Daxwaza azadî û demokrasiyê bi Newrozê şênber bû

img
AMED - Di pîrozbahiyên Newrozê ku daxwaza azadî û demokrasiyê li wan şênber bû de dewletê hin salan serî li qedexeyan da û xwest pêşî li tirsa xwe ya ji pîrozbahiyên Newrozê bigire. Ji bo vê jî tundiyê pêk anî. Lê ev qedexe û tundî nikaribûn kurdan ji qadên Newrozê bigire. 
 
Daxwaza serweriya mirov a ser mirov û xwezayê desthilatê afirand. Bi desthilatê re diyalektîka serdest û bindest derket holê. Vê pêvajoya şer ku ji destpêka dîrokê ve didome bi xwe re mît û çîrokên ku gotin û nêrinên bindestan xwedî dike hilberand. Her çiqas ev çîrok li deverên cuda yên dinyayê çêbûbin jî dişibin hev. Di çîrokan de kesên xwedî hêz ku weke kesên nikarin bên têkbirin tên têkbirin. Kesên ku van kesan têk birine bûne leheng. Ev leheng jî mirovên ji rêzê ne û ji nav civakê derketine. 
 
Kawayê Hesinkar ku li dijî Qralê Asûran Dehak rakiriye û agirê serhildanê vêxistiye bûye lehengê mîta Newrozê jî yek ji van mînakan e. Kawa, bi berxwedana xwe dawî li hebûn û zordariya serdest aniye û ji bo bindestan pevajoyeke nû daye destpêkirin û bi agirê ku vêxistiye mizgîniya biharê daye. Bi vî awayî bûye remza îttîrazkirinê. 
 
Yek ji pêşengên pedagojiya rexnegir ên sedsala 20'emîn Paulo Freire bi pirtûka xwe ya "Perwerdekariya Bindestan" têgehên "Mirovbûn" û "Dijmirovbûn" dinirxîne. Paulo Freire, di pirtûka xwe de mirovbûnê, weke ferqkirina bindestan a pergala kedxwarî û bêedaletiyê û tevlîbûna wan a têkoşîna qezençkirina mirovbûnê pênase dike. 
 
EFSANE DIBE RASTEQÎN
 
Di civakên din de wateyên cuda lê bên barkirin jî ji bo kurdan ku nasnameya wan tune tê hesibandin û hebûna wan tê înkarkirin Newroz weke nêrîna Freire israra di "mayîna mirov" de ye. Mazlûm Dogan, li Zindana Amedê ku cihê zordariyeke dijî mirovahiyê bûye bi 3 darikên niftikê piştî bi sedan salan dibe navê şênber ê efsaneyê. Mazlûm Dogan, bi serhildana xwe ya li dijî zilma ku di şexsê Fermandarê Zindanê Esat Oktay de teşe digire diguhere "Kawayê Hemdem". 
 
DI SALÊN 1990'Î DE NEWROZ
 
Agirê ku Mazlûm Dogan bi awayekî remzî vêxist bi hemû tirsê re diwarên zindanê hilweşand. Bi vê hilweşandinê re hişyarbûna siyasî xwe di gelê kurd de da der û ji salên 1990'î ve di pîrozkirinên Newrozan de xwe nîşan dide. Ji van salên ku bi cînayetên faîlî meçhûl di hişê mirov de bi cih bûne ve pîrozkirinên Newrozê bi girseyî dibin. Di van pîrozkirinan de daxwazên azadî û demokrasiyê bi goşt û hestî bûne. Dewletê ji bo pîrozbahiyên Newrozê hin salan serî li qedexeyan da û mirin çêbûn. Lê ev qedexe û mirinên ku çêbûn nikaribûn bi kurdan re gelên din û bawermendan ji qadên Newrozê bigirin. 
 
Di sala 1990'i de li bakurê Kudistanê Newroz di nav şerê di navbera PKK'ê û Dewletê de hat pêşwazîkirin. Piştre pîrozkirinên Newrozê xwe di merasîmên cenazeyên endamên PKK'ê, daxistina derebeyan û boyqotên dibistanan de nîşan da. Di merasîma hin endamên PKK'ê ya li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê de polisan êrişî girseyê kir û 2 welatiyan kuştin. Ji ber vê bûyerê pîrozkirinên Newrozê li hin navendan veguherî çalakiyên şermezarkirinê. Xwendekara Tipê Zekiye Alkan roja 21'ê Adarê derket ser bedenên Amedê û agir berî laşê xwe da. 
 
