Dayika Civan Boltan: Heke edalet hebûna dê di girtîgehan de girtiyên nexweş tune bûna

  • rojane
  • 09:05 6 Nîsan 2022
  • |
img
AMED - Ji zarokên "keviravêj" ên wextekê di rojeva Tirkiyeyê de bûn, yek jê Civan Boltan bû. Boltan ku di zarokatiya xwe de bi binçavkirin û îşkenceyê re rû bi rû maye, niha girtiyekî 30 salî û nexweş e. Û dêya wî Nazîme Boltan jî niha yek ji nobedarên Nobeda Edaletê ye. 
 
Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) 605 jê giran hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Ji van girtiyên nexweş yek jê jî Civan Boltan e. Boltan, yek ji wan zarokên "keviravêj" e ku wextekê di rojeva Tirkiyeyê de bûn. Ji ber ku wê demê bavê wî girtî bû, heta 16 saliya xwe tenê ji aliyê dayika xwe ve hatiye mezinkirin. 
 
Boltan jî wekî gelek zarokan piştî wextekê ji ber tahde û îşkenceyê berê xwe daye çiyê. Boltan gava çûye çiyê, di şerekî de birîndar bûye. Lê wê demê gotine qey Boltan jî miriye û ew jî xistine kîsên cenazeyan û rakirine nexweşxaneyê. Lê li morgê kifş bûye ku sax e û ji ber vê dest bi dermankirina wî hatiye kirin. Lê di şer de çavek wî kor bûye û destek wî jê bûye. Her wiha niha di serê wî de parçeyek şarapnelê jî heye. 
 
Boltan ku niha 30 salî ye, bi sûcê "xerakirina yekîtî û yekparebûna dewletê" cezayê muebeda giran lê hatibû birîn. Lê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji bo Boltan biryara "binpêkirina mafê jiyanê" dabû û ji Tirkiyeyê xwestibû qanûna xwe ya di vî warî de sererast bike. Gelek wext di ser vê biryarê re derbas bûne, lê hê jî Tirkiyeyê gavek neavêtiye. 
 
Boltan ku niha di Girtîgeha Bolû ya Tîpa F'yê de ye, her diçe tenduristiya wî xirabtir dibe. Çendî nexweşxaneyê rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" daye wî jî, lê berdana wî bi rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" ya Saziya Tiba Edlî (ATK) tê astengkirin. 
 
DAYIKA WÎ NOBEDARA EDALETÊ YE
 
Piştî ku li ser hev cenaze ji girtîgehan dertên xizmên girtiyên nexweş hîn bêtir bi fikar dibin. Ji ber vê di 16'ê Mijdara 2021'ê de li Amedê Nobeda Edaletê dan destpêkirin. Ji van nobedaran yek jê jî Nazîme Boltan, dayika Civan Boltan e. Dayik Boltan got: "Ger heq û hiqûq hebûna, dê di girtîgehan de girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin tune bûna." 
 
Nazîme Boltan, destnîşan kir ku ji ber ku edalet tune ye "Nobeda Edaletê" dane destpêkirin û got: "Bi taybetî jî ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin me li Baroya Amedê nobeda da destpêkirin û me paşê ev yek veguhast ber saziyan. Lê ji bo tepisandina me çi ji destê wan tê dikin. Ên ji bo piştgiriya çalakiya me bikin tên jî tim bi astengiyan re rû bi rû dimînin." 
 
