Ocalan: Newroz vejîne, kulîlkeke ku serê xwe ber bi royê ve bilind dike

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Newrozê weke vejînê dinirxîne û wiha dibêje: “Newroz, kulîlkeke ku serê xwe ber bi royê ve bilind dike. Di jiyanê de, sekneke. Xemilîna xwezayê ya rengîn e.” 
 
Agirê Newrozê yekemîn car di BZ.612’an de, bi berxwedana ku bi pêşengtiya Kawayê Hesinkar a li hemberî Qralê Asurî Dehaq hatiye pêşxistin re hate vêxistin. Û ev agir, 2634 sal in di her 21’ê Adarê de dîsa tê vêxistin. Yek ji kadroyên pêşeng ên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Mazlum Dogan, piştî darbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’an, li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê li hemberî zext û îşkenceyê bi 3 zilikên niftikê agirê Newrozê vê xist û ji wê rojê ve jî 21’ê Adarê weke sembola roja berxwedana gelê kurd tê pîrozkirin. Newroz, di nava kurdan de weke rojeke neteweyî dihat pîrozkirin lê piştî çalakiya Mazlum Dogan ku weke “Kawayê Hemdem” tê binavkirin, êdî wateya “Cejna Vejînê” jî lê hat barkirin. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku Newrozê weke vejîn, serhildan û raperînê pênase dike, di nirxandina xwe ya 21’ê Adara 1998’an de jî Newrozê weke israra di jiyana azad de pênase dike. 
 
PÊNASEYA SERHILDANÊ YA HERÎ DAWÎ
 
Ocalan, dibêje ku destpêka têkçûna dîrokî ya mezin, bi têkçûna Împaratoriya Medan ve dest pê kiriye ku Şaristaniya Mezopotamyayê bû û wiha didomîne: “Piştî têkçûna 2 hezar û 500 salî, ji her sala van 25 salên me yên dawî ku her yek bedala sed sala ye, bi rastî jî kêliyên herî nêz a vejîn û rizgariyê ne. Heke em bikarin baş li ser bifikirîn, heke em baş fêm bikin bê ka em ji ku hatine û em çawa xistine vî halî, heke em li ser bifikirin bê ka divê em çawa bin, heke em biryar bidin bê ka em dikarin çi bikin, wê demê em ê bibînin ku jiyan dê ji mirinê hêj xerabtir bibe. Û heke em dîsa li mirovahiya xwe vegerin, em dîsa li nasnameya xwe ya azad ku bi xaka welêt re bûye yek vegerin, wê demê em ê bibînin bê ka hilgirtina bêhnê ya bisînor jî çiqasî girîng e. Em ê di serî de şehadetên şehîdê Newrozê yê mezin Mazlum Dogan, Zekiyeyan, Rahşanan, Ronahî û Bêrîvanan, her sal serhidanên pîroz ên gel ku nîşaneya serhildana me ya herî dawî anku Newrozên salên 90’î yên Cizîr, Şirnex, Lice û Wanê bibînin. Hewceye pir li ser van 25 salên dawî were sekinandin, ders jê bên girtin û heke îdiayeke me ya mirovatiyê hebe, heke em bixwazin li ser xaka xwe bijîn, heke em jidil û can bixwazin vê daxwaza xwe serbixin; ev sal, ew sal in ku em xwe jinûve diafirînin. Ji fikrekî kûr heta dan û standina bêhneke azadiyê; ev sal, salên dîtina her tiştên hatine windakirin e.” 
 
