Bozarslan: Putîn bi şerê Ûkraynayê re Tirkiye xiste xefikê

img

STENBOL - Dîroknas Prof. Dr. Hamît Bozarslan diyar kir ku heke şerê di navbera Rûsya û Ûkraynayê de bi rêyên demokratîk neyê çareserkirin, dibe ku li cîhanê şerê gerîlatiyê yê deh salan dest pê bike û wiha got: “Di heman demê de Putîn, Tirkiye neçarî xwe kir û xiste xefikê.” 

Şerê di navbera Rûsya û Ûkraynayê di roja 19’an de berdewam e. Ji ber vî şerê ku weke “Şerê hegemonyayê” tê pênasekirin, heta niha bi hezaran sivîlan, jinan, zarokan û leşkeran jiyana xwe ji dest dan. Di heman demê de bi milyonan kes jî ji cih û warên xwe bûn. Bajêr tên rûxandin û ekolojiya cîhanê bi çekên giran tê xerakirin. DYA, Ingilistan û welatên ewropî li aliyekî sizayên aborî li Rûsyayê dibirin, li hêla din jî ji Ûkraynayê re çekan dişînin. Êrişên Rûsyayê jî bênavber didomin. 
 
Têkildarî rewş, pêşketin û encamên şer û bandora wê ya li Tirkiye, Sûriye û Rojhilata Navîn; Hîndekarê Dibistana Lêkolînên Zanistên Civakî yên Pêşketî (EHESS), dîroknas û zanyarê siyasetê Prof. Dr. Hamît Bozarslan bi ajansa me re axivî.
 
AXAFTINÊN PUTÎN ÊN DI 21’Ê SIBATÊ DE
 
Prof. Dr. Hamît Bozarslan anî ziman ku ji bo fêmkirina şerê heyî, hewceye mirov li gotinên Putîn binêre û wiha got: “Yek ji axaftinên Putîn ên herî girîng, axaftina wî ya di 21’ê sibatê de ye. Di rûpelê 9’emîn a axaftina xwe de dibêje; ‘Miletekî bi navê Ûkraynayî nîne, cihekî bi navê Ûkraynayê tu carî nebû. Ûkrayna û komunîzm heman tiştin. Komunîzmê Ûkrayna damezirand, Lenîn ew ava kir. Stalîn, hewl da xeletiya Lenîn sererast bike lê nekarî.’ Anku hebûna miletekî bi tevahî red dike. Ya din jî; Putîn hewl dide tolê ji rabûrdiyê hilîne. Di nava axaftinên wî yên 20 salên dawî de ev yek her tim dihat hîskirin lê kesekî pîte pê nekir. Sedema vê daxwaza wî jî ew e ku Putîn xwe weke damezirînerê împaratoriyekê dibîne. Di dîroka Rûsyayê de 3-4 împaratorî hene ku yê ewil Vladimir e. Di nav van de Îvan ê 4’emîn û Stalîn jî hene. Putîn jî dixwaze weke yê 4’emîn an jî 5’emîn di dîrokê de cih bigire. Lewma heta em van fêm nekin, em nikarin geşedanên heyî baş fêm bikin. Rewşa heyî şerê di navbera du miletan de nîne. Ûkraynayê tu carî êrişî Rûsyayê nekir. Mijara behsa xeberê ew e ku Putîn hebûna gelê Ûkraynayê bi tevahî red dike.” 
 
‘PUTÎN DIXWAZE ÎMPARATORIYÊ AVA BIKE’
 
Hamît Bozarslan, diyar kir ku hemleya Putîn ji du aliyan ve rasyonel nebûn û wiha domand: “A yekemîn; Îbn-î Haldun rastiyekî pir vekirî tîne ziman. Îbn-î Haldun ereb e lê împaratorîbûna ereban tiştekî gelek kirêt pênase dike. Ji ber ku împaratorî bi xwe re 3 tiştan tîne. Ev jî yek jê esebîtî, bi gotineke din rageşiyê, ya din dozê û ya sêyemîn jî fedekariyê. Dibêje ku avakirina împaratoriyan lêçûnên zêde bi xwe re tîne. Lê ev her sê tişt jî li cem Rûsyayê nînin. Heta astekî esebîtî heye lê ne xwe fedakirin û ne jî dozeke wan heye. Lewma jî hewldana bicihanîna xeyala împaratoriyê ya Putîn, tiştekî bi aqilane nîne. Dibe ku Ûkraynayê serûbin bikin lê ev nayê wateya avakirina împaratoriyê.” 
 
