Cil û bergên Newrozê amade ne

img

AMED - Yasemîn Suleymanoglû ya li Amedê karê cildirûnê dike diyar kir ku beriya Newrozê daxwaza cil û bergên netewî zêde bûye û ji ber qeyrana aborî cilên yek reng tên tercîhkirin. 

Li Amedê ji pîrozbahiyên Newroza ku dê bi dirûşmeya “Niha dema serkeftinê ye” were pîrozkirin û ji 7 salî heta 70’ê salî her kes bi awayekî kelecan li benda roja Newrozê ye. Ji bilî partiyên siyasî welatî jî amadekariyên xwe yên ji bo pîrozbahiya di 21’ê Adarê de li Parka Newrozê ya li navçeya Rezanê bê lidarxistin didomînin. Welatiyên ku ji bo Newrozê amadekariyan dikin, li cildirûnên ku cilên herêmî ango netewî didûrin ketine dorê. Ji ber eleqeya zêde dirûnkar zehmetiyê dikişînin. Yek ji dikana cildirûnê ku ev eleqe lê zêde ye jî dikana bi navê Lewendî ya li ser Cadeya Melîk Ahmet a li navçeya Sûra Amedê ye. 
 
Xwediya kargehê Yasemîn Suleymanoglu jî diyar kir ku îsal ji ber daxwaza zêde kar zêde bûye. Suleymanoglû bi lêv kir ku zêde bûna kar beriya Roja Jinan a Cîhanê dest pê kiriye û da zanîn ku 20 sal in bi hezkirin vî karî dike. Suleymanoglû, anî ziman ku ji ber cil û bergên aydê çanda kurdî girîngiyeke taybet dide dirûtinê û wiha got: “Em di meha Adarê de hem diwestin hem jî ji bo me cihê keyfxweşiyeke mezin e. Ji bo çalakiyên di meha Adarê de herkes di nava liv û tevgerekê de ye û bi kelecan in. Em her sal bi vê rewşê re rûbirû ne. Em li vir çar hevalên jin dixebitin. Em bi wan re meha Adarê pêşwazî dikin.”
 
BIHAYÊ CILAN DADIXÎNE
 
Suleymanoglû, bal kişand ser qeyrana aboriyê ya li welat ku hêza kirînê daxistiye û wiha berdewam kir: “Êdî her kes nikare van cilan bikire. Lê dîsa jî ji bo mirov van cilan li xwe bikin zorê didin xwe. Hin mirov ji ber nikarin cilên ku dixwazin li qadan li xwe bikin bikirin, gelek xemgîn dibin. Ez bihayê wan dadixînim jî. Ku gelê me ji bo qadan rengîn bikin û bikaribin tevli Newrozê bibin.”
 
Suleymanoglû, da zanîn ku ji her derên ku Newroz tê pîrozkirin sîparîşan digirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em cilên herêmî dişînin her derê cîhanê. Karê me yê derveyî welat jî zêde ye. Bi taybetî beriya Newrozê em gelek sîparîşan digirin. Îro gelê Amedê jî gelek sîparîş dan û bi hemû kelacaniya xwe li benda roja Newrozê ne.”
 
QEYRANA ABORÎ BANDOR LI RENGAN KIR
 
Suleymanoglû, bal kişand ser cureyên kincên ku îsal herî zêde hatine siparîşkirin û wiha pê de çû: “Rêza cil û bergên di çanda kurdî de diyar e. Mirov bi reng û motîfên xwe diçin qadan. Bi taybetî jin cilên bi motîfên kulîlkan tercîh dikin. Her wiha kincên bi motîfên kevirî jî hene lê di Newrozê de pir nayên tercihkiri. Ev yek karê me jî hêsantir dike. Îsal cilên bikulîlk, yekreng û rehet têne tercîh kirin. Ji ber kêmbûna hêza kirînê mirov îsal yek reng zêdetir sîparîş dikin. Wan cilan jî bi kemberên rengîn dixemilînin. Her wiha sê modelên cil û bergên mêran jî hene. Ew jî bi tercîha mirov ve girêdayî ye.”
 
JI BO TEVLI NEWROZÊ BIBIN ROJAN DIHEJMÊRIN
 
Suleymanoglû, diyar kir ku wan herî zêde di navbera pîrozbahiyên Newrozê yên di salên 2013 û 2015’an de siparîş girtibûn û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Karê me ji aliyê bazirganiyê ve pir û pir baş bû. Wê salê firotineke me ya bêhempa hebû. Wê salê hema bêje li her mala Amedê mêvanek hebû. Ji bo ku em du hefteyan bixebitin me derman bikaranîn. Ji bo em ser pêyan bisekinin me her tim qehwe vedixwar. Em jî ji bo ku îsal tevlî pîrozbahiyên Newrozê bibin rojan dihejmêrin. Heke em neçin çênabe. Hêvî dikim îsal jî weke her carê bibe Newrozeke bihişmet.”
 
