Ev 30 sal in pora xwe hine dike û berê xwe dide qada Newrozê

img

ŞIRNEX - Zehra Hazar ku di Newroza 1992’yan de bi giranî birîndar bûbû, her sal bi heman kelecanê Newrozê pêşwazî dike. Hazar anî ziman ku ew ê wan rojan tu caran ji bîr neke û wiha got: “Hevalên ku min destê wan girtî û dawet dikir, li ber çavên min kuştin. Gelo heke ev hovîtî nebe, nexwe çi ye? Ez ê wan çawa ji bîr bikim?” 

Gelê kurd, Newrozê weke sembola berxwedana li dijî zilmê dibînin. Mezintirîn serhildanên mezin ên Newrozê, di sala 1992’yan de li Şirnex, Cizîr û Nisêbînê hatin pîrozkirin. Di vê salê de serhildana gelê kurd, gihişt lûtkeyê. Li Botanê bi rojan beriya pîrozbahiyê amadekarî hatin kirin û di sersibeha 21’ê Adarê roja Newrozê de jin, mêr û zarok bi hev re herikîn qadên Newrozê. Dema xelkê herêmê ber bi qada Newrozê ve dimeşiya, hêzên artêşa Tirkiyeyê gule li girseyê barandin. Li gorî encamên fermî, di êrişê de 57 kes û li gorî agahiyan şahidan jî zêdetirî 100 kes hatin qetilkirin, bi dehan kes birîndar bûn û gelek kes jî hatin binçavkirin. 
 
NAVÊN ZAROKÊN XWE KIR BÎŞENG Û BINEVŞ
 
Yek ji kesên ku bûbû şahida Newrozê û di êrişê de bi giranî birîndar bûyî jî Zehra Hazar bû. Hazar, wê demê 21 salî bû û ducanî bû. Mîna li her deverê, Hazar jî ji bo pîrozbahiya Newrozê bi kelecaneke mezin amadekariyên xwe kiribûn, dest û pora xwe hene kiribûn, cil û bergên rengîn li xwe kiribûn û ber bi qada Newrozê ve dimeşiya. Di sersibeha 21’ê Adara sala 92’yan de bû hedefa hêzên dewletê ku tehemûla coş û kelecana Newrozê nekiribûn. Di êrişa hêzên taybet de ji lamika xwe bi giranî birîndar bû. Tevî birîndariya xwe jî tê binçavkirin û 2 rojan binçavkirî dimîne. 4 meh piştî êrişê, zarokeke Hazar çêdibe û navê Bîşeng Anik lê dike. Hêjayî gotinê ye ku Bîşeng Anik piştî pîrozbahiyên Newroza sala 92’yan, di bin çavan de bi îşkenceyê hatibû qetilkirin. Navê keçeka xwe ya din jî dike Binevş Agal (Bêrîvan). Binevş Agal, dema li Cizîrê xebatên birêxistinkirinê dikir, bandoreke mezin li jinên Botanê kiribû û di 16’ê çileya sala 1989’an de jî di encama serdegirtina malê de hate qetilkirin. 
 
Bi ser bûyerê re 29 sal derbas bûn lê ew roj, hêjta roja îro di bîra Hazar de ne. Zehra Hazar, niha 50'î salî ye û her sal çend rojek beriya Newrozê, dest û pora xwe hine dike û bi coş û kelecana Newroza 92’yan berê xwe dide qadê. Hazar dibêje ku zêdetirî 200 jinan di berxwedana Newroza 92’yan de cih girt û ew Newroz bi komkujiyeke mezin bi dawî bû.
 
