Celalettîn Can: Ocalan vîneke siyasî ya dîrokî ye

  • rojane
  • 09:22 4 Nîsan 2022
  • |
img

STENBOL - Berdevkê Hewldana 78'an Celalettîn Can, diyar kir ku gelê kurd bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi netewîbûna xwe hesiyaye û ev tişt got: "Di mijara netewîbûna gelekî de Ocalan vîneke siyasî ye."

Di ser radestkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a bi komployeke navneteweyî ya Tirkiyeyê re 23 sal derbas bûn. Ocalan, di nav tecrîdeke giran de tê ragirtin û saleke tu agahî jê nayê girtin. Bi kûrkirina tecrîdê re krîza siyasî, civakî û aborî jî kûrtir bû. Di pêvajoya "çareseriyê" ku bi bang û rast e rast rolgirtina Ocalan pêk hat de gelên Tirkiyeyê karibûn bêhn vedin. Bi peyamên Ocalan ku ji bo çareserkirina Pirsgirêka Kurd a bi polîtîkayên pişaftin, înkar û îmhayê lê dihat nêrîn bi pêşniyara çareseriya demokrotîk û aştiyane bang kir, li Tirkiyeyê polîtîkayên şer, mirin û qrîz ji holê rabûn. Vê serdema ku piştgiriya civakî jê re mezin bû, bi qedandina pêvajoyê ya AKP'ê û ketine meriyetê ya "Plana Çokdanînê" bi dawî bû. Ji wê demê ve Tirkiye bi krîzên civakî, siyasî û aborî re mijûl dibe; Bi hewldana darbeyê, Rewşa Awarte û kûrkirina rejîma zordariyê re Tirkiyeyê şopên demokrasiyê jî nemane. 
 
Berdevkê Hewldana 78'an û Endamê Lijneya Birêvebirina Navendî (MYK) ya HDP'ê Celalettîn Can ku di Heyeta Mirovên Aqilmend a ji bo pêvajoya "çareseriyê" di 4'ê nîsana 2013'an de hatibû avakirin de cih girtibû, pirsên derbarê bandora Ocalan a ser demokrasiya Tirkiyeyê de bersivand. 
 
 We şahdiya avakirina PKK'ê ku di 27'ê Mijdara 1978'an de bi pêşengiya Ocalan pêk hat kiriye. Nifşa 78'an vê hewldanê çawa dinirxîne?
 
Ew serdem, yanî salên 1975-76'an bi awayekî salên binîqaş bûn. PKK, di 78'an de hat avakirin. Lê asasê wê di salên 73-74'an de hat avêtin û weke tevgereke "Rizgariya Neteweyî" dihatin zanîn. Ne pirs bibandor bû, qels bû. Wê demê ez li Xarpêtê bûm. Komeke bisînor bû. Mînak hêza Dev-Genç'ê zêde bû. Li Dersimê bisînor bû. Li Amedê jî wisa bû. Rêya Azadiyê bêtir serwer bû. Her wiha têgeha "Nifşa 78'an"di salên 2000'î de derket ser dika dîrokê, navekî ku me lê kiribû. Bi vê ve girêdayî heke ji îro ve li tevgera siyasî ya kurdan bê nêrin, dibe ku bê gotin yek ji tevgerên nifşa 78'an e. Lê di wan rojan de bikaranîna têgeha "nifş" hê zû bû.
 
'Rizgariya Neteweyî' wê demê çawa dihat nasîn? 
 
 
 Kesên ku vê serkeftinê pêk anîbûn hemû ciwan bûn. Ne zarokên axa û paşayan bûn. Rast e rast ji nava gel derketibûn. Bi welatekî mina Tirkiyeyê re ku rexmî Amerîka jî dibêje '40 sal in em hewl didin tasfiye bikin' hebûna xwe domand.
 