‘REJÎMA PUTÎN, REJÎMA NAZÎZMÊ YE’
 
Bozarslan anî ziman ku di nava milîsên Ûkraynayê de nazîst hene û wiha pê de çû: “Beşekî miliyetgiriya Ûkraynayê jî li dijî rûsan in. Lê di nava van 20 salên dawî de li Rûsyayê jî bîrdoziya Bolşevîzma Nasyonal heye.  Bolşevîzma Nasyonal, şêweyê faşîzm û nazîzma Rûsyayê ye. Jixwe her gotina Putîn a di 21’ê sibatê de nazîzm heye. Heke hem di hêla fikrî de û hem jî di hêla milîsan de li nazîzmê bigerin, ji ewil divê li Rûsyayê binêrin. Navê kargeha Wargerê bi xwe jî bingeha xwe ji nazîzmê digire. Lewma tawanbarkirina Ûkraynayê ya bi nazîzmê, tiştekî bi aqilane nîne. Heke li Ûkraynayê nazîst hebin, hewceye bên paqijkirin lê di halê hazir de rejîma herî zêde dişibe nazîzmê, rejîma Putîn e.”
 
ÎMPARATORIYA OLÎGARKAN
 
Di berdewamê de Bozarslan destnîşan kir ku Rûsya împaratoriya olîgarkan e û ev nirxandin kir: “Lê aborî, her tiştekî venabêje. Dibe ku olîgark xwediyên aboriyê bin lê biryarên siyasî ew nadin. Bawerim Karl Marx ev yek di salên 1850’an de baş xwendibû. Li gorî Marx, Bonapartîzm illeh desthilatdariya burjuwaziyê nîne. Belê raste di navbera desthilatî û aboriyê de têkiliyeke xurt heye. Ev rastî ji bo Almanyaya nazîst jî derbasdar e. Lê hêza ku Almanyaya nazîst birêve dibir, ew kes nebûn. Heman tişt bo Ûkraynayê jî derbasdar e. Li Ûkraynayê jî olîgark hene. Lê hêviya li wir ew bû ku weke miletekî hebûna xwe biparêzin û demokrasî hebe. A yekemîn, Zelenskiy cihû ye. Lewma kesek nikare rabe û vî welatî bi neo-nazîbûnê tawanbar bike. Ya din jî zimanê wan ê dayikê, rûsî ye. Anku Zelenskiy ji çanda rûsî tê. Daxwaza Zelenskiy ew bû ku Ûkraynayê entegreyî welatên rojavayî bike û bi Rûsyayê re jî di nava xwîşk û biratiyê de bijî. Lewma divê axaftina Putîn a di 21’ê sibatê de dîsa bê xwendin.” 
 
‘PUTÎN DIXWAZE ÛKRAYNEYÊ TUNE BIKE’
 
Bi domdarî Bozarslan diyar kir ku Putîn dixwaze Ûkraynayê tune bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê di vir de xeletiyek heye. Ûkrayna ji hêla Lenîn ve nehatiye damezirandin. Lenîn û Troçkî Ûkraynî xistin nava Sovyetan. Putîn, derheqê Boris Nikolayeviç Yeltsin de yek tiştekî nabêje. Lê rastî ew e ku vî kesî di rûxandina Împaratoriya Rûsyayê de rolekî mezin lîst. Yeltsîn û çîna serdest a Rûsyayê wê demê digotin divê Rûsya ji împaratoriyê û Komarên Sovyetê xelas bibe. Lê Putîn, berpirsyartiyê têxe stûyê Lenîn. Ev ne rast e. Lewma ne şerekî di navbera olîgarkan an jî şerê di navbera emperyalan de ye. Anku bi tevahî serdemeke enstalasyoneke împaratoriyê ya dijwar heye. Heman tişt li Tirkiyeyê bi Erdoganîzmê tê kirin. Lewma divê mirov tenê bi şerê olîgarkan an jî şerê emperyalan pênase neke.” 
 
