Banga gelê Elkê ya li Barzanî: Serkeftina me bi tifaqa me pêkan e

img

ŞIRNEX - Starta Newrozê ya îsal dê li navçeya Elkê bê dayin. Gelê Elkê bang li Barzanî kir ku li cem gelê xwe cih bigire û ev tişt gotin: "Bêtifaqî zirarê dide destkeftiyên gelê kurd. Serkeftin bi tifaqa me pêkan e."

Starta Newrozê wê îsal bi beşdariya Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) Berdan Ozturk, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay û parlementerên HDP’ê li navçeya Elkê ya Şirnexê ku li ser sînorê Başûrê Kurdistanê ye bê dayin. Mijara mereqê ye ku wê li sînor peyameke çawa bê dayin. Gelê Elkê, diyar kir ku ji bo serkeftineke mayinde pêdivî bi tifaqê heye û bang li Serokê PDK'ê Mesût Barzanî kirin ku bi gelê xwe re be, ne li dijî wan be. 
 
'DIVÊ EM DESTÊ HEV BIGIRIN' 
 
Ji welatiyan Haci Dûrmûş, anî ziman ku perçebûna ku di navbera gelê kurd de zirarê dide deskeftiyan û wiha got: “Herkesê ku yekitiyê dixwaze bila tevlî pîrozbahiya Newrozê bibe. Ez hatime 60 saliya xwe. Di van  60 salan de tişta ku min dîtî di her çar perçeyên Kurdistanê de jî kurd dibêjin ku 'Em aşitî û tifaqê dixwazin'. Lê mixabin malbata Barzanî bi tu awayî tifaqê naxwaze. Em vî tiştî qebûl nakin. Em bang li Barzanî jî dikin, 'bila were destê xwe bide me, destê xwe bide biratiyê'. Çavên me ne li qoltix û pere ne. Em dibêjin em miletekî bindestin ji ber wê jî divê em destê hev bigirin ku serbikevin.” Dûrmûş, destnîşan kir ku Newroz pêvajoya aşitiyê ye û wiha berdewam kir: “Em dixwazin ku li her çar perçeyên Kurdistanê Newroz bê pîrozkirin. Newroz aştî, biratî û tifaqî ye. Newroz kulîlka biharê ye. Em ê di 15’ê Adarê de li quntarên Çiyayê Kato agirê Newrozê vêxin. Em bang li gelê Elkê dikin; werin em bi hev re Newroza xwe bi tifaqî pîroz bikin. Em aştiyê û azadiyê dixwazin.”
 
'ÇIMA BARZANÎ HER CARÊ PIŞTA XWE DIDE GELÊ XWE?' 
 
Ji welatiyan Enver Hakseven (55) jî bi lêv kir ku cihê ku tifaqî lê nebe serkeftin jî nabe û wiha got: “Bi salan e bira birayî dikuje. Em naxwazin ku êdî xwîn birije. Barzanî çima her carê pişta xwe dide gelê xwe? Divê ku li cem gelê xwe be, ne li hemberî gelê xwe be. Di dîrokê de me li gel Barzanî şer kiriye? Çima niha li hemberî me disekine. Bila dawî li van operasyonan bîne. Ev nade qezenc kirin. Bi dijmin re rûniştin wê bide winda kirin. Divê bi gelê xwe re bibe tifaq. Ev helweste zirarê dide destkeftiyên gelê kurd. Aştî, azadî bi tifaqiya me û yêkitiya me pêkane. Divê em vê Newrozê bikin Newroza serkeftinê û tifaqê. Werin em bi hevre 15'ê Adarê li Elkê agirê Newrozê geş bikin.” 
 
'DEM DEMA SERKEFTINÊ YE' 
 
Dayika Zeynep Bal (60) jî diyar kir ku dem ne dema malê rûniştinê ye û got: “Barzanî ji me çi dixwaze? Bila cihê xwe birûne. Kesê ku feydeyê wî negihije gelê kurd, bila zirarê jî nede. Çima her carê operasyona erê dike? Bila êdî bes dijminahiyê bi gelê xwe re bike û xwînê birijîne. Bila dayik êdî bes rondikên çavan bibarînin. Çavên dayikan teji xwîn bûn. Çi ji me dixwazin. Xwedê pişta dijmin bişikîne. Bila gelê Elkê jî xwe bêdeng neke û rabe ser piyan. Em bi salane Newrozan pîroz dikin. Bila herkes bê tevlî newroza Elkê bibe. Dem dema serkeftinê ye. Dem dema tifaqê ye. Bila herkes destên xwe bidin hev û bi tililiyan dakevin qada Elkê.”
 
'NEWROZ BIBE WESILEYA AZADIYA OCALAN' 
 
Dayika Eydê Yîgît jî bertek nîşanî helwesta malbata Barzanî da û got ku Barzanî zirarê dide têkoşîna gelê kurd.  Yîgît, xwest ku Newroza îsal bibe Newroza tifaqê û serkeftinê û wiha axivî: “Hêvî dikim ku ev Newroz bibe wesileya azadiya birêz Ocalan. Bila bibe wesîleyê azadiya hemû girtiyan. Em dixwazin ku deriyên girtîgehan vebin. Em ê serbikevin. Bila bes xwîn birije. Bese ma heta kengî? Xwîn bi xwînê nayê şûştin.”
 
