Agirê ewil ê Newroza 2022’yan hat vêxistin: Niha dem dema azadiya Ocalan û serkeftinê ye

img

ŞIRNEX - Agirê ewilî yê Newroza 2022’yan li navçeya Elkê hat hilkirin. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk diyar kir ku Newroz serîhildana kurdan e û got: “Ji bo dem dema serkeftinê û azadiya birêz Ocalan e.”

 
Îsal pîrozbahiyên Newrozê bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” tê lidarxistin. Newroz bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelna (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Xebata Tifaqa Kurdistanî tê pîrozkirin. Starta pîrozbahiya Newrozê ya ewil li navçeya Elkê ya Şirnexê ku dikeve ser sînorê başûrê Kurdistanê hat dayîn. 
 
Heserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, parlamenterên HDP’ê, aktîvîstên TJA’yê beşdarî pîrozbahiyê bûn. 
 
Her wiha ji Mêrdîn, Êlih, Sêrt û Colemêrgê jî gelek kes beşdarî pîrozbahiyê bûn. 
 
 
MEŞ LI DAR XISTIN 
 
Siyasetmedar û xelkê navçeyê li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Elkê kom bûn û bi girseyî heta meydanê meş li dar xistin û dirûşma “Bijî Newroz” berz kirin. 
 
Meş li Meydanê bi dawî bû û liv ir stranên Newrozê strîn. 
 
AGIRÊ EWIL LI QÛNTARA ÇIYAYÊ KATOYÊ HAT VÊXISTIN 
 
Di pîrozbahiyê de ewilî Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay axivî, Newrozê li gelê kurd û gelan pîroz kir û got: “Em îro starta Newrozê li vir didin. Em îro li dilê Kurdistanê agirê Newrozê vêdixin. Kurd li her derê agirê Newrozê vêdixin. Agirê ewil îro em li qûntara Çiyayê Katoyê vêdixin. Kurdan seranserî dîrokê Newrozê bi berxwedanê pêşwazî kir. Îsal sala serkeftinê û azadiyê ye. Newroz newroza serkeftinê û azadiyê ye. Kurd li çar parçeyên Kurdistanê bi ruhê yekîtiya neteweyî berxwedana xwe mezin dikin. Yên ku dixwazin me ji hev veqetînin, îro helwesta me Newroz e. Nekevin nav tu hesabên şaş. Gelê kurd yekîtiyê, aştî û azadiyê dixwaze.” 
 
‘ÇARESERÎ LI ÎMRALIYÊ YE’ 
 
Gunay ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nîşan da û got: “Bi tunehesibandinê û Înkarê çareserî li vî welatî çênabe. Çareserî li Girava Îmraliyê li cem birêz Ocalan e. Yên ku behsa çareseriyê dikin bila li nameya birêz Ocalan a di Newroza 2013’an binêrin. Bila dîsa guh bidin nêrînên birêz Ocalan û demokrasî wisa dikare were anîn.” 
 
AYDENÎZ: NEWROZA AZADIYÊ 
 
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz jî diyar kir ku ew Newroza azadiyê li tevahiya gelê kurd pîroz dike û wiha got: “Em agirê ewil li qûntara Katoyê vêdixin. Îro agirê li vir tê vêxistin, wê faşîzmê bişewitîne û tariyê veguherîne roniyê û qedexeyan rake. Agirê li Elkê dê azadiyê bîne û dê gelê kurd bîne cem hev. Îro roj roja yekîtiyê ye, em vî agirî ji bo yekîtiyê vêdixin. Em bi ruhê berxwedana gelê Botanê agirê azadiyê vêdixin. Em ji vir carek din Newroza gelê Botanê pîroz dikin. Îro li her qadê li her derî berxwedan heye. Em newroza berxwedêrên ji bo azadiyê pîroz dikin. Berxwedana wan têkoşînê anî van rojan. Kurd li çar parçeyên Kurdistanê li ber xwe didin. Wê sala 2022’yan bibe sala azadiya gelê Kurdistanê. Heta ku kurd azad nebin, zimanê wan û çanda wan azad nebe, dê kes nikaribe li Rojhilata Navîn behsa azadî û demokrasiyê bike.”
 