Sala piştî vê li bakurê Kurdistanê Newroz bi beşdariya bi hezaran kesî hat pîrozkirin. Dewletê xwest bi tundiyê pêşî li pîrozkirinan bigire. Di van pîrozkirinan de 31 kesan jiyana xwe ji dest da. 
 
VEGUHEZÎ BAJARÊN TIRKIYEYÊ
 
Bêtehemûliya Dewletê ya Newrozê di sala 1992'yan de bû sedem ku hê bêtir xwîn bê rêjandin. Ji bo ku bûyerên salên borî dubare nebin parlamenterên HEP'ê jî di nav de heyetek ji bo girtina bergiriyan bi Serokwezîrê demê Suleyman Demîrel re hevdîtin kir. Piştî hevdîtinê rexmî ku Demîrel, diyar kir ku wê Newroz bi şertên hiqûqî û bi awayekî azad bê pîrozkirin jî destûr nehat dayîn ku pîrozkirin pêk bên. Li navçeya Kercewsê ya Êlihê, navenda Şirnexê û navçeya wê Cizîrê û li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê peywirdarên dewletê û rêxistinên paramîlîter êrişî pîrozkirinên Newrozê kirin. Di van êrişan de zarok jî di nav de zêdetirî 100 kesî jiyana xwe ji dest dan. Li navçeya Cizîrê nûçegîhanê Rojnameya Sabahê Îzzet Kezer ku ji bo şopandina Newrozê hatibû navçeyê jî jiyana xwe ji dest da.
 
Her çiqas di wan de xwîn hat rêjandin jî pîrozkirinên vê salê tenê bi bajarên bakurê Kurdistanê bi sînor neman û li bajarên Tirkiyeyê yên mîna Edene, Mersîn, Stenbol û Îzmîrê jî pêk hatin. Rahşan Demîrel ku Zekiye Alkan şopand li Kadîfekaleya Îzmîrê agi berî laşê xwe da û Newrozê pîroz kir. 
 
PÊŞÎ LI PÎROZKIRINAN NEHAT GIRTIN
 
Her çiqas kurdan parlamenter şand meclisê jî tune hesibandina wan bi şewitandina gundan, cînayetên faîlî meçhûl û binçavkirinan berdewam kir. Di navbera salên 1993-95'an de polîtîkayên herî tund ketin dewrê. Lê dîsa jî pêşî li pîrozkirinên newrozê nehat girtin. Bi hezaran kesî rexmî tundiya ku serî lat dayîn jî derketin kolanan û Newrozê kirin "Serhildan". Ji ber koçberiya ji Kurdistanê ya ber bi bajarên Tirkiyeyê ve li bajarên Tirkiyeyê jî hejmara pîrozkirinên Newrozê zêde bû. 
 
HEWLDANA KU NEWROZÊ BIKIN 'NEVRÛZ'
 
Piştî sala 1995'an dewletê fêm kir ku nikare pêşî li pîrozkirinên Newrozê bigire û angaşt kir ku Newroz kevneşopiyeke tirk e û hewl da Newrozê bike "Nevrûz". Di vê çarçoveyê de 17-24'ê adarê weke "Hefteya Newrozê" hat îlankirin. Bi vê îlankirinê re erkana dewletê ku heta duh ji bo vemirandina agirê Newroz mijûl dibû, dest bi lihevxistina hêkan kir. Lê ev lîstika ku serî lê hat dayîn jî negirt û rexmî qedeyên ku hatin ragihandin jî sala 1998'a ve êdî pîrozkirinên Newrozî ji nav taxan gihîştin qadan û girseyîtir bûn. Navnîşana pîrozkirinên Newrozên Amedê bû qada Batikentê û yên Stenbolê jî bû qada Kazliçeşme ya li navçeya Zeytînbûrnûyê. 
 
KOMPLO BÛ DESTPÊK 
 
Piştî ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan radestî Tirkiyeyê hat kirin, berovajiyê hêviya dewletê 15'ê Sibata 1999'an ji bo gelê kurd bû destpêk û mîsyona xwedî derketina li Ocalan li pîrozkirinên Newrozê hat barkirin. Rexmî qedexe û bergiriyên awarte jî li gelek navendan kurd derketin qadan û li Ocalan xwedî derketin û komployê nelet kirin. Vê salê piranî li Amed û Stenbolê 8 hezar û 174 kes di pîrozkirinên Newrozê de hatin binçavkirin. 
 
