Hatûn Alataş: Metîn hat îşkencekirin lê paş de gav neavêt

  • rojane
  • 09:10 3 Nîsan 2022
  • |
img
EDENE- Di ser mirina xebatkarê rojnameya Azadiya Welat Metîn Alataş re 12 sal derbas bûn, lê hê jî kiryar nehatine girtin. Dayik Hatûn Alataş got: "Dewlet kurê min kuşt. Gef li Metîn hatin xwarin, hat îşkencekirin, lê paş de gav neavêt." 
 
Di 4'ê Nîsana 2010'an de li navçeya Seyhan a Edeneyê xebatkarê rojnameya Azadiya Welat Metîn Alataş hatibû qetilkirin. Di ser mirina Alataş re 12 sal derbas bûn. Piştî Alataş hatibû qetilkirin, cenazeyê wî li nav baxçeyê porteqalan hatibû dîtin û hatibû angaştkirin ku xwe kuştiye û ji ber vê lêpirsîn bi biryara neşopandinê bi dawî bûbû. Wekî ya bi hezaran kurdan aqûbeta Alataş jî ket ber "kiryar nediyaran". 
 
Dayik Hatûn Alataş behsa kurê xwe Metîn Alataş kir. 
 
Dayik Alataş, anî ziman ku kurê wê ji ber ku rojname belab dikirin gef li dihatin xwarin û ji ber vê ji kurê xwe re gotiye "demekê nexebite" û got: "Piştî min wer got, xeyidî. Got, 'Ez ne ji mirinê ne jî ji girtinê ditirsim. Ez dev ji kar bernadim.' Berî bê kuştin tim gef lê dihatin xwarin. Di sala 2009'an de gava rojname belav dikirin, ji wesayîteke Toros çend kes daketibûn, pêşiya Metînê min girtibûn û lêxistibûn. Ser çavê MEtîn mor û reş bûbû. Ji bo ez wî di wî halî de nebînim çend rojan nehat malê. Ez ji televîzyonê bi bûyerê hesiyam. Çend roj bi şûn de hat malê, bi ken got, 'dijmin bû' û ser bûyerê girt." 
 
‘PERE JI MALBATÊN WELATPARÊZ NEDISTAND
 
Dayik Alataş, anî ziman ku her kesî hez ji kurê wê dikir û got: "Tenê ne ji bo me, heya ji destê wî dihat alîkariya ehr kesî dikir. Tew rojekê min jê re got tu li vira dixebitî, lê qet pereyê te tune ye. Ew jî keniya û got, 'Dayê vê mehê 9 lîre ji min re ma.' Gava min got çima, got, 'çimkî ez şerm dikim pera ji malbatên welatparêz û malbatên gerîlayan û girtiyan bistînim. Pir israr dikin lê dîsa jî ez ji wan nastînim. Ji ber ku ji wan nastînim, ez pereyê xwe ji rojnameyê re dişînim.'" 
 
GILÎ KIR LÊ…
 
Dayik Alataş, destnîşan kir ku piştî êriş li kurê wî hatiye kirin bi ser de jî gef lê hatiye xwarin û ji ber vê serî li Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê daye û got: "MEtîn gilî kiribû. Dozgerî pêşî gotibû dê bûyerê bişopîne, lê gava pê hesiya bûyer siyasî ye dev jê berdabû. Jixwe piştî çend mehan MEtîn kuştin." 
 
‘KUJER POLÎS IN'
 
Alataş, bilêv kir ku dewletê ji bo mirina kurê wî re gotiye "xwe kuştiye" û got: "Dozger çend caran gazî me kir ji bo îfadeyê. Pirsî 'dijminên we hene?' Lê ez baş dizanim dijminên me ew in. Çimkî dijminên me tune ne. Ên kurê min şehîd xistin diyar in. Min ji wan re jî got, 'We kurê min kuşt. Kujer hûn in.' Ên kurê min kuştin polîs in. Dewlet e." 
 
Dayik Alataş, destnîşan kir ku piştî kuştina kurê wê hîn bêtir daxilî nava têkoşînê bûye û dê tu carî dev ji têkoşînê bernede. 
 
Dayik Alataş di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nêz dibe û di serî de jin bi giştî bang li her kesî kir ku tevli meşa Amarayê bibin. Alataş got: "Çi dikin bila bikin ez ê dev ji têkoşînê bernedim. Ez ne poşman im. Ji lew re em bi vê têkoşînê bi xwe ve hatin. Ev bi saya Serok APo çêbû. Em jin bi saya Serok Apo pêş ketin. Ez ji bo meşa Amaraê bang li hemû jinan dikim, werin em bi hev re biçin Amarayê." 
 
