Sebahat Tuncel: Pêbaweriya vê dadgehê nema ye

img
ENQERE - Di danişîna Doza Kobanê de siyasetmedar Sebahat Tuncel derheqê serokê dadgehê yê berê Bahtiyar Çolak de axivî û wiha got: “Çolak, niha jî tê darizandin û pêbaweriya dadgehê ji holê rakir. Divê ev doz bê sekinandin û îdianame paşve bê kişandin.” 
 
Bi hinceta çalakiyên 6-8’ê Cotmehê ku li dijî êrişa DAIŞ’ê ya li ser Kobanê hatibûn kirin, Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê û endamên Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) jî di nav de, derheqê 108 kesan de doz hatibû vekirin. 11’emîn danişîna dozê ku 22 kes tê de girtî tên darizandin, di roja 3’yemîn de li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam dike. 
 
Piştî axaftinên şahidan, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a berê Sebahat Tuncel mafê axaftinê girt. Tuncel, diyar kir ku ji roja destpêkê ya vê dozê heta niha rêzenelirêtî tên kirin û wiha domand: “Dê ev doz di rojên pêş de li zanîngehan bi ser navê ‘divê darizandinek çawa neyê kirin û feraseta edaletê çawa li holê tê rakirin’ bê dayîn. Em dixwazin rastî bê zanîn. Tevî ku gelek caran pêşniyazname hatine dayîn jî lê red kirin. Madem AKP û MHP dixwazin rastî bê zanîn, baş e lê çima van pêşniyaznameyan red dikin? Dadgeha we, şerê li qada siyasetê veguhest vê derê.” 
 
‘PÊBAWERIYA DADGEHÊ NEMA YE’
 
Bi domdarî Tuncel anî ziman ku ew ji bo demokrasî, mafên mirovan û azadiyê têdikoşin û wiha got: “Baş e me ji bo Bahtiyar Çolak çi gotibû? Me digot, pêbaweriya wî nîne û divê ev daraz bê sekinandin. Pêbaweriya dadgehê ji holê rakir. Hêj jî tê darizandin. Divê ev doz bê sekinandin û hûn îdianameyê paşve bişînin. Divê em jî êdî azad bibin. Hûn li gorî serê xwe CMK’ê dinivîsin û şahidan derdixînin. Em dizanin zextekî siyasî li ser we heye. Lê baş berê xwe bidinê, hevpîşeyê wê jî niha weke ‘terorîst’ tê darizandin. Heke we çavê xwe li edaletê girt, ne diyare sibe dê ji ku derkeve pêşiya we.” 
 
 ‘EM TEVGERA GEL IN’ 
 
Tuncel, anî ziman ku di Newroz û 8’ê Adarê de bi milyonan kes daketine qadan û wiha pê de çû: “Dibe ku we siyasetmedar û hilbijêrên me girtibin. Ferq nake. Têkoşîn bi tenê kesekî nameşe. Em tevgereke gel in. Hûn nikarin li vê derê li nûnerên gel biqîrin. Em li edaletê digerin. Baş e kê rê li ber bûyerên 6-8’ê Cotmehê vekir? Kîjan hêzên paramîlîter bûn? Derdekî we yê wiha heye? Baş e we pirsekî wiha qet kiriye? Derdê we ne ew pirs lê ‘ceza kirine.’ Serokê dadgehê yê berê wek endamê rêxistineke sûc tê darizandin. Lewma divê hemû kar û barên ji ber Doza Kobanê hatine kirin bên betalkirin. Ji bo vê serî li HSK’ê dan û lê nakeve dewrê. Hûn pêşdarazî nêz dibin. Heke hûn îdianameyê îade nekin, mîna şandeya din ez we jî red dikim.” 
 
Serokê dadgehê ev daxwaza redkirinê weke “hewldana dirêjkirina danişînê” nirxand û ev daxwaz red kir. 
 
DAXWAZA REDKIRINA DADGER 
 
Piştre jî Endama MYK’a HDP’ê ya berê Zeynep Olbecî mafê axaftinê girt û bi kurdî axivî. Olbecî bertek nîşanî redkirina daxwaza hevalên xwe da û ev tişt anî ziman: “Baş e lê ma Bahtiyar Çolak bi xwe ev dosya qebûl nekiribû? Wê demê çima ev daxwaza me nayê qebûlkirin? Heke hûn tişta pêwîst nekin, ez ê li mafê xwe bigerim. Heke şandeya dadgehê daxwaza me qebûl neke, wê demê ez jî şandeyê red dikim. Bi hiqûqa dijminatiyê nêzî me dibin. Dixwazin her tiştên di bûyerên 6-8’ê Cotmehê de qewimîne têxin stûyê me. Hêj di serî de me got ku ev îdianame vala ne. Çi dikin bila bikin dê nekarin tiştekî derxînin. Ez jî vê şandeyê red dikim ji ber ku bêalî tevnagere.” 
 
