Ahmet Turk: Kesekî nedikariya li dijî wehşeta DAIŞ’ê bêdeng mabûya

img
ENQERE - Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk diyar kir ku li dijî wehşeta çeteyên DAIŞ’ê kesekî nedikariya xwe bêdeng bike û wiha got: “Hêviya me hebû ku pirsgirêkên heyî bi rêya demokrasiyê çareser bibin. Sedema israra me ya di siyaseta demokratîk de jî ev bû.” 
 
Bi hinceta çalakiyên 6-8’ê Cotmehê ku li dijî êrişa DAIŞ’ê ya li ser Kobanê hatibûn kirin, Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê û endamên Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) jî di nav de, derheqê 108 kesan de doz hatibû vekirin. 11’emîn danişîna dozê ku 22 kes tê de girtî tên darizandin, li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê piştî nîvro jî berdewam kir. 
 
Siyasetmedarên ku li Girtîgeha Sîncanê tên ragirtin di danişînê de amade bûn û siyasetmedarên li girtîgehên cuda jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. 
 
‘HETA NIHA JÎ TIŞTEK NEGUHERIYE’
 
Danişîn, bi parastina siyasetmedarê kurd Ahmet Turk berdewam kir. Turk, diyar kir ku di 50 salên emrê xwe de her tim rastî sepanên neheq û derhiquqî hatiye û wiha domand: “Me 12’ê Îlon, li Zindana Amedê jiya. Serfermandarê Giştî yê Artêşê wê demê bo me got; ‘yan dê van ji Meclisê derxînî yan jî dê mîna kûçikan li kolanan bikujî.’ Parêzbendiyên me hatin rakirin. Dema em lê dinihêrin, heta niha jî tiştek neguheriye. Bi zextan xwestin ku me ji siyaseta demokratîk dûr bixin. Baweriya me ew bû ku pirsgirêka kurd dê bi siyaseta demokratîk bê çareserkirin lewma jî em heta îro têkoşiyan. Rojek piştî ku weke hevşaredar hatime hilbijartin, li şûna me qeyûm tayînkirin. Niha jî bi vê Doza Kobanê ya bêhiqûq re rû bi rû ne.” 
 
‘ME BANG LI CÎHANÊ KIR’ 
 
Di berdewamê de Turk bal kişand ser êrişên DAIŞ’ê û wiha domand: “Kesek divê li benda nebûya ku em li hemberî wehşeta çeteyên DAIŞ’ê bêdeng bisekinin. Mê nêrînên xwe wê demê parve kiribûn. Hewldanên me çêbûn û me bang li hemû cîhanê kir. Me xwest ku çeteyên DAIŞ’ê paşguh nekin û piştgiriyê bidin mafên mirovan û demokrasiyê. Çeteyên DAIŞ’ê bajar rûxandin, mirov şewitandin û revandin. Me jî hewl da vê hovîtiya wan nîşanî her kesî bidin.” 
 
XEFIKA LI BER ÇARESERIYAN 
 
Bi domdarî Turk anî ziman ku beriya destpêkirina pêvajoya çareseriyê, bi musteşarê MÎT’ê Emre Taner re hevdîtinek kirin û wiha pê de çû: “Serokwezîr bangî min û birêz Emîne Ayna kir. Pêvajoyek dest pê kir. Li gel Ayla Akat Ata em ji bo hevdîtina bi birêz Abdullah Ocalan re çûn Îmraliyê. Li aliyekî dê dewletê ji bo çareseriyê alîkarî bixwesta û li hêla din jî xefik bidanîna.”  
 
MITÎNGA AMEDÊ BI BÎR XIST 
 
Ahmet Turk piştre mitînga Amedê bi bîr xist û wiha berdewam kir: “Dema ez li dawetekê, wezîrê karên hundir li min geriya û got ku dê ji Qendîlê şandeyek were. Li gel bi sedhezaran em li Silopiya û Xabûrê li benda hatina wan man. Me nexwest ziyanek bigihe pêvajoyê. Di sersibehekê saet di 4’ê sibehê de li Mêrdînê ez ji xew hişyar kirim. Ji bo çareserkirina pirsgirêka di navbera dadger û parêzeran de me metneke hevpar amade kir. Lê em niha dibînin ku tiştên me berê jiyane qet neguherî ne. Armanca me ew e ku mafên me di nirxên hevpar de bibin yek. Têkoşîna me ji bo vê ye û me kesek nedaye zorê jî. DAIŞ’ê di mitînga Amedê de bombe teqand û 4 insanên me mirin. Selahattîn Demîrtaş li ser kursiyê got; ‘Neyên provakasyonan.’ Heke şandeyê bangê me yên di mitîngê de guhdar bikirana, dê bidîtina bê ka me çiqas hewldan kirin.” 
 
