Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar ket sala duyemîn: Qîrîna dayika Emîne bibihîzin

img

RIHA -  Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar salek li pey xwe hişt. Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên sivîl û parêzvanên mafê mirovan bi girseyî serdana malbatê kirin û piştgirî dan malbatê. Di axaftinên hatin kirin de axivêran destnîşan kir ku ew ê heta dawiyê li cem malbatê bin û hat xwestin ku rayedar û her kes qîrîna edaletê ya Emîne Şenyaşar bibihîze. 

 
Îro salvegera Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar ku dengê daxwaza wan edaletê li tevahiya Tirkiyê olan da ye. Çalakiyê ango nobedê salek li pey xwe hişt. Beriya hilbijartina 24’ê Hezîrana 2018’an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de xizm û parêzvanên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî ferdên malbata Şenyaşar kirin û sê ferdên malbatê kuştin. Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) ji bo di dozê de edalet pêk were û dosyeya qetlîama li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê bê vekirin, ferdê malbatê Fadil Şenyaşar girtî ye bê berdan, ji 9’ê Adara 2021’an ve li ber Edliyeya Rihayê Nobeda Edaletê digire. Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 366’emîn de berdewam dike. Malbatê li ber Edliyê di salvegera yekemîn de nobeda da destpêkirin.
 
SERDANEK GIRSEYÎ PÊK HAT 
 
Bi wesîleya salvegera yekemîn a Nobeda Edaletê nûnerên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî serdana malbatên kirin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, Parlamenterên HDP'ê Omer Ocalan, Feleknas Ûca, Ayşe Surucu, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin ên li Amedê Nobeda Edaletê digirin, nûnerên CHP’ê, rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên şaxên Riha, Meletî, Amed, Şirnex, Êlih, Mêrsîn û Semsûrê, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ên şaxên Amed, Dîlok, Mêrsîn û Rihayê, nûnerên hemû baroyên herêmê û bi sedan welatî ji bo piştgiriyê bidin malbata Şenyaşar, hatin ber Edliyeya Rihayê.
 
Ji bo beşdar piştevaniya xwe ji bo malbatê eşkere bikin, li ber edliyê Kursiyê Edaletê hat danîn û nûnerên saziyan yek bi yek axivîn. 
 
‘BI ÎŞKENCEYÊ RE RÛBIRÛ MAYE’ 
 
Ewilî Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay axivî û destnîşan kir ku îktidar kujeran diparêze û wiha got: “Nobedê salek li pey xwe hişt. Tevî zext û dijwariyan jî Emîne Şenyaşar nobeda xwe domand. Êdî ev nobed nobeda bi milyonan însan e. Daxwaza wan daxwaza bi milyonan însan e. Dayika me Emîne bi awayek sîstematîk bi îşkenceyê re rûbirû ma. Mixabin dozger û dadger ne alîgirên edaletê ne. Ew di pozîsyonek ku kujeran diparêze de cih digirin. Em ê her cem malbatê bin. Ne salek çend sal jî derbas bibe heta ku edaleta rasteqîn were em ê piştevanê malbatê bin.” 
 
'KUJER SERBEST IN, DAYIK DI BIN ZILMÊ DE YE’ 
 
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz jî destnîşan kir ku Emîne Şenyaşar ji bo her kesî Nobeda Edaletê li dar dixe û wiha got: “Qesrên Edaletê neheqî dikin. Di ser komkujiyê re 4 sal derbas bûn. Hê doz nehatiye vekirin, lê dayik her roj tê darizandin. Yên ku dibêjin em ji bo edaletê, hiqûq û wekheviyê dixebitin li qesra pişt me rûniştine û ji tirsa desthilatdariyê nikarin dozê vekin. Ev bê edaletiya li Tirkiyeyê bi zelalî nîşan dide. Em berxwedana dayika Emîne û Ferît silav dikin. Her ku em ji bo çareserkirina demokratîk a pirsgirêka kurd israr dikin, îktidar êrişî me dike. Çawa ku dayika Emîne paşde gav neavêt, em ê jî paşde gavan neavêjin. Wê têkoşîna demokrasiyê edaletê bîne Kurdistan û Tirkiyê. Em ê heta dawiyê bi malbatê re bin.” 
 