Rizgariya Neteweyî weke komeke Apoî dihatin nasîn. Lê komeke xwedî angaşt bû. Di hevdîtinên du-sê kes de axaftinên gelek angaştdar dikirin. Di payîza sala 1975'an de çûbûm Enqerê. Wê demê min ji hevalekê xwe yê ji Komeleya Hîndekariya Bilind a Demokratîk a Enqerê (ADYOD) ev pirs kiribû: "Ev Apoyî kê ne, çi dikin, çawa difikirin?" Min li Xarpêtê rewşa wan dizanibûm. Lê nizanibûm ku li Enqerê çawa tên dîtin. Min dixwest vê bibînim. Lewre di heman rojê de êvarê li Wargeha Cûmhûriyetê bi vê komê re randevûya min hebû. Ji min re got, 'Kesekî din ê bi navê Apo heye, çar pênç kesan jî li dora xwe kom kiriye û digere. Tenê du gotinên 'Kurdistan mêtîngeh e. Wê Kurdistan bi têkoşîna çekdarî bê rizgarkirin' dizanin'. Ez jî dizanibûm ku qels in û bisînor in lê gotina 'dîn' ji min re ecêb hatibû. Wê demê bi giştî bilindbûneke çepê hebû. Di nav bilindbûna giştî ya çepê de rewşa tevgera kurd qels dima. Lê rexmî vê qelsbûnê jî nefetisî. Bi taybetî li Kurdistanê tevgereke ku bi Rizgariya Neteweyî re şer nekiribûn nemabû. Dibêjim qê wê demê tenê bi Dev-Genç'ê re nehatin dijberî hev. Rexmî vê rewşê jî xwe parastin. Hêza xwe derxistin derveyî welat. Ji wir li Tirkiyeyê nêrîn. Bi darbeyê re derbeke mezin li çepa Tirkiyeyê hatibû xistin. Rexmî vê jî hat asta ku bikaribe tevgereke çekdarî bide destpêkirin. Ev serkeftineke mezin e. Kesên ku vê serkeftinê pêk anîbûn hem3u ciwan bûn. Tec zarokê feqîr û xizanan bûn. Ne zarokên axa û paşayan bûn. Rast e rast ji nava gel derketibûn. Bi welatekî mina Tirkiyeyê re ku rexmî Amerîka jî dibêje '40 sal in em hewl didin tasfiye bikin' hebûna xwe domand. Di ser de jî ji civakeke eşîrî tevgereke modern a gerîlla derxist holê. Ev geşedanên gelek girîng in. 
 
Sedema mezinûna PKK'ê ya di vê astê de û domandina wê çî ye?
 
Karê xwe rast kirin. Timik hewl dan hêza li dijî xwe fêm bikin. Rola xwe jî dizanibûn. Dizakibûn ku wê li kuderê êriş bikin û ji kuderê vekişin. Vê baş hesap kirin. Mînak, di sala 1979'an de ji hemû çepa Tirkiyeyê re gotin, 'Em vekişin, darbe tê. Hûn nikarin bi wan re serî derbixin. Em biçin Rojhilata Navîn xwe li wir bi rêxistin bikin'. Lê ji çepa Tirkiyeyê kesî wan muxatab negirt. Ew ji bo ku hê bihêztir vegerin çûn. Kêmasiye herî mezin a çepa Tirkiyeyê nenaskirina dewleta xwe bû, hêza xwe mezin dît. Di vê mijarê de Ocalan ji lîderên çepa Tirkiyeyê cudatir e. Ocalan, dibêje, 'Ez ditirsim, fikaran dikim. Mahîr, Denîz û Îbrahîm mirovên mezin in. Dikarin pê re bimirin. Tirs bi wan re tuneye. Lê ez ditirsim. Ferqeke min ji wan heye. Ez ê bijîm û bidim jiyandin'. Ev hevok gelek girîng e. 
 
Em tevgereke ku li ser fêmkirina pergala dewleta tirk rawestiyaye, li ser meseleyên taktîkê nekiriye qîrewir, berdewama xwe esas girtiye diaxivin. Tevgereke gelek bipîvan û bitevdîr e. Wê demê xwe vekişand hat bîra kê? Berê çepê li bilindbûnê bû û digot, 'em ê şoreşê pêk bînin'. Di demeke ku çepê xwe herî bihêz hîs dikir de ew dibêje, 'heke em venekişên wê nebaştir be' û li Rojhilata Navîn diçe bihêzbûnê. Ev, bû yek ji faktora herî girîng ku Tevgera Kurd da jiyandin. Tevgera Kurd ji tevgera gerîllatiyê derket û veguherî tevgera 'feda'. Tevgera feda jî şertê têkneçûnê ava kir. 
 
Nirxandinên ku Ocalan bi pêşdîtinên xwe kir û gavên ku avêt tevgerê anî vê astê. Yek ji gavên ku Ocalan avêt jî pêvajoya bêdengkirina çekan bû. Hûn rola Ocalan a di vê pêvajoyê de çawa dinirxînin? 
 
