AYM: Cezakirina ji ber greva birçîbûnê binpêkirina maf e

  • rojane
  • 12:26 6 Nîsan 2022
  • |
img
AMED - Dadgeha Destûra Bingehîn, dayîna cezayê dîsîplînê ya girtiyên bi daxwaza rakirina tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan ketibûn çalakiya greva birçîbûnê, weke binpêkirina azadiya raman û îfadeyê dît. 
 
Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM), dayîna cezayê dîsîplînê ya girtî Nasrûllah Kûran a bi daxwaza rakirina tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan ketibû çalakiya greva birçîbûnê, weke binpêkirina azadiya raman û îfadeyê dît û biryar da ku 5 hezar lîre tazmînata manewî bê dayîn. 
 
Nasrûllah Kûran ku yek ji 5 girtiyên ji bo “sekreterya” muzakereyên bi Ocalan re yên di Pêvajoya Çareseriyê de bên kirin, sewqî Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê hatibû kirin, piştî bidawîbûna pêvajoyê sewqî Girtîgeha Sîlîvriyê hatibû kirin. Kûran ê nêzî 30 sal in di girtîgehê de ye, bi daxwaza rakirina tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan ku weke “Serokê min” penase dike di 21’ê Îlona 2017’an û 23’yê Îlona 2017’an de daxwazname nivîsandibûn û ketibû çalakiya greva birçîbûnê. Di heman girtîgehê de 8 kesên din jî serî lê dabû. Rêveberiya girtîgehê derbarê girtiyan serlêdan kiribûn de lêpirsîna dîsîplînê dabûn destpêkirin. 
 
ÎTÎRAZ NEHAT QEBÛLKIRIN
 
Lijneya Dîsîplînê ya Girtîgehê di 27’ê Îlona 2017’an de ji bo du mehan cezayê ragihandine û pêwendiyan da girtiyên serlêdan kiribûn. Nasrûllah Kûran, serî li Dadgeha Înfazê ya 1’emîn a Sîlîvriyê dabû û îtîraz kiribû. Piştî Dadgeha Înfazê serlêdan qebûl nekir, Kûran serî li Dadgeha Ceza ya Giran a Sîlîvriyê kir. Lê Dadgeha Cezayê Giran a Sîlîvriyê jî nirxand ku biryara cezayê dîsîplînê di cih de ye û serlêdan qebûl nekir. 
 
‘EZ LI DIJÎ TECRÎDÊ KETIM ÇALAKIYA GREVÊ’ 
 
Piştî rêyên îtîrazê qediyan, Kûran bi rêya parêzerê xwe Rêzan Sarica di 27’ê Sibata 2018’an de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da. Kûran, di serlêdana xwe de diyar kir ku ji Girtîgeha Îmraliyê sewqî Girtîgeha Sîlîvriyê bûye, di her du girtîgehan de jî di şertên tecrîdê de maye, hevdîtina wî ya bi malbata wî re bi temamî hatiye qedexekirin ya bi parêzerê wî re jî hin caran bi temamî hatiye qedexekirin hin caran jî bi awayekî bisînor hatiye kirin. Di serî de tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê ji bo tecrîda li hemû girtîgehan dihat pêkanîn bi armanca bertek nîşandanê ez ketim çalakiya greva birçîbûnê.”
 
‘ÇALAKIYÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ RÊBAZEKE ÎFADEKIRINÊ YE’
 
AYM’ê serlêdan hêjayî nirxandinê dît û qebûl kir. AYM’ê, bal kişand ser biryarên xwe û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (AÎHM) û bi bîr xist ku di van biryaran de dibe ku çalakiyên gireva birçîbûnê bibin “rêbazeke îfadekirinê”. Dadgeha Destûra Bingehîn biryar da ku cezayên dîsîplînê yên ji bo çalakiya greva birçîbûnê hatine dayîn divê di çarçoveya azadiya ramanê de bi giştî were nirxandin. 
 
AYM’ê biryar da ku mafê azadiya raman û îfadeyê yê Kûran hatiye binpêkirin û 5 hezar lîre tazminata manevî bidin Kûran. Dadgehê ji bo encamên têkildarî binpêkirina azadiya îfadeyê ji holê bên rakirin û darizanin ji nû ve bê kirin mînaka biryarê ji Dadgeha Înfazê ya 1’emîn a Sîlîvriyê û Wezareta Dadê re şand. 
 
