Daxwaza mala xwe ya ku bi 'destûra taybet' dikevê dike

img
AMED - Îsmaîl Uzmez ku ji bo mala xwe ya dîrokî tenê du ode jê mane têdikoşe, ev tişt got: "Ji bo ku bikevim mala xwe divê destpêkê destûr bigirim. Em bizanibin ku em ê bimirin jî em ê serê xwe daneynin. Ev der nasname û şerefa min e."
 
Li navçeya Sûrê ya Amedê, mexdûriyeta niştecihên taxên ku di qedexeyên derketina derve yên sala 2015'an de hatin hilweşandin didome. Gelek malbatên ku dema qedexeyan koçkirin li wan hat ferzkirin, li tax û navçeyên cuda yên Amedê bi cih bûne. Sê hilbijêr danîn pêşiya van malbatan; bedêla mulkê, malên TOKÎ'yê û malên ku ji nû ve li şûna malên wan bên çêkirin pêşniyarî wan hatin kirin. Gelek malbatan li şûna malên xwe daxwaza malên ku ji nû ve bên çêkirin kirine. Lê ji bo metreçarnika van malan 2 hezar TL hat xwestin. Ji ber vê hinek malbat bi malên TOKÎ'yê razî bûn. Malbatên ku ji bo malên xwe yên hatin hilweşandin û bşeke wan li ser piya mane têdikoşin, bi demê re bi zehmetiyên cuda re rû bi rû man. Qadên ku mulkê malbatan lê bûn pêşkêşî sermayedarên bajar tên kirin û bi dirêjkirina pêvajoya sererastkirinê malbat tên bêzarkirin. 
 
 
DU ODE LI SER PIYA NE
 
Yek ji kesên ku 6 sal in mala wî radestî wî nehatiye kirin jî Îsmaîl Uzmez e. Uzmez ku niha li taxake din di kirê de dimîne, daxwaza mala xwe ya ku bi "destûra taybet" dikare biçê dike. Uzmez, da zanîn ku ji mala wî ya 379 metreçarnik tenê du ode mane û tştên hatine serê wî wiha vegot: "Em 52 kes dijiyan. Bi tang û topan ketinê. Hê jî ji binî wan kavilan hestî dertên. Dema ku em derketin mala me tiştek pê nebûbû. Me nikaribû amûrên xwe bigirta. Me digot, em ê dîsa vegerên mala xwe, em qet hilweşandinê nefikirîn. Em bi zora dewletê ji vir hatin derxistin. Dema ku em vegeriyan tu tişt nemabû. Hemû hilweşiya bû. Malên me gelek kevn bûn. Kevirên me yên dîrokî jî birine."
 
LÊ XEZÎNÊ GERIYANE
 
Uzme, destnîşan kir ku tenê carekê hezar TL alîkariya kirê girtiye û wiha axivî: "Ne malên me didin me ne jî malên me çêdikin. Em di kirê de ne û bi zorê kirê didin. Em daxwaza mafê xwe dikin. Li gelek deverên malê li xezîneyê geriyane. Ji bo xezîneyê asasê xaniyan kolandine. Wê mala min weke berê nebe. Beşa dîrokî bi tevahî hilweşandine. Em dev jê vê bernedin. Ez ê dewletê bidim mehkemê. Lewre dîroka min çûye. Xwestin ku malên me erzan bikin û bi malên TOKÎ'yê me bikin binî deyn. Me vê qebûl nekir. Malbatên ku ji bo TOKÎ'yê îmze avêtine poşman bûne. Îro ji bo biçim mala xwe divê destûr taybe bigirim. Heke sibê têketin serbest bibe ez ê rakim konê xwe û jiyana xwe li vir bidomînim. Em zanibin bimrin jî serî netewînin. Ev der nasname, namûs û şerefa min e. Ez ê nedim. Ez plan dikim ku gora xwe jî li hewşa vê malê çêbikim."
 
MAL Û ERSA WÎ JÊ GIRTIN
 
Mehmet Yildirim ku mala wî li taxa Hasirli li texma dikanên ku di 10'ê sibatê de pêşkêşî dewlemendan hatin kirin bûye jî yek ji mexdûrên Sûre ye. Yildirim, sozên ku ji aliyê rayedarên demê ve ji wan hatibûn dayîn bi bîr xist û da zanîn ku dema mala wî hatiye hilweşandin çûye Miduriyeta Bajar a Bajarvanî û Hawirdorê û jê re gotine ku wê mala wî bidine wî lê piştî hilweşandinê tu tişt nedanê. Yildirim, da zanîn ku di projeyê de gere jê re mal bihata çêkirin lê piştre kirine qada bazirganî û wiha got: "Gotin, 'em nadin te'. Min xwest gilî bikim, lê dema çûm edliyeyê nehiştin ez biaxivîm jî. Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê min xapand. Gelek kesan malên xwe negirt. Kêm kesan malên xwe girtin."
 