 
Derbarê kurdan de zihniyeteke ku ji Osmaniyan maye jî heye, difikire ku wê gelê kurd entegreyî wê nebe. Lewre dizane ku wê weke dixwaze kurdan bi rê ve nebe. Li jiyana hevpar nanêre. Ocalan dixwaze vê ferasetê ji holê rake û nêvengeke hê zêdetir aştiyane dixwaze. 
 
Ew pêvajoya pêvajoya Ocalan e. Li Tirkiyeyê destpêkê di salên 90'î de qala aştiyê hat kirin. Piştî ku pergala Sovyetê têkçû qada tevgerê ya çepê teng bû û guherî. Pêvajoyeke giştî ya têkçûnê dest pê kir. Ocalan, piştî ku fêm kir wê bi rêbazên berê dema nû neyê birevebirin, hewl da bi polîtîkayên aştiyê demê qezenc bike. Bi berdewamkirina rêbazên berê wê xitimandinê banîna. Polîtîkayên lihevkirinê mecbûrî bû. Lihevkirina nedihat wateya hevkariyê. Ev di heman demê de firsend da Tevgera Kurd ku kopsepta nû fêm bike. Tirkiye timik bi awayekî din nêz bû. Tirkiye dixwaze şer bike. Tu ji bo wê terorîst î, divê tu tune bibî. Di pergala dewleta tirk de ev kevneşopiyeke. Dema em li Dewleta Osmanî dinêrin, dibînin ku ti carî neçûye lihevkirinê. B tu hêzeke cudaxwaz re li hv nekiriye. Dikaribû bi Bûlgaristan, Romanya û Yewnanistanê re li hev bike. Gelê xwe, heta ermeniyan qir kir. Ji ber ku kevneşopiyeke dewletê ye. Ji bo lihevkirinê divê hevsengiya hêzan bi awayekî radîkal biguhere. Eger li hundir û derve biguhere, tenê li hev tê. Heke ji nû ve bi hêz bibe û di vê derbarê de qelsiyan bi te re bibîne, wê di firsenda destpêkê de vê lihevkirinê xera bike. Ev çandek e, kevneşopiyek e. Ne hewce ye em di vê mijarê de bi sinc nêz bibin. Heke bi vî awayî tevbêgernadin wê bê windakirin. Ka em li Selçûkiyan, Osmaniyan, Îttîhat û Terakkiyê, Kemalîzmê binêrin. Çima li Dêrsimê komkujî kirin? Ma ji bo ji holê rakirina Koçgiriyê li holê tiştek hebû? Çima, lewre di di mijiyê wî de projeyeke dewleta tirk hebû, projeya nûjenkirina Tirkiyeyê hebû. Derbarê kurdan de zihniyeteke ku ji Osmaniyan maye heye, difikire ku wê gelê kurd entegreyî wê nebe. Lewre dizane ku wê weke dixwaze kurdan bi rê ve nebe. Li jiyana hevpar nanêre. Heke tu pêgirtiyê wê bî jiyana hevpar dibe. Ocalan dixwaze vê ferasetê ji holê rake û nêvengeke hê zêdetir aştiyane dixwaze. Dibêje, 'wê tiştek bi şer û mirina mirovan çareser nebe'. Heta dibêje, 'em dikarin di nava Mîsak-î Mîllî de jî konseptekê biafirînin'. Ji bin ve digire. Ocalan dibêje, 'wê şer endustriya çekan xurt bike, wê şer xizaniyê bîne, wê şer û rijandina xwînê rê li ber laşreşiyê veke û wê pêşeroj ji vê re tunebe'. Heta tu bibêjî bi mirovî lê dinêre. Lewre dizane Pirsgirêka Kurd li pêşiya demokrasiya Tirkiyeyê asteng e. Heke kirsgirêka Kurd çareser bibe, wê rê li ber demokrasiyê vebe. Ew jî demokrasiyê dixwaze. Dixwaze ku qadên pêkvejiyanê çêbibin.
 
Dixwazim hûn vê xalê hinekî din vebikin. Lewre di pêvajoya ku hûn qal dikin de gelek kesên mîna we bi navê Mirov Aqilmend ji bo encamên tenduristtir bi civakê re hatin gelhev. Hûn bandora Ocalan a li ser demokrasiya Tirkiyeyê çawa dinirxînin? 
 
