Di 17 saliya xwe de hat girtin, di 47 saliya xwe de hat berdan

  • rojane
  • 09:04 7 Nîsan 2022
  • |
img

MÊRDÎN - Veysel Îlhan ku di 17 saliya xwe de hatibû girtin û di 47 saliya xwe de ji girtîgehê derket, bal kişand ser têkoşîna gelê kurd û got: "Em tu carî hêvîşikestî nebûn." 

Veysel Îlhan, di 2'yê nîsana 1992'yan de, di dema bûyerên valakirin û şewitandina gundê Qurdis, Kaniya Şêx û Kurika Çeto yên navçeya Artûklû ya Mêrdînê hatiye girtin. Li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê ya Amedê (DGM) hatiye darizandin û cezayê muebedê lê hatiye birîn. 
 
Îlhan, piştî 30 salên di girtîgehê de, di 26'ê adarê de hat berdan. Îlhan gava ji Girtîgeha Bandirma ya Jimara 2'yan a Tîpa T'yê derket ewilî çû serdana xizmên xwe yên li Stenbolê û paşê hat navçeya Qoserê ya Mêrdînê cem malbata xwe. Îlhan gava hatibû girtin 17 salî bû û di 47 saliya xwe de hat berdan. Îlhan ji ajansa me Mezopotamyayê (MA) re behsa 30 salên li girtîgehê bihurîn kir. 
 
 
‘JIYAN PIR CUDA BÛ'
 
Îlhan, bi lêv kir ku gava hatiye girtin pir hay ji geşedanan tune bûye û got: "Em ne xwedî van fikir û ramanan bûn. Tenê girêdana me girêdaneke hestiyarî bû û hezkirinek hebû. Me bi vî awayî cihê xwe di nava têkoşînê de girtibû. Em ketin girtîgehê, me dît û me xwend. Me rastiya jiyanê, heqîqetê û rewşa welêt dît. Jiyana me di serê xwe de bi keys kiribû û heqîqet pir cuda bûn. Em li civakeke feodal mezin bûbûn. Rastiya me ev bû. Paşê em hay ji vê çêbûn û me jiyana xwe li gor divêtiyên vê domand." 
 
‘BAWERIYA ME MEZIN BÛ'
 
Îlhan, anî ziman ku jiyana klasîk êdî ne pêkan e û got: "Jixwe em bi sedan salan bi vî awayî jiyan e û me tu tişt bi dest nexistiye. Gava mirov li dîroka kurdan mêze dike jixwe tim ji ber van tiştan bi bin ketine. Lê min di girtîgehê de dît ku rastî hevrêtî bû û baweriya hevrêtiyê bû. Ger ev tune bûna, jixwe ne pêkan e ku mirov ev qas salan di zindanê de bimîne û li ser pêyan bisekine. A ku em li ser pêyan hiştin ev bîr û bawerî bû. Em tim bihêvî bûn. Baweriya me ya bi têkoşînê mezin bû. Di vî warî de tu şik û gumanên me tune bûn. Ji roja ewil heya niha min çawa bawerî pê anî be hê jî wisa me. Piştî jiyaneke bi hezaran salan me dît ku rastiya li me hatibû ferzkirin ne rastî bû û dîroka me ne ev dîrok bû. Cara ewil rêyek li ber me hat xistin. Ji ber van tiştan ez hîn kêfxweş bûm." 
 
‘HEVRÊTÎ DI SER HER TIŞTÎ RE YE'
 
Îlhan, diyar kir ku li girtîgehê her tişt xwedî pergal û plansaziyekê ye û ji dema xwendinê bigire heya dema xewê her tişt li gor planekê ye û wiha domand: "Jixwe ger ne wiha bûna mirov dê nikaribû di girtîgehê de bimîne. Mirov wê 24 saetan di odeyekê de nikaribûya îdare bike. Ger ne ji ruhê hevrêtiyê, feraseta partiyê bûna dê kes nikaribe ewqas salan deyax bike. Hevrêyên min ên em 30 salan bi hev re mane hene. Ji ber vê feraseta hevrêtiyê tu carî aciziyek me çênebû. Ji lewre ev hezkirina hevrêtiyê di ser her tiştî re ye. A em li ser pêyan dihiştin jî ev bû." 
 
RÛPELEK NÛ
 
Îlhan, destnîşan kir ku hêviya azadbûnê ya girtiyan hêviyeke tim zindî ye û li gor wê li girtîgehê jiyanek ava kirine. Îlhan da zanîn ku tu carî hêvîşikestî nebûne û got: "Belê, me jiyanek zehmet dît. Lê ya girîng ew e ku mirov rûpelek nû veke. Em ê li derve çi bikin? Em neaxivin em ê çi bikin? Tiştekî dikeve ser milê me heye yan na? Helbet em ê van titşan nîqaş bikin û li gor wê rêyekê diyar bikin." 
 
