'Tu hêz nikare gelê kurd û birêz Ocalan ji hev dûr bixe'

img

RIHA - Omer Ocalan ê HDP'î diyar kir ku yê ku 4'ê Nîsanê berbiçav kiriye gelê kurd e û wê wekî rojbûna xwe pîroz dike û got: "Tu hêz nikare gelê kurd û birêz Ocalan ji hev dûr bixe."

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 23 sal in di Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F'yê de bi awayekî dijwar tê tecrîdkirin. Ocalan, di 22 salên li Îmraliyê de tenê 442 caran karibûye hevdîtinê bi parêzerên xwe re bike. Ji sala 2011'an heya niha tenê di 2019'an de 5 caran hevdîtin bi parêzerên xwe re kiriye û ji 25'ê Adara 2020'î vir ve jî tu xeber jê nayê girtin. 
 
Ji 4'ê Nîsanê, rojbûna Ocalan re çend roj man. Kurd ku li qadên Newrozê li dijî tecrîda li ser Ocalan bi berzkirina dirûşmeya "Bijî Serok Apo" doza azadiya Ocalan kirin, niha bi heman daxwazê jî haziriya xwe dikin ku 73'yemîn rojbûna Ocalan pîroz bikin. 
 
Biraziyê Rêberê PKK'ê Ocalan û Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Rihayê Omer Ocalan, derbarê tecrîda ku 23 sal in bênavber didome, peyamên di Newrozê de derketin pêş û derheqê 4'ê Nîsanê de ji ajansa me re axivî. 
 
'OCALAN Û GEL BI HEV RE NE'
 
Omer Ocalan, bal kişand ser Newrozê ku bi dirûşmeya "Dem dema serkeftinê ye" hat pîrozkirin û li ser daxwaza ji bo azadiya Rêberê PKK Abdullah Ocalan sekinî. Ocalan wiha got: "Newroz bi awayekî serkeftî hat pîrozkirin. HDP pêşengtiya ve Newrozê kir. Ez jî tevlî gelek bernameya bûm. Li Pirsûs, Riha û Cizîra Botan tevlî bernameyên geş bûm. Li her derî xwedîderketinek xurt hebû. Ev 50 sal in li Kurdistanê û metrepolên Tirkiyeye çandek hatiye avakirin. Newroz û têkoşîna kurdan gihîşt hev û qadek bîrdozî derket pêş. Di avakirina vê Newrozê de keda birêz Ocalan zêde ye. Birêz Ocalan ji nava civaka kurd derket, afirandinek gelek mezin pêş xist. Birêz Ocalan xetek şoreşgerî ava kir. Gelê kurd nêrînên birêz Ocalan pejirandin. Nasnameyek hat avakirin. Îradeyek hat avakirin û her diçe ev îrade 50 salin pêş dikeve. Birêz Ocalan û civak bi hev re meşiyan. 50 salin Newroz li ser vî esasê tê pîrozkirin."
 
'KURD DOZA AZADÎYA OCALAN DIKIN'
 
Omer Ocalan, ji bo peyamên ku di pîrozbahiyên Newrozê de derketin pêş jî got: "Gelê kurd êdî Newrozê û azadiya birêz Ocalan têkildarî hev û pevgirêdayî dihesibînin. Dirûşmeye herî zêde hat berzkirin a li ser navê birêz Ocalan bû. Her çi qasî hinek hişyarî jî hatin kirin jî, lê êdî gelê kurd li her derî doza azadiya birêz Ocalan dike. Newroz bi hezaran sal in tê pîrozkirin, lê ev 50 salin bi armancake din tê pîrozkirin. Dema behsa Newrozê tê kirin, birêz Ocalan tê bîra mirovan. Ev, her diçe xurtir dibe. Êdî di sedsala 21'emîn de kurd daxwaziya statuya xwe û azadiya birêz Ocalan dikin. Kurd êdî azadiya xwe, azadiya birêz Ocalan dixwazin. Dema Birêz Ocalan azad bibe dikare li ser gelek xalan siyasetê bimeşîne. Têkilîya kurdan a bi Tirkiyê, Surî an jî bi Îranê re wê çawa be? Birêz Ocalan wê nêrînê xwe bi gel re parve bike. Ev ê li ser siyaseta Rojhilata Navîn bandor bike."
 