Yildirim, bi lêv kir ku ji ber ersa wî nedane wî di hêla derûnî de gelek bibandor bûye û ev tişt anîn ziman: "Divê ku dema cemawerî hatiye kirin îtîraz bihata kirin, lê me nedizanibû. Piştre me tapo girt lê êdî her tişt derbas bûbû. Niha jî ji bo ku xwe mafdar derbixe dewlet serî li her rêyê dide. Ji bo ku malê me ji me bigire dewletê li vir şerekî awarte ragihand. Heke vê nekirina nikaribûn cemaweriya lezgîn bikin. Rewşeke awarte jî tunebû."
 
MA / Ceylan Şahînlî - Mehmet Guleş  
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

07/03/2022
14:20 Doza Kobanê: Delîlên di dosyayê de tên berovajîkirin
14:16 Li gorî ÎSÎG'ê di sibatê de 106 karkeran jiyana xwe ji dest dane
14:06 Bi hinceta 'belavkirina belavokên bûdçeyê' doz li HDP'iyan hat vekirin
13:48 Partiya Pêşerojê piştgirî da Nobeta Edaletê: Daxwazên we di cih de ne
13:42 Biryarên xerakirinê yên îstînafê pêşkeşî dadgehê kir
13:18 Malbatên Roboskiyê beraet kirin
13:17 Ji bo JINNEWS'ê kampanyaya hashtagê
12:39 Dayika Ferha bi salan çiya bi çiya li cenazeyê kurê xwe geriya
12:38 Emîne Şenyaşar banga 9'ê adarê kir
12:02 HDP'ê ji bo 8'ê Adarê bibe betlaneya fermî pêşniyarqanûnek da meclisê
11:44 Ocalan: Heta ku jin azad nebe, civakek nikare azad bibe
11:24 Îstinafê biryarê redkirina doza rojnameger Bîlen xera kir
11:01 Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Ji bo tehliyekirina sivîla agirbesta demkî
10:16 Ciwan bibiryar in ku tecrîda Îmraliyê bişikînin
09:19 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her roj 8'ê Adarê ye
09:18 Di îşkenceya bikuçik de wezaret mehkûmê tazmînatê hat kirin
09:18 Ji jinan banga Emîne Şenyaşar: Di 9'ê adarê de em di nobetê de ne
09:18 Daxwaza mala xwe ya ku bi 'destûra taybet' dikevê dike
09:14 Ji zilaman peyama 8'ê Adarê: Heta jin azad nebe wê pirsgirêk çareser nebin
09:00 ROJEVA 7'Ê ADARA 2022'YAN
06/03/2022
21:35 Qaymeqamiya Cizîrê "Mem û Zîn" qedexe kir
20:12 Erdogan Emîr li NÇM'a Stenbolê konser da
18:41 Dayika Ferha Ay ku 27 salan li benda kurê xwe ma jiyana xwe ji dest da
18:28 Di daxuyaniya 8'ê Adarê de 5 jin hatin binçavkirin
16:57 Li ser sînorê Kobanê ÎHA’yek ket xwarê
16:56 Jinan li Stenbolê 'Hevdîtina Mezin' li dar xist
16:25 Li dijî tundiya dewletê jin bi mitîngekê hatin gelhev
16:24 Keskîn: Ewropa şirîkê sûcên li Tirkiyê ye
16:09 Li Girtîgeha Şakranê mirina bi guman a Eke
15:58 Nobeda Edaletê ya li Wanê didome
15:46 Jin li qadan in: Em ê bi coşa 8’ê Adarê biherikin Newrozê
13:49 Sancar: Wê Xeta Sêyemîn rêya komara demokratîk vebike
13:11 Erdogan û Pûtîn hevdîtin kirin
13:09 Li Cizîra Botan govenda ‘Dem dema azadiyê’
12:57 Bi hezaran kes tevli kongreya HDP’ê bûn: Çareserî ne li NATO’yê ye çareserî li cem Ocalan e
12:26 Şerê Ûkrayna û Rusyayê: Zelenskî daxwaza balefirên şer kir
11:16 Malbata Şenyaşar banga salvegera yekemîn kir
09:28 Hevserokê SES'a Amedê: Biryara sistkirina bergiriyên pandemiyê siyasî ye
09:24 Qeraxê Gola Wanê bûye cihê rantxwarinê!
09:13 Kaya: Ji bo rakirina tecrîdê ji destê kê çi tê divê bike
09:13 Li Wanê di mehekê de 4 jin hatin qetilkirin: Em ê kiryaran teşhîr bikin
09:12 Li midûriyeta polîsan kes tune bû, caxên nezaretxaneyê şikand û çû mala xwe
09:10 Bêyî ku guh li gotinên wekî 'dê mêr bêjin çi' bikin bênavber dinivîsin
09:08 20 salin di 8'ê Adarê de stranên azadiyê distrê
09:05 ‘Bi qanûna înfazê ya nû re girtiyên nexweş tên kuştin'
