Di Doza Kobanê de hemû daxwazên siyasetmedaran hatin redkirin

img
ENQERE - Şandeya dadgehê ku di Doza Kobanê de biryara domandina rewşa girtî ji bo siyasetmedaran da, di heman demê de daxwaza ku girtekên hevdîtinên Îmraliyê li dosyayê bên zêdekirin jî red kir.
 
Bi hinceta çalakiyên 6-8’ê Cotmehê ku li dijî êrişa DAIŞ’ê ya li ser Kobanê hatibûn kirin, Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê û endamên Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) jî di nav de, derheqê 108 kesan de doz hatibû vekirin. Biryara derheqê 10’emîn danişîna Doza Kobanê de li UYAP’ê hate barkirin. 
 
HEVDÎTINA LI SER TELEFONÊ
 
Şandeya dadgehê diyar kir ku di mijara rewşa girtiyên siyasî de guherîneke hiqûqî nîne û Aysel Tugluk jî di nav de, bi dengên zêde biryar da ku rewşa girtî ya 22 siyasetmedaran berdewam bike. Dadgehê, di hinceta biryara xwe de destnîşan kir ku di îfadeya şahidê nepen ABC123 ku nû li dosyayê hatine zêdekirin de hatiye tespîtkirin ku di 6’ê cotmeha 2014’an de bi Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş û Kamûran Yuksek re li ser telefonê hevdîtin kiriye. Di dîrokên ku şahidê nepen ABC123 qal dike de Kamûran Yuksek Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bû. 
 
BIRYARA JI BO TUGLUK
 
Di biryara navberê de şandeya dadgehê bal kişand ser rapora derheqê siyasetmedar Aysel Tugluk de û daxwazên parêzeran red kir. Parêzeran diyar kiribû ku îfadeyê şahidê nepen ABC123 li gorî isûlê nehatiye girtin û xwestin ku îfadeyê şahidê nepen ku li ser Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) hatibû girtin jî ji dosyayê bê derxistin. Lê şandeya dadgehê ev daxwazên parêzeran jî red kir. 
 
BIRYARA DMME’YÊ XWESTIN
 
Şandeya dadgehê biryar da ku ji bo wergerandina biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) a di 1’ê sibatê de derheqê Ferhat Encû û 39 parlamenterên din de dabû, ji Serokatiya Daîreya Wezareta Edaletê re muzekkere bê nivîsandin û piştî hatina biryarê jî daxwazên heyî bên nirxandin. 
 
MAFÊ PARASTINÊ
 
Di danişînê de siyasetmedar Alp Altinors diyar kiribû ku rastî heqaretên karmendên girtîgehê hatiye û mafê wî yê parastinê hatiye astengkirin. Derheqê mijarê de şandeya dadgehê destnîşan kir ku ev mijar dikeve ber qada rêveberiya girtîgehê û lewma jî dê daxwaz neyê bersivandin. 
 
AQÛBETA BAHTIYAR ÇOLAK 
 
Siyasetmedar Selahattîn Demîrtaş ji bo ku were zanîn bê ka derheqê serokê şandeya berê Bahtiyar Çolak de lêpirsîneke îdarî hatiye vekirin yan na, têkildarî serlêdana parêzertiyê hem ji Wezareta Edaletê û hem jî ji Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê re nivîs bê şandin. Lê şandeya dadgehê ev daxwaz red kir. Her wiha Demîrtaş xwestibû ku hevdîtinên Îmraliyê ji Wezareta Edaletê bên xwestin. Şandeya dadgehê diyar kir ku di dosyayê de tiştekî tê vegotin nîne û dê ev hevdîtin tiştekî nû li dosyayê zêde nekin lê belê heke were xwestin dikare weke delîl bên nîşandan û daxwaza Demîrtaş red kir. 
 
Siyasetmedar Gultan Kişanak jî xwestibû ku aqûbeta polîsên îmzeya wan di bin îfadeya gilîkeran de heye bê lêkolînkirin. Şandeya dadgehê bi hinceta ku di dema teqîbatê de ji bo wergirtina beyanên gilîkeran tiştên hewce hatine kirin, lêpirsîna aqûbeta polîsan dê bandorekî li dosyayê neke û dê tiştekî nû li dosyayê zêde neke, ev daxwaz red kir. 
 
DI RÛNIŞTINA DIN DE DÊ 31 KES BÊN GUHDARÎKIRIN
 
Şandeya dadgehê daxwaza parêzeran a guhdarîkirina gilîker û şahidan red kir. Şandeyê biryar da ku heke di rûniştina din de siyasetmedar parastina xwe nekin, 2 jê gilîker û 29 jî jê şahid, bi giştî dê 31 kes bên guhdarîkirin. Şandeya dadgehê daxwaza periyodên danişînan a parêzeran jî red kir û danişîn taloqî 28, 29, 31’ê adarê û 1, 4, 5, 7 û 8’ê nîsanê kir. 
 