PÎROZKIRIN GIRSEYÎ BÛN
 
Di sala 2000'î de careke din qedexeyên Newrozê hatin binpêkirin û ji vê salê ve êdî dewletê fêm kir ku Ocalan ji dilê gelê kurd nayê derxistin û li hin bajaran dawî li vê polîtîkaya xwe anî. Piştî vê li Amedê hejmara kesên bşedarî Newrozê bûn derket sed hezaran. Di nav çend salan de gihîşt milyonekê. Di sala 2006'an de ji aliyê kesên qadên têje kirin ve Ocalan ku ji Îmraliyê destê aştiyê dirêjî dewletê dikir weke "vîna siyasî" hat qebûlkirin. 
 
PEYAM JI QADÊ BILIND BÛN
 
Di sala 2007'an de piştî ku raya giştî pê hesiya Ocalan hatiye jehrîkirin, di pîrozbahiyên Newrozê de bi dûrişmeya "Tenduristiya wî tenduristiya me ye" li Ocalan xwedî hat derketin. Di sala 2008'an de jî bi pêngava "Êdî bes e" Ocalan li qadên Newrozê weke muxatabê çareserkirina Pirsgirêka Kurd hat nîşandan. Di Newroza sala 2009'an de jî axaftinên berê yên Ocalan ku derbarê Newrozê de kiribûn bi dîmenekê li Newroza Amedê de hat nîşandan. Ev dîmen ji aliyê milyonek kesî ve li qadê hat temaşekirin. Di sala 2010'an de ku operasyonên KCK'ê pêk hatin û bi hezaran kes di wan de hatin girtin jî li 108 navenda bi dûrişmeya "Rêbertiya Azad, Nasnameya Azad, Xweseriya Demokratîk" newroz bi beşdariya 4 milyon kesan hat pîrozkirin. Di van pîrozkirinan de 4 milyon kesî dawî li nîqaşa mûxatabiyê aniye û careke din ji bo çareserkirina Prisgirêka Kurd Ocalan muxatab nîşan dan. 
 
Di sala 2011'an de jî Newroz li 130 navendan bi dûrişmeya "Ji bo jiyaneke bi rûmet ya azadî ya azadî" hat pîrozkirin. Di pîrozkirinên vê salê de kurdan peyama xwe ya ji bo însiyatîf girtinê amade kiribûn dan û "Xweseriya Demokratîk" çarçoveya rêbazên çareseriyê ku ji aliyê Îmraliyê ve hatibûn xêzkirin danîn pêşiya dewletê. Di sala 2012'an de jî bi daxwazên "naskirina nasnameya kurdan, mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî, statuya siyasî û mafê rêistinkirinê" amadekiyên Newrozê hatin kirin. Lê Wezareta Karên Hundir di serî de Amed, Stenbol û Êlihê li gelek navendan pîrozbahiyên Newrozê qedexe kir. Li Amedê milyonek kes hemû barîqatan hilweşandin û xwe gihandin qada Newrozê. Li Stenbolê jî ji ber astengiya polisan bûyer derketin û Rêveberê BDP'ê yê Navçeya Arnavûtlûkê Haci Zengîn di bûyeran de jiyana xwe ji dest da. Li Êlihê jî polisan êrişê Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Ahmet Turk kir û pozê wî şikandin.  
 
Di dawiya heman salê de li girtîgehan girtiyên PKK û PAJK'ê dest bi greva birçîbûnê kirin û bi vê grevê deriyê Îmraliyê ji bo çareserkirina Pirsgirêka Kurd hat vekirin. 
 
MANÎFESTOYA OCALAN
 
Di sala 2013'an de Newroz bi şîara "Ji Ocalan re azadî ji kurdan re statû" hat pîrozkirin û manîfestoya Ocalan mohra xwe li pîrozbahiyan da. Vê sale 2 milyon kes tevlî Newrozê bûn. Bi şahidiya milyonan Ocalan bi xwendina nameya xwe peyam da ku ji çareserkirina Pirsgirêka Kurd re amade ye. 
 
