NAVENDA NÛÇEYAN - Bi dehan partî, sazî û dezgehên kurd têkildarî Newroza 2022’yan daxuyaniyeke hevpar dan. Di daxuyaniyê de bal kişandin ser yekitiya neteweyî ya gelê kurd û wiha hat gotin: “Em Newroza hemû kurd û kurdistaniyan bi dilgermî pîroz dikin. Bi hêviya ku Newroz bibe wesîleya tifaqa navxweyî ya gelê kurd.”
Bi dehan partiyên siyasî, sazî û dezgeh û rêxistinên civakî yên kurd bi munasebeta Newroza îsal daxuyaniyeke hevpar dan.
Daxuyaniya hevpar wiha ye:
“2 hezar û 634 sal berê Kawayê Hesinkar zilm û zordariya Dehaq bi dawî kir û ev 2 hezar û 634 sal in li ser çiyayên Kurdistanê agirê azadiyê tê hilkirin û geşkirin. Ji wê rojê heta niha, di nava gelên Kurdistanê de Newroz weke cejna azadî, rizgarî, berxwedan û serhildanê hatiye pênasekirin. Kurdistanî û bi taybetî gelê kurd, her sal roja 21’ê Adarê weke cejna Newrozê pîroz dikin û di vê rojê de agirê Newrozê hil dikin. Ji ber vê egerê, Newroz li cem Kurdistaniyan bûye roja berxedanê, roja serkeftinê û roja rizgarî û azadiyê.
SEMBOLA RIZGARÎ Û AZADIYÊ
Newroz li ser bingeha têkoşînê, li dijî bindestiyê pêş ketiye. Newroz li dijî zilmê, li dijî koletî, dagirkerî, kolonyalîzm û bindestiyê bûye sembola rizgarî û azadiyê. Kawayê hemdem Mazlum Dogan, di 21’ê Adara 1982’yan de li dijî dijî faşîzma dewleta tirk, bi sê darikên niftikê agirê azadî û berxwedanê hil kir. Alaya Kawayê Hesinkar, ala azadiyê li paytexta Kurdistanê, li birca Amedê daliqand û agir geştir kir. Ji çiya û zozanan heta gund û bajaran, ev agir li seranserî Kurdistanê geş bû. Îro jî hemû Kurdistanî vî agirê azadiyê li seranserî Ewropa, li parzemînên Amerîka, Asya û Awûstralyayê geş dikin. Dê di Newroza îsal de jî ev agirê azadî, serhildan û berxwedanê ji aliyê partiyên siyasî, rexistinên sivîl û pêkkhateyên gelê kurd ve li heman parzemînan bê geşkirin.
Gelê kurd îro li her çar parçeyên Kurdistanê Newroz veguherandiye şahiyeke mezin a gelêrî û roja azadî, rizgarî û berxwedanê. Gelê kurd li seranserî Kurdistanê û cîhanê herwekî naveroka wê ya dîrokî; bi armanca rizgarî û azadiyê, bi coşeke mezin pîroz dikin. Ji çiya û gundan heta bajar û zindanan, gelê kurd li her deverê Cejna Newrozê veguherandine çeperê têkoşîna rizgarî û azadiyê.
Îro li seranserê Kurdistanê agirê Newrozê gurtir û geştir e. Li başûr û rojavayê Kurdistanê bi rengekî fermî tê pîrozkirin. Li rojhilat û bakurê Kurdistanê jî li gel hemû astengiyên dagirkeran jî, bi wateya xwe ya dîrokî tê pîrozkirin û agirê rizgarî û azadiyê gurtir tê hilkirin û geşkirin.
DÊ BIBE SALA AZADIYÊ
Em îro bi vê Newrozê dest bi saleke nû dikin. Sala berê di hemû qadan de ji me re bûbû saleke tekoşînê. Di nava van mercan de diyar dibe ku îsal jî wê bibe sala tekoşîna ji bo azadî û rizgariya Serok Ocalan, girtiyên di zindanan de û gelê kurd û kurdistaniyan.
Dijminên gelê kurd di vê rewşa nû ya cîhanê de bi şêweyeke gelek tund û bi hişmendiyeke nîjadperest êrîşên xwe berdewam dikin. Bi taybetî dewleta tirk a dagirker ji bo têkbirina hemû destkeftiyên gelê kurd; ji Bakur heta Başûr û Rojava li her deverê êrişên dijwar, tund û tûj dike.
Dewleta Îranê jî bi hemû awayî gelê kurd û canfedayên vî gelî ji xwe re kiriye hedef. Ji bo ku vîna gelê rojhilatê Kurdistanê bişikîne, zordestiya xwe berdewam dike.
Her çiqas li başûrê Kurdistanê statûyeke fermî hebe jî, pirsgirêkên xeternak berdewam in û rewş roj bi roj ber bi nebaşiyê ve diçe. Dijminên gelê kurd ji bo lawazkirina statûyê vê parçeyê û têkbirina wê, di nava plansaziyên qirêjî û dek û dolabên cuda de ye.