Sernavên din

13/03/2022
14:28 Tirkiyeyê gundê Hirûrê bombebaran kir
11:59 Başaran: Coşa jinan a 8’ê Adarê dê biherike qada Newrozê
11:57 Gelê Amedê: Ev Newroz wê bibe wesîleya şikandina tecrîdê
11:56 Jinên Cizîrî: Dewlet, bi cezayên sivik re tecawizkaran xelat dike
11:16 Malbata Şenyaşar bang li Înce kir: Dîmen li ku ne?
11:02 ZINDÎ | Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Bajar tên bombebarankirin
10:48 Bi kampanyayên xwe dibin dengê jinên girtî
10:28 3 mûçeyan distîne: Hem qeymeqam hem qeyûm û hem jî midûr e
09:50 Dadgeha Îstînafê: Kemal Kûrkût di çarçoveya qanûnan de hat kuştin
09:07 6 sal bi ser qedexeya derketina derve ya Geverê re derbas bûn: Me serî netewand
09:06 Nisêbîn xwedî li têkoşîna xwe derdikeve
09:03 Agirê ku 30 sal berê li Keleha Wanê hat vêxistin niha bi sed hezaran kesî li hev kom dike
09:00 ROJEVA 13'Ê ADARA 2022'YAN
08:51 Ji ber barîna berfa zêde li Mêrdînê gelek rê hatin girtin
12/03/2022
23:04 Tirkiyeyê gundekî Eyn Îsayê bombe kir: 3 zarok birîndar bûn
19:57 Xelata 'Aştî, Dostanî û Demokrasiyê' dan Emîne Şenyaşarê
17:00 Ji bo girtiyên nexweş standa îmzeyan vekirin
16:49 Li herêma Egeyê 33 girtiyên jin ên nexweş hene
16:14 Dibe ku lingên girtiyê ji sedî 78 astengdar e bên jêkirin
16:06 28 sal in rojnamevan Nazim Babaoglu winda ye: Kujer diyar in
15:34 Şêwira Jinên Kurd bi dawî bû
15:30 Ji bo berdana girtiyê nexweş Cemîl Erdem bang kirin
15:13 Qetlîamên Helebce, Qamişlo û Gaziyê hatin şermezarkirin
14:35 Li Riha, Îzmîr, Edene û Mêrsînê startên Newrozê hatin dayîn
14:24 Barkêşan li Mêrsînê dev ji kar berdan
14:16 Qeymeqam Nisêbînê li şûna biçe nexweşxaneyê, hemşîreyên taybet wezîfedar kir!
14:15 Dayikên Şemiyê aqûbeta rojnameger Nazim Babaoglu pirsîn
13:39 Li Licê operasyona leşkerî hat destpêkirin
13:29 HDP: Bi mezinkirina têkoşînê re em ê bikarin xwedî li bîranîna qurbaniyan derkevin
12:26 Di Doza Kobanê de hemû daxwazên siyasetmedaran hatin redkirin
12:00 Li Silêmaniyê 'Şêwira jinên kurd' dest pê kir
11:43 Nûçegihanê PÎRHA’yê: Em ê xwe li ber wan netewînin
11:19 3 endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê hatin binçavkirin
11:16 Malbata Şenyaşar: Em ê bêdeng nemînin
11:05 Serokê Komeleya 78'iyan Bariş: Ji bo hevhelalkirinê ji ewil divê lêborînê bixwazin
11:04 Li Amedê agirê ewil ê Newrozê hat vêxistin
10:29 Sagkan: Di dosyeya malbata Şenyaşar de ‘mafê darizandina adilane’ hat binpêkirin
09:47 Medyayê bi weşanên xwe xwest agirê Newrozê vemirîne
09:46 DÎSK ji bo mitîngên li bajarên Bakur amadekariyan dike
09:28 Aynûr Dogan konserek mezin li Amedê da
09:18 Li dijî zilmê bi bedena xwe agirê Newrozê gur kir
09:15 ‘Tirkiye ji bo rojnamevanan bûye girtîgeheke vekirî'
09:13 Ji ber nedermankirinê çavê girtiyê nexweş kor dibe
09:13 Dozger li cihê dîroka berdanê ya girtî 'heya mirinê' nivîsiye
09:11 Keça Karaguzel a girtî: Em bi fikar in
09:00 ROJEVA 12'Ê ADARA 2022'YAN
11/03/2022
17:31 TÛHAY-DER'ê serdana Nobeda Edaletê kir
16:09 Kedkarên tenduristiyê amadekariya greva du rojan dikin
15:57 Nobeta Edaletê ya Wanê di roja 89’an de didome
