Di doza rojnameger Kurşun de biryara yekkirinê dozê hat dayîn

img
MÊRDÎN - Derheqê xebatkarê rojnameya Azadiya Welat Çetîn Kurşun de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” dozeke nû hate vekirin. Kurşun, di danişîna dozê de sûcên lê dihatin kirin red kir û şandeya dadgehê jî biryar da ku her du dozên wî di dosyayekê de bibin yek. 
 
Rojnameya Azadiya Welat, bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin. Derheqê xebatkarê rojnameyê Çetîn Kurşun de bi îdiaya ku damezirînerê malpera Ciwannewsê ye, bi sedema “li pey hev propagandaya rêxistinê kiriye” doz hatibû vekirin. Şandeya dadgehê 3 salan cezayê hefsê dabû rojnameger Kurşun lê ev biryar ji hêla Îstînafê ve hatibû xerakirin. 3’yemîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Dadî ya Herêmî ya Dîlokê xwest ku Kurşun bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” were darizandin. Danişîna dozê di 27’ê çileyê de dîsa hate dîtin û 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê bi îdiaya ku Kurşun bi weşandina nûçeyên di Ciwannewsê re “propagandaya rêxistinê” kiriye, gilî kir. 
 
DOZEKE NÛ HATE VEKIRIN 
 
Li ser vê yekê, Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê bi heman tawanan derheqê Kurşun de îdianame amade kir û ji 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê re şand. Dadgehê ev îdianame qebûl kir û danişîna ewil a dozê îro hate dîtin. Rojnameger Kurşun jî di danişîna dozê de amade bû. 
 
‘ELEQEYE MIN BI MALPERÊ RE NÎNE’
 
Di danişînî de kurtayiya îdianameyê hat xwendin û piştre jî Kurşun parastina xwe kir. Kurşun, da zanîn ku ew rojnamegere û tawanên lê tên kirin red kir. Di berdewamê de Kurşun destnîşan kir ku polîsan di 6’ê sibata 2018’an de deriyê mala wan şikandiye, bi ser malê de girtine û hatiye binçavkirin. Kurşun, parastina xwe wiha domand: “14 rojan di bin çavan de mam û min nezanî bê ka bi çi têm tawanbarkirin. Li emniyetê pirsên nezelal ji min dikirin. Parêzerê min tune bû lewma jî min mafê xwe yê bêdengmayînê bi kar anî. Lê ji min re gotin; ‘ev der qereqol nîne. Ev der TEM e. Em li vê derê delîlan radixin ber çavan.’ Bi van gotinan gef li min hat xwarin. Dema derketim pêşberî dozger, haya min ji tawanên heyî çêbû. Tê îdiakirin ku ez damezirînerê malpereke bi navê Ciwannewsê me. Lê tu eleqeya min bi vê malperê re nîne. Navnîşana maîlê ya li ser malperê jî aîdî min nînin. Malpera behsa xeberê di çileya 2017’an de hatiye vekirin. Lê min xeta telefona xwe di îlona 2017’an de hilgirtiye.” 
 
DOZGER XWEST KURŞUN BÊ GIRTIN
 
Pişt re jî dozger mutalaaya xwe da û xwest ku Kurşun bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” were cezakirin. 
 
BIRYARA YEKKIRINÊ 
 
Şandeya dadgehê biryar da ku ev dosyeye û dosyaya bi hejmar 2021/247 ku Kurşun bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” tê darizandin, bike yek dosya. 
 

