Sancar: Em ê vê pergala desthilatdariyê teqez biguherînin

img
ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar bal kişand ser daneyên enflasyonê yên di demên dawî de hatine parvekirin û wiha got: “Dema me têkoşîna heq û edaletê û têkoşîna kar û azadiyê kire yek, wê demê em ê vê pergalê biguherînin.” 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar di civîna koma partiya xwe de axivî. Sancar ji ewil 5’ê Nîsanê Roja Parêzeran pîroz kir û got ku zextên li ser parastinê têne kirin, encama polîtîkaya têkbirina edaletê ye. 
 
Di berdewamê de Sancar anî ziman ku her devera welêt veguheriye dojehekê û wiha domand: “Di nava gel de em baş dibînin bê ka ev agir gel çawa dişewitîne. Li her deverê xizanî û hejarî heye. Ev yek, encama polîtîkayên zanebûn ên desthilatdariyê ne. Ji ber ku ev desthilatdarî çavkanyên welêt ne ji bo gel lê ji bo sermayedaran xerc dike. Di encama polîtîkayên desthiladariyê de xelkê me her ku diçe bêhtir xizan û hejar dibe. Di nava 20 salên dawî de enflasyon tu carî ewqas zêde nebûbû. Li efnlasyon tenê bi reqeman nayê vegotin. Rastiyeke biêş a jiyanê ye. Tirkiye li dinyayê di rêza duyemîn de ye. Enflasyon tê wateya perîşebûna gel û û zêdekirina zeman. TUÎK ku di bin kontrola desthilatdariyê de ye her çiqas enflasyonê weke ji sedî 61 diyar bike jî, ENAG dibêje ku bi ser ji sedî 140’ê ye. Anku em sê qat zêdetir xizan bûne.”
 
‘ÇAVKANIYAN BO ŞER XERC DIKIN’
 
Bi domdarî Sancar da zanîn ku desthilatdariya AKP-MHP’ê çavkaniyên welêt ji bo şer, talan, rant û kedxwariyê bi kar tîne û wiha domand: “Sedema xizaniya mezin a li welêt jî ev e. Lê beşek heye ku her ku diçe dewlemendtir dibe. Çavkaniyên welêt pêşkeşî komeke çete û sermayedaran hatine kirin. Em dixwazin ku kêmtirîn heqdest dîsa bê sererastkirin û teklîfa qanûnê didin. Em dibêjin ku bila her sê mehan carekî kêmtirîn heqdest bê guherandin. Lê desthilatdarî vê qebûl nake. Êdî nikarin bazirganiya xeyalan jî bikin. Hewl didin bi derew û berovajîkirinê xwe li ser pêyan bigirin. Ev jî ne besî wan e ku yên dengê xwe derdixînin jî digirin.”
 
‘EM Ê PERGALÊ TEQEZ BIGUHERÎNIN’
 
Di berdewamê de Sancar anî ziman ku dema wan têkoşîna heq û edaletê bi têkoşîna ked û azadiyê re kire yek, wê demê dê pergala heyî teqez biguherînin. Sancar, destnîşan kir ku desthilatdarî jî ji vê yekê ditirse û wiha pê de çû: “Sedema efnlasyona bi sê reqeman diyar e. Sedema wê nebûna demokrasî, hiqûq û edaletê ye. Em jî dê vê pergalê biguherînin. Ji bo vê guherînê jî hem baweriya me û hem jî hêza me heye. Ev rê, Rêya 3’yemîn e. Rêya me rêya edalet, demokrasî, aştî û azadiyê ye.” 
 