NAYÊ DERMANKIRIN
 
Boltan, bi lêv kir ku ATK ku her tim bi raporên xwe yên "dikare di girtîgehê de bimîne" di rojevê de ye, heman rapor daye kurê wê jî û got: "Destekî kurê min tune ye û çavê wî yê çepê nabîne. Çavê wî yê rastê jî kêm dibîne û di gelek deverên laşê wî de parçeyên şarapnelê hene. Ev qas nexweş e, lê tenê bi awayekî sembolîk wî dibin nexweşxaneyê. Bêyî ku wî derman bikin cardin dibin girtîgehê. Gava wî dibin jî 3 mehan di karantînayê de dihêlin. Ev jî nerihetiya li ser nerihetiyê ye. Çawa rapora 'dikare di girtîgehê de bimîne' didin kesekî ev qas nexweş? Ev tenê ne ji bo kurê min, ji bo bi hezaran girtiyan wisa ye. Me di televîzyonê de rewşa Mehmet Emîn Ozkan dît. Çenteyê wî xistine destê wî û gardiyan ketine milê wî. Ger edalet hebûna, ma dê di girtîgehê de bimana? Girtiyên nexweş ên di wext de nayên berdan, gava tên berdan, piştî çend rojan jiyana xwe ji dest didin." 
 
NIKARE BIÇE CEM WÎ
 
Boltan, anî ziman ku kurê wê 9 sal in girtiye û 2 salên ewil li Amedê maye. Boltan, dazanîn ku gava kurê wê li Amedê bûye bi rihetî diçû cem wî û got: "Lê ew sirgûnî cihekî dûr kirin. Ji ber ku rê dûr e û nexweş im, 4 sal in nikarim biçim cem wî. Ji bo wî bînin Amedê me gelek caran daxwazname nivîsandin, lê tiştek ji daxwaznameyan derneket." 
 
Boltan, ji bo berdana girtiyên nexweş bang li Wezareta Dadê û Serokkomar kir û got: "Zarokên wan jî hene û gava nexweş dikevin çawa be rbiw an ve diçin, divê ji bo me jî empatiyê bikin. Em jî didin dû zarokên xwe, lê em tim tên astengkirin. Em tenê doza berdana wan dikin. Çi dibe bila bibe ez ê heya dawiyê bitêkoşim. Zarokên me tiştekî xirab nekirine, ji bo axa xwe têkoşiyane. Ji bo Ciwanê xwe ku derê dibe bila bibe ez an jî bavê wî, em ê tim nobeda edaletê bigirin. Ez bang li tevahiya xizmên girtiyan dikim ku li dor nobeda edaletê bibin xelek." 
 
Boltan, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku heya heq û hiqûq û edalet çêbibe dê nobeda wan bidome. 

