AMED - Rojnamevan Ertûş Bozkurt û Mîkaîl Barût li Amedê di serdegirtina malê de hatn binçavkirin.
Polîsan li Amedê serê sibê bi ser mala rojnamevan Ertûş Bozkurt û Mîkaîl Barût de girtin. Polîsan piştî lêgerîna li malê Bozkurt û Barût kirin binçavan û birin Midûriyeta Polîsan a Amedê. Hêceta binçavkirinê nehat zanîn.