'BIRÎNDAR BÛM' 
 
Hazar anî ziman ku kesên ji bo pîrozbahiyê çûbûn, cenazeyên wan vegeriyan malê û wiha qala wê rojê dike: “Min, çend roj beriya Newrozê amadekariyên xwe kiribûn. Min, dest û pora xwe hine kiribûn. Serê sibehê zû rabûm. Ji ber ku roja Newrozê bû û em pir bi kelecan bûn. Me xwest beriya pîrozbahiyê heta qada Newrozê bimeşin. Lê hêj di rê de gule li me hatin reşandin. Ji asîmanan gule dibariyan. Me nekarî zarokên xwe di nava wê aloziyê de bibînin. Her kes bi rexekî ve direviya. Di wê aloziyê de ez jî birîndar bûm. Li erdê bi dehan cenaze hebûn. Segvanekî tîmên taybet ez hedef girtim û bi giranî birîndar bûm. Ez rakirim nexweşxaneya Şirnexê. Li wir bi dehan cenaze hatibûn rêzkirin. Bi dîtina wan cenazeyan re min xwe gelek nebaş hîs kir. Ji ber ku birîna min giran bû, şandin Amedê. Bi ser hişê xwe de çûbûm lewma min nezanî ez çawa anîme vê derê. Piştî tedawiyê jî hatim binçavkirin. Du rojan di bin çavan de mam û piştre hatim berdan. Mîna dînan bûbûm û ji wê rojê heta niha nexweş im.”
 
'KESÊN KU ME BI HEV RE GOVEND DIGERAND KUŞTIN’ 
 
Di berdewamê de Hazar anî ziman ku di Newrozê de bi taybet jî jin hedef hatin girtin û wiha domand: “Dengê guleyan, di nava tililiyên jinan de nedihatin bihîstin. Kesên hatibûn pîrozbahiyê exlebe jin bûn. Ên hatine kuştin jî jin bûn. Zilamên hatibûn wir, reviyan. Lê jin li wir man. Ez birîndar bûbûm lê haya min ji birîna min nebû. Piştre hevalên min got; ‘ew çi xwînê ji dev û lêvên te tê?’ Min fîstanekî spî li xwe kiribû. Hemû bûbû xwîn. Leşkeran der û dora me dorpêç kiribû. Devereka ku em xwe jê xelas bikin nemabû. Gelek hevalên min di êrişê de hatin kuştin. Hevalên ku me bi hev re govend digerand, li ber çavên min kuştin. Destê me di destê hev de bû û min dît ku destên me ji hev vebûn. Yek ji me hate kuştin û ya din jî birîndar bû. Me tiştek nekiribû. Me destê hev girtibû, me dawet dikir û tililî diavêtin. Ya ku bi serê me hatî hovîtî bû. Ewqas mirov hatin kuştin. Heke ev hovîtî nebe gelo, nexwe hovîtî çi ye? Heta ku sax bim dê tu carî wê rojê ji bîr nekim. Hemû xwîşk û birayên min bûn.”
 
HER SAL BI HEMAN KELECANÊ PÊŞWAZÎ DIKE
 
Hazar, diyar kir ku ji ber guleya li lamika wê ketibû, hêj niha jî di axaftin û xwarinê de zehmetiyê dikişîne. Hazar, got ku her sal bi kelecana Newroza 92’yan diçe qada Newrozê û axaftina xwe wiha qedand: “Her sal diçim Newrozê. Çend roj berê destên xwe û pora xwe hine dikim. Piştre kiras û fîstanên herî xweşik amade dikim. Ez, par gelek nexweş bûm lewma min nekarî biçim Newrozê. Ji ber vê jî gelek qehirîm. Her sal, çend roj beriya Newrozê diçim Cizîrê û li wir beşdarî Newrozê dibim. Her sal govenda Newrozê digerînim. Banga min bo her kesî ew e ku bên Newrozê û Newroza xwe pîroz bikin. Newroz a herkesî ye. Newroz, cejna biharê ye.” 
 