‘BAWERIYA ME BI SIYASETA DEMOKRATÎK HEYE’
 
Parastina Turk wiha berdewma kir: 
 
“Em siyasetmedar in û mecbûr nînin mîna desthilatdariyê bifikirin. Berpirsyara me ye ku em van fikrên xwe bi gel re parve bikin. Divê siyasetmedar daxwazên gel baş fêm bike. Me jî ev kir. Ji Newrozan heta mitîngîna, me jî fikrên xwe parve kirin. Me aştî ji xwe re esas girt û ji bo vê têkoşiyan. Em dizanin ku pirsgirêk dê bi siyaseta demokratîk çareser bibin. Sedema israra me ya di siyaseta demokratîk de jî ev e. 
 
ME BI WALÎ RE TIR ŞANDIN KOBANÊ 
 
Gelek caran li ser çapemeniyê tê gotin ku HDP’ê gel sor kiriye. Baş e lê me kî sor kiriye? Tiştek li holê heye? Ya ku tê kirin, nêzikatiyeke derhiqûqî ye. Em bi komeke ji 16 kesan pêk dihat çûn Kobanê. Wê demê hevşaredar bûm. Min li wir axaftinek kir û min got ku divê kesek li dijî vê hovîtiya DAIŞ’ê bêdeng nemîne. Me piştgirî da xelkê Kobanê û li gel waliyê Mêrdînê me 5-6 tir ber bi Kobanê ve oxir kirin. 
 
EV DOZ LI SER FERMANÊ HATIYE VEKIRIN 
 
Sûcdariyên li me tên kirin siyasî ne û li ser fermanê tên kirin. Îdianameyeke hatiye amadekirin û ya derhiqûqî heye. Bi vê dozê peyamê didin siyasetmedaran. Bi hedefgirtina kurdan re desthilatdarî dixwaze dengên derdorên nîjadpereset û apolîtîk bistîne. Dema min nîne tevahiya îdianameyê bixwînim lê dixwazim çîrokekî vebêjim; Mirov li çolê gelek birçî dibe û piştre kerekî dibîne. Dixwaze kerî bixwe. Piştre re xwe bi xwe dibêje; ‘guhên wî dişibin guhên kîvroşkan’ û kerî dixwe. Bawerim guhên me jî dişibin guhên kîvroşkan. Lewma tên darizandin. 
 
JI BO TAYÎNKIRINA QEYÛMAN DOZ HATE VEKIRIN 
 
Di dema hevşaredartiya me de bi sedema nelirêtiyê tu doz li me nehatin vekirin. Rêveberên ku qeyûm tayîn kiribûn di demên piştre de ji ber nelirêtiyê hatin girtin û derheqê wan de doz hatin vekirin. Her wiha derheqê qeyûm de jî îfade dan. Tenê ji bo ku li şûna me qeyûm bên tayînkirin, derheqê me de doz hat vekirin. Ez dixwazim ku hemû dozên derheqê qeyûman de hatine vekirin, bînin vê dadgehê. Tevî hemû belgeyan jî derheqê qeyûman de tu doz nehatin vekirin. Heke ev doz anîbin vê derê, hewceye hemû dosyayên din jî bînin vê derê. Me tu carî heqê gelê xwe nexwar. Me tenê cerdewanekî ku dizî kiribû ji kar derxist lewma jî wezîrê karên hundir vê yekê tîne ziman. Daxwaza min ew e ku wan dozên qeyûm bînin vê derê û li vir bê darizandin.” 
 