MA / Selman Guzelyuz-Hamdûllah Yagiz Kesen

Sernavên din

04/04/2022
10:33 Di Doza Kobanê de bêyî ku dozname bê xwendin beyanên gilîkeran tê girtin
10:12 Wezaret xwedî li DEDAŞ’ê derket û got: Di mirina Yûnûs ê 2 salî de xemsarî tune ye!
10:10 Qeyûm li Geverê erseyan derxist ber firotinê
09:22 Celalettîn Can: Ocalan vîneke siyasî ya dîrokî ye
09:03 Xûça girtiyê nexweş Yilmaz: Heke bimire jî bila li mala xwe bimire!
09:03 Malbatên li Stenbolê Nobeta Edaletê digirin: Em ê qedexeyan nas nekin
09:03 Amedî: Heke şer hebe halxweşî tuneye
09:00 ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2022'YAN
03/04/2022
22:28 Li Qamişlo teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn
20:41 Sifreya fitarê ya Malbata Şenyaşar fireh bû
18:44 Li Qoserê hemşîrekî întihar kir
18:33 Otela tomarkirî ku Mûsa Anter midurtiya wê kiribû hat hilweşandin
17:51 Serokê Odeya Bijîşkan a Şirnexê Kûnî ji peywirê hat dûrxistin
17:40 Ji girtiyan peyama 4'ê Nîsanê
17:08 AYM’ê girtina Yuksekdag a ji Doza Kobanê weke binpêkirin qebûl nekir
16:24 Li Wanê Nobeta Edaletê: Daxwazên malbatan qebûl bikin
16:08 Artêşa Iraqê li Şengalê bi ser gundên ereban de girtin û gef lê xwarin
15:55 Girtiya jin tedawiya bikelemçe red kir û bijîşk gef lê xwar
15:31 Jinan ji bo rojbûna Ocalan şitil danîn
15:11 Bi hezaran kes tev li Kongreya Meletiyê bû: Çareserî, Rêya 3’yemîn e
14:16 Xelkê Îslahiyeyê ji bo protestokirina kanên madenê rê girt
13:30 Zilamekî hevjîn û kurê xwe qetil kir
12:54 Malbata Şenyaşar: Hiqûq, ezmûna xwe ya herî girîng li pêşiya edliyeyê dide
12:46 TJA: Em ê 4’ê Nîsanê bi coşa Newrozê pîroz bikin
12:31 JINNEWS hat astengkirin: Nûçeyên me wan aciz dike
11:51 Amara bi şilêran xemilî
11:32 Tirkiye û komên girêdayî wê êrişî Eyn Îsayê kir
11:22 Partî û rêxistinan bo azadiya Ocalan bang kir û gel jî piştgirî da
10:40 Ocalan: Azadiya min girêdayî azadiya gelê kurd e
10:00 TJA’yê ji bo Amarayê bang kir: Di 4’ê Nîsanê de qedera kurdan guherî
09:33 Ji ber wêneyên Denîz Gezmîş û Îbrahîm Kaypakkaya doz li muzîkjen Bayrakoglû hat vekirin
09:17 Ji bo girtî derve nebînin paceyan bi qartonan digirin
09:15 ‘Armanceke Ocalan hebû û ji bo bigihê wê armancê hewl dida'
09:12 Qadeke nû ya tecrîdê: Girtîgehên Tîpa S
09:10 Hatûn Alataş: Metîn hat îşkencekirin lê paş de gav neavêt
09:08 Bêyî ku haya wî jê hebe ew kirine endamê AKP'ê
09:04 Qileban a mîna bihûştê bi bendavan talan dikin
09:02 Hevserokê KNK'ê Karamus: Hevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re ne rewa ye
09:00 ROJEVA 3'YÊ NÎSANA 2022'YAN
02/04/2022
18:15 Nivîskarê ermenî Migirdîç Marosyan jiyana xwe ji dest da
16:45 Nobeda Edaletê ya Wanê berdewam dike
16:45 Di meha Adarê de li 13 rojnamevanan 32 sal ceza hat birîn
15:58 Jinan bi boneya 4’ê Nîsanê şitil çandin
15:39 Rewşa Menteş ê ji sedî 68 astengdar e xerab dibe
15:31 Xizmên Windakiriyan: Ji bo edaletê wê têkoşîn bidome
15:14 Ji bo girtiyê nexweş ê 70 salî banga berdanê
15:01 Li Hezroyê 3 kes hatin binçavkirin
14:50 Yuksekdag: Em ê berxwedana xwe zêdetir bikin
14:38 PENa Kurd êrişa li dijî Ferhad Merdê şermezar kir
14:16 ÎHD’a Îzmîrê aqûbeta nivîskar Sabahattîn Alî pirsî