MA/Zeynep Dûrgût
 

Sernavên din

16/03/2022
11:19 Tifaqa Kurdistanî Sebeba êrişên li ser kurdan parçebûna wan e
10:54 Xwendakarên ku zema rê şermezar kiribûn hatin berdan
10:40 Bernameya Newrozê ya 5 navendan diyar bû
10:32 DEVA û Partiya Pêşerojê: Divê em li cem malbatên girtiyan bin
10:31 Alinak: Çi heyfe ku Başûrê Kurdistanê mêtingeha Tirkiyeyê ye
10:30 Li Amedê gelek jin hatin binçavkirin
10:28 “Bi yekitiya neteweyî re dikare rê li ber Helebçeyên nû were girtin’
09:24 Sembola Newroza Berxwedanê: Bîşeng Anik
09:17 Amed amadekariyên Newroza mezin dike
09:14 Encu ji bo 'Newroza hesabpirsînê' bang kir: Em bi milyonan berê xwe bidin Yenîkapiyê
09:11 Babûr: Tecrîd belavî tevahiya derdorên civakê bûye
09:11 Şahidên Newrozên salên 90'î bi heman ruhî li benda Newroza îsal in
09:07 Ev 28 sal in ji bo Newrozê stranên şoreşgerî distre
09:06 Gelê kurd li dijî Dehaqan bû ‘Kawayê Hemdem’
09:00 ROJEVA 16'Ê ADARA 2022'YAN
08:47 TBB'ê qurbaniyên Komkujiya Helebçeyê bi bîr anî
08:46 Xwendekaran birîna avê şermezar kir
15/03/2022
21:18 Li Mêrsînê jinan agirê ewil ê Newrozê vêxist
18:59 Li gundên Mêrdînê agirê Newrozê gur bû
18:51 Li navçeyên Amedê pîrozbahiyên Newrozê
18:39 KESK û TÛHAD-FED'ê serdana Nobeda Edaletê kirin
16:56 Komên girêdayî Tirkiyeyê li Efrînê welatiyek revand
16:55 Yerlîkaya: Cejnên me bûne rojên berxwedana me
16:52 Taşçier: Em li dijî zordariyê biherikin Newrozê
16:41 Çawişê pispor tundî li bijîjk kir
16:32 Sancar: Dê hesabên hilbijartinê yên AKP-MHP’ê li dîwarê HDP’ê bieliqe
16:31 Girtiyê ku hat berdan piştî 10 rojan jiyana xwe ji dest da
16:31 Di mitînga DÎSK’ê de karkeran bi kefen û darbestê bihabûn protesto kir
16:07 Eniya Hevpar a Têkoşîna Kedê: Yekitiya Kedkar û Karkeran
15:58 Li Rihayê agirê Newrozê geş kirin
15:57 Li Geliyê Zapê agirê Newrozê hat hilkirin
15:38 Li çar aliyan banga tevlibûna Newrozê li xelkê tê kirin
15:07 Bernameya Newroza Stenbolê diyar bû
14:42 Malbatên girtiyan li ber girtîgehê çalakî li dar xistin
14:25 Kedkarên tenduristiyê banga mezinkirina têkoşînê kirin
14:24 Ceza li rojnameger Zekîne Turkerî birîn
13:11 Ji bo astengkirina malperan ‘ewlekariya neteweyî’ kirin hincet
12:55 Derbarê parêzerê malbata Dedeogullari de 3 lêpirsînên cuda hatin destpêkirin
12:28 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdanek nû kirin
12:27 Daxwaza azadî û demokrasiyê bi Newrozê şênber bû
12:26 'Polîtîkayên hikûmetê yên ku krîza Başûr çareser bikin tune ye'
12:26 Emîne Şenyaşar: Hemû dinyayê dengê me bihîst lê ma tenê Erdogan nabihîze?
11:57 Serekşêwirmendê Zelenskiy: Dibe ku şer di meha gulanê de bi dawî bibe
11:43 Agirê ewil ê Newroza 2022’yan hat vêxistin: Niha dem dema azadiya Ocalan û serkeftinê ye
11:26 Li Enqereyê amadekariyên Newrozê: Werin em li dijî Dehaqan bi hev re têbikoşîn
10:57 Bozarslan: Putîn bi şerê Ûkraynayê re Tirkiye xiste xefikê
10:40 Zebarî yê YNK’î: Hevdîtina Barzanî û Erdogan hevdîtineke fermî nîne
10:10 Çelebî: Di doza Kûrkût de ji polîsan re gotin ‘serbest bin, em we diparêzin’