'EM KUJERAN NAS DIKIN’
 
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî wiha got: “Qetlîamek mezin hat kirin. Em ê her tim li cem malbata xwe bin. Em kujeran baş nas dikin. Wê hesab bidin. Em ê heta dawiyê li pey dayika Emîne bin.” 
 
Pişt re nûnerên sazî û dezgehan bi dorê axivîn. 
 
QÎRÎNA EDALETÊ 
 
Parêzerê malbatê Bulent Dûran diyar kir ku wan şahidiya qetlîmek hovane û bêhiqûqiyê kirin û wiha got: “Qetlîamek xeternak pêk hat. Li ber çavê rayedarên dewletê qetlîam hat kirin. Dozger ewilî di qetlîamê de li têkiliya ‘rêxistinê’ geriya. Pişt re Fadil Şenyaşar hat girtin. Qîrîna dayika Emîne xeternak e. Li vî welatî kesên nêzî îktidarê ne ji aliyê darazê ve tên parastin. Qîrîna me ji bo darizandinek adil û bêteref e. Baro dikarin ji bo vê dosyeyê daxil bibin. Tenê bila serdanê nekin û nebin destek, bila rasterast daxilî pêvajoyê bibin. Qîrîna dayika Emîne qîrîna edaletê ye. Wezîfeya her kesî ye ku guh bide vê qîrînê.” 
 
'DAYIK JI BO HER KESÎ EDALETÊ DIXWAZIN’ 
 
Li ser navê malbatên girtiyan ên Nobeda Edaletê li Baroya Amedê li dar dixin jî Nazîme Boltan axivî û wiha got: “Em wek dayikan edaletê dixwazin. Heta dawiyê jî em ê edaletê bixwazin. Zarokên me girtî ne, em ji bo her kesî edaletê dixwazin.” 
 
OHD’ê jî daxuyaniyek da. Endamê OHD’ê parêzer Serdar Tum daxuyanî xwend. 
 
Serokê CHP’ê yê Rihayê Ferhat Karadag jî axivî û got: “Di 2018’an de li Pirsûsê li dikana malbata Esnaf Şenyaşar bûyer pêk hat. Endamên malbatê li nexweşxaneyê li pêş walî, qeymeqam û weziran ev komkujî pêk anîn. Mixabin heta niha edalet pêk nehatiye. Dayika Emîne salek e her roj hewl dide dengê xwe bigîne rayedaran. Lê mixabin pergala darazê ya yoz bûye. Ker û kor bûye. Duh 8’ê Adarê bû. Kesên ku bi gulan 8’ê Adarê li hev pîroz dikin, mixabin dengê Dayika Emîne nebîhîstin. Êdî dengê dayika Emîne bibhîzin. Lêgerîna edaletê ya Emîne êdî bûye lêgerîna me tevan. Hêsirên me û wê te li hev bûne. Em li cem malbata Şenyaşar in. Dengê wê dengê me, qerîna wê qêrîna me ye.”
 
‘MALBATA ŞENYAŞAR NE BI TENÊ YE’
 
Serokê DEVA’ya Rihayê Ahmet Tuysuz jî got: “Dema ev komkujî pêk hat ez serokê baroyê bûm. Wê demê jî min bi tundî rexne kiribû. Ya herî girîng li nexweşxaneyê bi tupê oksîjenê bi awayekî lîncê endamên malbata  Şenyaşar hatin qetilkirin. Duh em li cem wan bûn îro jî em li  cem wan in. Qiyamet jî rabe divê edalet cihê xwe bibîne.”
 
