Ahmet Turk ji bo Newrozê bang kir: Tevlibûn erk û berpirsyariyeke

img

MÊRDÎN - Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk diyar kir ku Newroz ji bo gelê kurd “Roja azadiyê ye” û wiha got: “Ji bo ku Newroz bi coştir û bi tevlibûneke xurtir derbas bibe, banga min ji bo gelê me ew e ku tev li pîrozbahiyan bibin. Ev erk û berpirsyariyeke.” 

Newroza îsal dê li 72 navendan bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” bê pîrozkirin. Amadekariyên Newrozan li her deverê jî bênavber didomin. Di pîrozbahiyên Newrozê de dê azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, rakirina tecrîda li Îmraliyê, çareserkirina pirsgirêka kurd, yekitiya neteweyî û rewşa girtiyên nexweş derkevin pêş. Têkildarî pîrozbahiyên Newrozê siyasetmedarê kurd Ahmet Turk bi ajansa me re axivî. 
 
‘NEWROZ, ROJA AZADIYÊ YE’
 
Ahmet Turk, di serî de bi gotina “Ez Newroza gelê me bi germahiya agirê Newrozê pîroz dikim” dest bi axaftina xwe kir û wiha domand: “Newroz ji hêla gelên cîhanê bi taybet jî gelên Rojhilata Navîn û Qefqasyayê ve tê pîrozkirin. Lê ji bo kurdan rojeke gelek girîng e. Ji bo me Newroz, roja azadiyê ye. Roja xwedîderketina li nasnameya xwe, diyarkirina pêşeroja xwe û wateya têkoşînê ye. Divê bi vî awayî bê zanîn. Bêguman pîrozbahiyên Newrozê her tim gelek bi coş derbas bûn. Peyamên di Newrozê de hatine dayîn, tevlibûna gelê me û bi vekirî vegotina daxwazên xwe, em her tim gelek dilşad kirin. Hêvîdarim ku em îro jî heman keyfxweşiyê bijîn.” 
 
‘GIRÎNGIYÊ BI PÎROZBAHIYÊN KURDAN DIDIN’
 
Turk, diyar kir ku hemû cîhan girîngiyê bi pîrozbahiyên Newrozê yên kurdan tînin û wiha got: “Çavê hemû cîhanê gelemperî li ser kurdan e. Hemû kes dibêje; ‘gelo dê tevlibûn çawa be? Dê mîna berê girseyî bin an na?’ Anku çavê hemû kesî li ser me ye. Banga min ji bo gel ew e ku bi tevlibûneke xurt xwedî li vê roja azadiyê, vê roja ku we ber bi xwebûna we, nasnameya we û şexsiyeta we ve dibe derkevin. Newroza xwe bi coşeke mezin pîroz bikin. Civiyana gelê me ya li dora nirxên demokratîk ên hevpar, vegotina fikr û ramanên xwe û nîşandana sekna xwe, ji bo pêşeroja me tiştekî gelek girîng e. Lewma jî Newroz, rojeke girîng e. Dê bibe peyama; belê kurd xwedî li xwebûn, nasname, cejn û têkoşîna xwe derdikevin be. Lewma banga min a bo gelê me ew e ku hemû kes biherike qada Newrozê.” 
 
NEWROZA DÎROKÎ YA 2013’AN 
 
Di berdewamê de Turk anî ziman ku ji bo wî girîngtirîn Newroz, Newroza sala 2013’an bû ku nameya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatibû xwendin û wiha pê de çû: “Nameya birêz Ocalan û xwendina wê ya li qada Newrozê, rojeke dîrokî bû. Lewma gelek girîng bû. Ji bo pêşerojeke demokratîk peyam dihatin dayîn. Ji bo ku gel xwedî li demokrasiyê derkeve û mafên xwe yên demokratîk heta dawiyê bi kar bîne, peyameke girîng bû. Wê Newrozê mohra xwe li hemû Newrozan da. Coş û tevlibûna wê Newrozê dê tu carî neyê jibîrkirin. Lê gelemperî tevî hemû zext, êriş, gef û astengkirinan jî hemû Newroz bi coş derbas dibin.” 
 
TÊKOŞÎNA AZADIYÊ YA KAWA 
 
Bi domdarî Turk diyar kir ku Newroz bi tena serê xwe jî biwate ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Têkoşîna azadiyê ya Kawayê Hesinkar nûjen kir û heta roja me anî. Dê ev Newroz jî bi vê wateyê were pîrozkirin. Dema Newroz bicoş derbas dibin, mirûzê me tevan jî gelek xweş dibe. Ji bo hevalên me yên derve dibe moral. Tevî nexweşiya xwe ya giran û rewşa xwe jî; baweriya min ew e ku dema Aysel Tugluk di ekranên televîzyonê de coşa Newrozê dît, dê bandor lê bibe. Dê wê jî keyfxweş bike. Hewceye ev Newroz ji Newrozên berê bicoştir derbas bibin û tevlibûneke xurtir hebe. Banga tevlibûnê li gelê me dikim. Li gorî min ev erk û berpirsyariyeke.”
 
