Oluç: Zîhniyeta ku pirsgirêkan ji demê re vedihêle neçarî têkçûnê ye

img

ENQERE - Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Oluç diyar kir ku dewlet di mijara pirsgirêka kurd de li gorî kevneşopiya xwe tevdigere û wiha got: “Her tim hewl didin ji demê re vehêlin. Ev stratejiya wan e. Lê ev zîhniyeta ku dibêje; ‘gelo em ê bikarin bi vê stratejiyê 3,5,10 salan paşve bixin’ neçarî têkçûnê ye.”   

Di pêvajoya rakirina parêzbendiya parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel de xuya bû ku hem desthilatdarî û hem jî partiyên muxalefetê mîna hev difikirin û tevdigerin. Derket holê ku hêj Guzel nebûyî parlamenter, jixwe derheqê wê de lêpirsîn hatibû destpêkirin lê belê piştî weke parlamenter hatiye hilbijartin, ev lêpirsîn heta demekî dirêj hatiye sekinandin. Û bi parvekirina wêneyên Guzel re jî xala nepeniyê hatiye binpêkirin. Hêzên muxalefetê ku sedemên kampanyayê û bêhiqûqiyên heyî jinedîtî ve hatin, li gorî daxwaza desthilatdariyê tevgeriyan. 
 
Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Oluç, têkildarî rakirina parêzbendiya Guzel û zîhniyeta li hemberî pirsgirêka kurd ji ajansa me re axivî. Oluç, diyar kir ku dema parastina Guzel dikir, ji bo pirsgirêka kurd gelek mînak dane û wiha domand: “Desthilatdariyê û Erdogan gelek caran digotin; ‘Me pirsgirêka kurd çareser kiriye.’ Lewma min hewl da pirsgirêka kurd li ser du pêvajoyan vebêjim. Yek ji van, tiştên ku em rojane dijîn û ya din jî tiştên li gorî konjektorê diqewimin. Mînak; zarokên bi wesayîtên zirxî hatine kuştin yek ji mînakên qewimînên rojane ne. Ev bûyer ne li bajarên rojava lê tenê li Kurdistanê çêdibin. Qeyûm, malbata Şenyaşar û hwd. jî çend mînakên din in.”
 
‘HEMÛ HEWLDAN, PARÇEYEKE PLANA TÊKBIRINÊ NE’
 
Oluç, anî ziman ku tayînkirina qeyûman, girtina parlamenteran, Doza Kobanê û hêj gelek hewldanên din tevek jî parçeyeke “Plana têkbirinê” ne û wiha domand: “Di tevahiya dîroka komarê de her tim siyaseta înkar, pişaftin û tunekirinê hate meşandin. Bi kurt û kurmancî pirsgirêka kurd hêj berdewam e û kesek nikare bibêje me çareser kiriye.” 
 
STRATEJIYA DEWLETÊ
 
Di berdewamê de Oluç Darbeya 2’yê Adara 1994’an bi bîr xist û ev nirxandin kir: “Xwestin dengê kurdan qut bikin. Tehemûla wan nîne ku dengê kurdan bê bihîstin. Mînak; Leyla Zana du peyvên kurdî kirin lê ev jî ranegirtin. Bi kurtasî, dewlet naxwaze di siyaseta demokratîk de dengê kurdan bê bihîstin. Ji bo vê jî serî li her rêbazê dide. Wê demê kîjan partî hebe, bi tesfiyekirina wê partiyê dixwaze dengê wan bi temamî qut bike. Bi vê yekê re dixwazin dem qezenc bikin. Kevneşopiya dewletê wiha ye; ‘Em pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk, aştiyane û siyasî çareser nekin. Bi demê re vehêlin. Heke em partiya wan bigirin, dê heta hilbijartineke din bo me dem çêbibe.’ Ev nêzikatî, stratejiya dewletê ye.”
 
‘LI DIJÎ JINÊN SIYASETMEDAR HEWLDANEKE TAYBET HEYE’
 
Bi domdarî Oluç da zanîn ku ji 1478 fezlekeyên hatine meclisê zêdetirî hezar û 200 jê derheqê parlamenterên HDP’ê de ne. Oluç, anî ziman ku hewldaneke taybet jî li dijî parlamenterên jin ên kurd heye û wiha pê de çû: “Tehemûl nakin ku jinên kurd di qada siyasî û civakî de cih bigirin, daxwaza wekheviyê bikin û di rêveberiyên herêmî de cih bigirin. Dixwazin ku jinên kurd li malê rûnin, nexwînin, nenivîsinin. Semra Guzel, dest bi qada siyasetê kiribû û siyasetmedareka zîrek bû. Gund bi gund digeriya û bo civakê dibû mînak. Tehemûla vê rastiyê nekirin. Mirov dikare heman tiştan bo hevalên me Aysel Tugluk, Gultan Kişanak, Sebahat Tuncel, Ayla Akat û gelek hevalên din jî bibêje. Tehemûla jinên kurd ên siyasetmedar nakin.” 
 