Sernavên din

18/03/2022
16:17 Lîstikvan Peake piştgirî da hunermend Nûdem Dûrak
15:55 Ji bo girtiyên siyasî nameyeke vekirî ji Meclisê re şandin
15:47 Di doza DÎAYDER’ê de şahid hatin guhdarkirin: ÎBB’ê alîkariya bi hezaran komeleyan kiriye
15:31 Hunermend Çiya Şenses hat binçavkirin
14:36 Ji dehan partî û saziyên kurd bo Newrozê peyama hevpar
13:38 Derket holê ku polîsan îşkence li cenazeyê Mehmet Aslan kirine
13:23 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:53 Ji bo gelek bajaran destûra pîrozbahiya Newrozê hate dayîn
12:40 Malbata Şenyaşar: Em ê teslîmî tirsê nebin
11:55 Kar û barên îfadegirtinê yên jinên di bin çavan de dest pê kir
11:49 ‘Em ê di Newrozê de bersiva hişmendiya înkar û îmhayê bidin’
11:13 Walîtiyê nehêla ku derheqê polîsên Şenyaşar binçavkirin de lêpirsîn bê vekirin
11:07 Rahşan Demîrel di rûhê milyonan de dijî
11:06 Li Batmanê kelecana pîrozbahiya Newrozê didome
10:41 Wê gelê Botanê bi rengên xwe bi herike qadên Newrozê
10:31 Qoser ji pîrozbahiya Newrozê re amade ye
10:26 Ahmet Turk ji bo Newrozê bang kir: Tevlibûn erk û berpirsyariyeke
10:14 Li girtîgehê nîzama leşkerî tê ferzkirin
10:12 25 sal in bi ala DEHAP’ê tevli Newrozê dibe: Em mecbûr in agirê Newrozê vêxin
10:12 Li Edeneyê 10 kes hatin binçavkirin
09:52 ‘Girtiyê nexweş Ozkan terkî mirinê hatiye kirin û ev cînayet e’
09:09 Kurê Haci Zengîn: Em ê li qada Newrozê bin
09:09 ‘Newroz, dê bibe gava herî xurt a Tifaqa Demokrasiyê'
09:09 Li Cizîrê amadekariyên Newrozê: Em ê bi reng û dengê xwe li qadê bin
09:06 Têkoşîna hevpar dê di Newroza Stenbolê de li hev kom bibe
09:06 'Newroz meşaleya yekitiyê ye'
09:06 Mazlum Dogan: Dê tiştên gelek xweş çêbin
09:00 ROJEVA 18'Ê ADARA 2022'YAN
17/03/2022
22:18 Mûsa Farisogûllari yê HDP'î ji girtîgehê derket
19:00 Li Mêrdînê agirê Newrozê geş bû
18:49 Rêvebira HDP'î Aksû hat berdan
17:10 Zulkuf Gezen li ser gora xwe hat bibîranîn
17:06 Şaredariya Silopiyayê Bazara Keda Jinan vekir
16:43 Girtiyê nexweş Ozkan ku nikaribû bê odeya SEGBÎS'ê nehat berdan
16:28 Li Hezex û Rezanê amadekariyên Newrozê hatin kirin
16:01 Daxwaza keşfê ya di Doza Komkujiya Îzolê de hate redkirin
15:45 ‘Heke edalet hebûya dê dayik ne li vir bûna’
15:30 Federici û Devis ji bo Aysel Tugluk banga azadiyê kirin
15:30 Zaînal Abarakov hat binçavkirin
14:58 Ji Newroza Hezroyê: Heke îro deriyên Îmraliyê bên vekirin dê aştî were
14:53 Bertek nîşanî binçavkirina 23 jinan dan: Tundî lê hatiye kirin
14:37 Banga Doza Geziyê: Berxwedan didome
14:32 Malbatan ji bo azadiya girtiyan li pêşiya edliyeyê bang kirin
14:31 Li Silopiya û Dîlokê amadekariyên Newrozê didomin
13:56 Herêma Egeyê ji bo Newrozê amade ye
13:52 Doza parêzerên Ocalan hat taloqkirin
13:52 Polisan li Mêrsînê bi ser malan de girtin
13:19 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kir
13:13 23 jin bi hêceta meşa 25’ê Mijdarê hatine binçavkirin
13:11 Di doza rojnameger Kurşun de biryara yekkirinê dozê hat dayîn
