Ocalan: Heta ku jin azad nebe, civakek nikare azad bibe

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku di mijarên çareseriya demokratîk de hiqûqa jinan û azadiya wan esas digire, wiha dibêje: “Rêya rizgariyê, azadî ye. Heta jin azad nebe, civakek nikare azad bibe.” 

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd, bi hûr û kûr li ser rêyên çareseriyê disekine. Ocalan, dibêje ku “heta jin azad nebe, civakek nikare azad bibe” û bi vê nêrîna xwe jî neşxerêya azadiyê nîşan da. Jinên ku ev gotinên Ocalan ji xwe re esas girtîn, niha jî bi pêşengtiya jinên kurd re “Meşa Jina Azad” didomînin. Di çarçoveya vê meşa azadiyê de, dê di 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de bi dirûşma “Dem dema azadiya jinan e” dakevin qadan. Ocalan ku bi “Paradîgmaya Ekolojîk, Civaka Demokratîk û Azadîxwaziya Jinê” re pêşengtiyê ji têkoşîna azadiyê ya jinan re dike, di hevdîtina xwe yên salên 2013 - 2015’an de balê dikişîne ser mijara azadiya jinan. 
 
REWŞA AZADBÛNÊ YA JINAN
 
Di hevdîtina xwe ya 23’yê sibata 2013’an de Ocalan ji Şandeya Îmraliyê re dibêje ku civakeke jin tê de ne azad, nepêkane ku azad bibe û wiha didomîne: “Em, tevgera azadiyê ya jinan dijîn. Sakîne (Sakîne Cansiz), mînaka vê rastiyê ye. Jiyana Sakîneyê, mînak e. Azadbûna jinê, têkoşîna Sakîneyê ye. Divê jin azad bibe. Jinên ku bûne lehengên mezin hene. Pîroziya jiyanê girîng e. Divê dev ji koletiyê berdin. Heke di nava miletekî de jin azad nebin, ew milet nikare azad bibe. Tam azadbûna jinê, xwedayîtî ye.” 
 
JINA AZAD MÎNA RO YÊ HILTÊ 
 
Ocalan ku dibêje hewceye jin bi tevahî azad bibe, di hevdîtina xwe ya 18’ê adara 2013’an de jî vê pêşniyarê dike: “Jin neçare ku li Rojhilata Navîn pêş bikeve. Hewceye hûn xwe azad bikin. Dema jin di hundirê malê de dimîne, wê demê dibe xulamek. Ev rewşa ketî ya jinan, di hinek zilaman de jî heye. Divê mirov bibe azadîxwazê jinan. Ez, hewlên ji bo teşedayîna jinan weke bêexlaqiyê dibînim. Hewcehî bi ‘xweda”yê jinan heye. ‘Xweda’, tê wateya xwe bi xwe dayînê. Jina azad, mîna ro yê hiltê. Peyva jin û jiyanê gelek watedar in. Divê jin biqudret, azad û xwedî biryar bin. Jin, zindiyekî bi nirxe. Lewma peyvên jin-jiyanê binirxin. Jinên wisa bigihînin ku xwedî biryarên xweser û resen bin. Divê malên jinan ên jiyana azad hebin. Hewceye avahiyên ku biryara jiyanê lê tên dayîn hebin. Bila di bingeha xebatên we de, lêgerîna jina azad hebe. Ez dîsa dubare dikim, jiyaneke bêyî jinan nabe. Bila hêviya we hebe û kedê bidin. Jidil bawer bikin û wisa karê xwe bikin. Xebatên ku jinê esas digirin, girîngin.” 
 
BAWERIYA XWE BI ZILAMAN NEYÎNIN 
 
Di hevdîtina 3’yê nîsana 2013’an de jî Ocalan têkildarî Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn, nêrîna xwe wiha bi Şandeya Îmraliyê re parve dike: “Cihgirtina jinan a di nava jiyana rasteqîn de, girêdayî îro ye. Ez hewl didim ji bo jinan, jiyaneke azad biafirînim. Jin jî dikarin Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn li ser vê esasî binirxînin. Me gotibû jiyaneke bêyî jinan pêkan nîne lê belê em dibêjin ku mimkin nîne em bi jinên heyî re jî bijîn. Dibêjin; ‘tu yan bo minî, yan jî bo axê yî’ û ‘divê li ser pişta jinê çûv, di zikê wê de jî zarok kêm nebe.’ Vaye çandekî ewqas hovane heye. Xebatên jinan girîng in. Min di demên berê de qala navendên jiyanê yên jinan kiribû. Em dikarin bibêjin, kolektîfa jinan. Hewceye xebatên aborî û parvekirinên civakî yên jinan hebin. Baweriya xwe bi zilaman neyînin. Tişta ku zilam ji jinan fêm dikin ev e; ‘yekî peyda bike û bireve.’ Jinbûn, tiştekî nûwaze ye. Ez nabêjim bila malbat tune bibe. Di pirtûka min a ‘kuştina mêr’ de ev baştir tê fêmkirin. Gotina min a hevberdana heta hetayê xelet fêm nekin. Mirov dikare bi rengekî muthîş bi jinê re bijî. Ev, ne tiştên xeletin. Dogmatîkbûna mêr, hilweşînin. Mijara behsê xeberê ne anîna zarokan lê gihandina wan e. Her ku ji we sê-çar jin têne bahev, rêyên çareseriyê pêş bixin. Mêr, xwe wekî xwedayan dibînin. Bila baweriya we bi jinîtiya we hebe.” 
 