HELWESTA PARTIYÊN MUXALEFETÊ
 
Sarûhan Oluç, bal kişand ser rewşa Semra Guzel û ev agahî dan: “Roja ku dosya anîn Buroya Lêpirsîna Parlamenteran a Enqereyê heta niha biryara nepeniyê hebû. Heta parêzeran jî nedikariyan bibînin. Lê wêneyên di dosyayê de hatine dizîn û parvekirin. Kampanyaya lînçkirinê jî ji wir û şûnde dest pê kir. Ji bilî Guzel û parêzerê wê kesekî nedikariya li fezlekeyê binêre. Endamên komîsyona Têkel dikarin li dosyayê binêrin. Hinek ji wan ev wêne bi çapemeniyê re parve kirine. Yek du parlamenterên AKP’î twît parve kirin. Nexwe kesekî nedikariya xwe bigihîne wan wêneyan. Anku, qompaseke. Wêne di sala 2017’an de hatine bidestxistin û lêpirsîn hatiye destpêkirin. Heta sala 2019’an jî tiştek nehatiye kirin. Heta ji bo îfadeyê jî bang lê nehatiye kirin. Xwedeyan qurbanek xwest û desthilatdarî û muxalefetê jî bi hev re qurban dan. Ji xwe her tim wiha bûye. Dema mijar bû neheqî û bêhiqûqiyeke li hemberî kurdan, tu ferqa desthilatdarî û muxalefetê ji hev namîne. Partiyên muxalîf li rexekî dibêjin hiqûq nîne, li rexa din jî piştgiriyê didin bêhiqûqiya li parlamenterekî hatiye kirin.” 
 
Têkildarî mutabaqata di navbera 6 partiyên muxalefetê de jî Oluç anî ziman ku gelek kêmasî tê de hene. Oluç, bi domdarî wiha got: “Di wê metna ewqas mezin de tenê yek carî jî navê kurdan an jî elewiyan derbas nabe. Daxwazên kurdan û elewiyan ên weke azadî û wekheviyê hene lê qet behsa wan nehatiye kirin. Bi vê nêzikatiyê nikarin tiştekî bi ser bixin.”
 
KLÎKA ŞER
 
Oluç, daxuyand ku di dema Pêvajoya Çareseriyê de du caran derheqê aktorên pêvajoyê de serlêdana sûc hatiye kirin û wiha got: “Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ji bo serlêdana derheqê endamên Şandeya Îmraliyê de biryara ‘hewcehî bi şopandinê nîne’ da. Her wiha qanûna bi hejmara 6551 hate derxistin. Anku tiştên heyî weke sûc nehatin nîşandan û bi vê yekê re her du hewldan têk çûn. Hinek derdoran wê demê dixwestin Pêvajoya Çareseriyê têk bibin. Di dosyaya ji bo girtina HDP’ê de hinek girtekên Îmraliyê jî hene. Ev jî nîşanî me dide ku ew derdorên wê demê dixwestin pêvajoyê têk bibin, niha jî dixwazin heman tiştî li ser HDP’ê bikin. Heke di doza girtina HDP’ê û Doza Kobanê de bikarin tiştekî bikin, dê aliyê din ê Pêvajoya Çareseriyê jî bikevin rojevê. Meral Akşener, jixwe gotibû; ‘Heke em bibin desthilatdar dê her du aliyên Pêvajoya Çareseriyê bidarizînin.’ Lê bawerim piştre hate hişyarkirin ku êdî dengê xwe nekir. Meral Akşener yek ji wan derdorane lê yên din nizanim. Armanca wan a ji darizandina pêvajoyê jî qezenckirina dem e.” 
 
‘NEÇARÎ TÊKÇÛNÊ NE’
 
Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Oluç wiha dawî li axaftina xwe anî: “Stratejiya qezenckirina demê gelek caran hatiye ceribandin. Lê teknolojî pêş ketiye û hûn nikarin gelek mijaran veşêrin. A yekemîn, ev stratejiye êdî ne li gorî dema me ye. Ya duyemîn; gelê kurd li gorî sed salê berê pir bêhtir birêxistinkirî ye û têkoşîneke mezin dide. Çanda wan a têkoşînê û xwebirêxistinkirinê xurttir bûye. Lewma jî em dibêjin ku zîhniyeta bi stratejiya ‘qezenckirina dem’ tevdigere û dibêje; ‘gelo ez ê bikarim vê pirsgirêkê 3,5,10 salan bidim paş’ neçarî têkçûnê ye.”
 
