Kuzu: Kurdên ku leşkeran ew kuştin di Doza Kobanê de bûn kuştî

img
ENQERE - Parêzer Erdal Kuzu di Doza Kobanê de axivî û diyar kir ku sê welatiyên li Kerboranê di çalakiyên Kobanê de hatin kuştin wek “kujer” di dosyeyê de hatine nîşandan û got: “Yên hatin kuştin kurd in û yên hatin sûcdarkirin jî kurd in.” 
 
Danişîna 11’emîn a Doza Kobanê di roja 2’yemîn de li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam dike. Rêveber û parlamenterên HDP’ê, gelek parêzer û gelek kes dozê dişopînin. Siyasetmedar Gunay Kubîlay û Vezîr Çakan ên girtî tên darizandin li eywanê hatin amadekirin û hin siyasetmedaran hêceta xwe ragihandin û tevli danişînê nebûn û siyasetmedarên li girtîgehên cuda jî bi riya SEGBÎS’ê tevli danişînê bûn. 
 
Di danişînê de ewilî Erdal Kuzu yê parêzeriya siyasetmedarê kurd Ahmet Turk dike axivî û anî ziman ku dadgerê ewil ku dozê vekir niha ji endamtiya “Çeteya Atadedeler” hat binçavkirin û vê meseleyê gumanên wan gelek zêde kiriye. Kuzu got miwekîlên wan daxwaza dosyeya Atadedeler were celbkirin kirine lê belê dadgehê vê daxwazê red kiriye. 
 
‘ARMANC EW E KU KURDAN KRÎMÎNALÎZE BIKIN’ 
 
Kuzu anî ziman ku armanca dadgehê ew e ku siyasetmedarên kurd krîmînalîze bikin û ew ji destpêkê ve dibêjin rayedarên HDP’ê di encama komployê de hatine girtin û dozên siyasî bûne kevneşopiya vî welatî. 
 
‘BI DESTÛRA DEWLETÊ ÇÛYE KOBANÊ’ 
 
Kuzu da zanîn ku heyeta dadgehê tu pirs ji miwekîlê wî siyasetmedar Ahmet Turk nekiriye û wiha got: “Çimkî tiştek wê jê bê pirsîn tune ye. Hûn jî dizanin ku tiştek li holê nîne. Ev yek jî dide nîşandan ku ev doz bi sedemên siyasî hatiye amadekirin. Parvekirinek miwekîlê min wek sûc hatiye nîşandan. Beriya siyasetmedar ji doza Kobanê bên girtin, daxuyaniyek du meh beriya wê wek destpêkirina operasyonên Kobanê hatiye qebûlkirin. Ev daxuyanî gelek daxwazên mirovî tê de hebûn. Ev daxuyaniya ku wek destpêkirina operasyonan hatiye destpêkirin, dê çawa bê qebûlkirin?” 
 
Kuzu parvekirinên rayedarên dewletê yê wê heyamê ku derbarê Kobanê de kiribûn bi bîr xist û îktidar jî li gunehkarekî digeriya. Kuzu destnîşan kir ku miwekîlê wî bi destûra dewletê di wê heyamê de çûye Kobanê û wan alîkariya mirovî biriye Kobanê. Kuzu got ji bo ev meseleya çûyîna miwekîlê wî ya Kobanê divê ji Walîtiya Rihayê bê pirsîn û xwest belgeyên destûra hatiye dayîn li dosyeyê bê celbkirin. 
 
AXAFTINA 2017’AN JÎ KIRINE SÛC!
 
Kuzu anî ziman ku miwekîlê wî di Newroza 2017’an de gotiye, “Gerîlayê PKK’ê” û ji ber vê yekê kirine sûc û li dosyeya wê bar kirine û ev yek nabe sûc û tu eleqeya wê bi dosyeya Kobanê re nîne û xwest ev yek ji dosyeyê bê derxistin. 
 