ISRARA JI BO JIYANA AZAD 
 
Di berdewamê de jî Ocalan tîne ziman ku Newroz, ji bo gelê kurd vejîneke û wiha dirêjî dide axaftina xwe: “Her wiha li hemberî vê tunebûna kambax, gotina ‘Ez ê rast û durist bim’ a mirovên me yên qels ku li qeraxên tarîtiyê ne. Mijara herî bingehîn ew e ku di serdemeke wiha ya tu hêviyek li holê xuya nake de bibêje; ‘Ez ê bi vê nasnameya xwe û ji bo vê sozê bijîm. Ji bo vê jî heke hewce bike ez ê şer bikim.’ Ji bilî vê tu rêyeke din nîne. Ew roj, mîna vê rojê hêj di bîra min de ye. Li paytexta dijminan bûm. Di serdemeke ciwanên ku hebûn û nebûna wan nediyar, bêîdia û bi tunebûnê re rû bi rû de, di demekî ku ez jî bi hemû derfetên baş ên mêtingeriyê re rû bi rû de, di serdemeke ku her tiştê aîdî me ewqas paşmayî bûn û qet bala mirov nedikişandin de, di serdemekî ku tune dibûn de, min di rojeke wiha de biryara xwe da. Min, jiyana ku mêtingeriya tuneker pêşkeşî min dikir re got na. Min, berê xwe da hêviya azadiyê ku ne hiqûqeke wê hebû, ne derfetek hebû û ne jî pêkhatina wê hêsan nebû. Heta endamên wê jî ji vê bawer nedikirin. Lê yek bi yek, min li her tiştê ku wan jê bawer nedikir wateyek bar kir û gavek avêt. Mînakeke mîna vê ne li ser rûyê erdê û ne jî di dîrokê de heye. Heke bi du hevokan bînim ziman; me got ku divê em bi nasnameya xwe li ser xaka bijîn. Heke jiyanek hebe jî divê ew jiyan, jiyaneke azad be. Û bi rastî jî me dest bi şerekî mezin ê hêviyê kir.” 
 
VEJÎNA MIROVAHIYÊ 
 
Ocalan, diyar dike ku di serdemeke ku navên kurd û Kurdistanê êdî nedihatin bihîstin de, mirovatî û nasname bi agirê Newrozê re dîsa vejiyane û ev tişt anîn ziman: “Hinek kes tê de cîh digirin û hinek jî tev li nebûne lê eleqeya hemûyan jî heye. Ev, pêşketin û desteftiyeke girîng e. Heke ev nebe, vejîn jî nabe. Berxwedan, bi bêhêvitiyê nabe. Dibe ku ji rizgariyê re dem mabe lê di serî de ev tişt divê hebe. Tespîteke baş, di cih de û gavekî rast e. Em bi vîneke pir mezin girêdayî van salan bûn, me şerekî ewqas dijwar, bênavber, hevnegirtî, bi azwer û bi kîn kir ku vî şerî bi xwe re hêrseke pir mezin anî. Lê belê heke ev hêrs xeletiyan bi mirov nede kirin, wê demê bingeha têkoşîneke mezin ava dike. Şer, ji bo ku asteke watedar derkeve holê, pêşketineke. Bi rewşa xwe ya koletiyê me serkeftin jî bi dest xistine lê ma ez ê çi pê bikim. Li gorî min, ev bi kêrî tiştekî nayê.” 
 
KULÎLKEKE KU SERÊ XWE BER BI ROYÊ VE BILIND KIRIYE 
 
Di nirxandina xwe de Ocalan pirsa “Gelo jiyaneke çawa” dike û vê şîroveyê dike: “Bersivandina vê pirsê, ji rizgariyê binirxtir e. Vejîn, bi janên xedar çêbûye. Newroz çi ye, Newroz kulîlkeke ku serê xwe ber bi royê ve bilind dike. Di jiyanê de, sekneke. Xemilîna xwezayê ya rengîn e. Gera xwînê ya li nava hemû rihên jiyanê ye. Heke di xwezaya wê de ji bo vejînê tiştek hebe; ev, hewla wê ya ji bo ajdayînê û vekirina kulîlkan e. Lê belê di rojên Newrozê de carnan bagerên dijwar jî derdikevin. Ku ev bager carnan kulîlkan diçilmisînin, tovikê darên fêkiyan tune dikin, gelo ma kesên wiha jî di nav me de tune ne? Belê, hene. Gelo ma em kêm caran bûne bingeh ku ev tovikên vejînê tune bibin. Ma em kêm caran bûne sedema vê. Dîroka wan jî, rojanebûna wan jî û tunekirina wan jî çiqas rasteqîne. Ya herî baş ew e ku mirov rastiyê bi halê wê yê xwerû qebûl bike. Em her tim ji vê bawer dikin. Me herî dawî wiha got. Tu qanûnek, ji qanûna jiyana azad bihêztir û mezintir nîne. Hêz û qanûna herî mezin, qanûna jiyana azad e.” 
 