JI HER ÇAR ALIYÊN DINYAYÊ KES HERIKÎN AMEDÊ
 
Di sala 2014'an ku Pêvajoya Çareseriyê didomiya de li gelek navendan Newroz bi çoş hat pîrozkirin. Ji çar aliyên dinyayê kes bi rojan beriya Newrozê ji bo şahidiya Newrozê herikîn Amedê. Di Newroza ku bi beşdariya 3 milyon kesan hat pîrozkirin de peyama Ocalan hat xwendin. Di sala 2015'an ku Mutabaqata Dolmabahçeyê hat îmzekirin û hêviyên çareserkirina Pirsgirêka Kurd mezin bû de li 100 navendan Newroz hat pîrozkirin. Dîsa navenda herî giring a Newrozê Amed bû. Ji 25 welatan musterşar, rojnameger, ronakbir, nivîskar, hunermend, akademîsyen, siyasetmedar, dîplomat û parlamenter tevlî pîrozbahiya Newrozê Amedê bûn. Di pîrozbahiyê de Ocalan got, 'Çekan dema xwe têje kiriye" û di mijara çareseriyê de xwest dewlet gavan biavêje.
 
VEGERA LI SALÊN BERÊ
 
Lê berovajiyê hêviyan desthilata AKP'ê polîtîkaya xwe ya guhert û ji 24'ê Tîrmeha 2015'an ve pêvajoya çareseriyê bi dawî kir. Bi vê bidawîkirinê re li Sûr, Gever, Nisêbîn, Şirnex û Cizîrê şerên bajaran pêk hatin û hilweşandineke mezin çêbû. Piştî bidawîkirina pêvajoyê hat xwestin ku Newroza sala 2016'an bê astengkirin. Lê rexmî vê li hemû bajaran Newroz bi dûrişmeya "Ji berxwedana Sûrê ber bi Newroza Azadiyê ve" hat pîrozkirin. 
 
Piştî Hewldana Darbeya 15'ê Tîrmehê di sala 2017'an de di şertên Rewşa Awarte de hat xwestin ku pîrozkirin bên astengkirin. Lê careke din Newroz bi şîara "Em ê teqez qezenc bikin" li hemû bajaran bi coş hat pîrozkirin. Rexmî Rewşa Awarte jî bi milyonan kes herikîn qadên Newrozê. Ji ber ku gefên êrişê yên Tirkiyeyê li ser Rojava hebûn di pîrozkirinan de banga vegera muzakereyê li hikûmetê hat kirin. Di pîrozbahiyên Amedê de xwendekarê zanîngehê Kemal Kûrkût ji aliyê polisan ve hat kuştin. 
 
HIRSA LI DIJÎ DAGIRKIRINA EFRÎNÊ
 
Di sala 2018'an de jî bertekên li dijî dagirkirina Tirkiyeyê ya Efrînê mora xwe li pîrozbahiyên Newrozê dan. Li gelek bajaran rexmî astengî û binçavkirinan jî pîrozkirin hatin kirin û d pîrozkirinan de banga pêkanîna yekitiye neteweyî ya kurdan hat kirin. Salek piştre Newroz bi çalakiya greva birçîbûnê ya ji aliyê Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ve ji rakirina tecrîda li ser Ocalan hatibû destpêkirin û belavî tevahiya girtîgehan bûbû, hat pêşwazîkirin. Bi sed hezaran kes tevlî pîrozbahiyên Newrozê yên bi şîara "Em ê teqez qezenc bikin û tecrîdê rakin" hatin kirin, bûn. 
 
AGIRÊ NEWROZÊ VENEMIRÎ
 
Newroza ku qedexe û êrişan nikaribû wê asteng bikin, di sala 2020'an de ji ber vîrûsa koronayê bi awayekî girseyî nehat pîrozkirin. Parqa Newrozê ku 12 salan li ser hev bi milyonan kesî pêşwazî kirin vê salê roja 21'ê Adarê vala ma. Her çiqas mirov li qadan nehatin gelhev jî li kolanan agirê Newrozê vêxistin û li malên xwe pîrozbahiyan pêk anîn. Rexmî pandemiyê jî sala 2021'an Newroz bi şîara "Bi agirê Newrozê em li ber xwe bidin û azad bibin" careke din Newroz bi girseyî hat pîrozkirin. 
 
'DEM DEMA SERKEFTINÊ YE"
 
Wê îsal jî li 72 navenda Newroz bi qasî hefteyekê bi şîara "Dem Dema Serkeftinê ye" bê pîrozkirin. Starta bernameya Newrozê di 10'ê adarê de li Amedê û di 11'ê adarê de jî li Stenbolê bi deklerasyonekê hat dayîn. Rojeva bingehîn a Newroza îsal jî daxwaza azadiya Ocalan e.
 