Sernavên din

06/04/2022
16:05 ‘Divê civak li her qadê bertekan nîşan bide’
15:47 Rojnamegerê DYA’yî: Darbekarên 12’ê Îlonê û yên êrişî kurdan kirin ji hêla IMET’ê ve hatin perwerdekirin
15:46 Doza SES’ê: Xebatên me yên sendîkayê hatine îlegelîzekirin
15:46 Rojnameger Alataş li ser gora xwe hat bibîranîn
15:19 Malbatên girtiyan: Pirsgirêkan çareser bikin wê sibê pir dereng be
15:09 Parêzeran serdana Aysel Tugluk kir: Nexweşiya wê girantir bûye
14:53 Li Êlihê operasyona leşkerî
12:53 Li Wanê 13 kes hatin binçavkirin
12:35 Malbata Şenyaşar: Werin em li ber deriyê edliyeyê bi hev re fitareyê bikin
12:26 AYM: Cezakirina ji ber greva birçîbûnê binpêkirina maf e
12:23 Bergiriya qeyûm a qenalîzasyonê: Kevir, lastîk, qove
12:17 MLSA’yê bo rojnamevan Ugur serî li DMME’yê da
12:03 Li ser xeta sînorê Başûr sewqiyeta leşkerî
11:23 Doza SES’ê dest pê dike: Em li pişt mafdariya xwe ne
10:08 Jinek li Edeneyê hate qetilkirin
09:42 Li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê hişyariya provokasyonê hat kirin
09:16 Chomsky piştgirî da kampanyaya azadiya Ocalan
09:15 Li Mêrdînê 3 kes hatin girtin
09:14 Muslim: Ji bilî berxwedanê çi rê li ber me nînin
09:13 Karataş ê ÎHD'î: Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye
09:13 Şaredariyê bi gundiyan borî da stendin lê av neda
09:06 Polîsan li pêşiya Mescîda Hz. Omer kon vedan: Bi kamerayê cemaetê aciz dikin
09:05 Dayika Civan Boltan: Heke edalet hebûna dê di girtîgehan de girtiyên nexweş tune bûna
09:05 Cenazeyên du xwişkên winda: Yek di destê PDK’ê de ye, yek jî di destê Tirkiyeyê de ye
09:00 ROJEVA 6'Ê NÎSANA 2022'YAN
05/04/2022
23:36 Ji bo malbatên girtiyan şahiyeke piştevaniyê hate lidarxistin
21:45 Malbata girtiyê ku xwîn çûye ser mejiyê wî: Bûyereke bi guman e
18:53 Kişanak: Ê dibêje ez pak im ê xwe ji dosyeyê xelas bike
17:14 Têkildarî 38 siyasetmedarên kurd mutalaa nehat amadekirin
17:01 Nahêlin kes bikeve gundê îşkence lê hatibû kirin
16:53 Ji bo parlamenterên HDP’ê yên berê û yên niha daxwaza girtinê kirin
16:42 Partiyên siyasî û rêxistinên sivîl bi dozgerê girtîgehê re hevdîtin kirin
16:28 Nobeta Edaletê ya Îzmîrê li ÎHD’ê berdewam kir
16:14 Ji bo Aysel Tugluk bang li baroyan kirin: Êdî bikevin nava tevgerê
16:11 Serokê Dadgehê dayika Hêlîn Şen derxist ber derî
16:08 Sancar: Em ê vê pergala desthilatdariyê teqez biguherînin
15:20 Parêzeran ji bo 5’ê Nîsanê daxuyanî dan: Pîşeya me di bin gefan de ye
14:59 Li pêşiya girtîgehê bang kirin: Edalet dê rojekî bo her kesî lazim bike
14:52 Li nivîskarê Evrenselê ji ber ‘Heqaret li Erdogan kiriye’ doz hat vekirin
14:46 Xwendekarên MED-DER’ê piştgirî dan kampanyaya danîna şitlan
14:33 Li pêşiya Walîtiya Îzmîrê neraziya li dijî bêkariyê
14:25 Bi helîna berfê re li Qersê lehî rabûn: 30 mal di bin avê de man
14:17 Li Antalyayê amadekariyên 1’ê Gulanê dest pê kirin
14:16 Maşîneya zirxî li Amedê li wesayîtekê xist: 3 kes birîndar bûn
14:09 Yuksekdag: Hûn nikarin vê dozê weke kesên li Qesrê dixwazin bidomînin
13:59 Bêyî agahiya wê par kiribûn endama AKP’ê û duh jî kirine endama BBP’ê
13:52 7 partî û rêxistinên siyasî banga 1’ê Gulanê kirin
13:45 Malbata Şenyaşar: Zilma darazê berdewam e