QANÛNA JIYANA AZAD
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dibêje ku mafê herî mezin, jiyana azad e lê di Qanûna Bingehîn de cih nagire û wiha pê de diçe: “Min di serî de wiha got; qanûna herî mezin vîna jiyana azad e. Û divê ji her aliyan ve ev vîn bi ser keve. Ev qanûn, qanûnên mirinê ne. Ev qanûn, qanûnên kesên dibêjin ê herî bihêz e, yên kesên ku dema van qanûnan bi cih tînin xwînê bi xelkê didin verişandinin, qanûnên mirinê yên dijminanin û qanûnên xaîn û kesên ku qet azadî nas nekirine ne. Qanûnên kesên riziyayîn, yên ku xwebûna xwe nas nekirîn, kesên ku rêgez û têkoşîneke wan a azadiyê neyî, kesên heyî û neyîna wan nediyar û qanûnên meymûnan in. Qanûnên bukalemûnan in. Qanûnên wan kesan in ku heta li hemberî wê armanca pîroz a nezelal jî nekarîn bên ser rêya rast in. Wan jî baweriya xwe gelek bi qanûnên xwe anî. Qanûneke komkujer a 3 zagonsazên bingehîn. Li hemberî me qanûneke xaîn, ketî, tunebûyî û bukalemûnê hebû. Me jî got; ‘dê qanûna jiyana azad çêbibe.’ Û me di wan salan de ev qanûn ferz kir. Bi demê re me dît ku ev qanûn, qanûna herî bihêze.” 
 
JI KAWAYÊ HESINKAR HETA MAZLUM DOGAN
 
Ocalan, di dirêjiya nirxandina xwe de anî ziman ku ew, her wiha kurmikên di nava dara azadiyê de jî perîşe dikin û wiha didomîne: “Li Mezopotamyayê, qanûnên Hammurabî hebûn. Weke ku tê zanîn, kesê qanûnên Asuran çêdikirin ew bû. Qanûnên hovane bûn. Qanûn, di dîrokê de yekemîn car li ser vê xakê hatin danîn. Li ser vê xakê, bi rastî jî şervanên azadiyê hebûn. Dema Împaratoriya Asuran a paşverû û xedar ji hev belav dibû de, rê li ber azadiya xelkê Asur û hemû gelên din vebû. Li ser vê bingehê em dikarin bibêjin ku Mezopotamya, xak û dîroka azadiyan e. Ji Kawayê Hesinkar heta Mazlum Dogan, gelek şervanên azadiyê yên gewre hebûn. Ji Hallaci Mansur heta Pîr Sûltan û Nesimiyan, tevek jî şervanên azadiyê bûn. Lê di şexsê Tirkiyeyê de em dikarin bibêjin ku di halê hazir de qanûnên xedar ên serdestan hebûn. Ev, di nava şerekî mezin de ne. Me jî xwe baş di nava vî şerî de bi cih kir. Em ketin nava refên berxwedana gelan, me qanûnên azadiyê esas girtin... Xwedîderketina li jiyana azad ku bi mirovahiyê re li vir dest pê kirî, dilsoziya bi wê re. Vê yekê gelek bala me kişand û em heta îro jî anîn. Em keyfxweş in, di nava pîrozbahiyeke rasteqîn de ne.”
 
ROJÊN NEWROZÊ 
 
Di berdewamê de jî Rêberê PKK’ê balê dikişîne ser girîngiya Newrozê û wiha dibêje: “Ji vir û pê de êdî hemû roj, Newroz in. Hemû rojên berê, bi rastî jî rojên Newrozê bûn. Soza me ev bû û me soza xwe binpê nekir. Lê belê zaliman êş û îşkence li me ferz kirin. Şewitandin, rûxandin. Gelek mirov bi her cureyên teknîkê, bi çekan û îşkenceyan şewitandin. Vaye dilê me ji me dipirse bê ka em ê çawa xwedî li bîranîna van kesên hatine şewitandin derkevin. Zekiye, Zîlan û Ronahî bûn şehîdên mezin ên roja me. Di gotin, kirin û wesiyeta wan de em dibînin ku xwestin bersiva pirsa ‘em ê çawa bikarin jiyaneke azad bijîn’ bizanin. Mezopotamya, qada jiyana ku ewil li qeraxên Zagrosan derketî, bihûşta ku di hemû pirtûkên pîroz de qala wê tê kirin, xaka jiyana nû ya Nûh a piştî tofanê ye... Ji roja ku ez bûyîm heta niha, li ser vê xakê mirov her tim bi azweriya azadiyê dijiyan. Belkî qet naşibe jiyana li welateke din, naşibe tu tiştên di pirtûkan de hatine nivîsandin. Belkî di tu pirtûkan de nehatibe nivîsandin lê şerê azadiyê heye. Heke heta niha pirtûka wê nehatibe nivîsandin, belkî jî ji ber wê ye ku bi temamî rizgar nebûye. Heke pirtûkên ku ew nivîsandin nîvcoyîn bin, ji ber wê ye ku tam rizgar nebûye.” 
 
