Ev 28 sal in ji bo Newrozê stranên şoreşgerî distre

img

STENBOL - Hunermend Mervan Tan da zanîn ku 26 sal in di her Newrozê de derketiye ser dikê û stranên xwe yê Newrozê striya ye. Tan, got: “Ez niha jî bi kelecana Newroza ewil dê derkevim ser dikê.” 

Newroza îsal dê bi dirûşma "Dem dema serkeftinê ye" li 72 navendan bê pîrozkirin. Azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, rewşa girtiyên nexweş, binpêkirinên li girtîgehan û yekitiya neteweyî ya gelê kurd dê bibin rojevên sereke yên Newroza îsal. Wekî her sal, îsal jî di pîrozbahiyên Newrozê de gelek hunermend derkevin ser dikê û bi stranên xwe qadên Newrozê germ bikin. Yêk ji van jî hunermendê Navenda Çanda Mezopotamyayê Mervan Tan e. Tan, têkildarî mijarê bi ajansa me re axivî. 
 
Tan, da zanîn ku di salên 90’î de ji ber valakirina gundan ji Tetwanê koçberî Stenbolê bûne û wiha got: “Hêj beriya koçberiyê min dest bi xebatên hunerê kir. Li Tetwanê diçûm dawetan û min stran digotin. Bi hatina Stenbolê re jî di baskê çandê yê Partiya Demokrasiya Gel (HADEP) de de xebitîm. Di salên 85’an de min dest bi xebatên muzîkê kir û 11 salan bi amatorî stran gotin. Di 96’an de jî tev li Koma Agirê Jiyan a NÇM’ê bûm. Nêzî 7 salan di vê komê de mam. Bi giştî 28 sal in di nava xebatên hunerê de me.” 
 
‘EM DU SALAN BI MEŞÊ DIÇÛN SAZIYÊ’
 
Bi domdarî Tan diyar kir ku di sala 96’ê de beşdarî xebatên hunerê bûye û wiha pê de çû: “Hatin û çûna saziyê pir zehmet bû. Em rastî gelek astengî û zextan dihatin. Lê me paşde gav neavêt û têkoşîna xwe ya hunerê domand. Ev 26 sal in di her Newrozê de derdikevim ser dikê. Zarokatiya min di nava xebatên saziyê de derbas bû. Di du salên ewilî de me di hêla aborî de gelek zehmetî dîtin. Ji bo ku ji saziyê re nebin bar, em du salan di wê berf û sermayê de bi piyan diçûn saziyê û dihatin. Lê ev bo me nedibû astengî. Her roj em bi coşeke mezin diçûn û dihatin. Nêzî sal û nîvan jî em li saziyê razan.” 
 
‘ÇIL KES BÛN MILYONAN KES’
 
Tan, anî ziman ku xebatên wan her ku diçû baştir dibûn û wiha derbirî: “Di 96’an de ji ber zextên heyî me nedikariya li Stenbol konser û çalakiyan li dar bixin. Me di jêrzemîna saziyê de konser da. Nêzî 40 kesan tev li bûbûn. Lê bi saya serhildan û berxwedana gel, ev çil kes bûn sedhezar kes, bûn milyon kes û hemû qad û eywan tije kirin. Newroz, ji bo gelê kurd û mîna nan û avê ye. Xweza her sal xwe nû dike, bihêz dike û têdikoşe. Newroz jî ji bo gelê kurd xwedî heman wateyê ye. Gelê kurd jî her sal xwe nû dike, bihêz dike û bi kelecaneke mezin dikeve. Newroz ji bo kurdan, dîrok e.” 
 
 JI BO NEWROZÊ 4 STRAN DERXIST
 
Tan, destnîşan kir ku di nava 28 salan de 4 stran ji bo Newrozê derxistine û wiha got: “Navê strana ewil Newroza Gel bû ku di sala 91’ê de min derxist. Ya duyemîn bi navê Newroz Jiyane di sala 2002’yan de, ya sêyemîn bi navê Azadî di 2010’an de û ya dawî jî Dîlana Azadiyê bû. Amadekariya strana Newroza îsal jî didome. Min xwest Dîlana Azadiyê ne tenê di Newrozê de lê di hemû şahiyên kurdan de bên gotin.” 
 
ZEXTÊN LI SER HUNERA KURDÎ
 
Di berdewamê de Tan bal kişand ser zextên li ser çanda kurdî û ev tişt anî ziman: “Di salên 90’î de zextekî giran hebû. Bi sedan hevalên me hatin qetilkirin. Tevî zilm û zordariyê jî me xebatên xwe didomandin. Seknekî xurt hebû. Heta niha derheqê min de nêzî 20 lêpirsîn hatine vekirin. Heke tu huhermendekî kurd bî û li ser çand û hunera kurdî bisekinî, her tim wekî dijmin tê dîtin. Em ê her tim ji bo ziman, çand, huner û pêşeroja gelê xwe têbikoşîn. Êrişên li ser gelê kurd, li dijî çi gelan nayên kirin. Her ku bi ser me de hatin, me hîn bêhtir li ber xwe da. Em, ji bo kok û xaka xwe têdikoşîn. Dixwazin hebûna me tune bihesibînin. Em jî dêli dijî vê têbikoşîn.”
 