Ocalan dibêje wî pêş dîtiye ku darbe pêk tê û vê derbarê de hikumetê hişyar kiriye. Jixwe bi vê wesîleyê pêvajoyê dest pê kir. Dema ku Hakan Fîdan ji bo îfadeyê tê vexwendin dibêje ku ev hewldana darbeyê ye. Ev tê çi wateyê; dixwaze hikûmetê ji darbeyê biparêze. Çima dixwaze biparêze? Dixwaze pêşî li rûdana darbeyê bigire. Diyaloga ku bi hişyariyeke bi vî rengî dest pê kir, bi pêşniyara Ocalan ber bi pêvajoyê ve diçe. Tevgera Kurd zêde ji pêvajoyê bawer nedkir. Lê belê ji ber ku Ocalan pêvajoyeke bi vî rengî da destpêkirin, wî esas girtin. Piştre me fikarin Ocalan jî hîn kir. Tevî fikarên xwe jî rewşa pevçûnê hinekî kêm bû û xwest ku civak rehet bibe. Heke civak aştiyê bixwaze dewlet bixwaze jî nexwaze jî wê neçar bimîne ku li hev bike...Binesazîyeke bi vî rengî texmîn dikir.
 
 Ocalan di nava tecrîdeke giran de tê girtin û ev saleke tu deng jê nayê girtin. Bi vê çi tê armanckirin? 
 
Têkiliya me ya bi Ocalan re hat qutkirin û pêkanîna tecrîdê dest pê kir. Çima têkilî hat qutkirin? Heke em pê re biaxivin wê çi be? Çima nadin axaftin? Çima hevdîtina wî ya bi malbat û parêzerên wî re tê astengkirin? Çima tecrîd heye? Ocalan lîderekî xwedî asoyeke berfireh û nêrîneke paşerojê ye. Ji ber ku nêrînen Ocalan ne di berjewendiya dewletê de ye hevdîtinên bi Ocalan re tên astengkirin. 
 
Qanûn ji bo herkesî wekhev tên pêkanîn. Ocalan jî mîna herkesî hikumxwariyê. Hin mafên diyar ên her hikumxwarî hene. Hemû girtî û hikumxwar hevdîtinan dikin. Ocalan hevdîtinan nake. Polîtîkayeke taybet li Ocalan tê pêkanîn. Niha li Tirkiyeyê du qanûn hene. Qanûnên ji Ocalan hene û qanûnên ji bo girtiyen din hene. Rewşeke domdar a tecrîdê heye. Ev cezayek di nav ceza de ye.
 
 4'ê Nîsanê roja rojbûna Ocalan êdî weke rojbûna gelê kurd tê dîtin. Hûn vê nirxandina kurdan çawa şîrove dikin? 
 
Baş e ku ji dayik bûye. Lîder girîng in. Mêjiyê şoreşê lîder in. Wî gelê kurd teşwîq kir ku rabe ser piyan, bi xwe bihese û maf û hiqûqa xwe biparêze. Berê jin nikaribûn derkevin kolanê. Niha hem jin û mêr li kolanan mafên xwe diparêzin. Yanî di mijara netewîbûna gelekî de Ocalan vîneke siyasî ye. Hikumet û herkes vê qebûl dike. Ocalan tiştên gelek girîng û mezin bi ser xist. Helbet, ne tenê Ocalan jî. Dema ku ez dibêjim Ocalan qesta min qadroya rebertiyê ye. Feyda wan li gelê kurd û gelên cîhanê bû. Heke zimanê gelê kurd nehatibe jibîrkirin û hebûna xwe domandibe feydeya Ocalan di vê de mezin e. Gelê kurd bi vê dizane û ji ber vê yekê berê xwe dide Amarayê. Gelek mirov dema hatin girtin xwe şewitandin.  Li her derê dibêjin 'Bîjî Serok Apo'. Dema ku Menderes hat darvekirin û Demîrel û Ecewît di 12'ê Îlonê de hatin girtin çend kes ji bo wan daketin kolanan?" 
 