MA / Omer Çelîk
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

16/03/2022
11:19 Tifaqa Kurdistanî Sebeba êrişên li ser kurdan parçebûna wan e
10:54 Xwendakarên ku zema rê şermezar kiribûn hatin berdan
10:40 Bernameya Newrozê ya 5 navendan diyar bû
10:32 DEVA û Partiya Pêşerojê: Divê em li cem malbatên girtiyan bin
10:31 Alinak: Çi heyfe ku Başûrê Kurdistanê mêtingeha Tirkiyeyê ye
10:30 Li Amedê gelek jin hatin binçavkirin
10:28 “Bi yekitiya neteweyî re dikare rê li ber Helebçeyên nû were girtin’
09:24 Sembola Newroza Berxwedanê: Bîşeng Anik
09:17 Amed amadekariyên Newroza mezin dike
09:14 Encu ji bo 'Newroza hesabpirsînê' bang kir: Em bi milyonan berê xwe bidin Yenîkapiyê
09:11 Babûr: Tecrîd belavî tevahiya derdorên civakê bûye
09:11 Şahidên Newrozên salên 90'î bi heman ruhî li benda Newroza îsal in
09:07 Ev 28 sal in ji bo Newrozê stranên şoreşgerî distre
09:06 Gelê kurd li dijî Dehaqan bû ‘Kawayê Hemdem’
09:00 ROJEVA 16'Ê ADARA 2022'YAN
08:47 TBB'ê qurbaniyên Komkujiya Helebçeyê bi bîr anî
08:46 Xwendekaran birîna avê şermezar kir
15/03/2022
21:18 Li Mêrsînê jinan agirê ewil ê Newrozê vêxist
18:59 Li gundên Mêrdînê agirê Newrozê gur bû
18:51 Li navçeyên Amedê pîrozbahiyên Newrozê
18:39 KESK û TÛHAD-FED'ê serdana Nobeda Edaletê kirin
16:56 Komên girêdayî Tirkiyeyê li Efrînê welatiyek revand
16:55 Yerlîkaya: Cejnên me bûne rojên berxwedana me
16:52 Taşçier: Em li dijî zordariyê biherikin Newrozê
16:41 Çawişê pispor tundî li bijîjk kir
16:32 Sancar: Dê hesabên hilbijartinê yên AKP-MHP’ê li dîwarê HDP’ê bieliqe
16:31 Girtiyê ku hat berdan piştî 10 rojan jiyana xwe ji dest da
16:31 Di mitînga DÎSK’ê de karkeran bi kefen û darbestê bihabûn protesto kir
16:07 Eniya Hevpar a Têkoşîna Kedê: Yekitiya Kedkar û Karkeran
15:58 Li Rihayê agirê Newrozê geş kirin
15:57 Li Geliyê Zapê agirê Newrozê hat hilkirin
15:38 Li çar aliyan banga tevlibûna Newrozê li xelkê tê kirin
15:07 Bernameya Newroza Stenbolê diyar bû
14:42 Malbatên girtiyan li ber girtîgehê çalakî li dar xistin
14:25 Kedkarên tenduristiyê banga mezinkirina têkoşînê kirin
14:24 Ceza li rojnameger Zekîne Turkerî birîn
13:11 Ji bo astengkirina malperan ‘ewlekariya neteweyî’ kirin hincet
12:55 Derbarê parêzerê malbata Dedeogullari de 3 lêpirsînên cuda hatin destpêkirin
12:28 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdanek nû kirin
12:27 Daxwaza azadî û demokrasiyê bi Newrozê şênber bû
12:26 'Polîtîkayên hikûmetê yên ku krîza Başûr çareser bikin tune ye'
12:26 Emîne Şenyaşar: Hemû dinyayê dengê me bihîst lê ma tenê Erdogan nabihîze?
11:57 Serekşêwirmendê Zelenskiy: Dibe ku şer di meha gulanê de bi dawî bibe
11:43 Agirê ewil ê Newroza 2022’yan hat vêxistin: Niha dem dema azadiya Ocalan û serkeftinê ye
11:26 Li Enqereyê amadekariyên Newrozê: Werin em li dijî Dehaqan bi hev re têbikoşîn
10:57 Bozarslan: Putîn bi şerê Ûkraynayê re Tirkiye xiste xefikê
10:40 Zebarî yê YNK’î: Hevdîtina Barzanî û Erdogan hevdîtineke fermî nîne