09:47 Girtiyên li Girtîgeha Qubînê 5 saetan di bin berf û baranê de hatine hiştin
09:24 6 sal in li benda hestiyên kurê xwe ye
09:21 Komplo lê hat kirin û dozger jî xwest cezayê muebedê le were birîn!
09:19 Şahidan behsa Newroza Cizîrê ya 92'yan kir
09:14 ‘Ez dayika egîda me, serbilind im û li ser pêya me’
09:13 Kurd ji bo Newrozê astengiyan nas nakin!
09:12 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Parastina jinan erka her çar parçeyên Kurdistanê ye
09:11 30 sal in li qadên Newrozê ye
09:10 Xelkê Bazîdê: Newroz ji bo azadiya kurdan roja serhildanê ye
09:10 ‘Armanca çalakiyan teşhîrkirina raporên ATK’ê ye’
09:00 ROJEVA 15'Ê ADARA 2022'YAN
14/03/2022
22:23 Li Îzmîrê govenda ewil a Newrozê
21:14 Li gundê Sûrê Newroz hat pîrozkirin
21:08 Tenduristkaran Cejna Tibê pîroz kir
19:59 Gundên Amedê amade ne ji bo Newrozê
18:13 Serlêdana ji bo Newroza Wanê û Erdîşê hat qebûlkirin
17:59 Li Elkê coşa Newrozê
16:56 Alîkarê qeyûmê Dêrikê îstifa kir
16:51 Ji Wezîrê Dadê daxwaza berdana girtiyên nexweş kirin
16:30 Li gund û taxan dûyê agirê Newrozê bilind dibe
15:43 Gelê Elkê vexwendin Newrozê
15:22 Pîrozbahiyên Newrozê yên li tax û navçeyên Amedê didomin
15:07 Ûkrayna û Rûsya dîsa li hev rûniştin
15:01 Li Êlihê agirê Newrozê hat vêxistin
15:01 ‘Dixwazin ser Komkujiya Konyayê bigirin'
13:54 Banga Newrozê: Em li dora agirê Newrozê yekitiya xwe xurt bikin
13:26 Li Efrînê 11 kes hatin revandin
13:25 Ji DEVA’yê soza piştevaniya bo malbatên girtiyan: Daxwazên we daxwazên me ne
13:02 Greva bijîşkan bandora xwe li seranserî welat kir
12:49 AKP-MHP benda hilbijartinê dadixînin ji sedî 7'an
12:21 HDP'ê ji bo kedkarên tenduristiyê pêşniyarqanûn da meclisê
12:21 Doza Kobanê: Dozger biryara Gurcistanê dît, biryara bo Tirkiyeyê ji nedîtî ve hat
12:13 Malbata Şenyaşar: Hem kesên komkujî kirin û hem jî serdozger dê bên darizandin
12:12 Li gorî rapora SIPRI'yê dinya bi çek dibe
10:24 Ev 30 sal in pora xwe hine dike û berê xwe dide qada Newrozê
10:20 Ji ber greva bijîşkan nexweşxane vala man
10:02 Nêzî 30 cenazeyan 6 sal in nedane malbatên wan
09:17 Li Mêrdînê ji ber berfê dibistan hatin girtin
09:17 Banga gelê Elkê ya li Barzanî: Serkeftina me bi tifaqa me pêkan e
09:03 Rojnamevan Oktay: Jin bûbûn remza berxwedana xwerêveberiyê
09:03 ‘Em ê serê xwe netewînin’
09:03 Di 11 salan de tenê 7 caran hevjînê xwe yê girtî dîtiye
09:03 ‘Newroz wek mîrasa berxwedana hevjînê min ji me re ma’
09:00 ROJEVA 14'Ê ADARA 2022'YAN
13/03/2022
22:30 Li Amedê hilkirina agirê Newrozê berdewam dike
22:19 Bûldan: Em mil bidin milê hev û bimeşin qadên Newrozê
19:56 Malbata Dedeogûllari: Heke edalet pêk neyê em ê dest bi Nobeda Edaletê bikin
16:51 Li Sûr a Amedê agirê Newrozê hate vêxistin
16:04 Dîmenên teqîna li Tesîsên Etî Bakirê pêk hatibû derketin holê
16:04 Li Mêrdînê komxebata jinan: Peymana Stenbolê dîsa têxin meriyetê
15:14 Li Dêrsimê xebatên Newrozê dest pê kirin
15:14 Ji bo Newroza Wanê bang kirin