MA / Bêrîvan Altan
 

Sernavên din

10/03/2022
12:04 Hevdîtina li Antalyayê dest pê kir
11:59 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:48 Malbata Şenyaşar: Me bi du kesan dest pê kir lê em ê sibe bibin milyon kes
11:34 Têkoşîna di navbera Newroz û ‘Nevruzê’ de
11:12 Starta Newrozê hat dayîn: Dem dema azadî û yekitiyê ye
11:10 Cara 3’yemîn e berdana girtî tê taloqkirin
10:54 Dîrok û kes cuda ne lê îfadeyên wan heman îfade ne
10:44 ZINDÎ | Di hevdîtina wezîrên karên derve yên Rûsya û Ûkraynayê de encam derneket
10:20 Newroza Stenbolê ji hezaran gihîşt bi milyonan: Dem dema serkeftinê ye
10:10 Hûrguliyên Newroza Amedê diyar bûn
10:09 Cotkarên Çinarê: Çareserî Modernîteya Demokratîk e
09:14 Li girtîgehê tu tişt nemaye nehatiye serê wî!
09:13 Ji ber navê 'Kurdistanê' fezleke hat amadekirin
09:12 Bi hinceta 'wergêr tune' name û pirtûkên bi kurdî nadin girtiyan!
09:11 Ji ber ku rêvebirê HDP'ê ye, erseya wî ya 364 metrekare kirin 48 perçe
09:10 ‘ATK, bûye saziyeke siyasî'
09:00 ROJEVA 10'Ê ADARA 2022'YAN
09/03/2022
20:53 Ji polîsên ku li Rihayê birîndar bûbûn yek jê mir
19:31 Li quntarên Cûdiyê dîmenên heywanên kovî hatin girtin
19:01 Meclîsa Jinan a DTSO'yê Ferda Cemîloglû bibîr anî
18:21 Malpera Yenî Yaşamê hat astengkirin
17:41 Li Rihayê 2 polîs bi giranî birîndar bûn
16:28 Di Nobeta Edaletê de bal kişandin ser greva birçîbûnê
16:19 Bersûcên qetlîamê hem gilî kirin hem jî xwestin bên parastin!
16:04 Ferît Şenyaşar: Em ê tu carî hêviya xwe nebirîn
16:03 DMME'yê cezayê tecrîdê li dijî hiqûqê dît
16:03 Li 39 girtîgehan herî kêm 7 hezar û 357 binpêkirin hatin tespîtkirin
15:17 Sancar: Rêya rizgariyê di Tifaqa Demokrasiyê de ye
15:11 Li Wanê cenazeyê penaberekî hat dîtin
15:02 Ev 3 meh in nahêlin girtiyên nexweş biçin nexweşxaneyê
14:45 Starta Newroza 2022’yan dê sibe bi Tifaqa Kurdistanî re bê dayîn
14:32 Doza rojnamevan Orûç hat taloqkirin
14:23 Beşdarbûna Farîsogûllari ya kongreya partiya wî sûc hesibandine
14:22 Zeyneb Celaliyan: Ez ê li ber zilm û îşkenceya we tobe nekim
14:22 Kesên di mitînga 8’ê Adarê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:20 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar ket sala duyemîn: Qîrîna dayika Emîne bibihîzin
14:16 Ocalan: Newroz vejîne, kulîlkeke ku serê xwe ber bi royê ve bilind dike
13:17 Rêxistinên tenduristiyê banga rawestandina şer kirin
12:45 Li Girtîgeha Kiriklarê 10 girtî tên tecrîdkirin
12:39 Karatay hat veşartin
12:00 Li bendê ye ku sotemenî careke din bê zemkirin
11:33 Jinên wanî: Em ê bi rihê 8'ê Adarê li qada Newrozê bin
11:33 Li Konyayê jinek hat kuştin
11:27 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar salek li pey xwe hişt
11:18 11 meh in cezayê wî qediyaye lê nayê berdan
11:06 Li Antalyayê 40 kes hatin berdan
10:53 Qeyûmê Farqînê ji hevşaredarê ku şûna wî dagir kiriye re sersaxî xwest!
10:14 Oluç: Zîhniyeta ku pirsgirêkan ji demê re vedihêle neçarî têkçûnê ye
10:13 Rûsya, li Ûkraynayê agirbestê dirêj kir
09:41 Cenazeyê Karatay piştî 7 salan di qitûyekê de radestî malbatê hat kirin