‘PUTÎN XELETIYEKA MEZIN KIR’
 
Bozarslan da zanîn ku tevî her tiştan jî Ewropayê baweriya xwe bi Putîn dianî û ev nirxandin kir: “Îxtîmal nedidan êrişeke wiha. Vê yekê bi rêveberên ewropî da fêmkirin ku ji bilî tifaqa bi DYA’yê re, tu çareyeke wan a din nîne. Di nava 20 salên dawî de Ewropa tu caran evqas nêzî DYA û NATO’yê nebûbû. Dema em ji vî alî ve lê dinihêrin, dibînin ku Putîn xeletiyeke mezin kir. Dibe ku Ewropa ji ber vî şerî bikeve nava krîzeke mezin. Lê derfetên madî yên Ewropayê pir in. Dibe ku kêmbûna pêdiviya bi neft û xazê, teknolojiya nû, dîtina çavkaniyên nû û têkiliyên bi desthilatdariyên ne demokratîk ên weke Maduro re dibe ku pêş bikevin.” 
 
ŞERÊ GERÎLATIYÊ 
 
Têkildarî bitenêhiştina Ûkraynayê ya ji hêla NATO’yê ve jî Bozarslan ev nirxandin kir: “Gelek aliyên vê hevkêşeyê yên nayên zanîn hene. Em nizanin dê çawa pêş jî bikevin. Lê DYA jî di nav de, heta 3 meh berê jî kesekî nedizanî dê tiştekî çawa biqewime. Gotina tenêhiştina Ûkraynayê heta astekî rast e. Ji ber ku Almanyayê bi hezaran moşek ji Ûkraynayê re şandin. Ku ev moşek, ew meşekin ku nîşaneya têkçûna Rûsyayê ya li Efxanistanê ye. Anku dibin sedema ketina balafir û firokeyên Rûsyayê. Di roja 4’an a şer de ajansa nûçeyan a TASS’ê nûçeyeke biçûk parve kir û digot di şer de 26 balafir, 27 firoke, bi sedan tank û zêdetirî 450 wesayîtên zirxî hatine tunekirin. Îxtîmalekî mezin kesekî ji artêşa Rûsyayê ev agahî dabûn. Anku em bi şerekî dûvdirêj re rû bi rû ne. Tevî ku tu piştgirî ji hêzên derve negirt jî, gelo şerê di navbera Ûkrayna û gerîlayên Rûsyaya Spî yê di sala 1945’an de çiqas dom kir? Îxtîmaleke pir mezine ku heke Rûsya xwe paşve nekişîne û çareseriyên dîplomatîk pêş nekevin, dê şerê gerîlatiyê ku dê bi dehan salan bidome, dest pê bike. Li gorî min NATO jî qels nebûye. Heta tevgerên qadê yên li Ewropayê ku heyranên Rûsyayê bûn jî êdî Rûsyayê naparêzin. Ev yek bo çepgirên radîkal jî derbasdar e.”
 
‘DÊ BEDELA SEPANAN GIRAN BE’
 