‘KERR Û KOR Û LAL IN’ 
 
Serokê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) yê Rihayê Halîl Îbrahîm Şansal jî wiha got: “Salek berê Emîne Şenyaşar piştî dînamît di bin bingeha edaletê de teqiya, ji bo edaletê dest bi Nobeda Etaletê kir. Bi daxwaza edaletê dest bi nobetê kirin. Bi dehan caran daxwaza edaletê kir. Lê mixabin kesên li hemberî daxwaza Emîne ên edaletê ker û kor bûn, bi dehan caran dayika Emîne binçavkirin û xwestin bigirin. Dayika Emîne bi dehan caran hatin binçavkirin. Daxwazên dayika Emîne ên edaletê wekî sûc hatin dîtin. Em wekî TÎP’ê soz didin ku em ê li her derê û her demê li cem dayika Emîne bin. Heta li Tirkiyeyê yek kesên wekî Emîne nebîne emê têkoşîna edaletê bidin. Têkoşîna Emîne têkoşîna me ye.”
 
Li ser navê Baroya Rihayê û rêxistinên civakî jî axaftin hatin kirin û anîn ziman ku li dijî vê bêhiqûqî û bêedaletê ne. 
 
ÎHD: EM Ê FÊRÎ BÊEDALETIYÊ NEBIN 
 
Nûnerê ÎHD'ê yê bajarên herêmê Tahîr Saçaklidir jî axivî û wiha got: “Salek di ser lêgerîma malbata ku li edaletê digerin re derbas bûn. Li pêş çavê her kesî ev komkujî pêk hat. Lê ew kesên ku ev komkujî pêk anîn hesab nedan. Malbat ji bo edalet saleke bê navber çalakiyê li dar dixin. Salek e malbatak, dayikek dixwaze em fêrî bê edaletiyê nebin. Ferî me dikin ku em hînî zilmê, zextan û serî tewandinê nebin. Ev cînayet li pêş çapemeniyê pêk hat. Dosya ji hev cuda kirin û delîl winad kirin. Li şûna ku bûyerê ronî bikin û ceza bikin, xwestin ser dosyayê bigirin. Kujer hêj tên parastin û hêj serbest in. Em dizanin di salên 90’î de çav ji kujeran re hatin girtin. Em bang dikin, kesên mafên mirovan diparêzin û li edaletê digerin tu carî dest ji lêrîna edaletê bernedan. Ji ber ku em dizanin dê rojekê edalet û hiqûq ji bo her kesî lazim e. Em wekî navend û şaxên ÎHD’ê em li daxwazên malbatê xwedî derdikevin. Em ê her tim piştgiriyê bidin daxwazên malbata Şenyaşar. Em carek din bang dikin. Bila faîl bên dîtin û bi çalak û adîl bên darizandin. “
 
Nûnerên baroyên gelek bajarên herêmê jî axaftin kirin û diyar kirin ku delîl tên windakirin û edalet pêk nayê. 
 
‘EM Ê JI BO EDALETÊ TÊBKOŞIN’ 
 
Hevserokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk jî axivî û got divê Wezîrê  Edaletê vê dozê ronî bike û edalet li gorî prensîbên hiqûqa gerdûnê bicih were. Bozgeyîk got heta edalet pêk were dê têbikoşin û ew ji vê natirsin. 
 
Girseyê bê navber dirûşmên “Heq, hiqûq û edalet”, "Bijî berxwedana Şenyaşar", “Bijî berxwedana dayikan” û “Kujer dê hesab bidin gel” berz kirin. 
 
Piştî axaftinan girseyê li gel malbatê nobed girt û dû re çalakî bi dawî bû.  
 