MÎRATEYA KADROYÊN PÊŞENG
 
Îlhan, destnîşan kir ku li ser mîrateya kadroyên pêşeng ên PKK'ê yên li Zindana Amedê li hemberî zextên dijmirovahî di rojiyên mirinê û îşkenceyan de jiyana xwe ji dest dane jiyanek ava kirine û li girtîgehê her kes bi feraseta xwedîderketina li mîrateya kesên jiyana xwe ji dest dane tev digere. 
 
TÊKOŞÎNA GEL
 
Îlhan, bi lêv kir ku gava girtî bûye ya ku hêviya wan her zînde kiriye gel bûye û got: "Ger şoreşek çêbibe bi taybetî dê jin pêşengiya vê bikin." Îlhan, destnîşan kir ku gelê kurd û jinan bi têkoşîna xwe bîr û baweriya wan tim xurt kiriye û got: "Hê jî ez bi vê bawer im. Ge rîro şoreşel çêbibe, ev dê şoreşa jinê be. Ew zîrektir, pratîktir in û di xebatan de li pêş in. Ez dikarim vê ji bo civakê jî bibêjim. Helbet ez ê niha li derve hîn bêtir bibim şahidê vê." 
 
Îlhan, anî ziman ku hêviya wî ew e ku kesên ked dane, jiyana xwe ji dest dane û têdikoşin neyên jibîrkirin û di dawiya axaftina xwe de got: "Divê xwedî li wan bê derketin. Ev jî bi têkoşînê dibe. Serokê me û zarokên gelê me niha di girtîgehan de ne. Bi hezaran mirovên me hatin kuştin. Divê ev neyên jibîrkirin. Divê kes nebêje ev pergal nayê guherandin. Divê baweriya me hebe. Şoreş ne ewqasî hêsan e." 
 
