Dr. Berwarî: Dê şirîkatiya PDK-Tirkiyeyê destkeftiyên kurdan ji holê rake

  • rojane
  • 09:06 7 Nîsan 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Dr. Kamûran Berwarî planên operasyoneke nû yên PDK-Tirkiyeyê weke "dagirkeriyê" pênase kir û got ku mebesta ji vê plane ew e ku hemû destkeftiyên kurdan tune bikin. 
 
Tirkiye bi şirîkatiya PDK'ê, li Herêma Kurdistanê amadekariya operasyoneke nû dike. Bi rojane leşker û muhîmatan sewqî gundên Zawîte, Aşûtê û Gêmanê yên navçeya Çelê ya Colemêrgê û gundê Elemûnê yê navçeya Qileban a Şirnexê dike. Her wiha hat ragihandin ku gelek hêzên taybet ên girêdayî PDK'ê jî sewqî herêmê tên kirin. 
 
Ji Zanîngeha Duhokê Cîgirê Akademiya Ramana Siyaset-Demokratk Dr. Kamûran Berwarî, şirîkatiya PDK-Tirkiyeyê û amadekariyên operasyonê nirxandin. 
 
TÊKILIYA PDK-TIRKIYEYÊ
 
Berwarî, anî ziman ku têkiliyên PDK-Tirkiyeyê xwe dispêrin 60 sal berê û niha di warê aborî, leşkerî û ewlehiyê de jî têkilî hatine danîn û wiha domand: "Ger PDK dixwaze li Başûr re xizmetê bike, divê têkiliya xwe ya bi Tirkiyeyê li gorî berjwendiyên gelê kurd çêbike. Lê rabe têkiliyên derveyî vê deyne, dê zirarê bide Başûr û perçeyên din. Lewma li gor min têkiliyên niha yên PDK'ê yên bi Tirkiyeyê re ne rast in." 
 
TIRKIYE BINKEYÊN NÛ ÇÊDIKE
 
Berwarî, amadekariyên operasyoneke nû yên Tirkiyeyê weke "dagirkerî" pênase kir û ev nirxandin kir: "Ji sala 1991'ê ve planên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê hene. Lewma 31 sal in hêzên leşkerî û îstixbaratê yên Tirkiyeyê li Başûr in. Bi hezaran leşkerên wê, saziyên wê yên siyasî, aborî û perwerdehiyê hene. Anku gava mirov lê mêze dike Tirkiye li başûrê Kurdistanê destkeftiyên mezin bi dest xistine. Niha jî amadekariyên dagirkeriyeke mezin dike. Berê 70 binkeyên leşkerî hebûn, niha hinekî din çêdike. Armanca Tirkiyeyê dagirkirina Başûr e. Hewl dide ji Kerkûkê heya Mûsilê û ji vir jî heya Rojava qadeke mezin dagir bike. Ji bo vê jî noqteyên nû yên leşkerî çêdike û her ku diçe hejmara leşkerên xwe zêdetir dike." 
 
BERJEWENDIYÊN KURDAN
 
Berwarî di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku hin hêzên herêmî û navdewletî yên di 15'ê Sibata 1999'an de komploya navdewletî çêkirin, dixwazin destkeftiyên kurdan ên li her çar parçeyan tune bikin û wiha pê de çû: "Kurdan pir kişand ji şerên 'birakujiyê'. Di salên 80'yan de şerekî wiha çêbû û ev şer zirarek mezin da kurdan. Her wiha di destpêka salên 90'an de heya destpêka salên 200'an jî çêbû. Di vê pêvajoyê de her du aliyan jî dît ku ev şer bi kêrî kurdan nayên. Careke din fêm kirin ku ev şer tenê bi kêrî dijminên kurdan û kesên dixwazin Kurdistanê dagir bikin tê. Lewma her kesî şerê 'birakujiyê' şermezar kir." 
 
Berwarî gotinên Mesûd Barzanî yên di vî warî de bibîr xistin ku gotibû dê careke din daxilî nava şerekî wiha nebin. 
 
DIVÊ KURD LI BER RABIN
 
Berwarî, bang li gelê kurd kir ku li dijî operasyoneke gengaz a PDK -Tirkiyeyê derkevin û ev tişt anî ziman: "Divê tevahiya partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîlk û parlamento bertek nîşan bidin. Her wiha divê gelê Tirkiyeyê û kurdên li her çar parçeyan jî li dijî vê rabin." 
 