12:29 Şandeya ingîlîz: Divê Erdogan ji ber sûcên şer were darizandin
12:16 Malbata Şenyaşar: Bila walî û dozger nebin şirîkê sûc
12:02 Tenê 6 meh ma ku Doza Mûsa Anter bikeve ber demboriyê
11:54 TEV-DEM: Tirkiyeyê Efrîn veguherand navenda çete û terorê
11:43 Dadgehê 6 sal û 3 meh ceza li Dayika Aştiyê Meryem Soylû birî
11:37 AYM dê ji bo serlêdana Semra Guzel bicive
11:34 Parêzer Çakas: Rêveberiyên girtîgehan guh nadin biryarên AYM’ê
11:26 Li Erdîşê bi hezaran kesî xwe da ber tîna agirê Newrozê!
11:06 Partiyên Kurdistanî: Werin Newrozê, dem dema yekitiyê ye
10:48 Newroza ku ji Kadîfekaleyê veguhêzî Gundogduyê
10:47 Banga xwedî derketin û tevlibûna mihrîcana fîlmê kurdî kirin
10:46 Banga ji bo saziyên navnetewî: Tiştên ku tên serê jinên Efrînê bibînin
10:04 Qeyûmê Qoserê navê Parka Mehmet Sîncar guhert!
09:59 Bernameya Duyemîn Mihrîcana Fîlmên Kurd a Stenbolê
09:37 Wê qada Newrozê bi cil û bergên xwe bixemilînin
09:23 Bangawaziya HDK'ê ya ji bo Newrozê: Dem dema mezinkirina têkoşînê û serkeftinê ye
09:13 Hevdîtina Barzanî-Erdogan: Amadekariya êrişeke topyekûn tê kirin
09:12 'Şahidên nepen' ên bûn sedema girtina bi dehan kesan pûç derketin!
09:11 Şahidê gelek Newrozan: Aştî bi Ocalan pêkan e
09:10 Dîrokzan Bayrak: Newroza îsal dê ne kêmî ya 2013'an be
09:09 Cil û bergên Newrozê amade ne
09:08 Şêniyên Rihayê: Em ê di Newrozê de azadiya Ocalan daxwaz bikin
09:00 ROJEVA 17'Ê ADARA 2022'YAN
16/03/2022
21:13 Li Dersimê agirê Newrozê gur kirin
21:05 'Agirê Newrozê dê tecrîdê bişewitîne'
20:12 Li Japonyayê bi pileya 7.3 erdhejek çêbû
17:06 Qurbaniyên komkojiya Helepçe û Beyazitê bi bîr anîn
16:41 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Tekîrdagê bi dawî bû
16:26 Nobeda Edaletê ya li Wanê û Îzmîrê berdewam dike
16:18 Mezlûm Ebdî li gel şandeyeke DYA û NY'yê civiya
15:36 Qurbaniyên Komkujiya Helebçeyê hatin bibîranîn: Em ê tu carî ji bîr nekin
15:22 Derbarê parlamenterên muxalefetê de 9 fezleke hatin amadekirin
15:21 Venêrîniya Cemaweriyê serlêdana ji bo Ozkan red kir
15:05 Ji bo Newroza Mêrsîn û Hatayê destûr hat dayîn
14:52 Temellî: Werin em li qada Newrozê mil bidin milê hev
14:43 ÎHD'ê qurbaniyên Helebceyê bi bîr anî
14:21 Di dorpêça polîsan de dirûşma ‘Bijî berxwedena zindanan’ berz kirin
14:11 ÎHD'ê çavdêriya xwe ya 8'ê Adarê bi raporekê weşand
13:47 KESK: Jinên binçavkirî tavilê berdin
13:37 Cenazeyê Şîlan Çîçek li Mêrdînê hate definkirin
13:26 Li ser sînorê Dirbêsiyê 2 ciwan hatin kuştin
13:00 Li navenda Şirnexê starta Newrozê hat dayîn
12:36 Li 4 navçeyên Amedê destûra Newrozê hat dayîn
12:27 HDP’ê Kemal Kûrkût bi bîr anî
12:26 Di muzakereyên Rûsya û Ûkraynaye de pêşketin çêbûn
12:09 Malbata Şenyaşar: Kesên li dijî zilmê xwe bêdeng dikin neçarî têkçûnê ne
12:03 Hejmara bersûcên di doza teqîna Pasûrê de zêde bûn
11:39 Li Wanê rojev Newroz e: Wê gel peyamê bide
11:38 ‘Çareseriya’ Kiliçdaroglu xelkê Amedê qaneh nekir
11:38 Ciwanên HDP'î hatin berdan