MA / Ergîn Çaglar
 

Sernavên din

18/03/2022
16:17 Lîstikvan Peake piştgirî da hunermend Nûdem Dûrak
15:55 Ji bo girtiyên siyasî nameyeke vekirî ji Meclisê re şandin
15:47 Di doza DÎAYDER’ê de şahid hatin guhdarkirin: ÎBB’ê alîkariya bi hezaran komeleyan kiriye
15:31 Hunermend Çiya Şenses hat binçavkirin
14:36 Ji dehan partî û saziyên kurd bo Newrozê peyama hevpar
13:38 Derket holê ku polîsan îşkence li cenazeyê Mehmet Aslan kirine
13:23 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:53 Ji bo gelek bajaran destûra pîrozbahiya Newrozê hate dayîn
12:40 Malbata Şenyaşar: Em ê teslîmî tirsê nebin
11:55 Kar û barên îfadegirtinê yên jinên di bin çavan de dest pê kir
11:49 ‘Em ê di Newrozê de bersiva hişmendiya înkar û îmhayê bidin’
11:13 Walîtiyê nehêla ku derheqê polîsên Şenyaşar binçavkirin de lêpirsîn bê vekirin
11:07 Rahşan Demîrel di rûhê milyonan de dijî
11:06 Li Batmanê kelecana pîrozbahiya Newrozê didome
10:41 Wê gelê Botanê bi rengên xwe bi herike qadên Newrozê
10:31 Qoser ji pîrozbahiya Newrozê re amade ye
10:26 Ahmet Turk ji bo Newrozê bang kir: Tevlibûn erk û berpirsyariyeke
10:14 Li girtîgehê nîzama leşkerî tê ferzkirin
10:12 25 sal in bi ala DEHAP’ê tevli Newrozê dibe: Em mecbûr in agirê Newrozê vêxin
10:12 Li Edeneyê 10 kes hatin binçavkirin
09:52 ‘Girtiyê nexweş Ozkan terkî mirinê hatiye kirin û ev cînayet e’
09:09 Kurê Haci Zengîn: Em ê li qada Newrozê bin
09:09 ‘Newroz, dê bibe gava herî xurt a Tifaqa Demokrasiyê'
09:09 Li Cizîrê amadekariyên Newrozê: Em ê bi reng û dengê xwe li qadê bin
09:06 Têkoşîna hevpar dê di Newroza Stenbolê de li hev kom bibe
09:06 'Newroz meşaleya yekitiyê ye'
09:06 Mazlum Dogan: Dê tiştên gelek xweş çêbin
09:00 ROJEVA 18'Ê ADARA 2022'YAN
17/03/2022
22:18 Mûsa Farisogûllari yê HDP'î ji girtîgehê derket
19:00 Li Mêrdînê agirê Newrozê geş bû
18:49 Rêvebira HDP'î Aksû hat berdan
17:10 Zulkuf Gezen li ser gora xwe hat bibîranîn
17:06 Şaredariya Silopiyayê Bazara Keda Jinan vekir
16:43 Girtiyê nexweş Ozkan ku nikaribû bê odeya SEGBÎS'ê nehat berdan
16:28 Li Hezex û Rezanê amadekariyên Newrozê hatin kirin
16:01 Daxwaza keşfê ya di Doza Komkujiya Îzolê de hate redkirin
15:45 ‘Heke edalet hebûya dê dayik ne li vir bûna’
15:30 Federici û Devis ji bo Aysel Tugluk banga azadiyê kirin
15:30 Zaînal Abarakov hat binçavkirin
14:58 Ji Newroza Hezroyê: Heke îro deriyên Îmraliyê bên vekirin dê aştî were
14:53 Bertek nîşanî binçavkirina 23 jinan dan: Tundî lê hatiye kirin
14:37 Banga Doza Geziyê: Berxwedan didome
14:32 Malbatan ji bo azadiya girtiyan li pêşiya edliyeyê bang kirin
14:31 Li Silopiya û Dîlokê amadekariyên Newrozê didomin
13:56 Herêma Egeyê ji bo Newrozê amade ye
13:52 Doza parêzerên Ocalan hat taloqkirin
13:52 Polisan li Mêrsînê bi ser malan de girtin
13:19 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kir
13:13 23 jin bi hêceta meşa 25’ê Mijdarê hatine binçavkirin
13:11 Di doza rojnameger Kurşun de biryara yekkirinê dozê hat dayîn