BERSIVEKE JI DÎROKÊ RE
 
Ocalan, dibêje ku Newroz ji cewhera dîrokê re bersiveke û wiha pê de diçe: “Ne tiştekî hêsan e, ez nabêjim girtiyên jiyanê yên hêj xerabtir ên li şaristaniya mirovahiyê, pir zehmete qebûl bike ku li derveyî jiyanê bimîne. Mirovahî, li vir bi zar û ziman bû. Qanûnên yekemîn, li vir hatin nivîsandin. Mirovahiyê, cara ewil li vê derê hêviyên xwe anîn ziman. Her ku destê xwe dirêjî axê dikir, berhemek jê afirand. Sewalên ewil li vir hatin kedîkirin. Gîhayên ewil li vir bûn dexl û embar tije kirin. Gundên ewil, bajarên ewil li vir hatin avakirin. Dewlet, ji vê xakê derket. Û helbest cara ewil li vir hatin nivîsandin, muzîk li vê xakê hat guhdarîkirin. Mirovahî ji vê xakê bû. Carnan li hinek deveran rastiyeke çînan derket holê. Împaratoriyeke koledar hate avakirin. Qanûnên eşîrtiyê çêbûn ku hêj bi hemû hêza xwe berdewam in lê tiştekî din jî çêbû. Weke ku tu tiştên navborî li vê xakê derneketibin, veguherî qadeke ku heyî û neyîna wê nediyar. Nasnameyeke mirovahiyê nîne, hêviyeke wan nema. Gelo çi bû ku ev rewşa nakok derket. Li rexekî xakeke ku her tişt cara ewil lê çêbûyî, li rexa din jî nemayîna tu berhemekê. Hewceye em vê nakokiya mezin fêm bikin. Destana mezin a Gilgameş. Xaka ku hevaltiya ewil li ser çêbûyî. Niha jî bûye cihekî ku xayînên herî mezin lê dijîn. Û ev xayîn jî di nava me de ne. Divê em vê mijarê çareser bikin. Gelo ev dîroka mezin çawa wiha têk çû? 
 
XAKA KU XIZÎNE LÊ HATINE WINDAKIRIN
 
Heke dîsa bê nivîsandin, gelo dê ev dîroka vejînê çawa bibe. Tişta ku mirov bi kelecan dike jî ev e. Xizîne li ku bên windakirin, li wir tên dîtin. Mirovahî jî li ser koka xwe anku cihê lê avabûyî tên lêkolînkirin. Lewma dikare li vir bê dîtin. Li Amerîkayê nayê dîtin. Li Rûsyayê, li Sîbîryayê nayê dîtin. Navenda wê ev dere ye. Ev bû 25 sal ku em li mirov digerin, ji ewil li mirovê xwe. Û ev mirov jî, mirovê ewil e. Û heke bibe, dê bibe mirovê dawî jî. Divê wisa jî be. Heke ji bo jiyanê jidil be, heke her tiştek di nava jiyanê de mîna coşa Newrozê be, wê demê divê em zimanê wê hîn bibin. Jiyan ji bo wî ewqas hêsan nîne. Ez bixwe jî lêgerînereke mezin ê jiyanê me. Min her tişt da sekinandin. Bêyî ku bikevin nava pêşdaraziyan, bêyî ku bikevim nava qaliban, min her tim xwest bi kûrahî fêm bikim û min pirs kir bê ka gelo fêm kirin çiye û divê tiştekî çawa be? Tişta ku jê re dibêjin lêhûrbûn, ev e. Ku mirov xwe bi hêsanî pênase neke. Îcar mirov vê şaristaniya ku di nava hezaran salan de mirovê azad xistiye halekî wisa ku nayê naskirin di xwe de pênase neke, di xwe de nas neke, di xwe de nejî û di xwe de nede jiyîn. Hemû navên lê hatine kirin weke nav mirov ji xwe re negire. Ku mirov gumanê ji hemû îradeyan bike. Û mirov hêj jî nekare biryara jiyanê bide, mirov nede û nede dayîn. Heke tişta herî rast û herî xweşik bê jiyîn, divê li gorî dîroka vê xakê ya resen, li gorî şaristaniya wê be. Divê ew jiyan, dilsoza rastiya lêgerînerên jiyanê û kesên ji Gilgameş heta roja me li pey nemiriyê ketibûn be. Ya ku li bejn û bala mirovê vê xakê tê jî, azadî ye.” 
 