‘DIVÊ RAYEDARÊN ÎKTIDARÊ JÎ BÊN DARIZANDIN’ 
 
Kuzu destnîşan kir ku serdana ji bo Qendîlê bi destûra dewletê şande çûye wir û hevdîtin pêk hatiye û heke ev bibe sûc divê derbarê rayedarên dewletê-îktidarê jî lêpirsîn bê destpêkirin û doz were vekirin. Kuzu got çimkî serokwezîrê wê demê û Serokkomarê niha bi xwe gotibû, “min wan şandiye Qendîlê” û ji ber vê yekê jî doz û doznameya Kobanê bi her awayî seqet e. Kuzu diyar kir ku di çalakiyên Kobanê yên di sala 2014’an de li navçeya Kerborana Mêrdînê 3 welatî ji aliyê leşkeran ve hatine kuştin û got: “Yên ku hatine kuştin wek kuştiyên vê dosyeyê hatine nîşandan. Yên hatin kuştin kurd in û yên hatin sûcdarkirin jî kurd in.” 
 
‘SIYASETMEDAREK RÛSPIYÊ KURDAN E’ 
 
Kuzu destnîşan kir ku Ahmet Turk yek ji siyasetmedarê herî xwedî bi ezmûn ê kurd e û wiha got: “Ahemt Turk siyasetmedarek rûspiyê kurd e. Emrê wî li heps û dadgehan derbas bû. Yên ku wî girtin, darizandin û îşkence lê kirin niha li ku ne? Tenê armancek darizandina mirovek 77 salî heye ew jî ji ber ku kurd e. Armanc ew e k udi şexsê miwekîlên me de kurdan ceza bikin. Divê demildest dest ji vê xeletiy3e bê berdan. Wê tu feydeya vê dozê li aştiya civakî nebe. Wê bi qasî serê derziyê jî feydeyê li hiqûqê neke. Me helwesta vê darizandinê di darizandinên KCK’ê de dît. Dadger û dozgerên li dozên KCK’ê dinêrîn jî rewşa xwe qudretî didîtin lê belê niha û nav û rûyê wê nayê nasîn û kes behsa wan jî nake.” 
 
Kuzu herî dawî diyar kir ku miwekîlê wî Ahmet Turk ji ber nexweşiyên xwe li nexweşxaneyê ye û ji ber vê yekê divê miwekîlê wî ji van danişînan bê rizgarkirin. 
 
BAYRAKTAR: TIRKIYE PIŞTEVANIYA ÇEKAN DA KOBANÊ 
 
Pişt re parêzer Kazim Bayraktar jî axivî û destnîşan kir ku Doza Kobanê li dijî kurdan hatiye vekirin. Bayraktar destnîşan kir ku di pêvajoyek çareseriyê de DAIŞ’ê êrişî Kobanê kir û xwe spart sînorê Tirkiyê û hişyariya DAIŞ’ê lig elek welatên Ewropayê hat kirin û ev yek pêk nehat û bûyerên Kobanê qewimîn. Bayraktar anî ziman ku Tirkiyê piştevaniya çekan ji bo Kobanê kiriye û ji bo pêşmerge derbasî Kobanê bibin rê vekiriye lê belê dadgeh û îktidar tenê kesên li vir twît parve kirine didarizîne. 
 
 
Dadgehê saetek û nîv navber da danişînê.
 