09:01 ROJEVA 6'Ê ADARA 2022'YAN
05/03/2022
20:03 Rêvebiriya Xweser 8'ê Adarê kir roja betlaneya fermî
18:38 Ji ber ku Tûglûkê nikaribûye pirsa 'serokkomar kî ye?' bibersivîne, bi ser de kirine qîreqîr!
17:04 ‘Bi hiqûqa dijminatiyê nêzî girtiyan dibin’
16:41 Coşa 8’ê Adarê berdewam dike
16:29 Ji bo jinên girtî yên nexweş banga berdanê
16:14 ÎHD’a Îzmîrê li aqûbeta jinên jinên winda pirsî
16:12 Panela yekemîn a Konferansa Feylî û Êzdiyan bi dawî bû
16:12 TMMOB û KESK’ê serdana Nobeda Edaletê kir
15:59 ÎHD’ê bi boneya 8’ê Adarê bal kişand ser rewşa jinên girtî yên nexweş
15:05 Jinên hatine windakirin û qetilkirin bi bîr xistin
14:59 Pekoz: Wexta ku Ocalan diaxive dengê aştiyê bilind dibe
14:35 KESK'ê li Amedê xwest xala 35’emîn û sepanên OHAL’e werin rakirin
14:33 TUHAY-DER: Em ê têkoşîna xwe li ser rêça Garîbeyê bidomînin
14:18 Jinan li pêşiya girtîgehê bang kir: Tecrîdê bi dawî bikin, girtiyan berdin
13:41 'Hezar sal jî derbas bibin em ê têkoşîna edaletê bidomînin’
13:40 Di meha sibatê de 24 jin hatin qetilkirin
13:26 Wezaret ‘lêgerîna nava dev” înkar dike, girtîgeh jî dibêje ‘heye’
12:07 Malbata Şenyaşar banga 9’ê Adarê kir
11:37 Komîsyona Zarokan a Wanê xeta îxbarê çalak kir
11:17 Şaredarê AKP’î îhaleyên bi 3 milyon lîreyan dan pismamê xwe
10:38 Ji hucreyê bang kir: Em ê nehêlin berxwedana jinan di bin siya êrişan de bimîne
10:27 Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Li şûna çekan bangên diyalogê zêde dibin
10:14 Zanista Jinan: Kovara Jineolojiyê rêya azadiyê nîşan dide
09:20 Li Efrînê di 2 mehên dawî de 120 kes hatine revandin
09:19 Qeymeqamtiya Sûrê li 'navenda cazîbeyê' kon vegirt!
09:17 Ozsoy: Dagirkirina Ûkraynayê NATO'yê bihêztir kir
09:13 ‘Berpirsiyariya sereke ya rojnamevanan dabînkirina aştiyê ye'
09:00 ROJEVA 5'Ê ADARA 2022'YAN
04/03/2022
21:35 Polîs çûn mala Semra Guzel
17:00 Jin li qadan in: Tecrîdê rakin û girtiyên nexweş berdin
16:11 Şandeya HDP’ê serdana YNK’ê kir
16:10 Li Silêmaniyê şahiya 8’ê Adarê
16:08 Duyemîn Mihrîcana Filmên Kurd a Stenbolê di 24'ê adarê de dest pê dike
15:25 ‘Heta edalet were, em ê ji vir neçin’
15:03 Ji bo kongreya HDP'ê ya Dîlokê bang kirin
15:02 Li Cizîrê 5 kes hatin berdan
14:33 Qeyûm ji bo ‘Daristana Bahçelî’ baxçeyê çayê hilweşand
14:24 Li Amedê 8 kes hatin binçavkirin
14:18 Li Pakistanê teqîn: Herî kêm 30 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:11 Nehêlan Gergerlîoglu biçe derveyî welat
14:08 ‘Kurdistana xweser ji bo demokratîkkirina Tirkiyê pêdiviyek e’
14:03 HDP û HDK’ê bang li Ewropayê kir: Deriyên xwe li hemû penaberan vekin
13:40 Derheqê Guzel de lêpirsîn hat destpêkirin
13:32 Malbatên girtiyan serdana Partiya Saadetê kirin
13:29 Rapora meha sibatê ya DFG’ê: 16 sal ceza li 5 rojnamevanan hat birîn
13:06 Kişanak banga avakirina Tifaqa Jinan kir: Dê bibe tifaqa aştiya civakî
12:12 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:00 Polîsan di serdegirtina malê de pirsa Egît Îpek kirin!
11:45 Kemal Ozkîraz hat binçavkirin
11:12 Girtiyê ku ‘lêgerîna nava dev’ red kir 7 meh in nayê tedawîkirin
11:11 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
11:11 Strana 'Xuçê' diyarî jinan kirin
10:44 Malbata Şenyaşar: Her kesê edaletê dixwaze bila di 9’ê adarê tev li nobeta me bibe
10:22 Muzakereya Rûsya û Ûkraynayê taloqî hevdîtina sêyemîn bû