DERIYÊN FAŞÎZMA MÊR HATIN VEKIRIN
 
Ocalan, di hevdîtina 14’ê nîsana 2013’an de ji Şandeya Îmraliyê re dibêje ku “gotinên me yên ji bo jinan hêj xelas nebûne’ û vê nirxandinê dike: “Jin dikarin xwe ji koletiya 5 hezar salan xelas bikin. Min, deriyê faşîzma mêr vekir. Lêhûrbûna min a bi wan re hêj jî didome. Hem di hêla civakî û hem jî di hêla estetîkê de hewceye tevahiya jiyanê hûn diyar bikin. Hûn dibêjin; ‘dê kî min bo xwe bibe’ û berê xwe didin zilamên ku pereyên wî hene. Ev, nexweşiyeke zêde xedare. Yên ku dê jiyana aborî, jiyana civakî û jiyana estetîk ava bike hûn in û bi vê yekê re jî hûn dê me zilamên hov komî ser hev bikin. Yekitiya mezin a jinan girîng e. Ev yek, di çanda Rojhilata Navîn de heye. Li Hîtît û Sumeriyan binêrin. Dê baweriya we ya bi we zêdetir bibe. Hûn hem xwedî sebr in û hem jî keda we heye.” 
 
BANDORA CIVAKA NEOLÎTÎK 
 
Di hevdîtina xwe ya di 7’ê hezîrana sala 2013’an de Ocalan dibêje ku pirsgirêkên wekhevî û azadiyê dikare bi pirsgirêka jinan re bên çareserkirin û wiha didomîne: “Şoreşa me, di heman demê de şoreşa jinê ye. Em ê bikin ku jin ji vê rewşa koletiyê derkeve. Ev, ne şoreşekî çînî ye. Şoreşa jinê, şoreşa pêşeng e. Lêhûrbûnên min hene, dê di demên pêş de binivîsim. Rewşa heyî ya jinan, rewşeke kambax e. Bêkar in. Ji ber bêkariyê, berê xwe didin cihên cuda. Hûn dê xwe jinûve biafirînin. Divê jin azad û biwêrek bin. Jin, li derveyî jiyanê hatiye hiştin. Heke tu weke ku jin makîneya kurkê be bieciqînî, bêguman dê serdestiyê bikî. Mîna civaka neolîtîkê ye. Mêrê ku jin xistiye vî halî, rezîl e.”
 
QIRKIRINA JINAN 
 
Ocalan, di hevdîtina xwe ya 8’ê sibata 2014’an de balê dikişîne ser komkujiyên jinan û wiha dibêje: “Her roj bi dehan jin tên kuştin. Ev kuştin, ji şer xerabtir in. Mijara ewlekariyê ya dewletê ye. Mirov dikare jiyaneke nûwaze bi jinê re bijî lê di halê hazir de jin ketiye rewşeke belengaz. Mijara zarokên bûk. Mijarekî dilbiêş e. Dema tu pê re dizewicî dibe hevjîn, dema destdirêjiyê lê dikî dibe laş. Gelo mirov piştre çawa dikare li rûyê wê binêre? Şoreşeke ku jinan azad neke, şoreş nîne.”
 