'WÊ HERDEM KAWAYÊ MODERN HEBIN' 
 
Omer Ocalan anî ziman ku "Dehaqên modern" hatina afirandin û wiha domand: "Dehaq zilm li civakê dikir. Mejiyê zarokê wî gelî dixwar. Niha jî wisa ya. Dehaqe modern derketine, li her derî dixwazin destheladariya xwe berdewam bikin. Lê li hemberî zilmkaran Kawayê hemdemîn hene. Kawayê hemdemîn têdikoşin û dixwazin civak azad bibe. Zêde tiştekî naxwazin mafê xwe dixwazin. Niha bi hezaran Kawayê Hesinkar di nava kurdan de hene. Daxwaza wan a herî mezin azadiya birêz Ocalan e. Di her qadê de ev daxwaz heye, di Newrozê de ev daxwaz gihiştandin asta herî jor."
 
'EV YEK NAYÊ QEBÛLKIRIN' 
 
Omer Ocalan, bi bîr xist ku Rêberê PKK'ê Ocalan 23 sal in tê tecrîdkirin û wiha axivî: "Di cîhanê de mînaka vê tune ye. Ev tecrîd bi armanca têkiliya birêz Ocalan û gelê kurd ji holê rakin tê meşandin. Lê êdî ev ne mimkin e. Ev saleke têkilî bi birêz Ocalan re tune ye. Ji 25’ê Adara 2021’an ve xeber ji birêz Ocalan nayê girtin." 
 
'AMARA JI BO KURDAN SEMBOL E' 
 
Omer Ocalan, li ser 4'ê Nîsanê jî sekinî û bibîr xist ku pîrozbahiya 4'ê Nîsanê ya yekemîn bi pêşengtîya TUHAD-FED'ê di sala 2004'an de hatiye lidarxistin û got: "4'ê Nîsanê bi daxwaza gel derket pêş. Roja 4'ê Nîsanê pîroz e ji bo kurdan, sembolek gelek mezin e. 4'ê Nîsanê roja jidayikbûna gelê kurd e, lê êdî civak wekî rojbûna xwe dibîne. Ji ber wê gelê kurd ji 2004'an ve berê xwe dide Amarayê. Di 2009'an de 2 ciwanê kurd hatin qetilkirin. Mistafa û Mahsûm hatin qetilkirin, lê li hemberî wê tu doz nehatin vekirin. Dema 4'ê Nîsane tê qedexekirin alozî rû didin û kuştin çêdibe. Ev yek li ser siyaseta Tirkiye jî bandor dike. Lê dema ku qedexe tune bin, 4'ê Nîsanê mîna festîvalêkê tê pîrozkirin. Tu kes jiyana xwe ji dest nade. Amara ji bo kurdan sembolek e. Ev 6 sal in dîsa qedexe derketine pêş. Bi êrişan dixwazin kurdan bitirsînin, lê êdî kurdan tirs derbas kiriye."
 
'ÊDÎ DIVÊ OCALAN AZAD BE'
 
Omer Ocalan, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya rol û rista Ocalan a ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û got: "Dema aramî çêbibe, wê bi sedhezaran kurd û dostên wan berê xwe bidin Amarayê. Birêz Ocalan, siyaseta jiyana wekhev pêş xistiye. Ji ber wê gelê kurd qîmeta herî mezin dide birêz Ocalan. Siyaseta wî li ser kurdan bandor kiriye. Tu hêz tu dewlet nikare gelê kurd û birêz Ocalan ji hev dûr bixe. Felsefeya birêz Ocalan, di mejiyê kurdan de cih girtiye. Kurdan jiyana xwe di wir de ditiye. Gelê kurd gelek polîtîk e. Êdî divê birêz Ocalan azad bibe. Rojeva gelê kurd azadiya birêz Ocalan e. Ev daxwaz di Newrozê de jî bilind bû."
 