MA / Mehmet Aslan
 

Sernavên din

04/04/2022
10:33 Di Doza Kobanê de bêyî ku dozname bê xwendin beyanên gilîkeran tê girtin
10:12 Wezaret xwedî li DEDAŞ’ê derket û got: Di mirina Yûnûs ê 2 salî de xemsarî tune ye!
10:10 Qeyûm li Geverê erseyan derxist ber firotinê
09:22 Celalettîn Can: Ocalan vîneke siyasî ya dîrokî ye
09:03 Xûça girtiyê nexweş Yilmaz: Heke bimire jî bila li mala xwe bimire!
09:03 Malbatên li Stenbolê Nobeta Edaletê digirin: Em ê qedexeyan nas nekin
09:03 Amedî: Heke şer hebe halxweşî tuneye
09:00 ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2022'YAN
03/04/2022
22:28 Li Qamişlo teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn
20:41 Sifreya fitarê ya Malbata Şenyaşar fireh bû
18:44 Li Qoserê hemşîrekî întihar kir
18:33 Otela tomarkirî ku Mûsa Anter midurtiya wê kiribû hat hilweşandin
17:51 Serokê Odeya Bijîşkan a Şirnexê Kûnî ji peywirê hat dûrxistin
17:40 Ji girtiyan peyama 4'ê Nîsanê
17:08 AYM’ê girtina Yuksekdag a ji Doza Kobanê weke binpêkirin qebûl nekir
16:24 Li Wanê Nobeta Edaletê: Daxwazên malbatan qebûl bikin
16:08 Artêşa Iraqê li Şengalê bi ser gundên ereban de girtin û gef lê xwarin
15:55 Girtiya jin tedawiya bikelemçe red kir û bijîşk gef lê xwar
15:31 Jinan ji bo rojbûna Ocalan şitil danîn
15:11 Bi hezaran kes tev li Kongreya Meletiyê bû: Çareserî, Rêya 3’yemîn e
14:16 Xelkê Îslahiyeyê ji bo protestokirina kanên madenê rê girt
13:30 Zilamekî hevjîn û kurê xwe qetil kir
12:54 Malbata Şenyaşar: Hiqûq, ezmûna xwe ya herî girîng li pêşiya edliyeyê dide
12:46 TJA: Em ê 4’ê Nîsanê bi coşa Newrozê pîroz bikin
12:31 JINNEWS hat astengkirin: Nûçeyên me wan aciz dike
11:51 Amara bi şilêran xemilî
11:32 Tirkiye û komên girêdayî wê êrişî Eyn Îsayê kir
11:22 Partî û rêxistinan bo azadiya Ocalan bang kir û gel jî piştgirî da
10:40 Ocalan: Azadiya min girêdayî azadiya gelê kurd e
10:00 TJA’yê ji bo Amarayê bang kir: Di 4’ê Nîsanê de qedera kurdan guherî
09:33 Ji ber wêneyên Denîz Gezmîş û Îbrahîm Kaypakkaya doz li muzîkjen Bayrakoglû hat vekirin
09:17 Ji bo girtî derve nebînin paceyan bi qartonan digirin
09:15 ‘Armanceke Ocalan hebû û ji bo bigihê wê armancê hewl dida'
09:12 Qadeke nû ya tecrîdê: Girtîgehên Tîpa S
09:10 Hatûn Alataş: Metîn hat îşkencekirin lê paş de gav neavêt
09:08 Bêyî ku haya wî jê hebe ew kirine endamê AKP'ê
09:04 Qileban a mîna bihûştê bi bendavan talan dikin
09:02 Hevserokê KNK'ê Karamus: Hevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re ne rewa ye
09:00 ROJEVA 3'YÊ NÎSANA 2022'YAN
02/04/2022
18:15 Nivîskarê ermenî Migirdîç Marosyan jiyana xwe ji dest da
16:45 Nobeda Edaletê ya Wanê berdewam dike
16:45 Di meha Adarê de li 13 rojnamevanan 32 sal ceza hat birîn
15:58 Jinan bi boneya 4’ê Nîsanê şitil çandin
15:39 Rewşa Menteş ê ji sedî 68 astengdar e xerab dibe
15:31 Xizmên Windakiriyan: Ji bo edaletê wê têkoşîn bidome
15:14 Ji bo girtiyê nexweş ê 70 salî banga berdanê
15:01 Li Hezroyê 3 kes hatin binçavkirin
14:50 Yuksekdag: Em ê berxwedana xwe zêdetir bikin
14:38 PENa Kurd êrişa li dijî Ferhad Merdê şermezar kir
14:16 ÎHD’a Îzmîrê aqûbeta nivîskar Sabahattîn Alî pirsî
