Parêzer Ballikaya: Divê TBB û Baroya Stenbolê ji bo Tugluk bi peywira xwe rabin

  • rojane
  • 10:51 8 Nîsan 2022
  • |
img
STENBOL - Parêzer Several Ballikaya da zanîn ku Aysel Tugluk nikare pêdiviyên xwe yên rojane jî bi cih bîne û wiha got: “Ji bo tenduristî û azadiya Aysel Tugluk çi hewce bike, divê Baroya Stenbolê û TBB bi peywira xwe rabin û bikin.” 
 
Siyasetmedara kurd Aysel Tugluk li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Tîpa F ya Kandirayê tê ragirtin û nexweşa demansê ye. Li gel ku di raporên wê de tê gotin ku nikare li girtîgehê bimîne, Tugluk nayê berdan. Saziya Tipa Edlî (ATK) di rapora xwe ya di 4’ê sibatê de cih da îdiayên di Doza Kobanê de derheqê Tulguk de hatine kirin û got ku dikare di girtîgehê de bimîne. 
 
Ji bo berdana Tugluk kampanyayên cuda tên meşandin. Parêzerên jin jî çûn serdana Tugluk. Parêzeran piştî hevdîtinê daxuyaniyek dan û diyar kirin ku rewşa Tulguk her ku diçe xerabtir dibe û divê were berdan. Yek ji van parêzeran jî Several Ballikaya bû ku di heman demê de hevala Tugluk a zanîngehê ye. Ballikaya derheqê rewşa Tugluk de bi ajansa me re axivî
 
 ‘PIRSGIRÊKÊN MEZIN DIJÎ’
 
Ballikaya da zanîn ku wê û Tugluk di sala 1985’an de li Zanîngeha Stenbolê hev nas kiriye û wiha got: “Her kesê ku têkoşîna hiqûqê dide, divê ji bo azadiya Tugluk berpirsyariyê li xwe bigire. Rewşa wê ya tenduristiyê weke ku di raporên nexweşxaneyê de hatibûn destnîşankirin bû. Ditirsiyam ku min nas neke lê hatim bîra wê. Qala bîranînên xwe yên dibistanê kir. Got ku bêriya hemû kesî kiriye. Digot bi taybet jî gelek bêriya gundê xwe yê Dêrsimê kiriye. Her carê çavên wê ji rondikan tije dibûn. Lê Aysel her tim jineke bihêz bû. Got ku di nava jiyana rojane de pir zehmetiyan dikişîne û nikare sexbêra xwe bike. Got ku carnan ji derve tiştekî dixwaze lê ji bîr dike bê ka çi xwestibû lewma diçe dîsa dixwaze. Ji ber têkoşîna ku bo wê tê dayîn, spasiya her kesî kir.” 
 
BANDORA GIRTÎGEHÊ
 
Bi domdarî Ballikaya anî ziman ku qedexeya seredanên girtîgehê ya ji ber pandemiyê, bandor li Tugluk jî kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hem di dema xwendekariyê û hem jî di dema parêzertiyê de Aysel her tim keseka bawermend û bibiryar bû. Keseka gelek dilnizm bû lê ewqas jî seknekî wê ya xurt hebû. Weke hevalên wê em ê têkoşîna wê ya bo azadî û jinan bidomînin.”
 
‘DI NAVA ÎZOLASYONÊ DE YE’
 
Ballikaya, da zanîn ku Tugluk gelek tiştên di nava jiyana rojane de ji bîr kirine û ev agahî dan: “Di ferqê de ye ku tiştan ji bîr dike. Ev jî di wê de birînên rûxînertir vedike. Hem di hêla bîrê û hem jî di hêla fîzîkî de rewşa wê gelek xerabtir e. Di nava îzolasyonekê de ye. Divê pêşî li girtinên neheq û bêedaletiyê bê girtin. Aysel her tim keseka aştîxwaz bû û ji bo heq û azadiyan têkoşiya. Lewma van tiştan bi serê wê tînin. Wateya muameleya li Tugluk tê kirin ew e ku dixwazin siyaset û parastina mafan li jinan qedexe bikin. Di raporên tibî de aşkere ku nikare li nexweşxaneyê bimîne. Lê mixabin ATK’ê ev raporên zanistî paşguh kirin û biryareke siyasî da. Ji ber vê biryara siyasî dê rewşa wê girantir bibe û êdî dê bikeve rewşeke jêneveger. Banga min ji bo Wezareta Edaletê, ATK û dadgehê ew e ku divê darazê nekin pergala tolhildanê. Heke tevî rewşa tenduristiyê jî hûn kesekî di girtîgehê ragirin, ev tê wateya bêhiqûqiyê.” 
 