MA / Emrûllah Acar

Sernavên din

01/04/2022
09:03 Doza cenazeyê xwe kirin, gef li wan hat xwarin!
09:03 Cotkar ji neçarî dê biçin ber Îş-Kûrê!
09:00 Lêpirsîna Mahsûm Karaoglan 13 sal in 'veşarî' ye
09:00 Ozturk: Em di 4'ê Nîsanê de peyama xwe li Amarayê bidin
09:00 Dayikên Aştiyê: Serok, ruh û canê me ye
09:00 ROJEVA 1'Ê NÎSANA 2022'YAN
31/03/2022
21:08 Cenazeyê Kûbîlay Acet li Êlihê hat definkirin
19:33 Mela Saît Ozdemîr hat berdan
19:11 Îstinafê cezayê ku li kiryarê destdirêjiyê Orhan hatibû birîn erê kir
18:46 Kesên li Şirnex,Wan û Erdexanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:59 SYKP: Em li dor Nobeta Edaletê bibin xelek
16:55 Şahidên ku di Doza Kobanê de axivî: Tenê yek çalakî jî derqanûnî nebû
16:33 HDP’ê ji bo kêmtirîn heqdest teklîf da Meclisê
16:33 Ji bo lêpirsîna Mîraç Mîroglu re biryara neşopandinê hat dayîn
16:21 ‘Bila tecrîda li ser girtîgehan demildest bi dawî bibe’
16:03 Ozturk: Aştiyeke birûmet bi Ocalan pêkan e
15:37 Rojnameger Gok: Dixwazin ji ber wêneyên Kurkut ceza bidin min
15:25 Ji bo Aksem serî li Meclisê da
15:04 Koma nîjadperest êriş kir polîsan xwendekarên kurd binçav kirin
15:01 Nobeda Edaletê ya li Stenbolê di hefteya duyemîn de ye
15:00 ‘Mirina Mûharrem Aksem çima nayê zelalkirin?’
14:36 Sebahat Tuncel: Pêbaweriya vê dadgehê nema ye
14:29 Bûldan: Di Newrozê de bi milyonan kesî çareseriyê nîşan da
14:16 Ji ber xelata ku da Jin TV'yê doz li Odeya Avahîsazan hat vekirin
14:02 Dayika Sîbel Balaç: Keça min 25 kîlo dane
13:43 Salek û 6 meh ceza dan nivîskar Yavuz Ekîncî
13:40 Doza parêzerên ku qeyûman protesto kiribûn hat paşxistin
13:36 Bijîjkê ku dest dirêjî nexweşa xwe kir hat girtin
13:33 Îfadeya ji bo îlana windabûnê hatiye dayîn li Doza Kobanê zêde kirine
13:12 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:45 Ferît Şenyaşar: Xelk wê vê neheqiyê ji bîra neke
12:40 Danişîna rojnameger Canozer taloq bû
12:23 Arteşa tirk li herêma Biradostê gef li gundiyan xwar
12:10 Gunay: Newrozê tifaq nîşan da divê tifaqa netewî pêk were
11:37 Doza derbarê kuştina Hantaş de hat taloqkirin
11:26 Bernameya Yenîsahneyê ya meha nîsanê eşkere bû
11:23 Li Stewrê 6 kes hatin binçavkirin
11:22 Malbata Ocalan li benda mêvanên 4'ê Nîsanê ye
10:53 Ji Alî Dogan Gonultaş albûmek: Gêxî
10:51 DBP: Xwedî derketina Qazî Mihemed bi xebatên yekitiya neteweyî pêkan e
10:29 Li ser cenazeyên li Newala Qesaba vîla tên lêkirin!
09:45 Daxwaza dayika 100 salî ew e ku cara dawî kurê xwe bibîne
09:14 Ji ava Gola Wanê sabûnê çêdike
09:13 Avahiyên Sûrê kirin platoya TRT'ê
09:10 Rapora girtiyê jiyana xwe ji dest da: Girtîgeh ji bo jiyana wî talûke ye
09:09 Kîloya penêrê bisîrik bû 120 TL
09:05 Birayê Eser: Belasebeb birayê min kuştin
09:05 'Vê îktidarê meha Remezanê kir meha xizaniyê'
09:05 Tevgera Azadî: Armanc bi şirîkatiya PDK'ê dagirkirina herêmê ye
09:05 Hunermend Demîr: Cihê Nûdem Dûrak ne girtîgeh e divê bê berdan
09:05 Xelkê Amedê: Girtî û malbatên nobeda edaletê digirin rûmeta me ne