Di berdewamê de Bozarslan qala zextên aboriyê yên li ser Rûsyayê tên sepandin kir û wiha pê de çû: “Îxtîmaleke mezine ku Rûsya û Putîn bo xwe digotin; ‘Em ê Ûkraynayê di nava du rojan de bidest bixin.’ Lê nebû. Berevajî vê, Ûkraynayê hem li ber xwe da û hem jî li seranserî cîhanê hêrseke mezin li dijî Rûsyayê pêş ket. Di demekî kin de aboriya Rûsyayê hat ber hilweşînê. Dibe ku hîn xerabtir bibe. Bêguman ev nayê wê wateyê ku dê desthilatdariya Putîn têk biçe. Nayê wê wateyê ku dê gelê rûs li dijî Putîn serî rake. Lê bedela wê ya aborî dê giran be. Tenê bûdçeya Pentagonê; bi qasî nîviya dahata millî ya Rûsyayê ye. Bûdçeya Pentagonê 750 milyar dolarin lê dahata millî ya Rûsyayê hezar û 600 milyar dolar in. Ku bi ketina nirxê rubleyê re ev yek hêj xerabtir bûye. Lewma hewldaneke din a şerekî sar a Rûsyayê û serkeftina wê nepêkan e.” 
 
‘TIRKIYE DI DESTÊ RÛSYAYÊ DE GIRTÎ YE’
 
Bozarslan, diyar kir ku Tirkiye di destê Rûsyayê de girtî ye û sedema wê wiha şîrove kir: “Ev rewşa girtîbûnê, li Sûriyeyê pir baş xuya kir. Rûsya bi qasî misqalê jî ji kurdan nefret nake. Lê pir bi rehetî Efrîn feda kir. Tirkiyeyê Efrîn 72 rojan bombebaran kir, qirkirin kir û ew der veguherand cîhadistanê. Lê Rûsyayê yek bertek jî nîşan neda. Tirkiye îro ne neçarê Ûkraynayê ye û dikare bi rehetî feda bike. Di mijara tirkên uygurê de ev yek baş berbiçav bûbû. Îxtîmaleke mezine ku dê sibe jî mijara Filistînê feda bike. Mirov nikare bibêje sempatiyeke Tirkiyeyê bo bindestan heye. Qet nebe siyaseta Erdoganîzmê wisa nîne. Lê bi şerê heyî re Tirkiye tam bû girtiyê Rûsyayê. Heke niha hewl bide li dijî Rûsyayê tiştekî bike, dê bedelên giran bide. Bedela herî giran jî, aborî ye. Jixwe di hêla neft û xazê de neçarî Rûsyayê ye. Ji bo hebûna xwe ya li Idlib û Efrînê jî neçarî Rûsyayê ye. Lewma nikare li dijî Rûsyayê tiştekî bike. Erdogan jî mîna Putîn dixwest tolê ji dîrokê hilîne. Tunekirina Rojava jî parçeyeke ji vê daxwazê bû. Êrişên wê yên li dijî başûrê Kurdistanê nîşan dide bê ka împaratoriyeke çawa dixwaze.” 
 
‘RÛSYA DIKARE ABORIYA TIRKIYEYÊ FELC BIKE’
 
Bi domdarî Bozarslan anî ziman ku her du derdor jî dixwazin Tirkiye qels bibe û wiha derbirî: “Lewma mirov nizane bê ka Tirkiye dê çiqas bikare bêalî bimîne. Naxwazin Tirkiye bi temamî aliyekî bigire. Lê wekî min anî ziman, ya herî girîng ew e ku qada tevgerê ya Tirkiyeyê hatiye tunekirin. Heke Putîn niha jî biryarekî bide dikare li Idlibê êrişeke pir mezin bide destpêkirin. Dê bedela vê jî bo Tirkiyeyê gelek giran be. Tirkiye baş di ferqa vê de ye. Lewma naxwaze aliyekî bigire. Heke di hêla xaz û neftê de ambargoyê deyne ser Tirkiyeyê, dê aboriya Tirkiyeyê felc bibe.”
 