Sernavên din

01/04/2022
09:03 Doza cenazeyê xwe kirin, gef li wan hat xwarin!
09:03 Cotkar ji neçarî dê biçin ber Îş-Kûrê!
09:00 Lêpirsîna Mahsûm Karaoglan 13 sal in 'veşarî' ye
09:00 Ozturk: Em di 4'ê Nîsanê de peyama xwe li Amarayê bidin
09:00 Dayikên Aştiyê: Serok, ruh û canê me ye
09:00 ROJEVA 1'Ê NÎSANA 2022'YAN
31/03/2022
21:08 Cenazeyê Kûbîlay Acet li Êlihê hat definkirin
19:33 Mela Saît Ozdemîr hat berdan
19:11 Îstinafê cezayê ku li kiryarê destdirêjiyê Orhan hatibû birîn erê kir
18:46 Kesên li Şirnex,Wan û Erdexanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:59 SYKP: Em li dor Nobeta Edaletê bibin xelek
16:55 Şahidên ku di Doza Kobanê de axivî: Tenê yek çalakî jî derqanûnî nebû
16:33 HDP’ê ji bo kêmtirîn heqdest teklîf da Meclisê
16:33 Ji bo lêpirsîna Mîraç Mîroglu re biryara neşopandinê hat dayîn
16:21 ‘Bila tecrîda li ser girtîgehan demildest bi dawî bibe’
16:03 Ozturk: Aştiyeke birûmet bi Ocalan pêkan e
15:37 Rojnameger Gok: Dixwazin ji ber wêneyên Kurkut ceza bidin min
15:25 Ji bo Aksem serî li Meclisê da
15:04 Koma nîjadperest êriş kir polîsan xwendekarên kurd binçav kirin
15:01 Nobeda Edaletê ya li Stenbolê di hefteya duyemîn de ye
15:00 ‘Mirina Mûharrem Aksem çima nayê zelalkirin?’
14:36 Sebahat Tuncel: Pêbaweriya vê dadgehê nema ye
14:29 Bûldan: Di Newrozê de bi milyonan kesî çareseriyê nîşan da
14:16 Ji ber xelata ku da Jin TV'yê doz li Odeya Avahîsazan hat vekirin
14:02 Dayika Sîbel Balaç: Keça min 25 kîlo dane
13:43 Salek û 6 meh ceza dan nivîskar Yavuz Ekîncî
13:40 Doza parêzerên ku qeyûman protesto kiribûn hat paşxistin
13:36 Bijîjkê ku dest dirêjî nexweşa xwe kir hat girtin
13:33 Îfadeya ji bo îlana windabûnê hatiye dayîn li Doza Kobanê zêde kirine
13:12 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:45 Ferît Şenyaşar: Xelk wê vê neheqiyê ji bîra neke
12:40 Danişîna rojnameger Canozer taloq bû
12:23 Arteşa tirk li herêma Biradostê gef li gundiyan xwar
12:10 Gunay: Newrozê tifaq nîşan da divê tifaqa netewî pêk were
11:37 Doza derbarê kuştina Hantaş de hat taloqkirin
11:26 Bernameya Yenîsahneyê ya meha nîsanê eşkere bû
11:23 Li Stewrê 6 kes hatin binçavkirin
11:22 Malbata Ocalan li benda mêvanên 4'ê Nîsanê ye
10:53 Ji Alî Dogan Gonultaş albûmek: Gêxî
10:51 DBP: Xwedî derketina Qazî Mihemed bi xebatên yekitiya neteweyî pêkan e
10:29 Li ser cenazeyên li Newala Qesaba vîla tên lêkirin!
09:45 Daxwaza dayika 100 salî ew e ku cara dawî kurê xwe bibîne
09:14 Ji ava Gola Wanê sabûnê çêdike
09:13 Avahiyên Sûrê kirin platoya TRT'ê
09:10 Rapora girtiyê jiyana xwe ji dest da: Girtîgeh ji bo jiyana wî talûke ye
09:09 Kîloya penêrê bisîrik bû 120 TL
09:05 Birayê Eser: Belasebeb birayê min kuştin
09:05 'Vê îktidarê meha Remezanê kir meha xizaniyê'
09:05 Tevgera Azadî: Armanc bi şirîkatiya PDK'ê dagirkirina herêmê ye
09:05 Hunermend Demîr: Cihê Nûdem Dûrak ne girtîgeh e divê bê berdan
09:05 Xelkê Amedê: Girtî û malbatên nobeda edaletê digirin rûmeta me ne