BINGEHA PIRSGIRÊKA KURD 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, di hevdîtina 1’ê hezîrana sala 2014’an de dibêje ku pirsgirêka kurd û hemû pirsgirêkên civakî, bingeha xwe ji pirsgirêka jinan digirin û vê şîroveyê dike: “Qirkirinên jinan, her roj di asta hovîtiyê de tên kirin. Kesek nikare jinan ewqas bi alçaxî bikuje, divê xelkê vî welatî vê yekê qebûl neke. Lê dê bibêjî jin ji her çar aliyan ve bi zincîran hatiye rapêçandin. Heta ku em nekarin van zincîran bişikînin, em nikarin bibin sosyalîst û nikarin siyasetê bikin. Divê ji ewil ev rastî bê zanîn. Ji bo zewacekê, dikarin bi rehetî tevgerekê tune bikin. Dikarin ji bo zarokekê xwe her tiştekî tune bikin. Heman tişt di zilamên kurd de jî heye. Hêza zilamekî, girêdayî dahûrînên wan ên etîk û estetîk ên li hemberî jinekî ne. Heke tu nezanî bê ka dê bi jinekê re çawa bijî, tu nikarî şoreşê bikî. Heta nikarî şaredartiyê jî bikî.” 
 
HÊZA BIRYARDAYÎNÊ YA JINÊ
 
Ocalan, di hevdîtina xwe ya 15’ê tebaxa 2014’an de ji şandeyê re dibêje ku her zilam û hevjînek, di pergala kapîtalîst de tecawizkareke û vê mijarê wiha dinirxîne: “Di cîhanê de tu kes nikare ji min baştir civaknasiya jinê bike. Hewceye em jinê bihêztir bikin. Jin ne jina mêrê xwe yan jî keça bavê xwe lê divê ya xwe bi xwe be. Em bi tu awayî termînolojiya girtina jinê, dayîna keçê û hwd. qebûl nakin. Tişta ku ez jê re dibêjim etîka jinê, hêza biryardayînê ya jinê ye. Weke dawî, bîrdoziya sedsala 21’emîn, azadiya jinê ye. Xwekêrkirin, xwe avêtina erdê, ev tişt rezalet in! Tekane rêya xelasiyê, azadî ye. Min hêj di zarokatiya xwe de şêweyê şer ê dayika xwe mehkûm kir. Min hêj di zarokatiya xwe de li Rihayê şervantiya gund, şervantiya namûsê çirand û avêt. Wê demê min bi zarokên malbatên ku dê me hev bikuştina re têkilî danîn. Keçikeke bi navê Elîf a di emrê min de hebû ku diviya em nehatibûna cem hev. Lê min ne têkiliya xwe ya bi Elîfê re û ne jî ya bi yên din re qet qut nekir. Li gorî wê çandê, hewce bû ez di 15 saliya xwe de bihatima kuştin. Lê min jî dixwest ku bijîm û xeyalên xwe pêk bînim. Tiştên ku malbata min di vê mijarê de li ser min ferz dikirin min qebûl nekirin û namûs çirand û avêt.” 
 
HILHATINA AZWERIYA AZADIYÊ 
 
Di hevdîtina 29’ê mijdara sala 2014’an de Ocalan ji bo zewacê pênaseya “navenda daqurtandina civakî” bi kar tîne û van tiştan bi şandeyê re parve dike: “Di halê hazir de em dikarin bibêjin ku eşqa kurdan di hêla teorîk de hatiye qezenckirin. Eşqa platonîk hatiye qezenckirin. Ev peyv, bingeha xwe ji navê Platon digire. Ev, eşqeke civakî ye. Eşqeke wiha ya jidil, ez ne qala eşqa zayendî dikim. Ya me, azadiya jinê ye. Hemû cîhan êdî pê hesiya. Kovarên jinan jî êdî dest bi dayîna wê xweşikiyê kirin. Ev daxwaza azadiyê, vaye ji vir afirî. Bi van gotinên xwe ez pesnê azebtiyê nadim. Divê ev gotin rast bên fêmkirin. Erdogan jî gotinên berevajî yên min dike. Dibêje bizewicin û 3 zarokan bînin. Ew jî van gotinan bi zanebûn dike. Şerekî di navbera du zîhniyetan de ye. Ka em lê binêrin bê ka ew dê bi ser keve yan em. Di mijara Çareseriya Demokratîk de ku li vir pêş dixim de jî xala yekemîn azadiya jinê ye. Min bi şandeya dewletê re hevdîtin kir. Ew, fêm nakin. Dibêjin; ‘çi eleqeya van bi çareseriya demokratîk re heye?’ Ez pir vekirî diaxivim. Eleqeya wê ya bi çareseriya demokratîk re pir berbiçav e. Min gavek berê jî got, li welatekê ku jin lê tê kuştin, ez nabim endamê wê dewletê. Çareserî; bi wekhevî û hiqûqa jinan dibe. Bo min a girîng; hiqûqa jinan û hiqûqa azadiyê ye.” 
 