09:04 'Heqdesta me 300 TL, mazota em xerc dikin 400 TL ye'
09:04 Ji girtîgehê 'nameya binpêkirinên mafan'
09:01 Li girtîgehan pêkanînên Esat Oktay Yildiran didomin
09:00 ROJEVA 9'Ê ADARA 2022'YAN
08/03/2022
20:44 Dê cenazeyê Karatayê li Bazîdê bê veşartin
19:28 Bi hezaran jin dest bi meşê kirin
18:32 Ji Silopiyayê bang kirin: Em ê tecrîda li Îmraliyê bişikînin
18:22 Mîtînga 8'ê Adarê ya Amedê bi meşeke girseyî bi dawî bû
17:39 Ciwan ji bo Ocalan meşiyan
17:34 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Mêrdînê bi dawî bû
17:26 Ciwanan li Wanê ji bo Ocalan meş li dar xist
17:19 OHD'ê ji bo çûna Îmraliyê serî li Wezareta Edaletê da
17:10 Başaran: Em ê tecrîdê têk bibin û deriyên Îmraliyê vekin
16:55 Ebrû Gunay: Ocalan li dijî şer, rêya çareseriye ye
16:51 Jinan li Nisêbîna Rengîn peyama ‘Em ê tecrîdê rakin’ da
16:46 ‘Qîrîna jinên kurd a 8’ê Adarê dê yekitiyê ava bike’
16:15 ÎHD’ê rapora binpêkirina mafên jinan a Herêma Egeyê eşkere kir
16:13 Di Nobeta Edaletê de ji jinên girtî re edalet hat xwestin
15:42 Zilamê ku zarokek tacîz kirî hate lînçkirin
15:35 Bi hezaran jinan barîkat derbas kirin: Girtiyên siyasî rûmeta me ne
14:51 Aydenîz: Rêya aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe
14:28 Jin bi şîara 'azadî' diherikin Qada Stasyonê
14:27 Li Silopiyayê coşa 8'ê Adarê
14:23 Li Wanê jin herikîn qadê: Sedsala 21'emîn dê bibe sedsala jinan
14:23 Doza Kobanê: Siyasetmedarên girtî 8’ê Adarê pîroz kirin
13:50 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:39 Jin li dijî zîhniyeta zilaman daketin qadan: Dem dema azadiya jinan e
12:44 Li Tirkiyeyê 'zilamên malê' tune ne
12:39 Malbata Şenyaşar: Bila jin me bi tenê nehêlin
12:10 Ajokarên Rihayî ji ber zemên li motorînê çalakî kirin
11:38 Girtiyê ku tedawiya bi kelemçe qebûl nekir, hat îşkencekirin!
11:37 Şerê Rûsya-Ûkraynayê: Şer veguhêzî qada îktîsadî
11:09 Margaret Owen Ocalan şiband Mandela û azadiya wî xwest
10:59 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Mêrdînê didome: Qursa olê li girtiyan ferz dikin
09:06 Damezrînerê DÎAYDER'ê mele Yûsûf: Ji me re dibêjin 'nebin kurd'
09:06 Li dijî tahdeya nêrza navê hebûnê: Xweperastin
09:02 Qîrîna ji bo edaletê ya li Rihayê li seranserê Tirkiyeyê olan da
09:02 Kaplan a OHD'î: Tu eleqeya raporên ATK'ê û rastiyê bi hev tune ye
09:02 'Bila ew tenê rojek bêdest bimînin, gelo ka wê çi bikin'
09:00 ROJEVA 8'Ê ADARA 2022'YAN
07/03/2022
21:34 Pîrozbahiyên Newroza 2022'yan dest pê dikin
16:46 Ajokaran li Qersê çalakî kir: Em ê êdî wesayîtên xwe nexebitînin
16:33 Jin ji 8'ê Adarê re amade ne: Wê têkoşîna me bi serkeve
16:26 Nobeta Edaletê: Gelê kurd bi têkoşîna xwe dikare rê li ber binpêkirinan bigire
16:19 Ji girtiyan peyama 8'ê Adarê: Em ê bi awayekî azad biqîrin û qezenz bikin
16:00 Wezîrê Derve yê Ermenistanê serdana Tirkiyê dike
15:55 Derheqê nûçegihanê me Engîndenîz de lêpirsîn hate destpêkirin
15:25 Xwendekarên Zanîngeha Şirnexê zem şermezar kirin
15:18 Ji 16 binçavkiriyên Amedê 5 jê hatin berdan
14:50 Peyama HDK’ê ya ji bo 8’ê Adarê: Êdî hîn bibin ji ber ku serkeftin a me ye