Rojnamevan Oktay: Jin bûbûn remza berxwedana xwerêveberiyê

img

ENQERE - Rojnamevan Meltem Oktay a ku bi kameraya xwe bû şahidê pêvajoya qedexeya li Nisêbînê got: “Polîsan weke baranê gule dibarandin. Jinan jî bi lîlandinên xwe dengê xwe bi ser dengê guleyan dixist. Xwerêveberî bertekek li dijî kuştina jinan bû, ragihandina îradeya jinan bû.”

Li bajarên bakurê Kurdistanê di navbera salên 2015-2016’an de bi fermana îktidarê qedexeya derketina derve hatibû îlankirin, di dema qedexeyan de bi mehan mafên herî bingehîn ên herî kêm 1 milyon û 809 hezar kesî yên weke azadî û ewlekarî hatin binpêkirin. Di vê pêvajoyê de li gorî rapora Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), herî kêm 310 sivîl hatin kuştin. 
 
6 TAX HATIN SERÛBINKIRIN 
 
Di qedexeyan de dewletê hemû hêza xwe bikar anî. Malên xelkê hatin xerakirin. Yek ji navendên ku bi mehan di bin qedexeyê ango dorpêçê de ma, navçeya Nisêbîna Mêrdînê bû. Qedexeya ku cara ewil di cotmeha 2015’an de hatibû ragihandin. Li navçeyê bi giştî 8 caran qedexe hatibû ragihandin. Qedexeya herî dirêj di 14’ê Adara 2016’an de hatibû ragihandin û piştî 134 rojan di 25’ê Tîrmeha 2016’an de qedexe bi hindikî hatibû rakirin. Qedexeya li ser kuçe û kolanên dorpêçkirî yên taxên Firat, Dîcle, Yenîşehîr, Abdulkadîrpaşa, Zeynel Abidîn û Qijleyê di 20’ê Nîsana 2018’an de hatibû rakirin. Di dawiya 25 mehan de 6 tax bi temamî hatin wêrankirin û li şûna avahiyên xelkê, TOKÎ’yê avahî çêkirin. 
 
Xebatkarên çapemeniya azad ên ku nûçe di cih de dişopandin jî di vê heyamê de rastî zext, êriş, binçavkirin û girtinê hatin. Lê belê berevajî çapemeniya alîgir, xebatkarên çapemeniya azad bi derbaskirina hemû zehmetiyan xebatên xwe berdewam kirin da ku agahiyên rast bigihînin raya giştî. Nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) Meltem Oktay ya ku bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) ji ber nûçeyên di dema qedexeyên derketina derve de hat girtin, nêzî 3 salan di girtîgehê de mabû. 
 
Oktay a ku di wê serdemê de bi kameraya xwe şahidî kir, behsa bûyerên li Nisêbînê kir. 
 
‘ÇEKÊN GIRAN XISTIN DEWRÊ’ 
 
Oktay bi bîr xist ku qedexeyên li Nisêbînê di Tebaxa 2015’an de dest pê kirin û got: “Xweserî daxwaza gel a demokratîk e, sîstemeke rêveberiyê ye ku li gelek deverên cîhanê li ber xwe dide û gelan dike yek. Berê jî li dijî kurdan gelek êriş hatin kirin. Piştî sala 2015’an her tişt hat rawestandin, têkiliyên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re jî qut bûn. Li cihên ku kurd lê dijiyan tim operasyon dihatin kirin. Jin û ciwan hatin binçavkirin û girtin. Ji ber zextên dewletê gel jî bi xwerêveberiyên ku ragihandibûn parastina xwe kir. Lê belê xwerêveberî gav bi gav veguherî pêvajoyeke şer û pişt re bû serdema komkujiyan û çekên giran ketin dewrê."
 
‘JIN BÛBÛN REMZA BERXWEDANÊ’ 
 
Oktay anî ziman ku li her cihê ku şer hebû jin bûbûn remza berxwedanê û wiha got: “Li vir jî jin her tim di nava berxwedanê de bûn. Li Nisêbînê qedexeya derketina derve hat ragihandin. Jinên ku cih û warên xwe neterikandin nikaribûn pêdiviyên xwe yên bingehîn bi cih bînin û pêdiviyên wan ên herî bingehîn ji destê wan hatin girtin. Lê dîsa jî tevî hemû zehmetiyan jî remza berxwedanê jin bûn. Di heman demê de jinên rojnameger bûn şahidê berxwedanên xwerêveberiyê yên li bajarên bakurê Kurdistanê. Ez jî li Nisêbînê bûm. Li wir karê rojnamegeriya jinan bi rîsk bû. Ji ber ku min li wir şer dişopand. Berpirsiyariya min jî hebû ku ez rastiyan ragihînim.” 
 