MA / Ozgur Paksoy
 

Sernavên din

07/03/2022
14:20 Doza Kobanê: Delîlên di dosyayê de tên berovajîkirin
14:16 Li gorî ÎSÎG'ê di sibatê de 106 karkeran jiyana xwe ji dest dane
14:06 Bi hinceta 'belavkirina belavokên bûdçeyê' doz li HDP'iyan hat vekirin
13:48 Partiya Pêşerojê piştgirî da Nobeta Edaletê: Daxwazên we di cih de ne
13:42 Biryarên xerakirinê yên îstînafê pêşkeşî dadgehê kir
13:18 Malbatên Roboskiyê beraet kirin
13:17 Ji bo JINNEWS'ê kampanyaya hashtagê
12:39 Dayika Ferha bi salan çiya bi çiya li cenazeyê kurê xwe geriya
12:38 Emîne Şenyaşar banga 9'ê adarê kir
12:02 HDP'ê ji bo 8'ê Adarê bibe betlaneya fermî pêşniyarqanûnek da meclisê
11:44 Ocalan: Heta ku jin azad nebe, civakek nikare azad bibe
11:24 Îstinafê biryarê redkirina doza rojnameger Bîlen xera kir
11:01 Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Ji bo tehliyekirina sivîla agirbesta demkî
10:16 Ciwan bibiryar in ku tecrîda Îmraliyê bişikînin
09:19 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her roj 8'ê Adarê ye
09:18 Di îşkenceya bikuçik de wezaret mehkûmê tazmînatê hat kirin
09:18 Ji jinan banga Emîne Şenyaşar: Di 9'ê adarê de em di nobetê de ne
09:18 Daxwaza mala xwe ya ku bi 'destûra taybet' dikevê dike
09:14 Ji zilaman peyama 8'ê Adarê: Heta jin azad nebe wê pirsgirêk çareser nebin
09:00 ROJEVA 7'Ê ADARA 2022'YAN
06/03/2022
21:35 Qaymeqamiya Cizîrê "Mem û Zîn" qedexe kir
20:12 Erdogan Emîr li NÇM'a Stenbolê konser da
18:41 Dayika Ferha Ay ku 27 salan li benda kurê xwe ma jiyana xwe ji dest da
18:28 Di daxuyaniya 8'ê Adarê de 5 jin hatin binçavkirin
16:57 Li ser sînorê Kobanê ÎHA’yek ket xwarê
16:56 Jinan li Stenbolê 'Hevdîtina Mezin' li dar xist
16:25 Li dijî tundiya dewletê jin bi mitîngekê hatin gelhev
16:24 Keskîn: Ewropa şirîkê sûcên li Tirkiyê ye
16:09 Li Girtîgeha Şakranê mirina bi guman a Eke
15:58 Nobeda Edaletê ya li Wanê didome
15:46 Jin li qadan in: Em ê bi coşa 8’ê Adarê biherikin Newrozê
13:49 Sancar: Wê Xeta Sêyemîn rêya komara demokratîk vebike
13:11 Erdogan û Pûtîn hevdîtin kirin
13:09 Li Cizîra Botan govenda ‘Dem dema azadiyê’
12:57 Bi hezaran kes tevli kongreya HDP’ê bûn: Çareserî ne li NATO’yê ye çareserî li cem Ocalan e
12:26 Şerê Ûkrayna û Rusyayê: Zelenskî daxwaza balefirên şer kir
11:16 Malbata Şenyaşar banga salvegera yekemîn kir
09:28 Hevserokê SES'a Amedê: Biryara sistkirina bergiriyên pandemiyê siyasî ye
09:24 Qeraxê Gola Wanê bûye cihê rantxwarinê!
09:13 Kaya: Ji bo rakirina tecrîdê ji destê kê çi tê divê bike
09:13 Li Wanê di mehekê de 4 jin hatin qetilkirin: Em ê kiryaran teşhîr bikin
09:12 Li midûriyeta polîsan kes tune bû, caxên nezaretxaneyê şikand û çû mala xwe
09:10 Bêyî ku guh li gotinên wekî 'dê mêr bêjin çi' bikin bênavber dinivîsin
09:08 20 salin di 8'ê Adarê de stranên azadiyê distrê
09:05 ‘Bi qanûna înfazê ya nû re girtiyên nexweş tên kuştin'
09:01 ROJEVA 6'Ê ADARA 2022'YAN
05/03/2022
20:03 Rêvebiriya Xweser 8'ê Adarê kir roja betlaneya fermî
18:38 Ji ber ku Tûglûkê nikaribûye pirsa 'serokkomar kî ye?' bibersivîne, bi ser de kirine qîreqîr!