WÊNE HATIN PIRSÎN
 
Şandeya dadgehê pişre wêneyên di dosyayê de ji Turk pirsîn û Turk jî wiha bersiv da: “Di dema xebatên siyasî de car bi car tev li hinek civînan dibin. Şensekî me nîne ku cihên em diçinê alayan bînin xwarê. Wêneyekê li Qendîlê hatiye kişandin heye ku di dema pêvajoya çareseriyê de bû. Agahiya dewletê jê heye. Di dema Ozal de li ser agahiya wî em çûn Şamê. Ji bo agirbestekî destpêkek bû. Di sala 1993’yan de hinek tişt dikariya bihatina çareserkirin. Dema em li Şamê xebera wefata Ozal hat lewma jî ew xebat nîvco ma.” 
 
‘ÇI YÊ WÊ SÛC E?’ 
 
Piştre jî şandeyê daxuyaniyên têkildarî DAIŞ’ê ji Turk pirsiya û siyasetmedarê kurd Ahmet Turk wiha bersiv da şandeyê: “Çeteyên DAIŞ’ê bi hovîtiyeke mezin serê mirovan jê dikirin. Çi tiştê ku mirov li dijî vê hovîtiyê bisekine sûce gelo? Diviya bû hemû kesî li dijî vê hovîtiya ku her çar aliyên cîhanê veguherandibû gola xwînê derbiketa. Banga me ji bo hemû kesî ew e ku li dijî vê hovîtiyê têbikoşin. Cihgirtina vê mijarê di vê dozê de jî bi tena serê xwe tiştekî bêwate ye.” 
 
‘FERASETEKE HIQÛQÎ NÎNE’ 
 
Şandeya dadgehê xwest belgeyên derveyî welat yek bi yek bixwîne lê Turk got; ‘hewce nake yek bi yek bixwînî” û wiha domand: “Celal Talabanî dostê min bû. Mesût Barzanî jî wisa. Lewma derketim derveyî welat. Bi taybet jî çûm Iraqê. Dema Celal Talabanî dihat hilbijartin an jî dema nexweş diket diçûm serdana wî. Bi hezaran kes ji Tirkiyeyê diçe Iraqê û tê. Nêzikatiya ku hatin û çûna Iraqê weke sûc nîşan dide, feraseteke derhiqûqî ye.” 
 
Danişîna dozê piştî parastina Ahmet Turk, bi parastina parêzer Erdal Kuzu re berdewam kir. 
 
BERAET XWEST 
 
Parêzer Kuzu xwest ku şandeya dadgehê derheqê miwekîlê wî Ahmet Tirk de biryareke navberê amade bike û beraeta miwekîlê xwe xwest. Lê şandeyê ev daxwaz red kir. 
 
Siyastmedarê girtî Nazmî Gur jî diyar kir ku dê ji çavê xwe yê rastê emeliyat bibe lewma dê sibe bibin Nexweşxaneya Bajêr a Enqereyê. Gur got ku heke rewşa tenduristiyê baş çêbibe dê parastina xwe bike. 
 
Parêzer Veysî Eskî jî xwest ku danişîn bo sibe bê taloqkirin û weke parêzerên Turk dê parastina xwe sibe bikin. 
 
Şandeya dadgehê daxwazên parêzeran red kir û ji bo guhdarkirina şahidan saetek navber da. 
 