‘YÊ KU EM DIDARIZANDIN ENDAMÊ ÇETEYAN DERKET’
 
Di danişînê de aktîvîst Sîbel Akdenîz jî bi kurdî axivî. Akdenîz, destnîşan kir ku endamê komeke çete ew didarizandin û ev tişt anî ziman: “Me berê Bahtiyar Çolak ji we pirsiya. Wek ji ewilî got; ‘kurê wî di karantînayê de ye.’ Piştre jî we got; ‘nizanim dê kengî were.’ We rewşa wî dizanî lê agahî nedan. Anku şandeya dadgehê derew kir. Lewma jî em şandeya dadgehê red dikin.” 
 
Şandeya dadgehê ev daxwaza Akdenîz û Olbecî bi hinceta “hewl didin danişînê dirêj bikin” red kir. 
 
Di danişînê de Mesût Bagcik û Îsmaîl Şengul daxwazname dan ku piştî nîvro beşdarî danişînê nabin. 
 
Şandeya dadgehê saetek û nîv navber da danişînê. 
 

Sernavên din

01/04/2022
09:03 Doza cenazeyê xwe kirin, gef li wan hat xwarin!
09:03 Cotkar ji neçarî dê biçin ber Îş-Kûrê!
09:00 Lêpirsîna Mahsûm Karaoglan 13 sal in 'veşarî' ye
09:00 Ozturk: Em di 4'ê Nîsanê de peyama xwe li Amarayê bidin
09:00 Dayikên Aştiyê: Serok, ruh û canê me ye
09:00 ROJEVA 1'Ê NÎSANA 2022'YAN
31/03/2022
21:08 Cenazeyê Kûbîlay Acet li Êlihê hat definkirin
19:33 Mela Saît Ozdemîr hat berdan
19:11 Îstinafê cezayê ku li kiryarê destdirêjiyê Orhan hatibû birîn erê kir
18:46 Kesên li Şirnex,Wan û Erdexanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:59 SYKP: Em li dor Nobeta Edaletê bibin xelek
16:55 Şahidên ku di Doza Kobanê de axivî: Tenê yek çalakî jî derqanûnî nebû
16:33 HDP’ê ji bo kêmtirîn heqdest teklîf da Meclisê
16:33 Ji bo lêpirsîna Mîraç Mîroglu re biryara neşopandinê hat dayîn
16:21 ‘Bila tecrîda li ser girtîgehan demildest bi dawî bibe’
16:03 Ozturk: Aştiyeke birûmet bi Ocalan pêkan e
15:37 Rojnameger Gok: Dixwazin ji ber wêneyên Kurkut ceza bidin min
15:25 Ji bo Aksem serî li Meclisê da
15:04 Koma nîjadperest êriş kir polîsan xwendekarên kurd binçav kirin
15:01 Nobeda Edaletê ya li Stenbolê di hefteya duyemîn de ye
15:00 ‘Mirina Mûharrem Aksem çima nayê zelalkirin?’
14:36 Sebahat Tuncel: Pêbaweriya vê dadgehê nema ye
14:29 Bûldan: Di Newrozê de bi milyonan kesî çareseriyê nîşan da
14:16 Ji ber xelata ku da Jin TV'yê doz li Odeya Avahîsazan hat vekirin
14:02 Dayika Sîbel Balaç: Keça min 25 kîlo dane
13:43 Salek û 6 meh ceza dan nivîskar Yavuz Ekîncî
13:40 Doza parêzerên ku qeyûman protesto kiribûn hat paşxistin
13:36 Bijîjkê ku dest dirêjî nexweşa xwe kir hat girtin
13:33 Îfadeya ji bo îlana windabûnê hatiye dayîn li Doza Kobanê zêde kirine
13:12 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:45 Ferît Şenyaşar: Xelk wê vê neheqiyê ji bîra neke
12:40 Danişîna rojnameger Canozer taloq bû
12:23 Arteşa tirk li herêma Biradostê gef li gundiyan xwar
12:10 Gunay: Newrozê tifaq nîşan da divê tifaqa netewî pêk were
11:37 Doza derbarê kuştina Hantaş de hat taloqkirin
11:26 Bernameya Yenîsahneyê ya meha nîsanê eşkere bû
11:23 Li Stewrê 6 kes hatin binçavkirin
11:22 Malbata Ocalan li benda mêvanên 4'ê Nîsanê ye
10:53 Ji Alî Dogan Gonultaş albûmek: Gêxî
10:51 DBP: Xwedî derketina Qazî Mihemed bi xebatên yekitiya neteweyî pêkan e
10:29 Li ser cenazeyên li Newala Qesaba vîla tên lêkirin!
09:45 Daxwaza dayika 100 salî ew e ku cara dawî kurê xwe bibîne
09:14 Ji ava Gola Wanê sabûnê çêdike
09:13 Avahiyên Sûrê kirin platoya TRT'ê
09:10 Rapora girtiyê jiyana xwe ji dest da: Girtîgeh ji bo jiyana wî talûke ye