SALA AZADIYÊ 
 
Aydenîz têkildarî tecrîdkirina Ocalan jî wiha got: “Li her qadên jiyanê tecrîd tê sepandin. Tecrîda li Îmraliyê dest pê kir, li bihosta Kurdistan û Tirkiyê belav bûye. Tecrîdê îktidara AKP-MHP’ê anî asta têkbirinê. Tekane çareserî birêz Ocalan e. Heta birêz Ocalan azad bibe em ê li her deverî têbikoşin. Azadiya gelê kurd bi azadiya Ocalan pêkan e. Em ê Newroza îsal bikin newroza azadiya gelê kurd û birêz Ocalan.” 
 
‘BERXWEDANA OCALAN ME ANÎ ÎRO’ 
 
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî wiha axivî: “Newroz ji bo gelê kurd berxwedana li dijî kolonyalîstan e, serhildana li dijî dagirkeriyê ye. Gelê Botanê vê yekê herî baş dizane. Botanê her tim li ber xwe daye û li ber xwe dide. Gelê Botanê govenda azadiyê digire. Her tim pêşengiya berxwedanê kiriye. Dehaqên îroyîn bila li dîroka kurdan binêrin. Cihê Dehaqan nîne, berxwedana Kawayan heye. Berxwedana Kawa ya li dijî Dehaqan her ku diçe mezin dibe. Ev bi berxwedana birêz Ocalan a li Îmraliyê gihiştiye îro. Birêz Ocalan 24 sal in berxwedaneke mezin dimeşîne. Ji bo azadiya me, ji bo gelên Rojhilata Navîn, ji bo aştiyeke bi rûmet li ber xwe dide. Newroza 2022’yan ji bo me dema serkeftinê ye, dema azadiya birêz Ocalan e. Gelê me wê li qadên Newrozê peyama herî mezin bide desthilatdariyê, wê dengê xwe bigihîne cîhanê. Dem dema serketftin û azadiyê ye.”
 
Piştî axaftinên hatin kirin Dayikên Aştiyê agirê Newrozê hilkirin. Tevî hewa sar û barîna berfê jî bi sedan kes li ber def û zirnê li derdora agirê Newrozê govend gerand û dirûşmên “BBijî Newroz” Û “Bijî berxwedana Newrozê” berz kirin. 
 
Pişt re pîrozbahî bi dawî bû. 
 