Sernavên din

29/03/2022
13:58 Kuzu: Kurdên ku leşkeran ew kuştin di Doza Kobanê de bûn kuştî
13:53 Li Çîyayê Mazî operasyona leşkerî dest pê kir
13:41 AYM'ê ji bo cezayê pere yê şermezarkirina qeyûman biryara 'binpêkirina maf' da
13:40 Dadgeha ku delîlek nedît ji sûcê ‘dijderketina doktoran’ ceza li parêzeran birî
13:06 AYM'ê ajokarên ku qeyûm wan ji kar avêtibû mafdar dît
13:02 Polisê bûbû sedema mirina Efe yê 5 salî beraet kir
12:32 Ji Emîne Şenyaşar bo Erdogan: Gelo qet wîjdanê te nîne?
12:02 Zilamê ku hewl dabû dest dirêjî zarokekê bike hat girtin
11:48 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
11:41 Fermandarê Pêşmerge Feysel: Em şer wek xiyanetê dibînin
11:32 CHP'ê li Konseya Ewropa qeyûman parast: Li hundir cuda li derve cuda ne
10:53 Muharrem Aksem ne yê ewil e: Divê berpirsiyar bên cezakirin
10:29 Li Girtîgeha Sîncanê lêpirsîna dîsîplînê li pîrozbahiya Newrozê vekirin
10:14 Derûnnas ji girtî pirsa 'tu yê întihar bikî newsa?' kir
09:42 Li Şirnex û Erdexanê 3 kes hatin binçavkirin
09:02 Penteker: Divê Ocalan azad be
09:02 Balaç û Yildirim ên di rojiya mirinê de ne doza darizandinek adil dikin
09:02 Esnafên Bazara Keda Jinê: Em xwe bihêztir hîs dikin
09:02 'Di nirxandina rewşa girtiyan de ATK divê ne tekane navnîşan be'
09:00 ROJEVA 29'Ê ADARA 2022'YAN
28/03/2022
21:31 Karkerê ji ser banê fabrîkeyê ket jiyana xwe ji dest da
20:52 Li Rihayê zilamekî dest dirêjî zarokeke 5 salî kir
17:23 Nobeta Edaletê: Bila ji girtîgehê darbest dernekevin
17:15 Ahmet Turk: Kesekî nedikariya li dijî wehşeta DAIŞ’ê bêdeng mabûya
16:52 ‘Li girtiyên nexweş zilm tê kirin’
16:32 ‘Heta ku edalet neyê em nahêlin ku hûn razin’
16:16 DFG'ê rapora ku derbarê rojnamevantiyê de amade kiriye parve kir
16:16 TGC: Bi teklîfa qanûnê ya nû re li dijî mafê azadiya raman derbeyeke nû kirin
16:01 TGC: Bi teklîfa qanûnê ya nû re li dijî mafê azadiya raman derbeyeke nû kirin
15:54 Doza Kobanê: Heke îdiaya derbarê Çolak de rast be divê biryara beraetê bê dayîn
15:40 Êrişa li dijî HDP’ê şermezar kirin
15:30 Rapora pêşotopsiya Aksem: Ji laşê wî 12 parçeyên metal hatin derxistin
14:35 Berxwedanên 28’ê Adarê: Jin jî be zarok jî be...
14:15 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Dadgeha Înfazê dan
12:33 ‘Em naxwazin darbestên girtiyên me ji zindanan derkevin”
11:41 Kuştina Muharrem Aksem kete rojeva Meclisê
10:51 Ji nû ve jidayikbûna gelekî
10:36 Malbata Şenyaşar: Daxwazên me yên hiqûqî bi paş de nexin
09:57 Xwediyên 94'emîn Xelatên Oscarê diyar bûn
09:03 Li Rihayê bi salan e heqdesta karkerên înşeatê wek xwe ye
09:00 ROJEVA 28'Ê ADARA 2022'YAN
27/03/2022
21:04 Temel: Heya tecrîda li ser Ocalan neyê rakirin dê çareserî ne pêkan be
19:40 Dozger xwest 5 sal ceza li rojnamevan Canozerê bê birîn
17:12 Hevserokê Giştî yê DBP’ê Bayindir: Newroz bû hevî
Hevseroka Giştî yê HDP’ê Buldan: Em ê bendavên li pêş aştiyê jî rakin
16:43 Ji DEVA'yê îstifa kirin û derbasî HDP'ê bûn
16:37 Mihrîcana Fîlmên Kurd di roja 4'an de berdewam dike
16:21 TÛAY-DER: Girtiyên nexweş bi pêkanînên dijî hiqûqê re rû bi rû ne
16:07 Nobeda Edaletê ya Wanê: Em tecrîdê qebûl nakin