Sernavên din

10/03/2022
12:04 Hevdîtina li Antalyayê dest pê kir
11:59 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:48 Malbata Şenyaşar: Me bi du kesan dest pê kir lê em ê sibe bibin milyon kes
11:34 Têkoşîna di navbera Newroz û ‘Nevruzê’ de
11:12 Starta Newrozê hat dayîn: Dem dema azadî û yekitiyê ye
11:10 Cara 3’yemîn e berdana girtî tê taloqkirin
10:54 Dîrok û kes cuda ne lê îfadeyên wan heman îfade ne
10:44 ZINDÎ | Di hevdîtina wezîrên karên derve yên Rûsya û Ûkraynayê de encam derneket
10:20 Newroza Stenbolê ji hezaran gihîşt bi milyonan: Dem dema serkeftinê ye
10:10 Hûrguliyên Newroza Amedê diyar bûn
10:09 Cotkarên Çinarê: Çareserî Modernîteya Demokratîk e
09:14 Li girtîgehê tu tişt nemaye nehatiye serê wî!
09:13 Ji ber navê 'Kurdistanê' fezleke hat amadekirin
09:12 Bi hinceta 'wergêr tune' name û pirtûkên bi kurdî nadin girtiyan!
09:11 Ji ber ku rêvebirê HDP'ê ye, erseya wî ya 364 metrekare kirin 48 perçe
09:10 ‘ATK, bûye saziyeke siyasî'
09:00 ROJEVA 10'Ê ADARA 2022'YAN
09/03/2022
20:53 Ji polîsên ku li Rihayê birîndar bûbûn yek jê mir
19:31 Li quntarên Cûdiyê dîmenên heywanên kovî hatin girtin
19:01 Meclîsa Jinan a DTSO'yê Ferda Cemîloglû bibîr anî
18:21 Malpera Yenî Yaşamê hat astengkirin
17:41 Li Rihayê 2 polîs bi giranî birîndar bûn
16:28 Di Nobeta Edaletê de bal kişandin ser greva birçîbûnê
16:19 Bersûcên qetlîamê hem gilî kirin hem jî xwestin bên parastin!
16:04 Ferît Şenyaşar: Em ê tu carî hêviya xwe nebirîn
16:03 DMME'yê cezayê tecrîdê li dijî hiqûqê dît
16:03 Li 39 girtîgehan herî kêm 7 hezar û 357 binpêkirin hatin tespîtkirin
15:17 Sancar: Rêya rizgariyê di Tifaqa Demokrasiyê de ye
15:11 Li Wanê cenazeyê penaberekî hat dîtin
15:02 Ev 3 meh in nahêlin girtiyên nexweş biçin nexweşxaneyê
14:45 Starta Newroza 2022’yan dê sibe bi Tifaqa Kurdistanî re bê dayîn
14:32 Doza rojnamevan Orûç hat taloqkirin
14:23 Beşdarbûna Farîsogûllari ya kongreya partiya wî sûc hesibandine
14:22 Zeyneb Celaliyan: Ez ê li ber zilm û îşkenceya we tobe nekim
14:22 Kesên di mitînga 8’ê Adarê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:20 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar ket sala duyemîn: Qîrîna dayika Emîne bibihîzin
14:16 Ocalan: Newroz vejîne, kulîlkeke ku serê xwe ber bi royê ve bilind dike
13:17 Rêxistinên tenduristiyê banga rawestandina şer kirin
12:45 Li Girtîgeha Kiriklarê 10 girtî tên tecrîdkirin
12:39 Karatay hat veşartin
12:00 Li bendê ye ku sotemenî careke din bê zemkirin
11:33 Jinên wanî: Em ê bi rihê 8'ê Adarê li qada Newrozê bin
11:33 Li Konyayê jinek hat kuştin
11:27 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar salek li pey xwe hişt
11:18 11 meh in cezayê wî qediyaye lê nayê berdan
11:06 Li Antalyayê 40 kes hatin berdan
10:53 Qeyûmê Farqînê ji hevşaredarê ku şûna wî dagir kiriye re sersaxî xwest!
10:14 Oluç: Zîhniyeta ku pirsgirêkan ji demê re vedihêle neçarî têkçûnê ye
10:13 Rûsya, li Ûkraynayê agirbestê dirêj kir
09:41 Cenazeyê Karatay piştî 7 salan di qitûyekê de radestî malbatê hat kirin