Sernavên din

16/03/2022
11:19 Tifaqa Kurdistanî Sebeba êrişên li ser kurdan parçebûna wan e
10:54 Xwendakarên ku zema rê şermezar kiribûn hatin berdan
10:40 Bernameya Newrozê ya 5 navendan diyar bû
10:32 DEVA û Partiya Pêşerojê: Divê em li cem malbatên girtiyan bin
10:31 Alinak: Çi heyfe ku Başûrê Kurdistanê mêtingeha Tirkiyeyê ye
10:30 Li Amedê gelek jin hatin binçavkirin
10:28 “Bi yekitiya neteweyî re dikare rê li ber Helebçeyên nû were girtin’
09:24 Sembola Newroza Berxwedanê: Bîşeng Anik
09:17 Amed amadekariyên Newroza mezin dike
09:14 Encu ji bo 'Newroza hesabpirsînê' bang kir: Em bi milyonan berê xwe bidin Yenîkapiyê
09:11 Babûr: Tecrîd belavî tevahiya derdorên civakê bûye
09:11 Şahidên Newrozên salên 90'î bi heman ruhî li benda Newroza îsal in
09:07 Ev 28 sal in ji bo Newrozê stranên şoreşgerî distre
09:06 Gelê kurd li dijî Dehaqan bû ‘Kawayê Hemdem’
09:00 ROJEVA 16'Ê ADARA 2022'YAN
08:47 TBB'ê qurbaniyên Komkujiya Helebçeyê bi bîr anî
08:46 Xwendekaran birîna avê şermezar kir
15/03/2022
21:18 Li Mêrsînê jinan agirê ewil ê Newrozê vêxist
18:59 Li gundên Mêrdînê agirê Newrozê gur bû
18:51 Li navçeyên Amedê pîrozbahiyên Newrozê
18:39 KESK û TÛHAD-FED'ê serdana Nobeda Edaletê kirin
16:56 Komên girêdayî Tirkiyeyê li Efrînê welatiyek revand
16:55 Yerlîkaya: Cejnên me bûne rojên berxwedana me
16:52 Taşçier: Em li dijî zordariyê biherikin Newrozê
16:41 Çawişê pispor tundî li bijîjk kir
16:32 Sancar: Dê hesabên hilbijartinê yên AKP-MHP’ê li dîwarê HDP’ê bieliqe
16:31 Girtiyê ku hat berdan piştî 10 rojan jiyana xwe ji dest da
16:31 Di mitînga DÎSK’ê de karkeran bi kefen û darbestê bihabûn protesto kir
16:07 Eniya Hevpar a Têkoşîna Kedê: Yekitiya Kedkar û Karkeran
15:58 Li Rihayê agirê Newrozê geş kirin
15:57 Li Geliyê Zapê agirê Newrozê hat hilkirin
15:38 Li çar aliyan banga tevlibûna Newrozê li xelkê tê kirin
15:07 Bernameya Newroza Stenbolê diyar bû
14:42 Malbatên girtiyan li ber girtîgehê çalakî li dar xistin
14:25 Kedkarên tenduristiyê banga mezinkirina têkoşînê kirin
14:24 Ceza li rojnameger Zekîne Turkerî birîn
13:11 Ji bo astengkirina malperan ‘ewlekariya neteweyî’ kirin hincet
12:55 Derbarê parêzerê malbata Dedeogullari de 3 lêpirsînên cuda hatin destpêkirin
12:28 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdanek nû kirin
12:27 Daxwaza azadî û demokrasiyê bi Newrozê şênber bû
12:26 'Polîtîkayên hikûmetê yên ku krîza Başûr çareser bikin tune ye'
12:26 Emîne Şenyaşar: Hemû dinyayê dengê me bihîst lê ma tenê Erdogan nabihîze?
11:57 Serekşêwirmendê Zelenskiy: Dibe ku şer di meha gulanê de bi dawî bibe
11:43 Agirê ewil ê Newroza 2022’yan hat vêxistin: Niha dem dema azadiya Ocalan û serkeftinê ye
11:26 Li Enqereyê amadekariyên Newrozê: Werin em li dijî Dehaqan bi hev re têbikoşîn
10:57 Bozarslan: Putîn bi şerê Ûkraynayê re Tirkiye xiste xefikê
10:40 Zebarî yê YNK’î: Hevdîtina Barzanî û Erdogan hevdîtineke fermî nîne
10:10 Çelebî: Di doza Kûrkût de ji polîsan re gotin ‘serbest bin, em we diparêzin’