TIRSA TIRKIYEYÊ YA KURDAN
 
Hamît Bozarslan, destnîşan kir ku tirsa Tirkiyeyê ya ji kurdan siyaseta wê ya Sûriyeyê jî diyar kir û wiha got: “Heta biryara wergirtina S-400’an jî ji ber vê tirsê hate dayîn. Dikin û nakin nikarin vê tirsê li ser xwe biavêjin. Putîn çawa ku ûkrayniyan weke miletekî nabîne, Tirkiye jî kurdan weke miletek nabîne. Lewma ji bilî tundiyê nikare tu siyasetekî pêş bixe. Carnan hinek gavan diavêjin lê 2 sal jî nadomin. Dîsa dilerizin, bi ser xwe ve tên û li polîtîkaya dij-kurd vedigerin. Lê Ewropa dixwaze ku Tirkiye teqez S-400’an bi kar neyîne. Piştî ku sekreterê NATO’yê yê niha dev ji peywira xwe berda, dê ji Tirkiyeyê bixwazin ku bêhtir dilsoz be. Lewma mirov nizane bê ka Tirkiye dê çi bike. Erê rast e hedefa şerê Ûkraynayê Tirkiye nebû lê Putîn bi vî şerî re Tirkiye xiste xefikê. Anku xiste xefika ‘tu nikarî ji min veqetî û nikarî xwe nêzî DYA û Ewropayê bikî.’”
 
VEGUHESTINA HÊZÊN PARAMÎLÎTER
 
Li ser îdiayên ku dibêjin hêzên paramîlîter ên Sûriyeyê veguhestine Ûkraynayê jî Bozarslan ev nirxandin kir: “Di halê hazir de niha li Ûkraynayê du hêz li qada şer in. Ya yekemîn artêşa Rûsyayê ku di rewşa heyî de derket holê bê ka çiqas nekêr in. Ya duyemîn jî qismeke hêzên paramîlîter ên Kozak û Wagner in. Hêzên paramîlîter ên ku dê ji Sûriye û Iraqê biçin, xwedî tecrûbeyên mezin ên rûxandinê ne. Dibe ku Putîn bixwaze van hêzan bi kar bîne. Lê mirov baş nizane bê ka ev hêz dixwazin li Ûkraynayê bimrin an na. Tirkiyeyê jî xwest vê yekê li Sûriyeyê bike ku heta astekî kir jî. Ji ber ku qada hewayî kontrol dikir. Lê van hêzan nekarî li Qerebax, Lîbya û Lubnanê heman tiştan bikin.”
 
HEVDÎTINÊN LI TIRKIYEYÊ
 
Herî dawî jî Bozarslan qala hevdîtina Rûsya û Ûkraynayê ya li Tirkiyeyê kir û ev tişt anî ziman: “Li gorî min tu wateyeke vê hevdîtinê ya bo Tirkiyeyê nîne. Divê mirov wateyekî mezin li vê mijarê bar neke. Ji ber ku beriya niha jî hevdîtinên cuda hatibûn kirin. Hevdîtinên li Ewropayê didomin. Hema hema Macrona her du rojan carekî li ser telefonê bi Putîn re diaxivin. Ev tişt rê li ber hêviyan vedikin lê ev hêvî zû têk diçin. Sibe dusibe heke Rûsya zêde tengav bibe û bixwaze stratejiyekê pêş bixe wê demê dibe ku wiha ‘Îsraîl û Tirkiyeyê dixwestin bibin navbeynkar û bûn navbeynkar jî’ bê gotin. Lê di halê hazir de rewşekî wiha xuya nake.” 
 