‘DENGÊ LÎLANDINÊ BI SER DENGÊ GULEYAN DIKET’ 
 
Oktay destnîşan kir ku ew bi berpirsyariya ragihandina rastiyan a ji cîhanê re tevgeriyaye û wiha got: “Hestek têkoşînê bû ku jinan berxwedan mezin kir û di vê pêvajoyê de gav paşde neavêt. Êriş hebûn, polîsan bi maşînên zirxî mîna baranê guleyan li xelkê direşandin, lê jinan li kolanan dilîland û dengê lîlandina wan bi ser dengê gule û bombeyavan diket. Ev yek her şev pêkdihat. Xwerêveberî bertekek li dijî kuştina jinan û bi wê re jî ragihandina îradeya jinan bû. Weke jinên rojnamevan em li cihê ku çekên herî giran lê dihatin bikaranîn me rojnamevaniyê dikir. Di dawiya êrişan de çapemeniya alîgir hat Nisêbînê. Hewl da tiştên ku diqewimin bi mantiqa xwe ya alîgir û berxwedana xelkê pûç bikin ragihîne. Dema kurd dihatin qetilkirin, weke ku tiştek nebûbe tevdigeriyan. Sazî û dezgehên ku rastiyê radigihandin û vedigotin, pişt re hemû yek bi yek hatin girtin. Zext li ser rojnamevanan dest pê kir, hatin binçavkirin, hatin girtin û sirgûn bûn.” 
 
 