09:47 Girtiyên li Girtîgeha Qubînê 5 saetan di bin berf û baranê de hatine hiştin
09:24 6 sal in li benda hestiyên kurê xwe ye
09:21 Komplo lê hat kirin û dozger jî xwest cezayê muebedê le were birîn!
09:19 Şahidan behsa Newroza Cizîrê ya 92'yan kir
09:14 ‘Ez dayika egîda me, serbilind im û li ser pêya me’
09:13 Kurd ji bo Newrozê astengiyan nas nakin!
09:12 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Parastina jinan erka her çar parçeyên Kurdistanê ye
09:11 30 sal in li qadên Newrozê ye
09:10 Xelkê Bazîdê: Newroz ji bo azadiya kurdan roja serhildanê ye
09:10 ‘Armanca çalakiyan teşhîrkirina raporên ATK’ê ye’
09:00 ROJEVA 15'Ê ADARA 2022'YAN
14/03/2022
22:23 Li Îzmîrê govenda ewil a Newrozê
21:14 Li gundê Sûrê Newroz hat pîrozkirin
21:08 Tenduristkaran Cejna Tibê pîroz kir
19:59 Gundên Amedê amade ne ji bo Newrozê
18:13 Serlêdana ji bo Newroza Wanê û Erdîşê hat qebûlkirin
17:59 Li Elkê coşa Newrozê
16:56 Alîkarê qeyûmê Dêrikê îstifa kir
16:51 Ji Wezîrê Dadê daxwaza berdana girtiyên nexweş kirin
16:30 Li gund û taxan dûyê agirê Newrozê bilind dibe
15:43 Gelê Elkê vexwendin Newrozê
15:22 Pîrozbahiyên Newrozê yên li tax û navçeyên Amedê didomin
15:07 Ûkrayna û Rûsya dîsa li hev rûniştin
15:01 Li Êlihê agirê Newrozê hat vêxistin
15:01 ‘Dixwazin ser Komkujiya Konyayê bigirin'
13:54 Banga Newrozê: Em li dora agirê Newrozê yekitiya xwe xurt bikin
13:26 Li Efrînê 11 kes hatin revandin
13:25 Ji DEVA’yê soza piştevaniya bo malbatên girtiyan: Daxwazên we daxwazên me ne
13:02 Greva bijîşkan bandora xwe li seranserî welat kir
12:49 AKP-MHP benda hilbijartinê dadixînin ji sedî 7'an
12:21 HDP'ê ji bo kedkarên tenduristiyê pêşniyarqanûn da meclisê
12:21 Doza Kobanê: Dozger biryara Gurcistanê dît, biryara bo Tirkiyeyê ji nedîtî ve hat
12:13 Malbata Şenyaşar: Hem kesên komkujî kirin û hem jî serdozger dê bên darizandin
12:12 Li gorî rapora SIPRI'yê dinya bi çek dibe
10:24 Ev 30 sal in pora xwe hine dike û berê xwe dide qada Newrozê
10:20 Ji ber greva bijîşkan nexweşxane vala man
10:02 Nêzî 30 cenazeyan 6 sal in nedane malbatên wan
09:17 Li Mêrdînê ji ber berfê dibistan hatin girtin
09:17 Banga gelê Elkê ya li Barzanî: Serkeftina me bi tifaqa me pêkan e
09:03 Rojnamevan Oktay: Jin bûbûn remza berxwedana xwerêveberiyê
09:03 ‘Em ê serê xwe netewînin’
09:03 Di 11 salan de tenê 7 caran hevjînê xwe yê girtî dîtiye
09:03 ‘Newroz wek mîrasa berxwedana hevjînê min ji me re ma’
09:00 ROJEVA 14'Ê ADARA 2022'YAN
13/03/2022
22:30 Li Amedê hilkirina agirê Newrozê berdewam dike
22:19 Bûldan: Em mil bidin milê hev û bimeşin qadên Newrozê
19:56 Malbata Dedeogûllari: Heke edalet pêk neyê em ê dest bi Nobeda Edaletê bikin
16:51 Li Sûr a Amedê agirê Newrozê hate vêxistin
16:04 Dîmenên teqîna li Tesîsên Etî Bakirê pêk hatibû derketin holê
16:04 Li Mêrdînê komxebata jinan: Peymana Stenbolê dîsa têxin meriyetê
15:14 Li Dêrsimê xebatên Newrozê dest pê kirin
15:14 Ji bo Newroza Wanê bang kirin