'SERKEFTIN BI TIFAQÊ PÊKAN E' 
 
Ji welatiyan Velî Bal (67) jî bêtifaqiya gelê kurd rexne kir û wiha got: “Gelê kurd ji ber ku netifaqe bindeste. Heke ku em tifaq bûna ev tişt nedihatin serê me. Divê em bi cesaret bin. Tişta ku ji me re pêwîst cesaret e. Kurd ne tifaq e. Bêtifaqî zirarê dide destkeftiyên me. Barzanî her mehê carekê li gel Erdogan rûdine. Her carê rê li Erdogan vedike. Ew jî birayê me ye lê zilmê li gelê xwe dike. Ev zirarê dide. Em dibêjin bila her çar perçe bibin tifaq. Lê em 5 kes di nava xwe de ne tifaqin. Em nebin tifaq serkeftin zehmet e. Kurd bibe tifaq wê kes nikare me. Serkeftin bi tifaqa me pêkan e.”
 
MA / Zeynep Dûrgût
 
 

Sernavên din

16/03/2022
11:19 Tifaqa Kurdistanî Sebeba êrişên li ser kurdan parçebûna wan e
10:54 Xwendakarên ku zema rê şermezar kiribûn hatin berdan
10:40 Bernameya Newrozê ya 5 navendan diyar bû
10:32 DEVA û Partiya Pêşerojê: Divê em li cem malbatên girtiyan bin
10:31 Alinak: Çi heyfe ku Başûrê Kurdistanê mêtingeha Tirkiyeyê ye
10:30 Li Amedê gelek jin hatin binçavkirin
10:28 “Bi yekitiya neteweyî re dikare rê li ber Helebçeyên nû were girtin’
09:24 Sembola Newroza Berxwedanê: Bîşeng Anik
09:17 Amed amadekariyên Newroza mezin dike
09:14 Encu ji bo 'Newroza hesabpirsînê' bang kir: Em bi milyonan berê xwe bidin Yenîkapiyê
09:11 Babûr: Tecrîd belavî tevahiya derdorên civakê bûye
09:11 Şahidên Newrozên salên 90'î bi heman ruhî li benda Newroza îsal in
09:07 Ev 28 sal in ji bo Newrozê stranên şoreşgerî distre
09:06 Gelê kurd li dijî Dehaqan bû ‘Kawayê Hemdem’
09:00 ROJEVA 16'Ê ADARA 2022'YAN
08:47 TBB'ê qurbaniyên Komkujiya Helebçeyê bi bîr anî
08:46 Xwendekaran birîna avê şermezar kir
15/03/2022
21:18 Li Mêrsînê jinan agirê ewil ê Newrozê vêxist
18:59 Li gundên Mêrdînê agirê Newrozê gur bû
18:51 Li navçeyên Amedê pîrozbahiyên Newrozê
18:39 KESK û TÛHAD-FED'ê serdana Nobeda Edaletê kirin
16:56 Komên girêdayî Tirkiyeyê li Efrînê welatiyek revand
16:55 Yerlîkaya: Cejnên me bûne rojên berxwedana me
16:52 Taşçier: Em li dijî zordariyê biherikin Newrozê
16:41 Çawişê pispor tundî li bijîjk kir
16:32 Sancar: Dê hesabên hilbijartinê yên AKP-MHP’ê li dîwarê HDP’ê bieliqe
16:31 Girtiyê ku hat berdan piştî 10 rojan jiyana xwe ji dest da
16:31 Di mitînga DÎSK’ê de karkeran bi kefen û darbestê bihabûn protesto kir
16:07 Eniya Hevpar a Têkoşîna Kedê: Yekitiya Kedkar û Karkeran
15:58 Li Rihayê agirê Newrozê geş kirin
15:57 Li Geliyê Zapê agirê Newrozê hat hilkirin
15:38 Li çar aliyan banga tevlibûna Newrozê li xelkê tê kirin
15:07 Bernameya Newroza Stenbolê diyar bû
14:42 Malbatên girtiyan li ber girtîgehê çalakî li dar xistin
14:25 Kedkarên tenduristiyê banga mezinkirina têkoşînê kirin
14:24 Ceza li rojnameger Zekîne Turkerî birîn
13:11 Ji bo astengkirina malperan ‘ewlekariya neteweyî’ kirin hincet
12:55 Derbarê parêzerê malbata Dedeogullari de 3 lêpirsînên cuda hatin destpêkirin
12:28 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdanek nû kirin
12:27 Daxwaza azadî û demokrasiyê bi Newrozê şênber bû
12:26 'Polîtîkayên hikûmetê yên ku krîza Başûr çareser bikin tune ye'
12:26 Emîne Şenyaşar: Hemû dinyayê dengê me bihîst lê ma tenê Erdogan nabihîze?
11:57 Serekşêwirmendê Zelenskiy: Dibe ku şer di meha gulanê de bi dawî bibe