MA / Ahmet Kanbal - Bêrîvan Kutlu  
 

Sernavên din

18/03/2022
16:17 Lîstikvan Peake piştgirî da hunermend Nûdem Dûrak
15:55 Ji bo girtiyên siyasî nameyeke vekirî ji Meclisê re şandin
15:47 Di doza DÎAYDER’ê de şahid hatin guhdarkirin: ÎBB’ê alîkariya bi hezaran komeleyan kiriye
15:31 Hunermend Çiya Şenses hat binçavkirin
14:36 Ji dehan partî û saziyên kurd bo Newrozê peyama hevpar
13:38 Derket holê ku polîsan îşkence li cenazeyê Mehmet Aslan kirine
13:23 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:53 Ji bo gelek bajaran destûra pîrozbahiya Newrozê hate dayîn
12:40 Malbata Şenyaşar: Em ê teslîmî tirsê nebin
11:55 Kar û barên îfadegirtinê yên jinên di bin çavan de dest pê kir
11:49 ‘Em ê di Newrozê de bersiva hişmendiya înkar û îmhayê bidin’
11:13 Walîtiyê nehêla ku derheqê polîsên Şenyaşar binçavkirin de lêpirsîn bê vekirin
11:07 Rahşan Demîrel di rûhê milyonan de dijî
11:06 Li Batmanê kelecana pîrozbahiya Newrozê didome
10:41 Wê gelê Botanê bi rengên xwe bi herike qadên Newrozê
10:31 Qoser ji pîrozbahiya Newrozê re amade ye
10:26 Ahmet Turk ji bo Newrozê bang kir: Tevlibûn erk û berpirsyariyeke
10:14 Li girtîgehê nîzama leşkerî tê ferzkirin
10:12 25 sal in bi ala DEHAP’ê tevli Newrozê dibe: Em mecbûr in agirê Newrozê vêxin
10:12 Li Edeneyê 10 kes hatin binçavkirin
09:52 ‘Girtiyê nexweş Ozkan terkî mirinê hatiye kirin û ev cînayet e’
09:09 Kurê Haci Zengîn: Em ê li qada Newrozê bin
09:09 ‘Newroz, dê bibe gava herî xurt a Tifaqa Demokrasiyê'
09:09 Li Cizîrê amadekariyên Newrozê: Em ê bi reng û dengê xwe li qadê bin
09:06 Têkoşîna hevpar dê di Newroza Stenbolê de li hev kom bibe
09:06 'Newroz meşaleya yekitiyê ye'
09:06 Mazlum Dogan: Dê tiştên gelek xweş çêbin
09:00 ROJEVA 18'Ê ADARA 2022'YAN
17/03/2022
22:18 Mûsa Farisogûllari yê HDP'î ji girtîgehê derket
19:00 Li Mêrdînê agirê Newrozê geş bû
18:49 Rêvebira HDP'î Aksû hat berdan
17:10 Zulkuf Gezen li ser gora xwe hat bibîranîn
17:06 Şaredariya Silopiyayê Bazara Keda Jinan vekir
16:43 Girtiyê nexweş Ozkan ku nikaribû bê odeya SEGBÎS'ê nehat berdan
16:28 Li Hezex û Rezanê amadekariyên Newrozê hatin kirin
16:01 Daxwaza keşfê ya di Doza Komkujiya Îzolê de hate redkirin
15:45 ‘Heke edalet hebûya dê dayik ne li vir bûna’
15:30 Federici û Devis ji bo Aysel Tugluk banga azadiyê kirin
15:30 Zaînal Abarakov hat binçavkirin
14:58 Ji Newroza Hezroyê: Heke îro deriyên Îmraliyê bên vekirin dê aştî were
14:53 Bertek nîşanî binçavkirina 23 jinan dan: Tundî lê hatiye kirin
14:37 Banga Doza Geziyê: Berxwedan didome
14:32 Malbatan ji bo azadiya girtiyan li pêşiya edliyeyê bang kirin
14:31 Li Silopiya û Dîlokê amadekariyên Newrozê didomin
13:56 Herêma Egeyê ji bo Newrozê amade ye
13:52 Doza parêzerên Ocalan hat taloqkirin
13:52 Polisan li Mêrsînê bi ser malan de girtin
13:19 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kir
13:13 23 jin bi hêceta meşa 25’ê Mijdarê hatine binçavkirin
13:11 Di doza rojnameger Kurşun de biryara yekkirinê dozê hat dayîn