10:10 Çelebî: Di doza Kûrkût de ji polîsan re gotin ‘serbest bin, em we diparêzin’
09:47 Girtiyên li Girtîgeha Qubînê 5 saetan di bin berf û baranê de hatine hiştin
09:24 6 sal in li benda hestiyên kurê xwe ye
09:21 Komplo lê hat kirin û dozger jî xwest cezayê muebedê le were birîn!
09:19 Şahidan behsa Newroza Cizîrê ya 92'yan kir
09:14 ‘Ez dayika egîda me, serbilind im û li ser pêya me’
09:13 Kurd ji bo Newrozê astengiyan nas nakin!
09:12 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Parastina jinan erka her çar parçeyên Kurdistanê ye
09:11 30 sal in li qadên Newrozê ye
09:10 Xelkê Bazîdê: Newroz ji bo azadiya kurdan roja serhildanê ye
09:10 ‘Armanca çalakiyan teşhîrkirina raporên ATK’ê ye’
09:00 ROJEVA 15'Ê ADARA 2022'YAN
14/03/2022
22:23 Li Îzmîrê govenda ewil a Newrozê
21:14 Li gundê Sûrê Newroz hat pîrozkirin
21:08 Tenduristkaran Cejna Tibê pîroz kir
19:59 Gundên Amedê amade ne ji bo Newrozê
18:13 Serlêdana ji bo Newroza Wanê û Erdîşê hat qebûlkirin
17:59 Li Elkê coşa Newrozê
16:56 Alîkarê qeyûmê Dêrikê îstifa kir
16:51 Ji Wezîrê Dadê daxwaza berdana girtiyên nexweş kirin
16:30 Li gund û taxan dûyê agirê Newrozê bilind dibe
15:43 Gelê Elkê vexwendin Newrozê
15:22 Pîrozbahiyên Newrozê yên li tax û navçeyên Amedê didomin
15:07 Ûkrayna û Rûsya dîsa li hev rûniştin
15:01 Li Êlihê agirê Newrozê hat vêxistin
15:01 ‘Dixwazin ser Komkujiya Konyayê bigirin'
13:54 Banga Newrozê: Em li dora agirê Newrozê yekitiya xwe xurt bikin
13:26 Li Efrînê 11 kes hatin revandin
13:25 Ji DEVA’yê soza piştevaniya bo malbatên girtiyan: Daxwazên we daxwazên me ne
13:02 Greva bijîşkan bandora xwe li seranserî welat kir
12:49 AKP-MHP benda hilbijartinê dadixînin ji sedî 7'an
12:21 HDP'ê ji bo kedkarên tenduristiyê pêşniyarqanûn da meclisê
12:21 Doza Kobanê: Dozger biryara Gurcistanê dît, biryara bo Tirkiyeyê ji nedîtî ve hat
12:13 Malbata Şenyaşar: Hem kesên komkujî kirin û hem jî serdozger dê bên darizandin
12:12 Li gorî rapora SIPRI'yê dinya bi çek dibe
10:24 Ev 30 sal in pora xwe hine dike û berê xwe dide qada Newrozê
10:20 Ji ber greva bijîşkan nexweşxane vala man
10:02 Nêzî 30 cenazeyan 6 sal in nedane malbatên wan
09:17 Li Mêrdînê ji ber berfê dibistan hatin girtin
09:17 Banga gelê Elkê ya li Barzanî: Serkeftina me bi tifaqa me pêkan e
09:03 Rojnamevan Oktay: Jin bûbûn remza berxwedana xwerêveberiyê
09:03 ‘Em ê serê xwe netewînin’
09:03 Di 11 salan de tenê 7 caran hevjînê xwe yê girtî dîtiye
09:03 ‘Newroz wek mîrasa berxwedana hevjînê min ji me re ma’
09:00 ROJEVA 14'Ê ADARA 2022'YAN
13/03/2022
22:30 Li Amedê hilkirina agirê Newrozê berdewam dike
22:19 Bûldan: Em mil bidin milê hev û bimeşin qadên Newrozê
19:56 Malbata Dedeogûllari: Heke edalet pêk neyê em ê dest bi Nobeda Edaletê bikin
16:51 Li Sûr a Amedê agirê Newrozê hate vêxistin
16:04 Dîmenên teqîna li Tesîsên Etî Bakirê pêk hatibû derketin holê
16:04 Li Mêrdînê komxebata jinan: Peymana Stenbolê dîsa têxin meriyetê
15:14 Li Dêrsimê xebatên Newrozê dest pê kirin
15:14 Ji bo Newroza Wanê bang kirin