Sernavên din

10/03/2022
12:04 Hevdîtina li Antalyayê dest pê kir
11:59 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:48 Malbata Şenyaşar: Me bi du kesan dest pê kir lê em ê sibe bibin milyon kes
11:34 Têkoşîna di navbera Newroz û ‘Nevruzê’ de
11:12 Starta Newrozê hat dayîn: Dem dema azadî û yekitiyê ye
11:10 Cara 3’yemîn e berdana girtî tê taloqkirin
10:54 Dîrok û kes cuda ne lê îfadeyên wan heman îfade ne
10:44 ZINDÎ | Di hevdîtina wezîrên karên derve yên Rûsya û Ûkraynayê de encam derneket
10:20 Newroza Stenbolê ji hezaran gihîşt bi milyonan: Dem dema serkeftinê ye
10:10 Hûrguliyên Newroza Amedê diyar bûn
10:09 Cotkarên Çinarê: Çareserî Modernîteya Demokratîk e
09:14 Li girtîgehê tu tişt nemaye nehatiye serê wî!
09:13 Ji ber navê 'Kurdistanê' fezleke hat amadekirin
09:12 Bi hinceta 'wergêr tune' name û pirtûkên bi kurdî nadin girtiyan!
09:11 Ji ber ku rêvebirê HDP'ê ye, erseya wî ya 364 metrekare kirin 48 perçe
09:10 ‘ATK, bûye saziyeke siyasî'
09:00 ROJEVA 10'Ê ADARA 2022'YAN
09/03/2022
20:53 Ji polîsên ku li Rihayê birîndar bûbûn yek jê mir
19:31 Li quntarên Cûdiyê dîmenên heywanên kovî hatin girtin
19:01 Meclîsa Jinan a DTSO'yê Ferda Cemîloglû bibîr anî
18:21 Malpera Yenî Yaşamê hat astengkirin
17:41 Li Rihayê 2 polîs bi giranî birîndar bûn
16:28 Di Nobeta Edaletê de bal kişandin ser greva birçîbûnê
16:19 Bersûcên qetlîamê hem gilî kirin hem jî xwestin bên parastin!
16:04 Ferît Şenyaşar: Em ê tu carî hêviya xwe nebirîn
16:03 DMME'yê cezayê tecrîdê li dijî hiqûqê dît
16:03 Li 39 girtîgehan herî kêm 7 hezar û 357 binpêkirin hatin tespîtkirin
15:17 Sancar: Rêya rizgariyê di Tifaqa Demokrasiyê de ye
15:11 Li Wanê cenazeyê penaberekî hat dîtin
15:02 Ev 3 meh in nahêlin girtiyên nexweş biçin nexweşxaneyê
14:45 Starta Newroza 2022’yan dê sibe bi Tifaqa Kurdistanî re bê dayîn
14:32 Doza rojnamevan Orûç hat taloqkirin
14:23 Beşdarbûna Farîsogûllari ya kongreya partiya wî sûc hesibandine
14:22 Zeyneb Celaliyan: Ez ê li ber zilm û îşkenceya we tobe nekim
14:22 Kesên di mitînga 8’ê Adarê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:20 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar ket sala duyemîn: Qîrîna dayika Emîne bibihîzin
14:16 Ocalan: Newroz vejîne, kulîlkeke ku serê xwe ber bi royê ve bilind dike
13:17 Rêxistinên tenduristiyê banga rawestandina şer kirin
12:45 Li Girtîgeha Kiriklarê 10 girtî tên tecrîdkirin
12:39 Karatay hat veşartin
12:00 Li bendê ye ku sotemenî careke din bê zemkirin
11:33 Jinên wanî: Em ê bi rihê 8'ê Adarê li qada Newrozê bin
11:33 Li Konyayê jinek hat kuştin
11:27 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar salek li pey xwe hişt
11:18 11 meh in cezayê wî qediyaye lê nayê berdan
11:06 Li Antalyayê 40 kes hatin berdan
10:53 Qeyûmê Farqînê ji hevşaredarê ku şûna wî dagir kiriye re sersaxî xwest!
10:14 Oluç: Zîhniyeta ku pirsgirêkan ji demê re vedihêle neçarî têkçûnê ye
10:13 Rûsya, li Ûkraynayê agirbestê dirêj kir
09:41 Cenazeyê Karatay piştî 7 salan di qitûyekê de radestî malbatê hat kirin