‘REWATIYA ME JI MAFDARIYA ME TÊ’ 
 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku her ku HDP Rêya 3’yemîn xurtir dike, hêviya bindestan, kedkaran û hêzên demokrasiyê jî xurtir dibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ê teqez bi ser kevin. Qadên Newrozê nîşaneya vê rastiyê ye. Kongreyên me û kolan nîşaneya vê ne. HDP di nava gel de ye û ji bo gel dixebite. Dê di encama van xebatan de tifaqeke demokrasiyê ya mezin bê avakirin û teqez bi ser keve. Hewcehiya me bi lûtfa kesekî nîne ku me vexwînin ser maseyên xwe. Hewcehiya me bi kesekî nîne ku me rewa bibînin an jî nebînin. Rewatiya me ji mafdariya me tê. Vê rewatiyê em ji gelê xwe û ji qadan digirin. Em ê hem desthilatdariyê têk bibin û hem jî pergala ku vê desthilatdariyê xweyî dike biguherînin.” 
 
‘HEYA ME JI MEBESTA JI DOZÊ HEYE’
 
Mîthat Sancar, daxuyand ku desthilatdarî bi kompasên cuda hewl dide rêya wan bigire û ev nirxandin kir: “Vaye Doza Kompasê ya Kobanê li Sîncanê didome. Her roj rezalet derdikeve holê. Serokê dadgehê ji ber çetetiyê ketiye ber lêpirsîne, hatiye binçavkirin û ceza lê hatiye birîn. Ev yek bi tena serê xwe nîşan dide bê ka dozeke kompasê ye. Em baş pê dizanin bê ka kîjan hêz li pişt vê dozê ne û bi çi armancê dikin. Lê çi dikin bila bikin em ê bêyî dudilî ber bi heqîqet û demokrasiyê ve bimeşin. Rêhevalên me jî li eywanên dagehê vê rastiyê li rûyê wan didin. Hewceye em dengê rêhevalên xwe bêhtir bidin bihîstin. Ev berpirsyariya me ye. Em rexnedayîna xwe didin rêhevalên xwe.”
 
‘DOZA KOMPASÊ YE’
 
Sancar, got ku belgeyên sexte, şahidên nepen, astengkirina mafê parastinê û îşkenceyên di birin û anîna girtiyan de bi xwe nîşan dide ku dozeke kompasê ye û ev tişt anî ziman: “Nizanin dê çi bikin û hemû rê li ber hatine girtin. Ev kesên bêar, durû ne û xala wan a hevpar jî bêwijdanî ye. Di dîrokê de gelek zaliman xwest bi vê rêyê xwe bigihînin encamê lê her gavê kesên berxwedêr bi ser ketin. Encama vê dozê jî cudatir nebe. Em silavên xwe ji bo rêhevalên xwe yên li ber xwe didin dişînin.”
 
‘GEL DIZANE BÊ KA ALTERNATÎF KÎ YE’
 
Bi domdarî Sancar bertek nîşanî helwesta partiyên muxalîf a li hemberî Doza Kompasê ya Kobanê da û wiha dom kir: “Tevî hîle, derew, dek û dolaban jî bertekekî micid nîşan nadin. Di serdemeke ku ewqas bêedaletî, neheqî, talan, derew û şer de heke hûn bi wêrekî û ji dil tevnegerin, dê nekarin baweriya gel bi xwe bînin. Hemû kes baş pê dizane ka hêza alternatîf kî ye. Alternatîf, HDP ye ku aştî, demokrasiya xurt, edalet û aştiya mezin dixwaze. Em ê bi hêzên demokrasiyê re vê alternatîfê hîn mezintir bikin. Heke partiyên muxalîf bixwazin bibin alternatîf, ji ewilî divê xwe ji zîhniyeta desthilatdariyê xelas bikin. Rêya alternatîf, Rêya 3’yemîn e. Demokrasî, azadî û wekhevî di vir de ye.”
 