 

Sernavên din

06/04/2022
16:05 ‘Divê civak li her qadê bertekan nîşan bide’
15:47 Rojnamegerê DYA’yî: Darbekarên 12’ê Îlonê û yên êrişî kurdan kirin ji hêla IMET’ê ve hatin perwerdekirin
15:46 Doza SES’ê: Xebatên me yên sendîkayê hatine îlegelîzekirin
15:46 Rojnameger Alataş li ser gora xwe hat bibîranîn
15:19 Malbatên girtiyan: Pirsgirêkan çareser bikin wê sibê pir dereng be
15:09 Parêzeran serdana Aysel Tugluk kir: Nexweşiya wê girantir bûye
14:53 Li Êlihê operasyona leşkerî
12:53 Li Wanê 13 kes hatin binçavkirin
12:35 Malbata Şenyaşar: Werin em li ber deriyê edliyeyê bi hev re fitareyê bikin
12:26 AYM: Cezakirina ji ber greva birçîbûnê binpêkirina maf e
12:23 Bergiriya qeyûm a qenalîzasyonê: Kevir, lastîk, qove
12:17 MLSA’yê bo rojnamevan Ugur serî li DMME’yê da
12:03 Li ser xeta sînorê Başûr sewqiyeta leşkerî
11:23 Doza SES’ê dest pê dike: Em li pişt mafdariya xwe ne
10:08 Jinek li Edeneyê hate qetilkirin
09:42 Li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê hişyariya provokasyonê hat kirin
09:16 Chomsky piştgirî da kampanyaya azadiya Ocalan
09:15 Li Mêrdînê 3 kes hatin girtin
09:14 Muslim: Ji bilî berxwedanê çi rê li ber me nînin
09:13 Karataş ê ÎHD'î: Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye
09:13 Şaredariyê bi gundiyan borî da stendin lê av neda
09:06 Polîsan li pêşiya Mescîda Hz. Omer kon vedan: Bi kamerayê cemaetê aciz dikin
09:05 Dayika Civan Boltan: Heke edalet hebûna dê di girtîgehan de girtiyên nexweş tune bûna
09:05 Cenazeyên du xwişkên winda: Yek di destê PDK’ê de ye, yek jî di destê Tirkiyeyê de ye
09:00 ROJEVA 6'Ê NÎSANA 2022'YAN
05/04/2022
23:36 Ji bo malbatên girtiyan şahiyeke piştevaniyê hate lidarxistin
21:45 Malbata girtiyê ku xwîn çûye ser mejiyê wî: Bûyereke bi guman e
18:53 Kişanak: Ê dibêje ez pak im ê xwe ji dosyeyê xelas bike
17:14 Têkildarî 38 siyasetmedarên kurd mutalaa nehat amadekirin
17:01 Nahêlin kes bikeve gundê îşkence lê hatibû kirin
16:53 Ji bo parlamenterên HDP’ê yên berê û yên niha daxwaza girtinê kirin
16:42 Partiyên siyasî û rêxistinên sivîl bi dozgerê girtîgehê re hevdîtin kirin
16:28 Nobeta Edaletê ya Îzmîrê li ÎHD’ê berdewam kir
16:14 Ji bo Aysel Tugluk bang li baroyan kirin: Êdî bikevin nava tevgerê
16:11 Serokê Dadgehê dayika Hêlîn Şen derxist ber derî
16:08 Sancar: Em ê vê pergala desthilatdariyê teqez biguherînin
15:20 Parêzeran ji bo 5’ê Nîsanê daxuyanî dan: Pîşeya me di bin gefan de ye
14:59 Li pêşiya girtîgehê bang kirin: Edalet dê rojekî bo her kesî lazim bike
14:52 Li nivîskarê Evrenselê ji ber ‘Heqaret li Erdogan kiriye’ doz hat vekirin
14:46 Xwendekarên MED-DER’ê piştgirî dan kampanyaya danîna şitlan
14:33 Li pêşiya Walîtiya Îzmîrê neraziya li dijî bêkariyê
14:25 Bi helîna berfê re li Qersê lehî rabûn: 30 mal di bin avê de man
14:17 Li Antalyayê amadekariyên 1’ê Gulanê dest pê kirin
14:16 Maşîneya zirxî li Amedê li wesayîtekê xist: 3 kes birîndar bûn
14:09 Yuksekdag: Hûn nikarin vê dozê weke kesên li Qesrê dixwazin bidomînin
13:59 Bêyî agahiya wê par kiribûn endama AKP’ê û duh jî kirine endama BBP’ê
13:52 7 partî û rêxistinên siyasî banga 1’ê Gulanê kirin
13:45 Malbata Şenyaşar: Zilma darazê berdewam e