TBB Û BAROYA STENBOLÊ
 
Herî dawî jî Ballikaya ev tişt anî ziman: “Ev 30 sal in Tugluk li Baroya Stenbolê parêzertiyê dike û girêdayî Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) ye. Divê TBB xwedî li Tugluk derkeve û li dijî rewşa heyî îtîraz bike. Lê mixabin ku hem Baroya Stenbolê û hem jî TBB’ê xwe li bêdengiyê danîne. TBB jî bi bêdengiya xwe bû hevkarê helwesta ATK û Wezareta Edaletê. Peywira van saziyan a ewil ew e ku xwedî li hempîşeyên xwe derkevin. Divê dawî li vê cotstandartiyê bînin. Ji bo ku tenduristî û azadiya Tuluk çi hewce bike, divê Baroya Stenbolê û TBB wan bike.” 
 
MA / Esra Solîn Dal
 

Sernavên din

09/04/2022
13:23 Rapirsîna nîsanê: Dengê AKP'ê daketine ji sedî 28,9'an
13:06 Sancar: Demokrasiya herêmî bingeha Tifaqa Demokrasiyê ye
11:48 DAIŞ’ê li Mexmûrê 2 şivan revandin
11:36 Nivîskar Nezîr Çakan ji doza Kobanê tehliye bû
11:35 Malbata Şenyaşar: Yên ku vê zilmê jinedîtî ve tên dê winda bikin
10:23 Destê girtiyan kelemçe kirin û li wan dan
10:15 Yolerî: Tecrîd, sepaneke îşkenceyê ye
09:52 Li Girtîgeha Amedê hişyariya 'qedexeya' strana kurdî
09:51 Dê teqawid ber bi Enqereyê ve bimeşin: Xizanî tercîha desthilatdariyê ye
09:15 Halê sûrên dîrokî yên ku tên restorekirin!
09:15 Bang li PDK'ê kirin: Dev ji vê şaşiyê berdin
09:14 Qeyûmê Şaredariya Mezin a Amedê guh neda biryarên dadgehê
09:14 Giliyê îşkenceya li Timoqê hat kirin: Ez dikarim kesekî teşxîs bikim
09:06 Li Girtîgeha Rihayê cihêkariya 'e-Goruş'ê
09:00 ROJEVA 9'Ê NÎSANA 2022'YAN
08/04/2022
21:56 Li Kerboranê mirinek bi guman
21:45 Parlementerên çûn cem Tûglûkê: Nexweşîna wê girantir bûye
20:10 ÎHD bû mêvanê Sifreya Edaletê ya malbata Şenyaşarê
19:14 Li Wanê zabiteyan êriş bir ser welatiyan
19:01 Ber bi Îdlîbê ve sewqîyata eskerî
16:29 Nobeda Edaletê ya Wanê di roja 112’emîn de ye
15:49 Di Doza Qontaxê de dadgehê cezayê li polîs hatiye birin kêm dît
15:26 Doza Kobanê: Heke hûn Destûra Bingehîn nas nakin tişta we girê dide çî ye?
15:15 Mehmet Sevînç bi dirûşman hate definkirin
15:01 Ayla Akat Ata bi şewba koronayê ket
14:08 Cerdevan li Zap, Avaşîn û Metînayê xwezayê talan dikin
13:52 Melayê mizgeftê cenazeyê Mehmet Sevînç neşûşt
13:40 Bernameya 1’ê Gulanê aşkera bû: Em hemû kesî vedixwînin qadan
13:03 Rojnameger Hîkmet Tunç îfade da
12:59 Bi hêceta ‘tevli dersên ehlaqê nebûye’ nayê berdan
12:46 Li Wanê erdhej çêbû
12:37 Nobeta Edaletê di roja 396'an de ye
12:37 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:26 ‘Ez dixwazim bêtirs bijîm’
12:15 Bûldan: Wê jin siberojên ronî ava bikin
11:44 Girtiyê nexweş rojnamevan Ayik nehat berdan
11:43 'Bi neberdana girtiyên nexweş re mekanîzmaya îdamê xistine meriyetê’
11:15 Sîbel Akdenîz hat berdan
11:11 Li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê binpêkirinên mafan zêde bûn
10:51 Parêzer Ballikaya: Divê TBB û Baroya Stenbolê ji bo Tugluk bi peywira xwe rabin
10:49 ‘Faîlên demboriyê dozger in, divê bên darizandin’
10:12 Aborînas Şahînoz: Ne wezîrên aboriyê lê divê polîtîka biguherin
10:11 ‘Kumpanya Med’ klasîkên berê û yên nûjen digihîne hev
09:48 Ji ber bihabûnê sewalvanî bûye eziyet!
09:36 ‘Misilmaniya hikûmetê tenê bi devkî ye’