09:09 Kîloya penêrê bisîrik bû 120 TL
09:05 Birayê Eser: Belasebeb birayê min kuştin
09:05 'Vê îktidarê meha Remezanê kir meha xizaniyê'
09:05 Tevgera Azadî: Armanc bi şirîkatiya PDK'ê dagirkirina herêmê ye
09:05 Hunermend Demîr: Cihê Nûdem Dûrak ne girtîgeh e divê bê berdan
09:05 Xelkê Amedê: Girtî û malbatên nobeda edaletê digirin rûmeta me ne
09:00 ROJEVA 31'Ê ADARA 2022'YAN
30/03/2022
20:07 7 sal û 6 meh ceza li serokê DÎAYDER'ê yê berê hat birîn
17:01 Li parêzera ku got 'komplo hat kirin' 10 sal û 6 meh ceza hat birîn
16:40 Nobeda Edaletê ya li Wanê û Îzmîrê berdewam dike
16:33 Parêzer Tarik Guneş hat tehliyekirin
16:32 Karker û sendîkavan hatin binçavkirin
16:31 Mahîr Çayan û rêhevalên wî hatin bibîranîn
16:12 Bersûcê gotibû 'derûniya min xirab e' cezaî ehliyeta wî tam derket
15:36 Girtiyan bi erdê re kaş kirin!
15:30 Ji 7 partiyan daxuyaniya pergala hilbijartinê
15:29 Hikûmeta Iraqê dê biryara xwe ya ji bo nefta Başûr pêk bîne
15:29 Şahidên qetilkirina li Qazakîstanê: Dewlet piştgiriya nijadperestiya li dijî kurdan dike
14:53 Parlamenter Kaçmaz: Divê berpirsiyarên mirina Aksem bên cezakirin
14:13 HDK banga tevlibûna ‘Konferansa Avhewayê’ kir
13:00 Ji bo azadiya Ocalan bang kirin: Bi ruhê 8’ê Adarê û Newrozê ber bi Amarayê ve
12:08 Ji ber ku qeyûm rê venake 5 roj in nikare bê veşartin
11:49 Li Şehbayê teqîn: Herî kêm 10 kes birîndar bûn
11:40 Komên girêdayî Tirkiyeyê li Efrînê 2 zarok revandin
11:23 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
11:15 Malbata Şenyaşar: Hemû dinyayê feryada dayikê bihîst lê Erdogan nebihîst
11:00 Li Wanê îşkenceya polîsan: Heta xwîn ji guhên wî hatî lê xistin
10:29 Li gelek bajaran bi ser malan de girtin
10:28 Faîlên êrişên ser avahiya HDP'ê ya Erdemliyê nayên girtin
10:11 ‘Binçavkirin û girtin nikarin têkoşîna jinan rawestînin’
10:08 Ji bo operasyoneke berfireh PDK ji Tirkiyeyê bêhtir bizavê dike
09:49 Girtiyê nexweş ê giran Guler sewqî Girtîgeha Menemenê kirin
09:29 Pirtûka 'Nexweşiyên Sereke' ya Dr. Erdal Sîpan derket
09:26 Rojnamegerên li Başûrê Kurdistanê: PDK ji bo rojnamegeran astengiyan derdixe
09:09 6 ferdên malbata Gezmîş li benda dermankirin û alîkariyê ne
09:07 Pêşmergeyê berê: Heke em nebin yek em ê bi ser nekevin
09:06 Çavê Cemiyeta Belawekirina Ilmê ji rantê têr nabe!
09:03 Siyaseta qeyûmtiyê AKP şikand
09:03 Li dijî qeyûman şaredarîtiya bêşaredarî
09:01 Wanî ji bo hilbijartina tê amade ne: Em ê dersa AKP'ê bidin
09:01 'Tu hêz nikare gelê kurd û birêz Ocalan ji hev dûr bixe'
09:00 ROJEVA 30'YÊ ADARA 2022'YAN
29/03/2022
23:35 Mîhrîcana Fîlmên Kurdî bi dawî bû
21:09 Li Bagokê operasyona eskerî
18:23 Li Gundikê Melê Adarok hat pîrozkirin
17:02 Astengdarên ku çavê wan nabînin daxwaza mafê bikaranîna dengê veşarî kirin
17:02 Daxwaza girtina leşkerê ku Hazna Su kuştibû hat redkirin
16:41 Malbatên girtiyan xwestin fîxana wan bê bihîstin
16:29 Doza Kobanê taloqî dusiba hat kirin
16:15 Dayika Aştiyê gazî Wezareta Dadê kir: Berpirsiyariya xwe bicih bînin
16:15 DAIŞ'ê êrişî Qampo Holê kir: Hemû êrişkar hatin girtin
15:23 Bûldan: Bi milyonan kes xwest ji bo diyalogê deriyên Îmraliyê bên vekirin
15:01 Biryara bihincet a doza Melek Karaaslan: Terkî mirinê hatiye kirin
14:24 EGE TÛHAYDER: Ji hemû girtiyên siyasî re azadî
14:07 Li Wanê ciwanên hatibûn îşkencekirin, hatin girtin