12:29 Şandeya ingîlîz: Divê Erdogan ji ber sûcên şer were darizandin
12:16 Malbata Şenyaşar: Bila walî û dozger nebin şirîkê sûc
12:02 Tenê 6 meh ma ku Doza Mûsa Anter bikeve ber demboriyê
11:54 TEV-DEM: Tirkiyeyê Efrîn veguherand navenda çete û terorê
11:43 Dadgehê 6 sal û 3 meh ceza li Dayika Aştiyê Meryem Soylû birî
11:37 AYM dê ji bo serlêdana Semra Guzel bicive
11:34 Parêzer Çakas: Rêveberiyên girtîgehan guh nadin biryarên AYM’ê
11:26 Li Erdîşê bi hezaran kesî xwe da ber tîna agirê Newrozê!
11:06 Partiyên Kurdistanî: Werin Newrozê, dem dema yekitiyê ye
10:48 Newroza ku ji Kadîfekaleyê veguhêzî Gundogduyê
10:47 Banga xwedî derketin û tevlibûna mihrîcana fîlmê kurdî kirin
10:46 Banga ji bo saziyên navnetewî: Tiştên ku tên serê jinên Efrînê bibînin
10:04 Qeyûmê Qoserê navê Parka Mehmet Sîncar guhert!
09:59 Bernameya Duyemîn Mihrîcana Fîlmên Kurd a Stenbolê
09:37 Wê qada Newrozê bi cil û bergên xwe bixemilînin
09:23 Bangawaziya HDK'ê ya ji bo Newrozê: Dem dema mezinkirina têkoşînê û serkeftinê ye
09:13 Hevdîtina Barzanî-Erdogan: Amadekariya êrişeke topyekûn tê kirin
09:12 'Şahidên nepen' ên bûn sedema girtina bi dehan kesan pûç derketin!
09:11 Şahidê gelek Newrozan: Aştî bi Ocalan pêkan e
09:10 Dîrokzan Bayrak: Newroza îsal dê ne kêmî ya 2013'an be
09:09 Cil û bergên Newrozê amade ne
09:08 Şêniyên Rihayê: Em ê di Newrozê de azadiya Ocalan daxwaz bikin
09:00 ROJEVA 17'Ê ADARA 2022'YAN
16/03/2022
21:13 Li Dersimê agirê Newrozê gur kirin
21:05 'Agirê Newrozê dê tecrîdê bişewitîne'
20:12 Li Japonyayê bi pileya 7.3 erdhejek çêbû
17:06 Qurbaniyên komkojiya Helepçe û Beyazitê bi bîr anîn
16:41 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Tekîrdagê bi dawî bû
16:26 Nobeda Edaletê ya li Wanê û Îzmîrê berdewam dike
16:18 Mezlûm Ebdî li gel şandeyeke DYA û NY'yê civiya
15:36 Qurbaniyên Komkujiya Helebçeyê hatin bibîranîn: Em ê tu carî ji bîr nekin
15:22 Derbarê parlamenterên muxalefetê de 9 fezleke hatin amadekirin
15:21 Venêrîniya Cemaweriyê serlêdana ji bo Ozkan red kir
15:05 Ji bo Newroza Mêrsîn û Hatayê destûr hat dayîn
14:52 Temellî: Werin em li qada Newrozê mil bidin milê hev
14:43 ÎHD'ê qurbaniyên Helebceyê bi bîr anî
14:21 Di dorpêça polîsan de dirûşma ‘Bijî berxwedena zindanan’ berz kirin
14:11 ÎHD'ê çavdêriya xwe ya 8'ê Adarê bi raporekê weşand
13:47 KESK: Jinên binçavkirî tavilê berdin
13:37 Cenazeyê Şîlan Çîçek li Mêrdînê hate definkirin
13:26 Li ser sînorê Dirbêsiyê 2 ciwan hatin kuştin
13:00 Li navenda Şirnexê starta Newrozê hat dayîn
12:36 Li 4 navçeyên Amedê destûra Newrozê hat dayîn
12:27 HDP’ê Kemal Kûrkût bi bîr anî
12:26 Di muzakereyên Rûsya û Ûkraynaye de pêşketin çêbûn
12:09 Malbata Şenyaşar: Kesên li dijî zilmê xwe bêdeng dikin neçarî têkçûnê ne
12:03 Hejmara bersûcên di doza teqîna Pasûrê de zêde bûn
11:39 Li Wanê rojev Newroz e: Wê gel peyamê bide
11:38 ‘Çareseriya’ Kiliçdaroglu xelkê Amedê qaneh nekir
11:38 Ciwanên HDP'î hatin berdan