15:36 Di kongreya OHD'ê de balê kişandin ser tecrîda li dijî Ocalan
14:58 Latîfecî ku beriya 27 salan hat kuştin li ser gora xwe hat bibîranîn
13:55 Ajansa me hêjayî 25'emîn Xelata Metîn Goktepe hat dîtin
13:28 Êrişî avahiya HDP'ê ya Erdemliyê hat kirin
13:02 Malbata Şenyaşar: Peywira darazê ne parastina sûcdaran e
13:02 Koma HDP'ê ya Meclisê nexşerêya xwe ya dema nû nîqaş kir
12:11 Doza Kobanê sibê dest pê dike: Wê ji bo serokê berê yê dadgehê daxwaz bên kirin
11:12 Cerdevanên ku dest dirêjî zarokê kirin parastvanê şaredarê AKP'î derket
10:17 Rêya mezrayê 10 roj in girtî ye
10:16 Şanoger Ûlûsoy: Xwedîderketina şanoyê ji berê xurtir e
09:18 Xizmên malbata Dedeogûllari: Em mafê xwe dixwazin
09:17 Rexmî biryara AYM'ê jî lêpirsîna "polisên îşkencekar" hat girtin
09:17 'Em ê destûr nedin ku nebaşî bibe ji rêze'
09:16 Dayikên Aştiyê: Ji bo aşitiyê deriyê Îmraliyê vekin
09:08 Êdî dixwaze stranên aştiyê bibêje
09:03 'Guh bidin dengê gel ku ji qadên Newrozê bilind bû'
09:00 ROJEVA 27'Ê ADARA 2022'YAN
26/03/2022
21:45 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket
19:45 Berham Salih: Divê qrîza siyasî ya li Iraqê bi dawî bibe
17:54 Ji DFG'ê kurtefîlmê binpêkirina mafên rojnamegeran
17:33 Ji karkerên ku birîndar bûbûn yek jê jiyana xwe ji dest da
17:00 Muhtac e ku malbata wê li wê binêre lê dikare di girtîgehê de bimîne!
16:35 Nobeda Edaletê ya Wanê 100 roj li pey xwe hişt
16:31 Hilbijartina Serokomariyê ya Iraqê dîsa hat taloqkirin
16:26 Başaran: Bi ruhê Newrozê tecrîd dikare bê rakirin
16:24 Fîncanci: Heke demokrasî nebe tenduristî jî nabe
15:59 Walîtiya Rihayê derbarê Aksem de daxuyanî da
15:55 Rêxistinên jinan: Polîsan gef li malbatên jinên tevli çalakiyên 8’ê Adarê bûne xwar
15:53 Jiyana girtiya nexweş Tenzîle Acar di xetereyê de ye
15:52 Dayikên Şemiyê: Dema dosyeya Nezîr Acar hate borandin
15:38 Tedawiya girtiyê nexweş Çîçek nayê kirin
15:09 2 kesên li Stenbolê hatibûn kuştin, li Colemêrgê veşartin
15:02 Veysel Îlhan ê 30 sal girtî ma hat berdan
14:51 Li Girtîgeha Wanê lepik û stûmal hatin qedexekirin
14:50 Li bakurê Kurdistanê rapirsiya hilbijartinê: Rayên HDP’ê zêde dibin û AKP dihele
14:49 ‘Ocalan îradeya bi milyonan mirov e’
14:34 TUAY-DER’a Çukurova xwest rayedar bikevin tevgerê
14:09 KESK’ê xwest endamên wan ên îxrackirî vegerin karê xwe
13:51 Xizmên Windayan li aqûbeta Alî Muldir û Alî Gunduz pirsîn
13:48 ‘Divê binpêkirinên ji pergala esnaf-kurye diqewimin ji holê bên rakirin’
13:36 ‘Gelo hêceta girtina şopa tiliyên zarokên 5 salî çi ye?’
13:18 ‘Yên ku peyamên Newrozê paşguh dikin dê nekarin hebûna xwe bidomînin’
12:51 Ji Çîftçî yê li Hewlêrê hatibû binçavkirin agahî nayê girtin
12:24 Cismên ku li bedena Aksem ketine nehat diyarkirin
12:11 KCK: Tirkiye û PDK bi hev re amadekariya operasyonê dikin
12:10 ‘Çima tu pere ji hevalê xwe yê zarokatiyê re dişînî?’
11:38 Siyasetmedarê misrî: Divê Ocalan azad bibe
11:38 Malbata Şenyaşar: Israra dayikan wê edaletê bîne
11:03 Li dijî ANHA’yê êrişa sîber hat kirin
10:52 Li navçeya Basa 4 kes kirin binçavan
10:19 Twitterê, hesaba ajansa me rawestand
10:15 Bektaş felc bûye û dermanê nexweşiya Çardak jî nîne lê nayên berdan