* Çapemeniya alîgir a ku di pencereya bîrdoziya fermî de li coşa pîrozbahiya Newrozê dinêre, hewl da agirê ku sal bi sal gurtir dibe vemirîne û girse kirin hedef.
* Elefterîa Fortûlakî gotibû "Ez îsal Newrozê pîroz dikim lê hinekî bi derengî" û tevli nav karwanê jinên bûbûn Newroz bûbû. Hevjînê wê Şivan Otlas, destnîşan kir ku hevjîna wî Fortûlakî li dijî zilmê çalakiyeke wiha li dar xistiye.
* Keça Muhlîse Karaguzelê, diyar kir ku dêya wê ji ber guhnedêriya girtîgehê qeyrana dil derbas kiriye û ji ber jiyana wê bi fikar in.
* Li Girtîgeha Sîncanê di mudetnameyên ku ji girtiyên cezayê muebeda giran li wan hatiye birîn re hatine şandin, li cihê dîroka mafê berdanê "heya mirinê" hatiye nivîsandin.
* Girtiyê nexweş Bişar Bîlen ku di sala 2008'an de xwîn çûye ser mêjiyê wî, ji ber ku mafê wî yê dermankirinê hatiye binpêkirin, çavekî wî ji sedî 95 kor bûye.
* Rojnamevan Dîcle Muftuoglû û Esra Koçak diyar kirin ku îqtidara ku naxwaze rastî eşkere bibin bi ser çapemeniya muxalif de diçe û gotin: "Ger em xwe birêxistin bikin em ê hîn zûtir karibin dengê rojnamevanên girtî ragihînin."
* Bi mebesta protestokirina qeyrana aborî û bihabûna jiyanê, DÎSK dê di demên pêş de bi 5 daxwazan li bajarên bakurê Kurdistanê mitîngan li dar bixe.
* Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşar dê di roja 669'emîn de berdewam bike.
* Rêxistinên HDP'ê yên Îzmîr, Edene û Mêrsînê dê ji bo amadekariyên pîrozbahiya Newrozê daxuyanî bidin çapemeniyê. (11.00)
* Komîteya Amadekar a Newroza Amedê dê li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Peyasê daxuyanî bide û agirê ewilî yê Newrozê vêxe. (11.00)
* Dayikên Şemiyê di hefteya 885'emîn de dê li aqûbeta windayan bipirse û bixwazin kujer werin darizandin. (12.00)
* Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD'a Amed û Êlihê dê vê hefteyê jî çalakiya "Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin" li dar bixin. (12.30)
* Dê bi boneya Komkujiya Gaziyê ya salvegera 27'emîn ji Cemxaneya Gazî heta postexaneya berê meş bê lidarxistin. (13.00) ZINDÎ
* Komîsyona Jinan a ÎHD'a Îzmîrê ji bo balê bikişîne ser rewşa jinên girtî yên nexweş dê li ber Sumerbanka berê ya li Konakê daxuyanî bide. (13.00)
* Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê bi wesîleya qetlîamên Helebçe û Gaziyê dê li Kuçeya Hunerê daxuyanî bide çapemeniyê. (13.00)
* Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'a Stenbolê di hefteya 520'emîn de dê çalakiya "Rûniştina F" li dar bixe û balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş. (13.30)
* Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî dê di hefteya 392'yemîn de balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş. (13.30)