09:34 HDP'ê şandeya girtîgehê ava kir: Dê seredanên me bidomin
09:08 'Armanca destdirêjiyê parçekirina tevna civakî ye'
09:06 Xebata 'çîrokên jinên girtî' didome
09:06 Dayika rojnamevanê girtî û nexweş: Girtiyan berdin
09:06 Sercerdevan bi çeka dewletê Mûsa Çelîk kuştiye
09:06 Av û axa gundiyan dikin qurbana komirê
09:00 ROJEVA 8'Ê NÎSANA 2022'YAN
07/04/2022
23:59 Li Amedê şanoya 'Bûka Lekî'
19:12 Nivîskarê ermenî Migirdîç Margosyan hat definkirin
19:00 Cenazeyê Sevînç radestî malbatê hat kirin
18:48 Demîrtaş: Dewletê jî û hikûmetê jî dît ku Ocalan ji bo aştiyê têdikoşe
17:33 Demîrtaş: ‘Şahid’ li xwe mikûr hat ku dozger Ahmet Altun kompas kiriye
17:19 'Ji bo em xwedî li Tûglûk derketin lêpirsîn hate destpêkirin'
16:59 Beştaş: Cînayetên li girtîgehan rawestînin
16:55 Li Wanê ji bo zarokan şahî hat lidarxistin
16:33 Li Erziromê 3 kes hatin girtin
16:13 Cezayê pereyan li kesên ku Newroz pîroz kirin hate birîn
15:55 Cenazeyê Mehmet Sevînç gihîşt ATK'ê
15:41 Di Nobeta Edaletê de bertek nîşanî mirina Sevînç dan
15:34 Malbatên li Stenbolê di Nobeda Edaletê de ne: Em ê çalakiyên xwe bidomînin
15:16 Lawyers For Lawyers: Divê tavilê bi Ocalan re hevdîtin bê kirin
15:02 Wê cenazeyê Sevînç sewqî ATK'a Îzmîrê bê kirin
14:30 Malbatên girtiyan: Mirinên heyî dê li me rûnenin
14:25 Çemê Botanê reş diherike!
14:09 Ji 6 rojnamevanan re cezayê hepsê hat xwestin
14:08 Diyanetê li Amedê cih neda zimanê kurdî!
14:01 Gunay: Bi milyonan kes li hêviya vekirina deriyên Îmraliyê ne
13:56 Li Meletiyê du rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin
13:40 Bertekên li dijî projeya ‘bermayiyan’ a Şaredariya Dêrsimê didomin
13:35 Serweta mala Barzaniyan a li Amerîkayê derket holê
13:05 Malbata Şenyaşar: Qeydên deng îtîrafên mudaxileya darazê ne
13:04 Rapirsiya zimanê kurdî: Xelk dixwaze kurdî bibe zimanê fermî
12:47 Peykerê Yûsif Gulo hate çêkirin
12:23 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kir
12:10 Girtî Mehmet Sevînç jiyana xwe ji dest da
11:52 Derbarê rojnamevan Onver de îdianame hat amadekirin
11:38 Sarica: Bi milyonan parêzerên Ocalan hene
11:07 2 çêlekên wî mane wan jî difiroşe!
11:03 Şirnex û Mêrdîn di nava tozê de man
11:02 'Divê berpirsyarên îşkenceyê hesab bidin'
10:45 Li Şirnexê gur ketin nava kêriyekî pez
09:29 Li Wanê duh û îro 24 kes hatin binçavkirin
09:07 Bi moşekan êrişî Hewlerê kirin
09:06 Dr. Berwarî: Dê şirîkatiya PDK-Tirkiyeyê destkeftiyên kurdan ji holê rake
09:04 Şêniya Ben û Senê: Dewlet hat, ev der kir çolistan
09:04 Li girtîgehan binpêkirinên mafan zêde dibin
09:04 Tevgera Ekolojiyê dê kampanyaya 'şitildanînê' bike kampanyeyek berdewamî
09:04 Di 17 saliya xwe de hat girtin, di 47 saliya xwe de hat berdan
09:04 'Polîtîkaya bêcezahiştinê bi polîs û leşkeran kurdan dide kuştin'
09:04 Çîftçî: Li Hewlêrê çavgirtî û dest kelemçekirî îfadeya min girtin
09:00 ROJEVA 7'Ê NÎSANA 2022'YAN
06/04/2022
21:56 Ji bo girtiyên nexweş îmze hatin berhevkirin
19:05 Rêxistinên hiqûqê yên navneteweyî ji bo Îmraliyê serî li CPT'yê dan
16:46 Ji pêş Edliyeya Îzmîrê bang kirin: Bila daxwaz bên qebûlkirin
16:45 Beştaş cilên Leyla Guven ku girtîgehê qedexe kiribû li xwe kir