09:04 'Heqdesta me 300 TL, mazota em xerc dikin 400 TL ye'
09:04 Ji girtîgehê 'nameya binpêkirinên mafan'
09:01 Li girtîgehan pêkanînên Esat Oktay Yildiran didomin
09:00 ROJEVA 9'Ê ADARA 2022'YAN
08/03/2022
20:44 Dê cenazeyê Karatayê li Bazîdê bê veşartin
19:28 Bi hezaran jin dest bi meşê kirin
18:32 Ji Silopiyayê bang kirin: Em ê tecrîda li Îmraliyê bişikînin
18:22 Mîtînga 8'ê Adarê ya Amedê bi meşeke girseyî bi dawî bû
17:39 Ciwan ji bo Ocalan meşiyan
17:34 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Mêrdînê bi dawî bû
17:26 Ciwanan li Wanê ji bo Ocalan meş li dar xist
17:19 OHD'ê ji bo çûna Îmraliyê serî li Wezareta Edaletê da
17:10 Başaran: Em ê tecrîdê têk bibin û deriyên Îmraliyê vekin
16:55 Ebrû Gunay: Ocalan li dijî şer, rêya çareseriye ye
16:51 Jinan li Nisêbîna Rengîn peyama ‘Em ê tecrîdê rakin’ da
16:46 ‘Qîrîna jinên kurd a 8’ê Adarê dê yekitiyê ava bike’
16:15 ÎHD’ê rapora binpêkirina mafên jinan a Herêma Egeyê eşkere kir
16:13 Di Nobeta Edaletê de ji jinên girtî re edalet hat xwestin
15:42 Zilamê ku zarokek tacîz kirî hate lînçkirin
15:35 Bi hezaran jinan barîkat derbas kirin: Girtiyên siyasî rûmeta me ne
14:51 Aydenîz: Rêya aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe
14:28 Jin bi şîara 'azadî' diherikin Qada Stasyonê
14:27 Li Silopiyayê coşa 8'ê Adarê
14:23 Li Wanê jin herikîn qadê: Sedsala 21'emîn dê bibe sedsala jinan
14:23 Doza Kobanê: Siyasetmedarên girtî 8’ê Adarê pîroz kirin
13:50 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:39 Jin li dijî zîhniyeta zilaman daketin qadan: Dem dema azadiya jinan e
12:44 Li Tirkiyeyê 'zilamên malê' tune ne
12:39 Malbata Şenyaşar: Bila jin me bi tenê nehêlin
12:10 Ajokarên Rihayî ji ber zemên li motorînê çalakî kirin
11:38 Girtiyê ku tedawiya bi kelemçe qebûl nekir, hat îşkencekirin!
11:37 Şerê Rûsya-Ûkraynayê: Şer veguhêzî qada îktîsadî
11:09 Margaret Owen Ocalan şiband Mandela û azadiya wî xwest
10:59 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Mêrdînê didome: Qursa olê li girtiyan ferz dikin
09:06 Damezrînerê DÎAYDER'ê mele Yûsûf: Ji me re dibêjin 'nebin kurd'
09:06 Li dijî tahdeya nêrza navê hebûnê: Xweperastin
09:02 Qîrîna ji bo edaletê ya li Rihayê li seranserê Tirkiyeyê olan da
09:02 Kaplan a OHD'î: Tu eleqeya raporên ATK'ê û rastiyê bi hev tune ye
09:02 'Bila ew tenê rojek bêdest bimînin, gelo ka wê çi bikin'
09:00 ROJEVA 8'Ê ADARA 2022'YAN
07/03/2022
21:34 Pîrozbahiyên Newroza 2022'yan dest pê dikin
16:46 Ajokaran li Qersê çalakî kir: Em ê êdî wesayîtên xwe nexebitînin
16:33 Jin ji 8'ê Adarê re amade ne: Wê têkoşîna me bi serkeve
16:26 Nobeta Edaletê: Gelê kurd bi têkoşîna xwe dikare rê li ber binpêkirinan bigire
16:19 Ji girtiyan peyama 8'ê Adarê: Em ê bi awayekî azad biqîrin û qezenz bikin
16:00 Wezîrê Derve yê Ermenistanê serdana Tirkiyê dike
15:55 Derheqê nûçegihanê me Engîndenîz de lêpirsîn hate destpêkirin
15:25 Xwendekarên Zanîngeha Şirnexê zem şermezar kirin
15:18 Ji 16 binçavkiriyên Amedê 5 jê hatin berdan
14:50 Peyama HDK’ê ya ji bo 8’ê Adarê: Êdî hîn bibin ji ber ku serkeftin a me ye