MA/ Ferhat Çelîk
 

Sernavên din

16/03/2022
11:19 Tifaqa Kurdistanî Sebeba êrişên li ser kurdan parçebûna wan e
10:54 Xwendakarên ku zema rê şermezar kiribûn hatin berdan
10:40 Bernameya Newrozê ya 5 navendan diyar bû
10:32 DEVA û Partiya Pêşerojê: Divê em li cem malbatên girtiyan bin
10:31 Alinak: Çi heyfe ku Başûrê Kurdistanê mêtingeha Tirkiyeyê ye
10:30 Li Amedê gelek jin hatin binçavkirin
10:28 “Bi yekitiya neteweyî re dikare rê li ber Helebçeyên nû were girtin’
09:24 Sembola Newroza Berxwedanê: Bîşeng Anik
09:17 Amed amadekariyên Newroza mezin dike
09:14 Encu ji bo 'Newroza hesabpirsînê' bang kir: Em bi milyonan berê xwe bidin Yenîkapiyê
09:11 Babûr: Tecrîd belavî tevahiya derdorên civakê bûye
09:11 Şahidên Newrozên salên 90'î bi heman ruhî li benda Newroza îsal in
09:07 Ev 28 sal in ji bo Newrozê stranên şoreşgerî distre
09:06 Gelê kurd li dijî Dehaqan bû ‘Kawayê Hemdem’
09:00 ROJEVA 16'Ê ADARA 2022'YAN
08:47 TBB'ê qurbaniyên Komkujiya Helebçeyê bi bîr anî
08:46 Xwendekaran birîna avê şermezar kir
15/03/2022
21:18 Li Mêrsînê jinan agirê ewil ê Newrozê vêxist
18:59 Li gundên Mêrdînê agirê Newrozê gur bû
18:51 Li navçeyên Amedê pîrozbahiyên Newrozê
18:39 KESK û TÛHAD-FED'ê serdana Nobeda Edaletê kirin
16:56 Komên girêdayî Tirkiyeyê li Efrînê welatiyek revand
16:55 Yerlîkaya: Cejnên me bûne rojên berxwedana me
16:52 Taşçier: Em li dijî zordariyê biherikin Newrozê
16:41 Çawişê pispor tundî li bijîjk kir
16:32 Sancar: Dê hesabên hilbijartinê yên AKP-MHP’ê li dîwarê HDP’ê bieliqe
16:31 Girtiyê ku hat berdan piştî 10 rojan jiyana xwe ji dest da
16:31 Di mitînga DÎSK’ê de karkeran bi kefen û darbestê bihabûn protesto kir
16:07 Eniya Hevpar a Têkoşîna Kedê: Yekitiya Kedkar û Karkeran
15:58 Li Rihayê agirê Newrozê geş kirin
15:57 Li Geliyê Zapê agirê Newrozê hat hilkirin
15:38 Li çar aliyan banga tevlibûna Newrozê li xelkê tê kirin
15:07 Bernameya Newroza Stenbolê diyar bû
14:42 Malbatên girtiyan li ber girtîgehê çalakî li dar xistin
14:25 Kedkarên tenduristiyê banga mezinkirina têkoşînê kirin
14:24 Ceza li rojnameger Zekîne Turkerî birîn
13:11 Ji bo astengkirina malperan ‘ewlekariya neteweyî’ kirin hincet
12:55 Derbarê parêzerê malbata Dedeogullari de 3 lêpirsînên cuda hatin destpêkirin
12:28 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdanek nû kirin
12:27 Daxwaza azadî û demokrasiyê bi Newrozê şênber bû
12:26 'Polîtîkayên hikûmetê yên ku krîza Başûr çareser bikin tune ye'
12:26 Emîne Şenyaşar: Hemû dinyayê dengê me bihîst lê ma tenê Erdogan nabihîze?
11:57 Serekşêwirmendê Zelenskiy: Dibe ku şer di meha gulanê de bi dawî bibe
11:43 Agirê ewil ê Newroza 2022’yan hat vêxistin: Niha dem dema azadiya Ocalan û serkeftinê ye
11:26 Li Enqereyê amadekariyên Newrozê: Werin em li dijî Dehaqan bi hev re têbikoşîn
10:57 Bozarslan: Putîn bi şerê Ûkraynayê re Tirkiye xiste xefikê
10:40 Zebarî yê YNK’î: Hevdîtina Barzanî û Erdogan hevdîtineke fermî nîne
10:10 Çelebî: Di doza Kûrkût de ji polîsan re gotin ‘serbest bin, em we diparêzin’