DIVÊ AKTORÊN KURD BÊN CEM HEV DU
 
Berwarî destnîşan kir ku dê operasyoneke gengaz nebe şerekî asayî û wiha derbirî: "Ev şer dê ne wekî şerekî li çiyê yan jî newalekê. Ev şer, bi her awayî bandorê li gelê Başûr bike. PKK di daxuyaniyên xwe de radigihîne ku li dijî şer e. Divê Pêşmerge û hêzên Başûr jî li dijî vî şerî bin. Divê aktorên li Başûr hemû bên cem hev du. Bi beşdarbûna nûnerên her çar perçeyên Kurdistanê û bi navbeynkariya DYA, Ingilistan, Fransa û Rûsyayê divê ev şer bi dawî bibe." 
 
Berwarî di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku dê planên Tirkiyeyê bi ser nekevin. 
 
MA / Omer Akin
 

Sernavên din

09/04/2022
13:23 Rapirsîna nîsanê: Dengê AKP'ê daketine ji sedî 28,9'an
13:06 Sancar: Demokrasiya herêmî bingeha Tifaqa Demokrasiyê ye
11:48 DAIŞ’ê li Mexmûrê 2 şivan revandin
11:36 Nivîskar Nezîr Çakan ji doza Kobanê tehliye bû
11:35 Malbata Şenyaşar: Yên ku vê zilmê jinedîtî ve tên dê winda bikin
10:23 Destê girtiyan kelemçe kirin û li wan dan
10:15 Yolerî: Tecrîd, sepaneke îşkenceyê ye
09:52 Li Girtîgeha Amedê hişyariya 'qedexeya' strana kurdî
09:51 Dê teqawid ber bi Enqereyê ve bimeşin: Xizanî tercîha desthilatdariyê ye
09:15 Halê sûrên dîrokî yên ku tên restorekirin!
09:15 Bang li PDK'ê kirin: Dev ji vê şaşiyê berdin
09:14 Qeyûmê Şaredariya Mezin a Amedê guh neda biryarên dadgehê
09:14 Giliyê îşkenceya li Timoqê hat kirin: Ez dikarim kesekî teşxîs bikim
09:06 Li Girtîgeha Rihayê cihêkariya 'e-Goruş'ê
09:00 ROJEVA 9'Ê NÎSANA 2022'YAN
08/04/2022
21:56 Li Kerboranê mirinek bi guman
21:45 Parlementerên çûn cem Tûglûkê: Nexweşîna wê girantir bûye
20:10 ÎHD bû mêvanê Sifreya Edaletê ya malbata Şenyaşarê
19:14 Li Wanê zabiteyan êriş bir ser welatiyan
19:01 Ber bi Îdlîbê ve sewqîyata eskerî
16:29 Nobeda Edaletê ya Wanê di roja 112’emîn de ye
15:49 Di Doza Qontaxê de dadgehê cezayê li polîs hatiye birin kêm dît
15:26 Doza Kobanê: Heke hûn Destûra Bingehîn nas nakin tişta we girê dide çî ye?
15:15 Mehmet Sevînç bi dirûşman hate definkirin
15:01 Ayla Akat Ata bi şewba koronayê ket
14:08 Cerdevan li Zap, Avaşîn û Metînayê xwezayê talan dikin
13:52 Melayê mizgeftê cenazeyê Mehmet Sevînç neşûşt
13:40 Bernameya 1’ê Gulanê aşkera bû: Em hemû kesî vedixwînin qadan
13:03 Rojnameger Hîkmet Tunç îfade da
12:59 Bi hêceta ‘tevli dersên ehlaqê nebûye’ nayê berdan
12:46 Li Wanê erdhej çêbû
12:37 Nobeta Edaletê di roja 396'an de ye
12:37 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:26 ‘Ez dixwazim bêtirs bijîm’
12:15 Bûldan: Wê jin siberojên ronî ava bikin
11:44 Girtiyê nexweş rojnamevan Ayik nehat berdan
11:43 'Bi neberdana girtiyên nexweş re mekanîzmaya îdamê xistine meriyetê’
11:15 Sîbel Akdenîz hat berdan
11:11 Li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê binpêkirinên mafan zêde bûn
10:51 Parêzer Ballikaya: Divê TBB û Baroya Stenbolê ji bo Tugluk bi peywira xwe rabin
10:49 ‘Faîlên demboriyê dozger in, divê bên darizandin’
10:12 Aborînas Şahînoz: Ne wezîrên aboriyê lê divê polîtîka biguherin
10:11 ‘Kumpanya Med’ klasîkên berê û yên nûjen digihîne hev
09:48 Ji ber bihabûnê sewalvanî bûye eziyet!
09:36 ‘Misilmaniya hikûmetê tenê bi devkî ye’