BANGA NEWROZÊ 
 
Hunermend Tan, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Cara ewil di sala 98’an de weke solîstê Koma Agirê Jiyan tev li bernameya Newroza Amedê bûm. Hêj niha jî kelecana wê Newrozê dijîm. Li hemberî min bi milyonan kes hebûn. Ji kelecanê çokên min dileriziyan. Niha bo min weke xewneke xweş tê. Dema ji dikê hatim xwarê, min digot qey di xewnekê de me. Dema mirov coşa qadê dibîne, dibêjî êdî hemû cîhan li dijî te şer bike jî bi te nikare. Gel, vê baweriyê dide mirov. Coşa wê demê xwer berdaye nava ruhê min, hêj jî didome. Banga min ji bo gelê kurd û dostên wan ew e ku li her deverê tev li Newrozê bibin. Em ê di Newroza îsal de jî ji gelê xwe re bibêjin ku serfirazî, serkeftin û azadiya me girêdayî hev e. Daxwaza me ew e ku tevahiya gelê kurd ji bo serfirazî û tifaqa xwe qadên Newrozê tije bike.”
 
MA / Mazlum Engîndenîz
 

Sernavên din

16/03/2022
11:19 Tifaqa Kurdistanî Sebeba êrişên li ser kurdan parçebûna wan e
10:54 Xwendakarên ku zema rê şermezar kiribûn hatin berdan
10:40 Bernameya Newrozê ya 5 navendan diyar bû
10:32 DEVA û Partiya Pêşerojê: Divê em li cem malbatên girtiyan bin
10:31 Alinak: Çi heyfe ku Başûrê Kurdistanê mêtingeha Tirkiyeyê ye
10:30 Li Amedê gelek jin hatin binçavkirin
10:28 “Bi yekitiya neteweyî re dikare rê li ber Helebçeyên nû were girtin’
09:24 Sembola Newroza Berxwedanê: Bîşeng Anik
09:17 Amed amadekariyên Newroza mezin dike
09:14 Encu ji bo 'Newroza hesabpirsînê' bang kir: Em bi milyonan berê xwe bidin Yenîkapiyê
09:11 Babûr: Tecrîd belavî tevahiya derdorên civakê bûye
09:11 Şahidên Newrozên salên 90'î bi heman ruhî li benda Newroza îsal in
09:07 Ev 28 sal in ji bo Newrozê stranên şoreşgerî distre
09:06 Gelê kurd li dijî Dehaqan bû ‘Kawayê Hemdem’
09:00 ROJEVA 16'Ê ADARA 2022'YAN
08:47 TBB'ê qurbaniyên Komkujiya Helebçeyê bi bîr anî
08:46 Xwendekaran birîna avê şermezar kir
15/03/2022
21:18 Li Mêrsînê jinan agirê ewil ê Newrozê vêxist
18:59 Li gundên Mêrdînê agirê Newrozê gur bû
18:51 Li navçeyên Amedê pîrozbahiyên Newrozê
18:39 KESK û TÛHAD-FED'ê serdana Nobeda Edaletê kirin
16:56 Komên girêdayî Tirkiyeyê li Efrînê welatiyek revand
16:55 Yerlîkaya: Cejnên me bûne rojên berxwedana me
16:52 Taşçier: Em li dijî zordariyê biherikin Newrozê
16:41 Çawişê pispor tundî li bijîjk kir
16:32 Sancar: Dê hesabên hilbijartinê yên AKP-MHP’ê li dîwarê HDP’ê bieliqe
16:31 Girtiyê ku hat berdan piştî 10 rojan jiyana xwe ji dest da
16:31 Di mitînga DÎSK’ê de karkeran bi kefen û darbestê bihabûn protesto kir
16:07 Eniya Hevpar a Têkoşîna Kedê: Yekitiya Kedkar û Karkeran
15:58 Li Rihayê agirê Newrozê geş kirin
15:57 Li Geliyê Zapê agirê Newrozê hat hilkirin
15:38 Li çar aliyan banga tevlibûna Newrozê li xelkê tê kirin
15:07 Bernameya Newroza Stenbolê diyar bû
14:42 Malbatên girtiyan li ber girtîgehê çalakî li dar xistin
14:25 Kedkarên tenduristiyê banga mezinkirina têkoşînê kirin
14:24 Ceza li rojnameger Zekîne Turkerî birîn
13:11 Ji bo astengkirina malperan ‘ewlekariya neteweyî’ kirin hincet
12:55 Derbarê parêzerê malbata Dedeogullari de 3 lêpirsînên cuda hatin destpêkirin
12:28 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdanek nû kirin
12:27 Daxwaza azadî û demokrasiyê bi Newrozê şênber bû
12:26 'Polîtîkayên hikûmetê yên ku krîza Başûr çareser bikin tune ye'
12:26 Emîne Şenyaşar: Hemû dinyayê dengê me bihîst lê ma tenê Erdogan nabihîze?