DOLMABAHÇE BI BÎR XIST 
 
Di berdewamê de Sancar qala Mutabeqeta Dolmabahçeyê kir û wiha got: “Di Mutabeqeta Dolmabahçeyê ya di 28’ê Sibata 2015’an de hêvî hebû lê desthilatdariyê ev hêvî tune kir. Tenê bi tunekirina vê hêviyê re bisînor nema, her wiha şerekî giran da destpêkirin. Rûxîneriya ji ber wî şerê giran li holê mayî pêşçav e. Girîngtirîn sedema têkçûna rewşa heyî ya welat, ev polîtîkaya şer e. Niha hewl didin di navbera Rûsya-Ûkraynayê de rola qasidiyê li xwe bigirin. Lê desthiladariyeke ku polîtîkaya şer dimeşîne, nikare vê rola xwe bi kesekî bide bawerkirin. Li rexekî şer dike û li rexa din jî hewl dide xwe weke kevoka aştiyê nîşan bide. Weke em her carê dibêjin, armanca me ya esasî aştî ye. Dê tevgera me ya aştiyê pêşî li ber şerê li welêt bigire, piştre li herêmê aştiyê pêk bîne.” 
 
‘EM LI DIJÎ DAGIRKERIYA LI EFRÎNÊ NE’ 
 
Sancar, daxuyand ku dê desthilatdarî nekarî hewldanên xwe yên bo aştiya di navbera Rûsya-Ûkraynayê de ji bo erêkirina polîtîkaya xwe ya şer bi kar bîne û wiha derbirî: “Ji bo ku nekare jî divê em tevgereke aştiyê ya mezin ku di asta cîhanê de ava bikin. Yek ji armancên esasî ya tifaqa demokrasiyê jî ev e. Em ê ji şerê li her deverê re bibêjin na. Ne tenê li Ûkraynayê lê em ê li Efrîn û Rojava jî li dijî şer derkevin. Divê em aştî û edaletê ji bo her deverê bixwazin. Ne tenê ji bo cihekî. Nexwe dê ev yek bibe durûtî. Rêya 3’yemîn dê aştiya mezin bîne vî welatî. Lewma jê ditirsin û hedef digirin. Lê çi dikin bila bikin em ê dev ji rêya xwe bernedin. Ji bo vê çi pêwîst bike em ê bikin. Dê bi HDP’ê re aştiya mezin, demokrasî, edalet û azadî bê vî welatî.” 
 
1’Ê GULANÊ
 
Sancar di berdewamê de bal kişand ser 1’ê Gulanê û axaftina xwe wiha qedand: “Em ê qadên 1’ê Gulanê jî bi ruhê Newrozê, bi ruhê Rêya 3’yemîn û bi israra xwe tije bikin. Ev ruhe ku rêya wekhevî, azadî û edaletê nîşanî me dide.”
 

