye û ev tişt gotin: "Weke ku me jinan azad kir em ê Serok Apo jî azad bikin."
* Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 363'yan de berdewam bike.
* Şerê di navbera Rûsya û Ûkraynayê de û geşedanên girêdayî şer.
* Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin û nayên berdan li Amedê dest bi Nobeta Edaletê kirine wê îro serdana Serokatiya Partiya Pêşerojê ya Bajar a Amedê bikin. (10.00)
* Danişîna doza ku ji ber şermezarkirina komkujiya Roboskî li 16 kesan hatibû vekirin wê li 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Şirnexê bê dîtin. (10.00)
* 10'emîn Danişîna Doza Kobanê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00-17.00)
* Nobetên Edaletê yên malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin û nayên berdan li Baroya Wanê û Baroya Îzmîrê dane destpêkirin wê bidomin. (13.00-16.00)
* Danişîna doza Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya wê li 11'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê bê dîtin. (10.00-17.00)
* Di çarçoveya 8'ê Adarê de wê li gelek navendan jin dakevin kolanan, daxuyanî bidin û wê çalakiyan li dar bixin. (10.00-17.00)