13:50 Malbata Turkoglu yê 26 sal berê hat windakirin: Em dest jê bernadin
13:42 SES’a Bakirkoyê xelat da ajansa me
13:05 Iraq Şengalê dorpêç dike: Li ser sînor baregeh tên avakirin
12:46 Rojnamevan Evîn Bûldan li ser gora xwe hat bibîranîn
11:47 Helbestvan Merdê yê birîndar bûbû: Nikarin vîna me bişikînin
11:43 Malbata Şenyaşar wê li pêş edliyeyê fitara xwe bike
11:29 Têkildarî kuştina Mehmet Aslan gilî hatkirin
11:28 Ji bo Ocalan 73 şitil hatin çandin
10:48 Têkoşîna komek ciwan a li metropolan: Bihara Bêdawî
10:34 Rewşa 3 rojnamevanên girtî giran e: Divê demildest bên berdan
10:33 'Em ê pênûsa Evîn Bûldan û xeyalên wê li erdê nehêlin'
10:16 ‘Jidayikbûna birêz Ocalan jidayikbûna kurdbûna îradeya azad e’
09:14 Lêpirsîneke 13 salan: Wezaret û walîtî lîsteya personelan naşîne
09:14 Jinên ku 17 sal in diçin Amarayê: Werin em bi hev re 4'ê Nîsanê pîroz bikin
09:14 'Bi ruhê berxwedêr ê Newrozê ber bi 4'ê Nîsanê ve'
09:14 Darazê ji bo gotina 'duzimanî dê bibe sedema perçebûnê' got ne sûc e
09:14 Girtiyê her du gurçikên wî xera bûne ji ber rapora ATK'ê nayê berdan
09:03 Guneş ê hat berdan: Bi ser qawîşan de dihat girtin, pirtûk dihatin desteserkirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ NÎSANA 2022'YAN
01/04/2022
19:27 Rojnamevan Yilmaz xelata xwe diyarî Emîne Şenyaşarê kir
18:56 Li Sîlopyayê 4'ê Nîsanê hat pîrozkirin
17:50 Li Êlihê hewldanên provakasyonê
17:10 Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê kampanyaya danîna daran da destpêkirin
17:08 Li Girtîgeha Bakirkoyê gef li girtiyên jin xwarin
16:36 'Heta daxwazên dayikan pêk neyên dê aştî neyê vî welatî’
16:31 Li Erziromê jinek hat kuştin
16:16 Di êrişa Tirkiyeyê de li Tirbêspiyê welatiyek hate kuştin
15:59 Ji ber twîta 9 sal berê xwest doz li Demîrtaş bê vekirin
15:58 Nobeda Edaletê ya li Îzmîrê derbasî qonaxek din bû
14:52 TTB’ê li ser ekolojiyê û tenduristiya jinan civat li dar xist
14:31 Ji Başaran banga tifaqa jinan: Werin em bi hev re biaxivin
13:39 Malbata Şenyaşar di rojeva Meclîsê de ye: Em nadin jibîrkirin
13:36 Hefteya pêşiyê dê di Doza Kobanê de îtîrafkar bên guhdarîkirin
13:30 Li Amedê û Êlihê xebatkarên tenduristiyê hatin bibîranîn
12:58 Ser qetlîama Pasûrê bi hêceta ‘demboriyê’ hat girtin
12:35 Dîsa cezayê qedexeya hevdîtinê dan Ocalan
12:18 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:04 Tirkiyê li Tirbêspiyê êrişî wesayitekê kir
12:02 Li Stewrê 6 kes hatin berdan
11:43 Malbata Şenyaşar: Ya ku pîroz, jiyaneke birûmet û adilane ye
11:32 Lêpirsîna fîkandinê bi dozvenekirinê bi encam bû
11:32 Li Pêrtagê 7 kes ji sûcê “îstîsmara zayendî” hatin girtin
11:32 Ciwanê ku di Newrozê de hatibû binçavkirin li ser îtîrazê hate berdan
10:50 Xwendekarên kurd hatin berdan
10:20 Surçî: Ji bilî PDK’ê hemû kurd li dijî şerê navxweyî ne
10:15 Mafê berdana Kara yê 29 sal in girtî ye tê astengkirin
10:06 Gundê Dewşenê bi tariyê û bêaviyê re dikeve meha Remezanê
09:48 Rojnameger Denîz: Bi dîwar re Şengalê dorpêç dikin
09:30 OGK’ê vexwend konferansê: Yekane rê têkoşîna jinan a birêxistinbûyî ye
09:05 Bi daxwaza azadiya Ocalan di 4'ê Nîsanê de ber bi Amarayê ve