13:29 Ji parvekirina Abdullah Ocalan beraet kir
12:53 Doza Kobanê: Hûn di şexsê me de gelê me didarizînin
12:40 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:26 7 salên piştî 5’ê Nîsanê: Şer, krîzên piralî û têkçûn
12:18 Şaredariya Wêranşarê ku 80 TL'yî simît kirî ji bo polisan wesayît kirê kir
11:54 Li Bodrumê 30 kes hatin binçavkirin
10:35 Doza SES’ê xwe dispêre beyanên ‘şahidên’ Doza Kobanê
10:30 Jin Jinnewsê çeteleya tundiyê: Di adarê de 26 jin hatin kuştin
10:20 Ji girtîgehê derket, du jin qetil kirin, zarokek birîndar kir
10:07 Gelek navdarên cîhanê ji bo Ocalan banga azadiyê kirin
09:04 'Heya tecrîd hebe dê rewşa Kurdistan û Tirkiyeyê xerabtir be'
09:03 'Kes nizane Remezan e, mirov her roj birçî ne'
09:03 Pirsa 'Hûn ji bo weazan xoce dixwazin an na?' ji girtiyan kirine
09:03 Masîvan ji ber bihabûnê kelekên xwe difiroşin
09:03 Kesî xwe neda ber îhaleya qeyûm
09:03 Kamaç: Berjewendiyên partiyê zirarê didin destkeftiyên kurdan
09:00 ROJEVA 5'Ê NÎSANA 2022'YAN
04/04/2022
17:24 ÎHD’ê bertek nîşanî îşkenceya eskeran a li Timoqê da
17:06 Serokê TBB'ê serdana HDP'ê kir
16:58 Li Mêrdînê 2 karker birîndar bûn
16:57 Li Ewropa û Rûsyayê 4’ê Nîsanê hate pîrozkirin
16:42 DÎSK’ê bo 1’ê Gulanê bang kir: Têkoşîna me dê pergalê biguherîne
16:28 Li gelek navendan pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê: Divê Ocalan azad bibe
16:09 Di Nobeta Edaletê de rojbûna Ocalan pîroz kirin
16:03 Ciwanên kurd li pêşiya CPT’yê bûn: Azadî ji Ocalan re
15:42 Leşkeran kîs xist serê wî û 4 rojan îşkence lê kirin!
15:35 Doza Kobanê taloqî sibê hat kirin
15:20 Jinên ku xwe gihandin Xelfetiyê: Azadiya Ocalan azadiya me ye
15:18 HDP’ê şerh danî ber teklîfa qanûnê
14:43 Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê: Serokê dadgehê delîl tune kirin
14:28 Li gundê Kobanê ku Ocalan lê mabû 4’ê Nîsanê bi coş hate pîrozkirin
14:24 Dadgehê cezayê li rojnameger Dogan hatibû birîn betal kir
14:24 Doza Kobanê: Şahid îfadeya xwe ya li emniyetê red kir
14:23 Malbata Şenyaşar: Em bang li rayedaran dikin ku biwijdan bin
13:53 Li Xelfetiyê pîrozbahiya 4’ê Nîsanê: Kurdan li Kurdistanê dîsa aj da
13:40 Rojbûna Ocalan li mala ku lê ji dayik bû hate pîrozkirin
13:39 'Em ê her xelatê bidin nûçeyên xwe’
13:32 16 binçavkiriyên li Îzmîrê hatin berdan
13:14 Îşkence lê kirin, hêstira wî kuştin û rapora derbkirinê jî nedanê
12:58 Li Colemêrgê zexta ‘operasyona derveyî sînor’ li cerdevanan tê kirin
12:35 MXDŞ: Civaka êzdî bi saya fikrên Ocalan rê li ber fermanan girt
12:20 Li Erziromê 3 endamên HDP’ê hatin binçavkirin
12:02 Li Colemêrgê yek jê zarokê 3 salî 6 kes hatin binçavkirin
11:48 Gelê kurd diherike Amarayê
11:27 TUÎK: Enflasyon ji sedî 61 e
ENAG: Enflasyon ji sedî 142 ye
11:26 Lîstikvana Amedsporê: Em ê serê xwe netewînin
11:15 Îstînafê rojnameya Sabahê mehkûm kir
11:04 Li Esenyurtê jinek hate qetilkirin
10:53 Kaya: Ji ber ku em pêşeng in em di hedefê de ne
10:45 Li gundê Amarayê şitil hatin danîn
10:33 Di Doza Kobanê de bêyî ku dozname bê xwendin beyanên gilîkeran tê girtin
10:12 Wezaret xwedî li DEDAŞ’ê derket û got: Di mirina Yûnûs ê 2 salî de xemsarî tune ye!