09:00 ROJEVA 31'Ê ADARA 2022'YAN
30/03/2022
20:07 7 sal û 6 meh ceza li serokê DÎAYDER'ê yê berê hat birîn
17:01 Li parêzera ku got 'komplo hat kirin' 10 sal û 6 meh ceza hat birîn
16:40 Nobeda Edaletê ya li Wanê û Îzmîrê berdewam dike
16:33 Parêzer Tarik Guneş hat tehliyekirin
16:32 Karker û sendîkavan hatin binçavkirin
16:31 Mahîr Çayan û rêhevalên wî hatin bibîranîn
16:12 Bersûcê gotibû 'derûniya min xirab e' cezaî ehliyeta wî tam derket
15:36 Girtiyan bi erdê re kaş kirin!
15:30 Ji 7 partiyan daxuyaniya pergala hilbijartinê
15:29 Hikûmeta Iraqê dê biryara xwe ya ji bo nefta Başûr pêk bîne
15:29 Şahidên qetilkirina li Qazakîstanê: Dewlet piştgiriya nijadperestiya li dijî kurdan dike
14:53 Parlamenter Kaçmaz: Divê berpirsiyarên mirina Aksem bên cezakirin
14:13 HDK banga tevlibûna ‘Konferansa Avhewayê’ kir
13:00 Ji bo azadiya Ocalan bang kirin: Bi ruhê 8’ê Adarê û Newrozê ber bi Amarayê ve
12:08 Ji ber ku qeyûm rê venake 5 roj in nikare bê veşartin
11:49 Li Şehbayê teqîn: Herî kêm 10 kes birîndar bûn
11:40 Komên girêdayî Tirkiyeyê li Efrînê 2 zarok revandin
11:23 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
11:15 Malbata Şenyaşar: Hemû dinyayê feryada dayikê bihîst lê Erdogan nebihîst
11:00 Li Wanê îşkenceya polîsan: Heta xwîn ji guhên wî hatî lê xistin
10:29 Li gelek bajaran bi ser malan de girtin
10:28 Faîlên êrişên ser avahiya HDP'ê ya Erdemliyê nayên girtin
10:11 ‘Binçavkirin û girtin nikarin têkoşîna jinan rawestînin’
10:08 Ji bo operasyoneke berfireh PDK ji Tirkiyeyê bêhtir bizavê dike
09:49 Girtiyê nexweş ê giran Guler sewqî Girtîgeha Menemenê kirin
09:29 Pirtûka 'Nexweşiyên Sereke' ya Dr. Erdal Sîpan derket
09:26 Rojnamegerên li Başûrê Kurdistanê: PDK ji bo rojnamegeran astengiyan derdixe
09:09 6 ferdên malbata Gezmîş li benda dermankirin û alîkariyê ne
09:07 Pêşmergeyê berê: Heke em nebin yek em ê bi ser nekevin
09:06 Çavê Cemiyeta Belawekirina Ilmê ji rantê têr nabe!
09:03 Siyaseta qeyûmtiyê AKP şikand
09:03 Li dijî qeyûman şaredarîtiya bêşaredarî
09:01 Wanî ji bo hilbijartina tê amade ne: Em ê dersa AKP'ê bidin
09:01 'Tu hêz nikare gelê kurd û birêz Ocalan ji hev dûr bixe'
09:00 ROJEVA 30'YÊ ADARA 2022'YAN
29/03/2022
23:35 Mîhrîcana Fîlmên Kurdî bi dawî bû
21:09 Li Bagokê operasyona eskerî
18:23 Li Gundikê Melê Adarok hat pîrozkirin
17:02 Astengdarên ku çavê wan nabînin daxwaza mafê bikaranîna dengê veşarî kirin
17:02 Daxwaza girtina leşkerê ku Hazna Su kuştibû hat redkirin
16:41 Malbatên girtiyan xwestin fîxana wan bê bihîstin
16:29 Doza Kobanê taloqî dusiba hat kirin
16:15 Dayika Aştiyê gazî Wezareta Dadê kir: Berpirsiyariya xwe bicih bînin
16:15 DAIŞ'ê êrişî Qampo Holê kir: Hemû êrişkar hatin girtin
15:23 Bûldan: Bi milyonan kes xwest ji bo diyalogê deriyên Îmraliyê bên vekirin
15:01 Biryara bihincet a doza Melek Karaaslan: Terkî mirinê hatiye kirin
14:24 EGE TÛHAYDER: Ji hemû girtiyên siyasî re azadî
14:07 Li Wanê ciwanên hatibûn îşkencekirin, hatin girtin