09:34 HDP'ê şandeya girtîgehê ava kir: Dê seredanên me bidomin
09:08 'Armanca destdirêjiyê parçekirina tevna civakî ye'
09:06 Xebata 'çîrokên jinên girtî' didome
09:06 Dayika rojnamevanê girtî û nexweş: Girtiyan berdin
09:06 Sercerdevan bi çeka dewletê Mûsa Çelîk kuştiye
09:06 Av û axa gundiyan dikin qurbana komirê
09:00 ROJEVA 8'Ê NÎSANA 2022'YAN
07/04/2022
23:59 Li Amedê şanoya 'Bûka Lekî'
19:12 Nivîskarê ermenî Migirdîç Margosyan hat definkirin
19:00 Cenazeyê Sevînç radestî malbatê hat kirin
18:48 Demîrtaş: Dewletê jî û hikûmetê jî dît ku Ocalan ji bo aştiyê têdikoşe
17:33 Demîrtaş: ‘Şahid’ li xwe mikûr hat ku dozger Ahmet Altun kompas kiriye
17:19 'Ji bo em xwedî li Tûglûk derketin lêpirsîn hate destpêkirin'
16:59 Beştaş: Cînayetên li girtîgehan rawestînin
16:55 Li Wanê ji bo zarokan şahî hat lidarxistin
16:33 Li Erziromê 3 kes hatin girtin
16:13 Cezayê pereyan li kesên ku Newroz pîroz kirin hate birîn
15:55 Cenazeyê Mehmet Sevînç gihîşt ATK'ê
15:41 Di Nobeta Edaletê de bertek nîşanî mirina Sevînç dan
15:34 Malbatên li Stenbolê di Nobeda Edaletê de ne: Em ê çalakiyên xwe bidomînin
15:16 Lawyers For Lawyers: Divê tavilê bi Ocalan re hevdîtin bê kirin
15:02 Wê cenazeyê Sevînç sewqî ATK'a Îzmîrê bê kirin
14:30 Malbatên girtiyan: Mirinên heyî dê li me rûnenin
14:25 Çemê Botanê reş diherike!
14:09 Ji 6 rojnamevanan re cezayê hepsê hat xwestin
14:08 Diyanetê li Amedê cih neda zimanê kurdî!
14:01 Gunay: Bi milyonan kes li hêviya vekirina deriyên Îmraliyê ne
13:56 Li Meletiyê du rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin
13:40 Bertekên li dijî projeya ‘bermayiyan’ a Şaredariya Dêrsimê didomin
13:35 Serweta mala Barzaniyan a li Amerîkayê derket holê
13:05 Malbata Şenyaşar: Qeydên deng îtîrafên mudaxileya darazê ne
13:04 Rapirsiya zimanê kurdî: Xelk dixwaze kurdî bibe zimanê fermî
12:47 Peykerê Yûsif Gulo hate çêkirin
12:23 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kir
12:10 Girtî Mehmet Sevînç jiyana xwe ji dest da
11:52 Derbarê rojnamevan Onver de îdianame hat amadekirin
11:38 Sarica: Bi milyonan parêzerên Ocalan hene
11:07 2 çêlekên wî mane wan jî difiroşe!
11:03 Şirnex û Mêrdîn di nava tozê de man
11:02 'Divê berpirsyarên îşkenceyê hesab bidin'
10:45 Li Şirnexê gur ketin nava kêriyekî pez
09:29 Li Wanê duh û îro 24 kes hatin binçavkirin
09:07 Bi moşekan êrişî Hewlerê kirin
09:06 Dr. Berwarî: Dê şirîkatiya PDK-Tirkiyeyê destkeftiyên kurdan ji holê rake
09:04 Şêniya Ben û Senê: Dewlet hat, ev der kir çolistan
09:04 Li girtîgehan binpêkirinên mafan zêde dibin
09:04 Tevgera Ekolojiyê dê kampanyaya 'şitildanînê' bike kampanyeyek berdewamî
09:04 Di 17 saliya xwe de hat girtin, di 47 saliya xwe de hat berdan
09:04 'Polîtîkaya bêcezahiştinê bi polîs û leşkeran kurdan dide kuştin'
09:04 Çîftçî: Li Hewlêrê çavgirtî û dest kelemçekirî îfadeya min girtin
09:00 ROJEVA 7'Ê NÎSANA 2022'YAN
06/04/2022
21:56 Ji bo girtiyên nexweş îmze hatin berhevkirin
19:05 Rêxistinên hiqûqê yên navneteweyî ji bo Îmraliyê serî li CPT'yê dan
16:46 Ji pêş Edliyeya Îzmîrê bang kirin: Bila daxwaz bên qebûlkirin
16:45 Beştaş cilên Leyla Guven ku girtîgehê qedexe kiribû li xwe kir