AMED - Li Newroza Amedê di êrişên polîsan de herî kêm 298 kes hatin binçavkirin.
Li Newroza Amedê di êrişên polîsan ên li ser gel de, gelek kes hatin derbkirin û binçavkirin. Di êrişên ji sibehê heya danê êvarî dewam kirin de 150 jê zarok herî kêm 298 kes hatin binçavkirin. Kesên hatine binçavkirin li Midûriyeta Polîsan a Amedê ne.