Sernavên din

06/04/2022
16:05 ‘Divê civak li her qadê bertekan nîşan bide’
15:47 Rojnamegerê DYA’yî: Darbekarên 12’ê Îlonê û yên êrişî kurdan kirin ji hêla IMET’ê ve hatin perwerdekirin
15:46 Doza SES’ê: Xebatên me yên sendîkayê hatine îlegelîzekirin
15:46 Rojnameger Alataş li ser gora xwe hat bibîranîn
15:19 Malbatên girtiyan: Pirsgirêkan çareser bikin wê sibê pir dereng be
15:09 Parêzeran serdana Aysel Tugluk kir: Nexweşiya wê girantir bûye
14:53 Li Êlihê operasyona leşkerî
12:53 Li Wanê 13 kes hatin binçavkirin
12:35 Malbata Şenyaşar: Werin em li ber deriyê edliyeyê bi hev re fitareyê bikin
12:26 AYM: Cezakirina ji ber greva birçîbûnê binpêkirina maf e
12:23 Bergiriya qeyûm a qenalîzasyonê: Kevir, lastîk, qove
12:17 MLSA’yê bo rojnamevan Ugur serî li DMME’yê da
12:03 Li ser xeta sînorê Başûr sewqiyeta leşkerî
11:23 Doza SES’ê dest pê dike: Em li pişt mafdariya xwe ne
10:08 Jinek li Edeneyê hate qetilkirin
09:42 Li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê hişyariya provokasyonê hat kirin
09:16 Chomsky piştgirî da kampanyaya azadiya Ocalan
09:15 Li Mêrdînê 3 kes hatin girtin
09:14 Muslim: Ji bilî berxwedanê çi rê li ber me nînin
09:13 Karataş ê ÎHD'î: Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye
09:13 Şaredariyê bi gundiyan borî da stendin lê av neda
09:06 Polîsan li pêşiya Mescîda Hz. Omer kon vedan: Bi kamerayê cemaetê aciz dikin
09:05 Dayika Civan Boltan: Heke edalet hebûna dê di girtîgehan de girtiyên nexweş tune bûna
09:05 Cenazeyên du xwişkên winda: Yek di destê PDK’ê de ye, yek jî di destê Tirkiyeyê de ye
09:00 ROJEVA 6'Ê NÎSANA 2022'YAN
05/04/2022
23:36 Ji bo malbatên girtiyan şahiyeke piştevaniyê hate lidarxistin
21:45 Malbata girtiyê ku xwîn çûye ser mejiyê wî: Bûyereke bi guman e
18:53 Kişanak: Ê dibêje ez pak im ê xwe ji dosyeyê xelas bike
17:14 Têkildarî 38 siyasetmedarên kurd mutalaa nehat amadekirin
17:01 Nahêlin kes bikeve gundê îşkence lê hatibû kirin
16:53 Ji bo parlamenterên HDP’ê yên berê û yên niha daxwaza girtinê kirin
16:42 Partiyên siyasî û rêxistinên sivîl bi dozgerê girtîgehê re hevdîtin kirin
16:28 Nobeta Edaletê ya Îzmîrê li ÎHD’ê berdewam kir
16:14 Ji bo Aysel Tugluk bang li baroyan kirin: Êdî bikevin nava tevgerê
16:11 Serokê Dadgehê dayika Hêlîn Şen derxist ber derî
16:08 Sancar: Em ê vê pergala desthilatdariyê teqez biguherînin
15:20 Parêzeran ji bo 5’ê Nîsanê daxuyanî dan: Pîşeya me di bin gefan de ye
14:59 Li pêşiya girtîgehê bang kirin: Edalet dê rojekî bo her kesî lazim bike
14:52 Li nivîskarê Evrenselê ji ber ‘Heqaret li Erdogan kiriye’ doz hat vekirin
14:46 Xwendekarên MED-DER’ê piştgirî dan kampanyaya danîna şitlan
14:33 Li pêşiya Walîtiya Îzmîrê neraziya li dijî bêkariyê
14:25 Bi helîna berfê re li Qersê lehî rabûn: 30 mal di bin avê de man
14:17 Li Antalyayê amadekariyên 1’ê Gulanê dest pê kirin
14:16 Maşîneya zirxî li Amedê li wesayîtekê xist: 3 kes birîndar bûn
14:09 Yuksekdag: Hûn nikarin vê dozê weke kesên li Qesrê dixwazin bidomînin
13:59 Bêyî agahiya wê par kiribûn endama AKP’ê û duh jî kirine endama BBP’ê
13:52 7 partî û rêxistinên siyasî banga 1’ê Gulanê kirin
13:45 Malbata Şenyaşar: Zilma darazê berdewam e