17:04 ‘Bi hiqûqa dijminatiyê nêzî girtiyan dibin’
16:41 Coşa 8’ê Adarê berdewam dike
16:29 Ji bo jinên girtî yên nexweş banga berdanê
16:14 ÎHD’a Îzmîrê li aqûbeta jinên jinên winda pirsî
16:12 Panela yekemîn a Konferansa Feylî û Êzdiyan bi dawî bû
16:12 TMMOB û KESK’ê serdana Nobeda Edaletê kir
15:59 ÎHD’ê bi boneya 8’ê Adarê bal kişand ser rewşa jinên girtî yên nexweş
15:05 Jinên hatine windakirin û qetilkirin bi bîr xistin
14:59 Pekoz: Wexta ku Ocalan diaxive dengê aştiyê bilind dibe
14:35 KESK'ê li Amedê xwest xala 35’emîn û sepanên OHAL’e werin rakirin
14:33 TUHAY-DER: Em ê têkoşîna xwe li ser rêça Garîbeyê bidomînin
14:18 Jinan li pêşiya girtîgehê bang kir: Tecrîdê bi dawî bikin, girtiyan berdin
13:41 'Hezar sal jî derbas bibin em ê têkoşîna edaletê bidomînin’
13:40 Di meha sibatê de 24 jin hatin qetilkirin
13:26 Wezaret ‘lêgerîna nava dev” înkar dike, girtîgeh jî dibêje ‘heye’
12:07 Malbata Şenyaşar banga 9’ê Adarê kir
11:37 Komîsyona Zarokan a Wanê xeta îxbarê çalak kir
11:17 Şaredarê AKP’î îhaleyên bi 3 milyon lîreyan dan pismamê xwe
10:38 Ji hucreyê bang kir: Em ê nehêlin berxwedana jinan di bin siya êrişan de bimîne
10:27 Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Li şûna çekan bangên diyalogê zêde dibin
10:14 Zanista Jinan: Kovara Jineolojiyê rêya azadiyê nîşan dide
09:20 Li Efrînê di 2 mehên dawî de 120 kes hatine revandin
09:19 Qeymeqamtiya Sûrê li 'navenda cazîbeyê' kon vegirt!
09:17 Ozsoy: Dagirkirina Ûkraynayê NATO'yê bihêztir kir
09:13 ‘Berpirsiyariya sereke ya rojnamevanan dabînkirina aştiyê ye'
09:00 ROJEVA 5'Ê ADARA 2022'YAN
04/03/2022
21:35 Polîs çûn mala Semra Guzel
17:00 Jin li qadan in: Tecrîdê rakin û girtiyên nexweş berdin
16:11 Şandeya HDP’ê serdana YNK’ê kir
16:10 Li Silêmaniyê şahiya 8’ê Adarê
16:08 Duyemîn Mihrîcana Filmên Kurd a Stenbolê di 24'ê adarê de dest pê dike
15:25 ‘Heta edalet were, em ê ji vir neçin’
15:03 Ji bo kongreya HDP'ê ya Dîlokê bang kirin
15:02 Li Cizîrê 5 kes hatin berdan
14:33 Qeyûm ji bo ‘Daristana Bahçelî’ baxçeyê çayê hilweşand
14:24 Li Amedê 8 kes hatin binçavkirin
14:18 Li Pakistanê teqîn: Herî kêm 30 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:11 Nehêlan Gergerlîoglu biçe derveyî welat
14:08 ‘Kurdistana xweser ji bo demokratîkkirina Tirkiyê pêdiviyek e’
14:03 HDP û HDK’ê bang li Ewropayê kir: Deriyên xwe li hemû penaberan vekin
13:40 Derheqê Guzel de lêpirsîn hat destpêkirin
13:32 Malbatên girtiyan serdana Partiya Saadetê kirin
13:29 Rapora meha sibatê ya DFG’ê: 16 sal ceza li 5 rojnamevanan hat birîn
13:06 Kişanak banga avakirina Tifaqa Jinan kir: Dê bibe tifaqa aştiya civakî
12:12 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:00 Polîsan di serdegirtina malê de pirsa Egît Îpek kirin!
11:45 Kemal Ozkîraz hat binçavkirin
11:12 Girtiyê ku ‘lêgerîna nava dev’ red kir 7 meh in nayê tedawîkirin
11:11 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
11:11 Strana 'Xuçê' diyarî jinan kirin
10:44 Malbata Şenyaşar: Her kesê edaletê dixwaze bila di 9’ê adarê tev li nobeta me bibe
10:22 Muzakereya Rûsya û Ûkraynayê taloqî hevdîtina sêyemîn bû