12:29 Şandeya ingîlîz: Divê Erdogan ji ber sûcên şer were darizandin
12:16 Malbata Şenyaşar: Bila walî û dozger nebin şirîkê sûc
12:02 Tenê 6 meh ma ku Doza Mûsa Anter bikeve ber demboriyê
11:54 TEV-DEM: Tirkiyeyê Efrîn veguherand navenda çete û terorê
11:43 Dadgehê 6 sal û 3 meh ceza li Dayika Aştiyê Meryem Soylû birî
11:37 AYM dê ji bo serlêdana Semra Guzel bicive
11:34 Parêzer Çakas: Rêveberiyên girtîgehan guh nadin biryarên AYM’ê
11:26 Li Erdîşê bi hezaran kesî xwe da ber tîna agirê Newrozê!
11:06 Partiyên Kurdistanî: Werin Newrozê, dem dema yekitiyê ye
10:48 Newroza ku ji Kadîfekaleyê veguhêzî Gundogduyê
10:47 Banga xwedî derketin û tevlibûna mihrîcana fîlmê kurdî kirin
10:46 Banga ji bo saziyên navnetewî: Tiştên ku tên serê jinên Efrînê bibînin
10:04 Qeyûmê Qoserê navê Parka Mehmet Sîncar guhert!
09:59 Bernameya Duyemîn Mihrîcana Fîlmên Kurd a Stenbolê
09:37 Wê qada Newrozê bi cil û bergên xwe bixemilînin
09:23 Bangawaziya HDK'ê ya ji bo Newrozê: Dem dema mezinkirina têkoşînê û serkeftinê ye
09:13 Hevdîtina Barzanî-Erdogan: Amadekariya êrişeke topyekûn tê kirin
09:12 'Şahidên nepen' ên bûn sedema girtina bi dehan kesan pûç derketin!
09:11 Şahidê gelek Newrozan: Aştî bi Ocalan pêkan e
09:10 Dîrokzan Bayrak: Newroza îsal dê ne kêmî ya 2013'an be
09:09 Cil û bergên Newrozê amade ne
09:08 Şêniyên Rihayê: Em ê di Newrozê de azadiya Ocalan daxwaz bikin
09:00 ROJEVA 17'Ê ADARA 2022'YAN
16/03/2022
21:13 Li Dersimê agirê Newrozê gur kirin
21:05 'Agirê Newrozê dê tecrîdê bişewitîne'
20:12 Li Japonyayê bi pileya 7.3 erdhejek çêbû
17:06 Qurbaniyên komkojiya Helepçe û Beyazitê bi bîr anîn
16:41 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Tekîrdagê bi dawî bû
16:26 Nobeda Edaletê ya li Wanê û Îzmîrê berdewam dike
16:18 Mezlûm Ebdî li gel şandeyeke DYA û NY'yê civiya
15:36 Qurbaniyên Komkujiya Helebçeyê hatin bibîranîn: Em ê tu carî ji bîr nekin
15:22 Derbarê parlamenterên muxalefetê de 9 fezleke hatin amadekirin
15:21 Venêrîniya Cemaweriyê serlêdana ji bo Ozkan red kir
15:05 Ji bo Newroza Mêrsîn û Hatayê destûr hat dayîn
14:52 Temellî: Werin em li qada Newrozê mil bidin milê hev
14:43 ÎHD'ê qurbaniyên Helebceyê bi bîr anî
14:21 Di dorpêça polîsan de dirûşma ‘Bijî berxwedena zindanan’ berz kirin
14:11 ÎHD'ê çavdêriya xwe ya 8'ê Adarê bi raporekê weşand
13:47 KESK: Jinên binçavkirî tavilê berdin
13:37 Cenazeyê Şîlan Çîçek li Mêrdînê hate definkirin
13:26 Li ser sînorê Dirbêsiyê 2 ciwan hatin kuştin
13:00 Li navenda Şirnexê starta Newrozê hat dayîn
12:36 Li 4 navçeyên Amedê destûra Newrozê hat dayîn
12:27 HDP’ê Kemal Kûrkût bi bîr anî
12:26 Di muzakereyên Rûsya û Ûkraynaye de pêşketin çêbûn
12:09 Malbata Şenyaşar: Kesên li dijî zilmê xwe bêdeng dikin neçarî têkçûnê ne
12:03 Hejmara bersûcên di doza teqîna Pasûrê de zêde bûn
11:39 Li Wanê rojev Newroz e: Wê gel peyamê bide
11:38 ‘Çareseriya’ Kiliçdaroglu xelkê Amedê qaneh nekir
11:38 Ciwanên HDP'î hatin berdan