09:00 ROJEVA 31'Ê ADARA 2022'YAN
30/03/2022
20:07 7 sal û 6 meh ceza li serokê DÎAYDER'ê yê berê hat birîn
17:01 Li parêzera ku got 'komplo hat kirin' 10 sal û 6 meh ceza hat birîn
16:40 Nobeda Edaletê ya li Wanê û Îzmîrê berdewam dike
16:33 Parêzer Tarik Guneş hat tehliyekirin
16:32 Karker û sendîkavan hatin binçavkirin
16:31 Mahîr Çayan û rêhevalên wî hatin bibîranîn
16:12 Bersûcê gotibû 'derûniya min xirab e' cezaî ehliyeta wî tam derket
15:36 Girtiyan bi erdê re kaş kirin!
15:30 Ji 7 partiyan daxuyaniya pergala hilbijartinê
15:29 Hikûmeta Iraqê dê biryara xwe ya ji bo nefta Başûr pêk bîne
15:29 Şahidên qetilkirina li Qazakîstanê: Dewlet piştgiriya nijadperestiya li dijî kurdan dike
14:53 Parlamenter Kaçmaz: Divê berpirsiyarên mirina Aksem bên cezakirin
14:13 HDK banga tevlibûna ‘Konferansa Avhewayê’ kir
13:00 Ji bo azadiya Ocalan bang kirin: Bi ruhê 8’ê Adarê û Newrozê ber bi Amarayê ve
12:08 Ji ber ku qeyûm rê venake 5 roj in nikare bê veşartin
11:49 Li Şehbayê teqîn: Herî kêm 10 kes birîndar bûn
11:40 Komên girêdayî Tirkiyeyê li Efrînê 2 zarok revandin
11:23 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
11:15 Malbata Şenyaşar: Hemû dinyayê feryada dayikê bihîst lê Erdogan nebihîst
11:00 Li Wanê îşkenceya polîsan: Heta xwîn ji guhên wî hatî lê xistin
10:29 Li gelek bajaran bi ser malan de girtin
10:28 Faîlên êrişên ser avahiya HDP'ê ya Erdemliyê nayên girtin
10:11 ‘Binçavkirin û girtin nikarin têkoşîna jinan rawestînin’
10:08 Ji bo operasyoneke berfireh PDK ji Tirkiyeyê bêhtir bizavê dike
09:49 Girtiyê nexweş ê giran Guler sewqî Girtîgeha Menemenê kirin
09:29 Pirtûka 'Nexweşiyên Sereke' ya Dr. Erdal Sîpan derket
09:26 Rojnamegerên li Başûrê Kurdistanê: PDK ji bo rojnamegeran astengiyan derdixe
09:09 6 ferdên malbata Gezmîş li benda dermankirin û alîkariyê ne
09:07 Pêşmergeyê berê: Heke em nebin yek em ê bi ser nekevin
09:06 Çavê Cemiyeta Belawekirina Ilmê ji rantê têr nabe!
09:03 Siyaseta qeyûmtiyê AKP şikand
09:03 Li dijî qeyûman şaredarîtiya bêşaredarî
09:01 Wanî ji bo hilbijartina tê amade ne: Em ê dersa AKP'ê bidin
09:01 'Tu hêz nikare gelê kurd û birêz Ocalan ji hev dûr bixe'
09:00 ROJEVA 30'YÊ ADARA 2022'YAN
29/03/2022
23:35 Mîhrîcana Fîlmên Kurdî bi dawî bû
21:09 Li Bagokê operasyona eskerî
18:23 Li Gundikê Melê Adarok hat pîrozkirin
17:02 Astengdarên ku çavê wan nabînin daxwaza mafê bikaranîna dengê veşarî kirin
17:02 Daxwaza girtina leşkerê ku Hazna Su kuştibû hat redkirin
16:41 Malbatên girtiyan xwestin fîxana wan bê bihîstin
16:29 Doza Kobanê taloqî dusiba hat kirin
16:15 Dayika Aştiyê gazî Wezareta Dadê kir: Berpirsiyariya xwe bicih bînin
16:15 DAIŞ'ê êrişî Qampo Holê kir: Hemû êrişkar hatin girtin
15:23 Bûldan: Bi milyonan kes xwest ji bo diyalogê deriyên Îmraliyê bên vekirin
15:01 Biryara bihincet a doza Melek Karaaslan: Terkî mirinê hatiye kirin
14:24 EGE TÛHAYDER: Ji hemû girtiyên siyasî re azadî
14:07 Li Wanê ciwanên hatibûn îşkencekirin, hatin girtin