Sernavên din

16/03/2022
11:19 Tifaqa Kurdistanî Sebeba êrişên li ser kurdan parçebûna wan e
10:54 Xwendakarên ku zema rê şermezar kiribûn hatin berdan
10:40 Bernameya Newrozê ya 5 navendan diyar bû
10:32 DEVA û Partiya Pêşerojê: Divê em li cem malbatên girtiyan bin
10:31 Alinak: Çi heyfe ku Başûrê Kurdistanê mêtingeha Tirkiyeyê ye
10:30 Li Amedê gelek jin hatin binçavkirin
10:28 “Bi yekitiya neteweyî re dikare rê li ber Helebçeyên nû were girtin’
09:24 Sembola Newroza Berxwedanê: Bîşeng Anik
09:17 Amed amadekariyên Newroza mezin dike
09:14 Encu ji bo 'Newroza hesabpirsînê' bang kir: Em bi milyonan berê xwe bidin Yenîkapiyê
09:11 Babûr: Tecrîd belavî tevahiya derdorên civakê bûye
09:11 Şahidên Newrozên salên 90'î bi heman ruhî li benda Newroza îsal in
09:07 Ev 28 sal in ji bo Newrozê stranên şoreşgerî distre
09:06 Gelê kurd li dijî Dehaqan bû ‘Kawayê Hemdem’
09:00 ROJEVA 16'Ê ADARA 2022'YAN
08:47 TBB'ê qurbaniyên Komkujiya Helebçeyê bi bîr anî
08:46 Xwendekaran birîna avê şermezar kir
15/03/2022
21:18 Li Mêrsînê jinan agirê ewil ê Newrozê vêxist
18:59 Li gundên Mêrdînê agirê Newrozê gur bû
18:51 Li navçeyên Amedê pîrozbahiyên Newrozê
18:39 KESK û TÛHAD-FED'ê serdana Nobeda Edaletê kirin
16:56 Komên girêdayî Tirkiyeyê li Efrînê welatiyek revand
16:55 Yerlîkaya: Cejnên me bûne rojên berxwedana me
16:52 Taşçier: Em li dijî zordariyê biherikin Newrozê
16:41 Çawişê pispor tundî li bijîjk kir
16:32 Sancar: Dê hesabên hilbijartinê yên AKP-MHP’ê li dîwarê HDP’ê bieliqe
16:31 Girtiyê ku hat berdan piştî 10 rojan jiyana xwe ji dest da
16:31 Di mitînga DÎSK’ê de karkeran bi kefen û darbestê bihabûn protesto kir
16:07 Eniya Hevpar a Têkoşîna Kedê: Yekitiya Kedkar û Karkeran
15:58 Li Rihayê agirê Newrozê geş kirin
15:57 Li Geliyê Zapê agirê Newrozê hat hilkirin
15:38 Li çar aliyan banga tevlibûna Newrozê li xelkê tê kirin
15:07 Bernameya Newroza Stenbolê diyar bû
14:42 Malbatên girtiyan li ber girtîgehê çalakî li dar xistin
14:25 Kedkarên tenduristiyê banga mezinkirina têkoşînê kirin
14:24 Ceza li rojnameger Zekîne Turkerî birîn
13:11 Ji bo astengkirina malperan ‘ewlekariya neteweyî’ kirin hincet
12:55 Derbarê parêzerê malbata Dedeogullari de 3 lêpirsînên cuda hatin destpêkirin
12:28 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdanek nû kirin
12:27 Daxwaza azadî û demokrasiyê bi Newrozê şênber bû
12:26 'Polîtîkayên hikûmetê yên ku krîza Başûr çareser bikin tune ye'
12:26 Emîne Şenyaşar: Hemû dinyayê dengê me bihîst lê ma tenê Erdogan nabihîze?
11:57 Serekşêwirmendê Zelenskiy: Dibe ku şer di meha gulanê de bi dawî bibe
11:43 Agirê ewil ê Newroza 2022’yan hat vêxistin: Niha dem dema azadiya Ocalan û serkeftinê ye
11:26 Li Enqereyê amadekariyên Newrozê: Werin em li dijî Dehaqan bi hev re têbikoşîn
10:57 Bozarslan: Putîn bi şerê Ûkraynayê re Tirkiye xiste xefikê
10:40 Zebarî yê YNK’î: Hevdîtina Barzanî û Erdogan hevdîtineke fermî nîne
10:10 Çelebî: Di doza Kûrkût de ji polîsan re gotin ‘serbest bin, em we diparêzin’
09:47 Girtiyên li Girtîgeha Qubînê 5 saetan di bin berf û baranê de hatine hiştin
09:24 6 sal in li benda hestiyên kurê xwe ye
09:21 Komplo lê hat kirin û dozger jî xwest cezayê muebedê le were birîn!
09:19 Şahidan behsa Newroza Cizîrê ya 92'yan kir
09:14 ‘Ez dayika egîda me, serbilind im û li ser pêya me’
09:13 Kurd ji bo Newrozê astengiyan nas nakin!
09:12 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Parastina jinan erka her çar parçeyên Kurdistanê ye
09:11 30 sal in li qadên Newrozê ye
09:10 Xelkê Bazîdê: Newroz ji bo azadiya kurdan roja serhildanê ye
09:10 ‘Armanca çalakiyan teşhîrkirina raporên ATK’ê ye’
09:00 ROJEVA 15'Ê ADARA 2022'YAN
14/03/2022
22:23 Li Îzmîrê govenda ewil a Newrozê
21:14 Li gundê Sûrê Newroz hat pîrozkirin
21:08 Tenduristkaran Cejna Tibê pîroz kir
19:59 Gundên Amedê amade ne ji bo Newrozê
18:13 Serlêdana ji bo Newroza Wanê û Erdîşê hat qebûlkirin
17:59 Li Elkê coşa Newrozê
16:56 Alîkarê qeyûmê Dêrikê îstifa kir
16:51 Ji Wezîrê Dadê daxwaza berdana girtiyên nexweş kirin
16:30 Li gund û taxan dûyê agirê Newrozê bilind dibe
15:43 Gelê Elkê vexwendin Newrozê
15:22 Pîrozbahiyên Newrozê yên li tax û navçeyên Amedê didomin
15:07 Ûkrayna û Rûsya dîsa li hev rûniştin
15:01 Li Êlihê agirê Newrozê hat vêxistin
15:01 ‘Dixwazin ser Komkujiya Konyayê bigirin'
13:54 Banga Newrozê: Em li dora agirê Newrozê yekitiya xwe xurt bikin
13:26 Li Efrînê 11 kes hatin revandin
13:25 Ji DEVA’yê soza piştevaniya bo malbatên girtiyan: Daxwazên we daxwazên me ne
13:02 Greva bijîşkan bandora xwe li seranserî welat kir
12:49 AKP-MHP benda hilbijartinê dadixînin ji sedî 7'an
12:21 HDP'ê ji bo kedkarên tenduristiyê pêşniyarqanûn da meclisê
12:21 Doza Kobanê: Dozger biryara Gurcistanê dît, biryara bo Tirkiyeyê ji nedîtî ve hat
12:13 Malbata Şenyaşar: Hem kesên komkujî kirin û hem jî serdozger dê bên darizandin
12:12 Li gorî rapora SIPRI'yê dinya bi çek dibe
10:24 Ev 30 sal in pora xwe hine dike û berê xwe dide qada Newrozê
10:20 Ji ber greva bijîşkan nexweşxane vala man
10:02 Nêzî 30 cenazeyan 6 sal in nedane malbatên wan
09:17 Li Mêrdînê ji ber berfê dibistan hatin girtin
09:17 Banga gelê Elkê ya li Barzanî: Serkeftina me bi tifaqa me pêkan e
09:03 Rojnamevan Oktay: Jin bûbûn remza berxwedana xwerêveberiyê
09:03 ‘Em ê serê xwe netewînin’
09:03 Di 11 salan de tenê 7 caran hevjînê xwe yê girtî dîtiye
09:03 ‘Newroz wek mîrasa berxwedana hevjînê min ji me re ma’
09:00 ROJEVA 14'Ê ADARA 2022'YAN
13/03/2022
22:30 Li Amedê hilkirina agirê Newrozê berdewam dike
22:19 Bûldan: Em mil bidin milê hev û bimeşin qadên Newrozê
19:56 Malbata Dedeogûllari: Heke edalet pêk neyê em ê dest bi Nobeda Edaletê bikin
16:51 Li Sûr a Amedê agirê Newrozê hate vêxistin
16:04 Dîmenên teqîna li Tesîsên Etî Bakirê pêk hatibû derketin holê
16:04 Li Mêrdînê komxebata jinan: Peymana Stenbolê dîsa têxin meriyetê
15:14 Li Dêrsimê xebatên Newrozê dest pê kirin
15:14 Ji bo Newroza Wanê bang kirin