MA / Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

09/04/2022
13:23 Rapirsîna nîsanê: Dengê AKP'ê daketine ji sedî 28,9'an
13:06 Sancar: Demokrasiya herêmî bingeha Tifaqa Demokrasiyê ye
11:48 DAIŞ’ê li Mexmûrê 2 şivan revandin
11:36 Nivîskar Nezîr Çakan ji doza Kobanê tehliye bû
11:35 Malbata Şenyaşar: Yên ku vê zilmê jinedîtî ve tên dê winda bikin
10:23 Destê girtiyan kelemçe kirin û li wan dan
10:15 Yolerî: Tecrîd, sepaneke îşkenceyê ye
09:52 Li Girtîgeha Amedê hişyariya 'qedexeya' strana kurdî
09:51 Dê teqawid ber bi Enqereyê ve bimeşin: Xizanî tercîha desthilatdariyê ye
09:15 Halê sûrên dîrokî yên ku tên restorekirin!
09:15 Bang li PDK'ê kirin: Dev ji vê şaşiyê berdin
09:14 Qeyûmê Şaredariya Mezin a Amedê guh neda biryarên dadgehê
09:14 Giliyê îşkenceya li Timoqê hat kirin: Ez dikarim kesekî teşxîs bikim
09:06 Li Girtîgeha Rihayê cihêkariya 'e-Goruş'ê
09:00 ROJEVA 9'Ê NÎSANA 2022'YAN
08/04/2022
21:56 Li Kerboranê mirinek bi guman
21:45 Parlementerên çûn cem Tûglûkê: Nexweşîna wê girantir bûye
20:10 ÎHD bû mêvanê Sifreya Edaletê ya malbata Şenyaşarê
19:14 Li Wanê zabiteyan êriş bir ser welatiyan
19:01 Ber bi Îdlîbê ve sewqîyata eskerî
16:29 Nobeda Edaletê ya Wanê di roja 112’emîn de ye
15:49 Di Doza Qontaxê de dadgehê cezayê li polîs hatiye birin kêm dît
15:26 Doza Kobanê: Heke hûn Destûra Bingehîn nas nakin tişta we girê dide çî ye?
15:15 Mehmet Sevînç bi dirûşman hate definkirin
15:01 Ayla Akat Ata bi şewba koronayê ket
14:08 Cerdevan li Zap, Avaşîn û Metînayê xwezayê talan dikin
13:52 Melayê mizgeftê cenazeyê Mehmet Sevînç neşûşt
13:40 Bernameya 1’ê Gulanê aşkera bû: Em hemû kesî vedixwînin qadan
13:03 Rojnameger Hîkmet Tunç îfade da
12:59 Bi hêceta ‘tevli dersên ehlaqê nebûye’ nayê berdan
12:46 Li Wanê erdhej çêbû
12:37 Nobeta Edaletê di roja 396'an de ye
12:37 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:26 ‘Ez dixwazim bêtirs bijîm’
12:15 Bûldan: Wê jin siberojên ronî ava bikin
11:44 Girtiyê nexweş rojnamevan Ayik nehat berdan
11:43 'Bi neberdana girtiyên nexweş re mekanîzmaya îdamê xistine meriyetê’
11:15 Sîbel Akdenîz hat berdan
11:11 Li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê binpêkirinên mafan zêde bûn
10:51 Parêzer Ballikaya: Divê TBB û Baroya Stenbolê ji bo Tugluk bi peywira xwe rabin
10:49 ‘Faîlên demboriyê dozger in, divê bên darizandin’
10:12 Aborînas Şahînoz: Ne wezîrên aboriyê lê divê polîtîka biguherin
10:11 ‘Kumpanya Med’ klasîkên berê û yên nûjen digihîne hev
09:48 Ji ber bihabûnê sewalvanî bûye eziyet!
09:36 ‘Misilmaniya hikûmetê tenê bi devkî ye’
09:34 HDP'ê şandeya girtîgehê ava kir: Dê seredanên me bidomin
09:08 'Armanca destdirêjiyê parçekirina tevna civakî ye'
09:06 Xebata 'çîrokên jinên girtî' didome
09:06 Dayika rojnamevanê girtî û nexweş: Girtiyan berdin
09:06 Sercerdevan bi çeka dewletê Mûsa Çelîk kuştiye
09:06 Av û axa gundiyan dikin qurbana komirê
09:00 ROJEVA 8'Ê NÎSANA 2022'YAN
07/04/2022
23:59 Li Amedê şanoya 'Bûka Lekî'
19:12 Nivîskarê ermenî Migirdîç Margosyan hat definkirin
19:00 Cenazeyê Sevînç radestî malbatê hat kirin
18:48 Demîrtaş: Dewletê jî û hikûmetê jî dît ku Ocalan ji bo aştiyê têdikoşe
17:33 Demîrtaş: ‘Şahid’ li xwe mikûr hat ku dozger Ahmet Altun kompas kiriye
17:19 'Ji bo em xwedî li Tûglûk derketin lêpirsîn hate destpêkirin'
16:59 Beştaş: Cînayetên li girtîgehan rawestînin
16:55 Li Wanê ji bo zarokan şahî hat lidarxistin
16:33 Li Erziromê 3 kes hatin girtin
16:13 Cezayê pereyan li kesên ku Newroz pîroz kirin hate birîn
15:55 Cenazeyê Mehmet Sevînç gihîşt ATK'ê
15:41 Di Nobeta Edaletê de bertek nîşanî mirina Sevînç dan
15:34 Malbatên li Stenbolê di Nobeda Edaletê de ne: Em ê çalakiyên xwe bidomînin
15:16 Lawyers For Lawyers: Divê tavilê bi Ocalan re hevdîtin bê kirin
15:02 Wê cenazeyê Sevînç sewqî ATK'a Îzmîrê bê kirin
14:30 Malbatên girtiyan: Mirinên heyî dê li me rûnenin
14:25 Çemê Botanê reş diherike!
14:09 Ji 6 rojnamevanan re cezayê hepsê hat xwestin
14:08 Diyanetê li Amedê cih neda zimanê kurdî!
14:01 Gunay: Bi milyonan kes li hêviya vekirina deriyên Îmraliyê ne
13:56 Li Meletiyê du rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin
13:40 Bertekên li dijî projeya ‘bermayiyan’ a Şaredariya Dêrsimê didomin
13:35 Serweta mala Barzaniyan a li Amerîkayê derket holê
13:05 Malbata Şenyaşar: Qeydên deng îtîrafên mudaxileya darazê ne
13:04 Rapirsiya zimanê kurdî: Xelk dixwaze kurdî bibe zimanê fermî
12:47 Peykerê Yûsif Gulo hate çêkirin
12:23 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kir
12:10 Girtî Mehmet Sevînç jiyana xwe ji dest da
11:52 Derbarê rojnamevan Onver de îdianame hat amadekirin
11:38 Sarica: Bi milyonan parêzerên Ocalan hene
11:07 2 çêlekên wî mane wan jî difiroşe!
11:03 Şirnex û Mêrdîn di nava tozê de man
11:02 'Divê berpirsyarên îşkenceyê hesab bidin'
10:45 Li Şirnexê gur ketin nava kêriyekî pez
09:29 Li Wanê duh û îro 24 kes hatin binçavkirin
09:07 Bi moşekan êrişî Hewlerê kirin
09:06 Dr. Berwarî: Dê şirîkatiya PDK-Tirkiyeyê destkeftiyên kurdan ji holê rake
09:04 Şêniya Ben û Senê: Dewlet hat, ev der kir çolistan
09:04 Li girtîgehan binpêkirinên mafan zêde dibin
09:04 Tevgera Ekolojiyê dê kampanyaya 'şitildanînê' bike kampanyeyek berdewamî
09:04 Di 17 saliya xwe de hat girtin, di 47 saliya xwe de hat berdan
09:04 'Polîtîkaya bêcezahiştinê bi polîs û leşkeran kurdan dide kuştin'
09:04 Çîftçî: Li Hewlêrê çavgirtî û dest kelemçekirî îfadeya min girtin
09:00 ROJEVA 7'Ê NÎSANA 2022'YAN
06/04/2022
21:56 Ji bo girtiyên nexweş îmze hatin berhevkirin
19:05 Rêxistinên hiqûqê yên navneteweyî ji bo Îmraliyê serî li CPT'yê dan
16:46 Ji pêş Edliyeya Îzmîrê bang kirin: Bila daxwaz bên qebûlkirin
16:45 Beştaş cilên Leyla Guven ku girtîgehê qedexe kiribû li xwe kir