09:04 'Heqdesta me 300 TL, mazota em xerc dikin 400 TL ye'
09:04 Ji girtîgehê 'nameya binpêkirinên mafan'
09:01 Li girtîgehan pêkanînên Esat Oktay Yildiran didomin
09:00 ROJEVA 9'Ê ADARA 2022'YAN
08/03/2022
20:44 Dê cenazeyê Karatayê li Bazîdê bê veşartin
19:28 Bi hezaran jin dest bi meşê kirin
18:32 Ji Silopiyayê bang kirin: Em ê tecrîda li Îmraliyê bişikînin
18:22 Mîtînga 8'ê Adarê ya Amedê bi meşeke girseyî bi dawî bû
17:39 Ciwan ji bo Ocalan meşiyan
17:34 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Mêrdînê bi dawî bû
17:26 Ciwanan li Wanê ji bo Ocalan meş li dar xist
17:19 OHD'ê ji bo çûna Îmraliyê serî li Wezareta Edaletê da
17:10 Başaran: Em ê tecrîdê têk bibin û deriyên Îmraliyê vekin
16:55 Ebrû Gunay: Ocalan li dijî şer, rêya çareseriye ye
16:51 Jinan li Nisêbîna Rengîn peyama ‘Em ê tecrîdê rakin’ da
16:46 ‘Qîrîna jinên kurd a 8’ê Adarê dê yekitiyê ava bike’
16:15 ÎHD’ê rapora binpêkirina mafên jinan a Herêma Egeyê eşkere kir
16:13 Di Nobeta Edaletê de ji jinên girtî re edalet hat xwestin
15:42 Zilamê ku zarokek tacîz kirî hate lînçkirin
15:35 Bi hezaran jinan barîkat derbas kirin: Girtiyên siyasî rûmeta me ne
14:51 Aydenîz: Rêya aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe
14:28 Jin bi şîara 'azadî' diherikin Qada Stasyonê
14:27 Li Silopiyayê coşa 8'ê Adarê
14:23 Li Wanê jin herikîn qadê: Sedsala 21'emîn dê bibe sedsala jinan
14:23 Doza Kobanê: Siyasetmedarên girtî 8’ê Adarê pîroz kirin
13:50 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:39 Jin li dijî zîhniyeta zilaman daketin qadan: Dem dema azadiya jinan e
12:44 Li Tirkiyeyê 'zilamên malê' tune ne
12:39 Malbata Şenyaşar: Bila jin me bi tenê nehêlin
12:10 Ajokarên Rihayî ji ber zemên li motorînê çalakî kirin
11:38 Girtiyê ku tedawiya bi kelemçe qebûl nekir, hat îşkencekirin!
11:37 Şerê Rûsya-Ûkraynayê: Şer veguhêzî qada îktîsadî
11:09 Margaret Owen Ocalan şiband Mandela û azadiya wî xwest
10:59 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Mêrdînê didome: Qursa olê li girtiyan ferz dikin
09:06 Damezrînerê DÎAYDER'ê mele Yûsûf: Ji me re dibêjin 'nebin kurd'
09:06 Li dijî tahdeya nêrza navê hebûnê: Xweperastin
09:02 Qîrîna ji bo edaletê ya li Rihayê li seranserê Tirkiyeyê olan da
09:02 Kaplan a OHD'î: Tu eleqeya raporên ATK'ê û rastiyê bi hev tune ye
09:02 'Bila ew tenê rojek bêdest bimînin, gelo ka wê çi bikin'
09:00 ROJEVA 8'Ê ADARA 2022'YAN
07/03/2022
21:34 Pîrozbahiyên Newroza 2022'yan dest pê dikin
16:46 Ajokaran li Qersê çalakî kir: Em ê êdî wesayîtên xwe nexebitînin
16:33 Jin ji 8'ê Adarê re amade ne: Wê têkoşîna me bi serkeve
16:26 Nobeta Edaletê: Gelê kurd bi têkoşîna xwe dikare rê li ber binpêkirinan bigire
16:19 Ji girtiyan peyama 8'ê Adarê: Em ê bi awayekî azad biqîrin û qezenz bikin
16:00 Wezîrê Derve yê Ermenistanê serdana Tirkiyê dike
15:55 Derheqê nûçegihanê me Engîndenîz de lêpirsîn hate destpêkirin
15:25 Xwendekarên Zanîngeha Şirnexê zem şermezar kirin
15:18 Ji 16 binçavkiriyên Amedê 5 jê hatin berdan
14:50 Peyama HDK’ê ya ji bo 8’ê Adarê: Êdî hîn bibin ji ber ku serkeftin a me ye