13:50 Malbata Turkoglu yê 26 sal berê hat windakirin: Em dest jê bernadin
13:42 SES’a Bakirkoyê xelat da ajansa me
13:05 Iraq Şengalê dorpêç dike: Li ser sînor baregeh tên avakirin
12:46 Rojnamevan Evîn Bûldan li ser gora xwe hat bibîranîn
11:47 Helbestvan Merdê yê birîndar bûbû: Nikarin vîna me bişikînin
11:43 Malbata Şenyaşar wê li pêş edliyeyê fitara xwe bike
11:29 Têkildarî kuştina Mehmet Aslan gilî hatkirin
11:28 Ji bo Ocalan 73 şitil hatin çandin
10:48 Têkoşîna komek ciwan a li metropolan: Bihara Bêdawî
10:34 Rewşa 3 rojnamevanên girtî giran e: Divê demildest bên berdan
10:33 'Em ê pênûsa Evîn Bûldan û xeyalên wê li erdê nehêlin'
10:16 ‘Jidayikbûna birêz Ocalan jidayikbûna kurdbûna îradeya azad e’
09:14 Lêpirsîneke 13 salan: Wezaret û walîtî lîsteya personelan naşîne
09:14 Jinên ku 17 sal in diçin Amarayê: Werin em bi hev re 4'ê Nîsanê pîroz bikin
09:14 'Bi ruhê berxwedêr ê Newrozê ber bi 4'ê Nîsanê ve'
09:14 Darazê ji bo gotina 'duzimanî dê bibe sedema perçebûnê' got ne sûc e
09:14 Girtiyê her du gurçikên wî xera bûne ji ber rapora ATK'ê nayê berdan
09:03 Guneş ê hat berdan: Bi ser qawîşan de dihat girtin, pirtûk dihatin desteserkirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ NÎSANA 2022'YAN
01/04/2022
19:27 Rojnamevan Yilmaz xelata xwe diyarî Emîne Şenyaşarê kir
18:56 Li Sîlopyayê 4'ê Nîsanê hat pîrozkirin
17:50 Li Êlihê hewldanên provakasyonê
17:10 Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê kampanyaya danîna daran da destpêkirin
17:08 Li Girtîgeha Bakirkoyê gef li girtiyên jin xwarin
16:36 'Heta daxwazên dayikan pêk neyên dê aştî neyê vî welatî’
16:31 Li Erziromê jinek hat kuştin
16:16 Di êrişa Tirkiyeyê de li Tirbêspiyê welatiyek hate kuştin
15:59 Ji ber twîta 9 sal berê xwest doz li Demîrtaş bê vekirin
15:58 Nobeda Edaletê ya li Îzmîrê derbasî qonaxek din bû
14:52 TTB’ê li ser ekolojiyê û tenduristiya jinan civat li dar xist
14:31 Ji Başaran banga tifaqa jinan: Werin em bi hev re biaxivin
13:39 Malbata Şenyaşar di rojeva Meclîsê de ye: Em nadin jibîrkirin
13:36 Hefteya pêşiyê dê di Doza Kobanê de îtîrafkar bên guhdarîkirin
13:30 Li Amedê û Êlihê xebatkarên tenduristiyê hatin bibîranîn
12:58 Ser qetlîama Pasûrê bi hêceta ‘demboriyê’ hat girtin
12:35 Dîsa cezayê qedexeya hevdîtinê dan Ocalan
12:18 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:04 Tirkiyê li Tirbêspiyê êrişî wesayitekê kir
12:02 Li Stewrê 6 kes hatin berdan
11:43 Malbata Şenyaşar: Ya ku pîroz, jiyaneke birûmet û adilane ye
11:32 Lêpirsîna fîkandinê bi dozvenekirinê bi encam bû
11:32 Li Pêrtagê 7 kes ji sûcê “îstîsmara zayendî” hatin girtin
11:32 Ciwanê ku di Newrozê de hatibû binçavkirin li ser îtîrazê hate berdan
10:50 Xwendekarên kurd hatin berdan
10:20 Surçî: Ji bilî PDK’ê hemû kurd li dijî şerê navxweyî ne
10:15 Mafê berdana Kara yê 29 sal in girtî ye tê astengkirin
10:06 Gundê Dewşenê bi tariyê û bêaviyê re dikeve meha Remezanê
09:48 Rojnameger Denîz: Bi dîwar re Şengalê dorpêç dikin
09:30 OGK’ê vexwend konferansê: Yekane rê têkoşîna jinan a birêxistinbûyî ye
09:05 Bi daxwaza azadiya Ocalan di 4'ê Nîsanê de ber bi Amarayê ve