13:29 Ji parvekirina Abdullah Ocalan beraet kir
12:53 Doza Kobanê: Hûn di şexsê me de gelê me didarizînin
12:40 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:26 7 salên piştî 5’ê Nîsanê: Şer, krîzên piralî û têkçûn
12:18 Şaredariya Wêranşarê ku 80 TL'yî simît kirî ji bo polisan wesayît kirê kir
11:54 Li Bodrumê 30 kes hatin binçavkirin
10:35 Doza SES’ê xwe dispêre beyanên ‘şahidên’ Doza Kobanê
10:30 Jin Jinnewsê çeteleya tundiyê: Di adarê de 26 jin hatin kuştin
10:20 Ji girtîgehê derket, du jin qetil kirin, zarokek birîndar kir
10:07 Gelek navdarên cîhanê ji bo Ocalan banga azadiyê kirin
09:04 'Heya tecrîd hebe dê rewşa Kurdistan û Tirkiyeyê xerabtir be'
09:03 'Kes nizane Remezan e, mirov her roj birçî ne'
09:03 Pirsa 'Hûn ji bo weazan xoce dixwazin an na?' ji girtiyan kirine
09:03 Masîvan ji ber bihabûnê kelekên xwe difiroşin
09:03 Kesî xwe neda ber îhaleya qeyûm
09:03 Kamaç: Berjewendiyên partiyê zirarê didin destkeftiyên kurdan
09:00 ROJEVA 5'Ê NÎSANA 2022'YAN
04/04/2022
17:24 ÎHD’ê bertek nîşanî îşkenceya eskeran a li Timoqê da
17:06 Serokê TBB'ê serdana HDP'ê kir
16:58 Li Mêrdînê 2 karker birîndar bûn
16:57 Li Ewropa û Rûsyayê 4’ê Nîsanê hate pîrozkirin
16:42 DÎSK’ê bo 1’ê Gulanê bang kir: Têkoşîna me dê pergalê biguherîne
16:28 Li gelek navendan pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê: Divê Ocalan azad bibe
16:09 Di Nobeta Edaletê de rojbûna Ocalan pîroz kirin
16:03 Ciwanên kurd li pêşiya CPT’yê bûn: Azadî ji Ocalan re
15:42 Leşkeran kîs xist serê wî û 4 rojan îşkence lê kirin!
15:35 Doza Kobanê taloqî sibê hat kirin
15:20 Jinên ku xwe gihandin Xelfetiyê: Azadiya Ocalan azadiya me ye
15:18 HDP’ê şerh danî ber teklîfa qanûnê
14:43 Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê: Serokê dadgehê delîl tune kirin
14:28 Li gundê Kobanê ku Ocalan lê mabû 4’ê Nîsanê bi coş hate pîrozkirin
14:24 Dadgehê cezayê li rojnameger Dogan hatibû birîn betal kir
14:24 Doza Kobanê: Şahid îfadeya xwe ya li emniyetê red kir
14:23 Malbata Şenyaşar: Em bang li rayedaran dikin ku biwijdan bin
13:53 Li Xelfetiyê pîrozbahiya 4’ê Nîsanê: Kurdan li Kurdistanê dîsa aj da
13:40 Rojbûna Ocalan li mala ku lê ji dayik bû hate pîrozkirin
13:39 'Em ê her xelatê bidin nûçeyên xwe’
13:32 16 binçavkiriyên li Îzmîrê hatin berdan
13:14 Îşkence lê kirin, hêstira wî kuştin û rapora derbkirinê jî nedanê
12:58 Li Colemêrgê zexta ‘operasyona derveyî sînor’ li cerdevanan tê kirin
12:35 MXDŞ: Civaka êzdî bi saya fikrên Ocalan rê li ber fermanan girt
12:20 Li Erziromê 3 endamên HDP’ê hatin binçavkirin
12:02 Li Colemêrgê yek jê zarokê 3 salî 6 kes hatin binçavkirin
11:48 Gelê kurd diherike Amarayê
11:27 TUÎK: Enflasyon ji sedî 61 e
ENAG: Enflasyon ji sedî 142 ye
11:26 Lîstikvana Amedsporê: Em ê serê xwe netewînin
11:15 Îstînafê rojnameya Sabahê mehkûm kir
11:04 Li Esenyurtê jinek hate qetilkirin
10:53 Kaya: Ji ber ku em pêşeng in em di hedefê de ne
10:45 Li gundê Amarayê şitil hatin danîn
10:33 Di Doza Kobanê de bêyî ku dozname bê xwendin beyanên gilîkeran tê girtin
10:12 Wezaret xwedî li DEDAŞ’ê derket û got: Di mirina Yûnûs ê 2 salî de xemsarî tune ye!