13:29 Ji parvekirina Abdullah Ocalan beraet kir
12:53 Doza Kobanê: Hûn di şexsê me de gelê me didarizînin
12:40 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:26 7 salên piştî 5’ê Nîsanê: Şer, krîzên piralî û têkçûn
12:18 Şaredariya Wêranşarê ku 80 TL'yî simît kirî ji bo polisan wesayît kirê kir
11:54 Li Bodrumê 30 kes hatin binçavkirin
10:35 Doza SES’ê xwe dispêre beyanên ‘şahidên’ Doza Kobanê
10:30 Jin Jinnewsê çeteleya tundiyê: Di adarê de 26 jin hatin kuştin
10:20 Ji girtîgehê derket, du jin qetil kirin, zarokek birîndar kir
10:07 Gelek navdarên cîhanê ji bo Ocalan banga azadiyê kirin
09:04 'Heya tecrîd hebe dê rewşa Kurdistan û Tirkiyeyê xerabtir be'
09:03 'Kes nizane Remezan e, mirov her roj birçî ne'
09:03 Pirsa 'Hûn ji bo weazan xoce dixwazin an na?' ji girtiyan kirine
09:03 Masîvan ji ber bihabûnê kelekên xwe difiroşin
09:03 Kesî xwe neda ber îhaleya qeyûm
09:03 Kamaç: Berjewendiyên partiyê zirarê didin destkeftiyên kurdan
09:00 ROJEVA 5'Ê NÎSANA 2022'YAN
04/04/2022
17:24 ÎHD’ê bertek nîşanî îşkenceya eskeran a li Timoqê da
17:06 Serokê TBB'ê serdana HDP'ê kir
16:58 Li Mêrdînê 2 karker birîndar bûn
16:57 Li Ewropa û Rûsyayê 4’ê Nîsanê hate pîrozkirin
16:42 DÎSK’ê bo 1’ê Gulanê bang kir: Têkoşîna me dê pergalê biguherîne
16:28 Li gelek navendan pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê: Divê Ocalan azad bibe
16:09 Di Nobeta Edaletê de rojbûna Ocalan pîroz kirin
16:03 Ciwanên kurd li pêşiya CPT’yê bûn: Azadî ji Ocalan re
15:42 Leşkeran kîs xist serê wî û 4 rojan îşkence lê kirin!
15:35 Doza Kobanê taloqî sibê hat kirin
15:20 Jinên ku xwe gihandin Xelfetiyê: Azadiya Ocalan azadiya me ye
15:18 HDP’ê şerh danî ber teklîfa qanûnê
14:43 Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê: Serokê dadgehê delîl tune kirin
14:28 Li gundê Kobanê ku Ocalan lê mabû 4’ê Nîsanê bi coş hate pîrozkirin
14:24 Dadgehê cezayê li rojnameger Dogan hatibû birîn betal kir
14:24 Doza Kobanê: Şahid îfadeya xwe ya li emniyetê red kir
14:23 Malbata Şenyaşar: Em bang li rayedaran dikin ku biwijdan bin
13:53 Li Xelfetiyê pîrozbahiya 4’ê Nîsanê: Kurdan li Kurdistanê dîsa aj da
13:40 Rojbûna Ocalan li mala ku lê ji dayik bû hate pîrozkirin
13:39 'Em ê her xelatê bidin nûçeyên xwe’
13:32 16 binçavkiriyên li Îzmîrê hatin berdan
13:14 Îşkence lê kirin, hêstira wî kuştin û rapora derbkirinê jî nedanê
12:58 Li Colemêrgê zexta ‘operasyona derveyî sînor’ li cerdevanan tê kirin
12:35 MXDŞ: Civaka êzdî bi saya fikrên Ocalan rê li ber fermanan girt
12:20 Li Erziromê 3 endamên HDP’ê hatin binçavkirin
12:02 Li Colemêrgê yek jê zarokê 3 salî 6 kes hatin binçavkirin
11:48 Gelê kurd diherike Amarayê
11:27 TUÎK: Enflasyon ji sedî 61 e
ENAG: Enflasyon ji sedî 142 ye
11:26 Lîstikvana Amedsporê: Em ê serê xwe netewînin
11:15 Îstînafê rojnameya Sabahê mehkûm kir
11:04 Li Esenyurtê jinek hate qetilkirin
10:53 Kaya: Ji ber ku em pêşeng in em di hedefê de ne
10:45 Li gundê Amarayê şitil hatin danîn
10:33 Di Doza Kobanê de bêyî ku dozname bê xwendin beyanên gilîkeran tê girtin
10:12 Wezaret xwedî li DEDAŞ’ê derket û got: Di mirina Yûnûs ê 2 salî de xemsarî tune ye!