Dagirkerî û êrişên dewleta tirk ên li dijî rojavayê Kurdistanê jî berdewam in. Rejîma Sûriyeyê ji bo ku destkeftiyên Rojava têk bibe û ji xwe re derfetan çêbike, di nava hewldanan de ye.
DIVÊ EM YEKITIYA XWE XURT BIKIN
Rewşa heyî erk û peywirên me pêkhateyan diyar dike. Ji bo ku em di vê salê de serkeftinê bi dest bixin, divê em hevkarî û yekitiya xwe xurt bikin. Ji bo ku em van planên dagirkeran pûç bikin, divê em li hemberî dijmin tevdîrên baş bigirin. Divê em hêza xwe ya parastinê bi hev re xurt bikin û pêşî li êrişên dijminan bigirin. Hewceye em destkeftiyên xwe biparêzin û deskeftiyên nû lê zêde bikin. Ji bo ku em van peywirên xwe pêk bînin, divê di sêrî de em yekrêziya nava mala kurdî û yekitiya neteweyî bidin avakirin. Bi vê şêweyê em ê vê salê bikaribin bikin sala azadî, rizgarî û serkeftinê.
Em îro Newrozê di nava rewşeke xeternak de pêşwazî dikin. Ji bo ku qirkirin û karesatên weke Helebçe, Qamişlo, Zindana Amedê û yên din dîsa bi serê me neyên, divê em vê Newrozê bi wateya wê ya dîrokî, bi ruhê berxwedanê pîroz bikin. Em ê bi hev re dakevin qada Newrozê û cejna xwe bi ruhê serkeftina Garê pîroz bikin. Di vê qonaxa girîng a têkoşîna rizgarî û azadiya Kurdistanê de, bila agirê Newrozê bibe ronahiyeke geş a tifaq û yekitiya gel û neteweya Kurdistanê.
Weke partiyên siyasî, rêkxiraw û dezgehên kurdistanî; bi vê bîr û baweriyê û bi dilgermiya niştimanî, Newroza îsal li hemû kurd û kurdistaniyan pîroz dikin.
Bila Newroza vê salê bibe eniya yekitî û tifaqa navxweyî. Dem dema serkeftinê ye.
Newroz pîroz be!”
Partî û rêxistinên ku daxuyaniya hevpar dayîn ev in:
“Yekitiya Niştimanî Kurdistan (YNK)
Tevgera Goran
Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistaniyên li Ewropatê (KCDK-E)
Tevgêra Jinên Kurdistanê-Ewropa (TJK-E)
Partiya Şûî Kurdistan
Kongreya Star
Partiya Zehmetkêşan - Başûr
Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ)
Tevgera Azadî
Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)
Partiya Demokrat a Kurdên Sûriyeyê (P.D.K.S)
Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê
Tevgera Nûjen a Kurdistanî - Sûriye
Partiya Çepgir a Demokrat a Kurdên - Sûriyeyê (PÇDKS)
Partiya Demokrat a Kurdên Sûriyeyê (El Partî)
Partiya Çepgir a Demokrat li Sûriyeyê
Partiya Rêkeftin a Kurd li Sûriyeyê
Partiya Çaksaziya Kurd li Sûriyeyê
Partiya Kesk a Kurdistanî li Sûriyeyê
Partiya Demokrat a Kurdistanî li Sûriyeyê
Partiya Komunîst a Kurdistanî li Sûriyeyê
Partiya Îslamî ya Kurdistanê (PÎK)
Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP)
Tevgera Kawa
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK)
Yekitiya Şorşgerî Kurdistan
Civaka Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR)
Civaka Jinên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR)
Platforma Horam
Platforma Zagros
Platforma Yarsan
Yarî Kurd
Partiya Demokratîk û Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê
Tevgera Çand û Hunera Kurd (TEVÇAND)
Kurdische Gemeinde Stuttgart e.V
Federasyona Elewiyên Kurdistanê (FEDA)
Navenda Mal û Komeleyên Êzdiyan (NAV YÊK)
Kurdische Zentrum Berlin
Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK)
Enîstîtûya Kurdî - Almanya
Enîstîtûya Kurd - Brûksel
Meclisa Şengal a Derveyî Welat (MŞD)
Yekitiya Mamostayên Kurdistan (YMK)
Yekitiya Êzdiyên Sûriyeyê (YES)
Kurdische Gemeinde zu Berlin-Brandenburg e.V.
Dachverband der Êzidischen Frauenräte
Deutsch-kurdisches Forum (DKF) e.V Dresden
Kongreya Gel a Mezopotamya
Partiya Azadiyê ya Mezopotamya
Kurdistan human rights Association
Civaka Kurd ji bo Neteweyên Yekbûyî