15:48 Kaçmaz: Wesayîtên zirxî dibin sedema felakete
15:42 Meclisa Xwendekarên Demokratîk çûn serdana malbata Şenyaşar
15:22 Girteka polîsan 4 meh beriya îfadeyê şahidê nepen hatiye amadekirin!
15:15 Kiliçdaroglu: Têkildarî çareserkirina pirsgirêka kurd 5 prensîbên me hene
14:17 Li Herêma Botanê starta Newrozê hat dayîn: Newroz Cizîr e
14:10 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:50 Wêjegeh Amed bernameyên xwe yên mehane didomîne
13:48 ÎSÎG: Di 2 salan de hezar û 400 karker ji Covid-19’ê mirin
13:16 Sibe li Silêmaniyeyê dê Şêwira Jinên Kurd bê lidarxistin
13:03 Bedrî Çakmak ê ku cezayê wî hat taloqkirin jiyana xwe ji dest da
12:37 Dê di doza rojnameger Bayram de şahid bê guhdarîkirin
12:14 Girtiyê ku ji sedî 80 astengdare nayê berdan
11:46 Deklarasyona Newrozê ya Stenbolê: Li dijî Dehaqên serdemê biherikin qadên Newrozê
11:13 Malbata Şenyaşar: Jiyaneke adilane û birûmet pîroz e
10:30 Ji 7 partiyan biryara Mitînga Aştiyê
10:24 28 sal berê çû nûçeyê û êdî qet venegeriya!
09:25 Agirê Newrozê bi dirûşma 'azadî' gur bû
09:10 Li ser îfadeyên binakok cezayê muebbeta giran û 54 sal li Demîr birîn
09:05 ‘Şoreşa Rojava encama serhildana Qamişlo ye'
09:05 54 roj in li dijî binpêkirinên mafan di greva birçîbûnê de ne
09:05 Şahidên Newroza 1992'yan a Nisêbînê: Em bi wî ruhî agirê Newrozê gur bikin
09:05 Li Sirbîstanê ciwanê kurd avêtine Çemê Tîsayê
09:00 ROJEVA 11'Ê ADARA 2022'YAN
08:09 Ciwanan tecrîd û rewşa girtîgehan ji Kiliçdaroglu pirsîn
10/03/2022
18:57 Derbarê rojnamevan Kanbal de lêpirsînek nû
18:51 Li Rihayê kesê ku 2 polîs 'kuştibûn' hat kuştin
17:01 Li Wanê amadekariyên Newrozê dest pê kir
16:57 Fehîme Poyraz: Girtiyên nexweş berdin
16:56 Li Amedê kesek hat girtin
16:34 ‘Li vî welatî bi milyonan kes li benda edaletê ne’
16:10 DAKAP dê ji ber tundiya polîsan gilî bike
16:09 Wê starta Newroza Stenbolê jî sibê bê dayîn
15:55 Egîtîm Senê bertek nîşanî bihakirina tiştan da
15:44 Peyamên Newrozê dan û govenda Newrozê gerandin
15:35 Kesekê ku li Hesekê mayin didanî mir
15:34 Şahidên Doza Kobanê: Me DAIŞ’ê protesto kir
15:31 Serokê TBB'ê Sagkan: Nobet girtina Emîne Şenyaşar şerma me hemûyan e
15:20 Malbatên girtiyan li ber Edliyeya Amedê çalakî li dar xistin
14:39 6 Sal û 3 meh ceza li nivîskar Azad Zal hat birîn
14:29 Hevdîtina Antalyayê bi dawî bû: Tu pêşketinek çênebû
14:21 Rojnamevan Kanbal hat beraetkirin
14:03 Girtiya nexweş Karaguzel krîza dil derbas kir
14:02 Wê Newroz li Anatoliya Navîn jî bê pîrozkirin
13:54 Başaran: Hûnê nikaribin bi jinan paşde gavê bidin avêtin
13:51 Di serdegirtina malê de polîsan serê welatiyekî şikand
13:34 Kiliçdaroglu: Em li Enqereyê rûdinin û dibêjin çima gelê herêmê deng nade me
13:34 Peyamên Newrozê dan û govenda Newrozê gerandin
13:27 Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê 5 girtî hatin sirgûnkirin
13:12 Qeyûm hê jî destûr nedaye ku faîlê Dayan bê lêpirsînkirin
13:09 Ji bîranîna 10’ê Cotmehê: Ev 77 meh in em banga edalet û aştiyê dikin
12:05 Vaye strana Newroza 2022'yan: Agirê Newrozê hilke