09:47 Girtiyên li Girtîgeha Qubînê 5 saetan di bin berf û baranê de hatine hiştin
09:24 6 sal in li benda hestiyên kurê xwe ye
09:21 Komplo lê hat kirin û dozger jî xwest cezayê muebedê le were birîn!
09:19 Şahidan behsa Newroza Cizîrê ya 92'yan kir
09:14 ‘Ez dayika egîda me, serbilind im û li ser pêya me’
09:13 Kurd ji bo Newrozê astengiyan nas nakin!
09:12 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Parastina jinan erka her çar parçeyên Kurdistanê ye
09:11 30 sal in li qadên Newrozê ye
09:10 Xelkê Bazîdê: Newroz ji bo azadiya kurdan roja serhildanê ye
09:10 ‘Armanca çalakiyan teşhîrkirina raporên ATK’ê ye’
09:00 ROJEVA 15'Ê ADARA 2022'YAN
14/03/2022
22:23 Li Îzmîrê govenda ewil a Newrozê
21:14 Li gundê Sûrê Newroz hat pîrozkirin
21:08 Tenduristkaran Cejna Tibê pîroz kir
19:59 Gundên Amedê amade ne ji bo Newrozê
18:13 Serlêdana ji bo Newroza Wanê û Erdîşê hat qebûlkirin
17:59 Li Elkê coşa Newrozê
16:56 Alîkarê qeyûmê Dêrikê îstifa kir
16:51 Ji Wezîrê Dadê daxwaza berdana girtiyên nexweş kirin
16:30 Li gund û taxan dûyê agirê Newrozê bilind dibe
15:43 Gelê Elkê vexwendin Newrozê
15:22 Pîrozbahiyên Newrozê yên li tax û navçeyên Amedê didomin
15:07 Ûkrayna û Rûsya dîsa li hev rûniştin
15:01 Li Êlihê agirê Newrozê hat vêxistin
15:01 ‘Dixwazin ser Komkujiya Konyayê bigirin'
13:54 Banga Newrozê: Em li dora agirê Newrozê yekitiya xwe xurt bikin
13:26 Li Efrînê 11 kes hatin revandin
13:25 Ji DEVA’yê soza piştevaniya bo malbatên girtiyan: Daxwazên we daxwazên me ne
13:02 Greva bijîşkan bandora xwe li seranserî welat kir
12:49 AKP-MHP benda hilbijartinê dadixînin ji sedî 7'an
12:21 HDP'ê ji bo kedkarên tenduristiyê pêşniyarqanûn da meclisê
12:21 Doza Kobanê: Dozger biryara Gurcistanê dît, biryara bo Tirkiyeyê ji nedîtî ve hat
12:13 Malbata Şenyaşar: Hem kesên komkujî kirin û hem jî serdozger dê bên darizandin
12:12 Li gorî rapora SIPRI'yê dinya bi çek dibe
10:24 Ev 30 sal in pora xwe hine dike û berê xwe dide qada Newrozê
10:20 Ji ber greva bijîşkan nexweşxane vala man
10:02 Nêzî 30 cenazeyan 6 sal in nedane malbatên wan
09:17 Li Mêrdînê ji ber berfê dibistan hatin girtin
09:17 Banga gelê Elkê ya li Barzanî: Serkeftina me bi tifaqa me pêkan e
09:03 Rojnamevan Oktay: Jin bûbûn remza berxwedana xwerêveberiyê
09:03 ‘Em ê serê xwe netewînin’
09:03 Di 11 salan de tenê 7 caran hevjînê xwe yê girtî dîtiye
09:03 ‘Newroz wek mîrasa berxwedana hevjînê min ji me re ma’
09:00 ROJEVA 14'Ê ADARA 2022'YAN
13/03/2022
22:30 Li Amedê hilkirina agirê Newrozê berdewam dike
22:19 Bûldan: Em mil bidin milê hev û bimeşin qadên Newrozê
19:56 Malbata Dedeogûllari: Heke edalet pêk neyê em ê dest bi Nobeda Edaletê bikin
16:51 Li Sûr a Amedê agirê Newrozê hate vêxistin
16:04 Dîmenên teqîna li Tesîsên Etî Bakirê pêk hatibû derketin holê
16:04 Li Mêrdînê komxebata jinan: Peymana Stenbolê dîsa têxin meriyetê
15:14 Li Dêrsimê xebatên Newrozê dest pê kirin
15:14 Ji bo Newroza Wanê bang kirin