11:43 Agirê ewil ê Newroza 2022’yan hat vêxistin: Niha dem dema azadiya Ocalan û serkeftinê ye
11:26 Li Enqereyê amadekariyên Newrozê: Werin em li dijî Dehaqan bi hev re têbikoşîn
10:57 Bozarslan: Putîn bi şerê Ûkraynayê re Tirkiye xiste xefikê
10:40 Zebarî yê YNK’î: Hevdîtina Barzanî û Erdogan hevdîtineke fermî nîne
10:10 Çelebî: Di doza Kûrkût de ji polîsan re gotin ‘serbest bin, em we diparêzin’
09:47 Girtiyên li Girtîgeha Qubînê 5 saetan di bin berf û baranê de hatine hiştin
09:24 6 sal in li benda hestiyên kurê xwe ye
09:21 Komplo lê hat kirin û dozger jî xwest cezayê muebedê le were birîn!
09:19 Şahidan behsa Newroza Cizîrê ya 92'yan kir
09:14 ‘Ez dayika egîda me, serbilind im û li ser pêya me’
09:13 Kurd ji bo Newrozê astengiyan nas nakin!
09:12 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Parastina jinan erka her çar parçeyên Kurdistanê ye
09:11 30 sal in li qadên Newrozê ye
09:10 Xelkê Bazîdê: Newroz ji bo azadiya kurdan roja serhildanê ye
09:10 ‘Armanca çalakiyan teşhîrkirina raporên ATK’ê ye’
09:00 ROJEVA 15'Ê ADARA 2022'YAN
14/03/2022
22:23 Li Îzmîrê govenda ewil a Newrozê
21:14 Li gundê Sûrê Newroz hat pîrozkirin
21:08 Tenduristkaran Cejna Tibê pîroz kir
19:59 Gundên Amedê amade ne ji bo Newrozê
18:13 Serlêdana ji bo Newroza Wanê û Erdîşê hat qebûlkirin
17:59 Li Elkê coşa Newrozê
16:56 Alîkarê qeyûmê Dêrikê îstifa kir
16:51 Ji Wezîrê Dadê daxwaza berdana girtiyên nexweş kirin
16:30 Li gund û taxan dûyê agirê Newrozê bilind dibe
15:43 Gelê Elkê vexwendin Newrozê
15:22 Pîrozbahiyên Newrozê yên li tax û navçeyên Amedê didomin
15:07 Ûkrayna û Rûsya dîsa li hev rûniştin
15:01 Li Êlihê agirê Newrozê hat vêxistin
15:01 ‘Dixwazin ser Komkujiya Konyayê bigirin'
13:54 Banga Newrozê: Em li dora agirê Newrozê yekitiya xwe xurt bikin
13:26 Li Efrînê 11 kes hatin revandin
13:25 Ji DEVA’yê soza piştevaniya bo malbatên girtiyan: Daxwazên we daxwazên me ne
13:02 Greva bijîşkan bandora xwe li seranserî welat kir
12:49 AKP-MHP benda hilbijartinê dadixînin ji sedî 7'an
12:21 HDP'ê ji bo kedkarên tenduristiyê pêşniyarqanûn da meclisê
12:21 Doza Kobanê: Dozger biryara Gurcistanê dît, biryara bo Tirkiyeyê ji nedîtî ve hat
12:13 Malbata Şenyaşar: Hem kesên komkujî kirin û hem jî serdozger dê bên darizandin
12:12 Li gorî rapora SIPRI'yê dinya bi çek dibe
10:24 Ev 30 sal in pora xwe hine dike û berê xwe dide qada Newrozê
10:20 Ji ber greva bijîşkan nexweşxane vala man
10:02 Nêzî 30 cenazeyan 6 sal in nedane malbatên wan
09:17 Li Mêrdînê ji ber berfê dibistan hatin girtin
09:17 Banga gelê Elkê ya li Barzanî: Serkeftina me bi tifaqa me pêkan e
09:03 Rojnamevan Oktay: Jin bûbûn remza berxwedana xwerêveberiyê
09:03 ‘Em ê serê xwe netewînin’
09:03 Di 11 salan de tenê 7 caran hevjînê xwe yê girtî dîtiye
09:03 ‘Newroz wek mîrasa berxwedana hevjînê min ji me re ma’
09:00 ROJEVA 14'Ê ADARA 2022'YAN
13/03/2022
22:30 Li Amedê hilkirina agirê Newrozê berdewam dike
22:19 Bûldan: Em mil bidin milê hev û bimeşin qadên Newrozê
19:56 Malbata Dedeogûllari: Heke edalet pêk neyê em ê dest bi Nobeda Edaletê bikin
16:51 Li Sûr a Amedê agirê Newrozê hate vêxistin
16:04 Dîmenên teqîna li Tesîsên Etî Bakirê pêk hatibû derketin holê
16:04 Li Mêrdînê komxebata jinan: Peymana Stenbolê dîsa têxin meriyetê
15:14 Li Dêrsimê xebatên Newrozê dest pê kirin
15:14 Ji bo Newroza Wanê bang kirin