11:57 Serekşêwirmendê Zelenskiy: Dibe ku şer di meha gulanê de bi dawî bibe
11:43 Agirê ewil ê Newroza 2022’yan hat vêxistin: Niha dem dema azadiya Ocalan û serkeftinê ye
11:26 Li Enqereyê amadekariyên Newrozê: Werin em li dijî Dehaqan bi hev re têbikoşîn
10:57 Bozarslan: Putîn bi şerê Ûkraynayê re Tirkiye xiste xefikê
10:40 Zebarî yê YNK’î: Hevdîtina Barzanî û Erdogan hevdîtineke fermî nîne
10:10 Çelebî: Di doza Kûrkût de ji polîsan re gotin ‘serbest bin, em we diparêzin’
09:47 Girtiyên li Girtîgeha Qubînê 5 saetan di bin berf û baranê de hatine hiştin
09:24 6 sal in li benda hestiyên kurê xwe ye
09:21 Komplo lê hat kirin û dozger jî xwest cezayê muebedê le were birîn!
09:19 Şahidan behsa Newroza Cizîrê ya 92'yan kir
09:14 ‘Ez dayika egîda me, serbilind im û li ser pêya me’
09:13 Kurd ji bo Newrozê astengiyan nas nakin!
09:12 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Parastina jinan erka her çar parçeyên Kurdistanê ye
09:11 30 sal in li qadên Newrozê ye
09:10 Xelkê Bazîdê: Newroz ji bo azadiya kurdan roja serhildanê ye
09:10 ‘Armanca çalakiyan teşhîrkirina raporên ATK’ê ye’
09:00 ROJEVA 15'Ê ADARA 2022'YAN
14/03/2022
22:23 Li Îzmîrê govenda ewil a Newrozê
21:14 Li gundê Sûrê Newroz hat pîrozkirin
21:08 Tenduristkaran Cejna Tibê pîroz kir
19:59 Gundên Amedê amade ne ji bo Newrozê
18:13 Serlêdana ji bo Newroza Wanê û Erdîşê hat qebûlkirin
17:59 Li Elkê coşa Newrozê
16:56 Alîkarê qeyûmê Dêrikê îstifa kir
16:51 Ji Wezîrê Dadê daxwaza berdana girtiyên nexweş kirin
16:30 Li gund û taxan dûyê agirê Newrozê bilind dibe
15:43 Gelê Elkê vexwendin Newrozê
15:22 Pîrozbahiyên Newrozê yên li tax û navçeyên Amedê didomin
15:07 Ûkrayna û Rûsya dîsa li hev rûniştin
15:01 Li Êlihê agirê Newrozê hat vêxistin
15:01 ‘Dixwazin ser Komkujiya Konyayê bigirin'
13:54 Banga Newrozê: Em li dora agirê Newrozê yekitiya xwe xurt bikin
13:26 Li Efrînê 11 kes hatin revandin
13:25 Ji DEVA’yê soza piştevaniya bo malbatên girtiyan: Daxwazên we daxwazên me ne
13:02 Greva bijîşkan bandora xwe li seranserî welat kir
12:49 AKP-MHP benda hilbijartinê dadixînin ji sedî 7'an
12:21 HDP'ê ji bo kedkarên tenduristiyê pêşniyarqanûn da meclisê
12:21 Doza Kobanê: Dozger biryara Gurcistanê dît, biryara bo Tirkiyeyê ji nedîtî ve hat
12:13 Malbata Şenyaşar: Hem kesên komkujî kirin û hem jî serdozger dê bên darizandin
12:12 Li gorî rapora SIPRI'yê dinya bi çek dibe
10:24 Ev 30 sal in pora xwe hine dike û berê xwe dide qada Newrozê
10:20 Ji ber greva bijîşkan nexweşxane vala man
10:02 Nêzî 30 cenazeyan 6 sal in nedane malbatên wan
09:17 Li Mêrdînê ji ber berfê dibistan hatin girtin
09:17 Banga gelê Elkê ya li Barzanî: Serkeftina me bi tifaqa me pêkan e
09:03 Rojnamevan Oktay: Jin bûbûn remza berxwedana xwerêveberiyê
09:03 ‘Em ê serê xwe netewînin’
09:03 Di 11 salan de tenê 7 caran hevjînê xwe yê girtî dîtiye
09:03 ‘Newroz wek mîrasa berxwedana hevjînê min ji me re ma’
09:00 ROJEVA 14'Ê ADARA 2022'YAN
13/03/2022
22:30 Li Amedê hilkirina agirê Newrozê berdewam dike
22:19 Bûldan: Em mil bidin milê hev û bimeşin qadên Newrozê
19:56 Malbata Dedeogûllari: Heke edalet pêk neyê em ê dest bi Nobeda Edaletê bikin
16:51 Li Sûr a Amedê agirê Newrozê hate vêxistin
16:04 Dîmenên teqîna li Tesîsên Etî Bakirê pêk hatibû derketin holê
16:04 Li Mêrdînê komxebata jinan: Peymana Stenbolê dîsa têxin meriyetê
15:14 Li Dêrsimê xebatên Newrozê dest pê kirin
15:14 Ji bo Newroza Wanê bang kirin