Ji 26 rêxistinan daxuyaniya hevpar: Divê Newala Qesaba bibe qada hafizeya civakî

  • rojane
  • 12:29 11 Nîsan 2022
  • |
img

STENBOL - Rêxistinên hiqûq û sivîl diyar kirin ku çêkirina avahiyên li Newala Qesaba sûc û bêhurmetiya li hemberî miriyan e û bang kirin ku Newala Qesaba veguherînin qada hafizeya civakî. 

Gelek baro, rêxistinên maf, hiqûq û sivîl daxuyaniyek hevpar a nivîskî dan û li dijî çêkirina avahiyên li Newala Qesaba ya Sêrtê derketin. Li Newala Qesaba bi sedan cenazeyên welatiyên ermen, keldanî û kurd ku hatine kuştin, veşartî ne. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku ji sala 1915’an şûnve cenazeyên ermenan, keldaniyan û ji salên 1980 û 1990’î vir ve jî cenazeyên kurdan ku bi darê zorê hatine windakirin li vir hatine veşartin. Di daxuyaniyê de hat gotin gelek binpêkirinên mafên mirovan ên dijwar rû dane û bi sedan welatiyên di encama îşkenceyê de hatne qetilkirin û windakirin li birine li Newalê veşartine û kujer hêj nehatine dîtin. 
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di sala 1989’an de li Newala Qesaba gorek komî hatiye dîtin û roja 22’yê nîsana 1989’an tenê çend saetan makîneyên kar hatine şixûlandin û 8 cenaze hatine dîtin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li şûna ku li ser van cenazeyan lêkolîn bê kirin ku aydê kî ne û ji aliyê kî ve hatine kuştin lê Walîtiya Sêrtê biryara sekinandina kolandina goran daye. 
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ji wê rojê ve heta niha tu gav nehatine avêtin û wiha hat gotin: “Nasnameya cenazeyên hatin derxistin zelal nekirin. Sedema mirina wan ronî nekirin. Ji ber ku heqîqeta têkildarî kujerên bi darê zorê însan winda kirin dernaxin holê, di bîra civakê de rê li ber travmayên mezin vekiriye. Newala Qesaba berê wek qada çopê dihat bikaranîn. Ji bo ku berpirsiyar wê qadê biparêzin lê radibin di şûna vê de destûra avadaniyê didin û sûcên ku kirine îro jî berdewam dikin.”
 
‘DIXWAZIN CIVAKÊ BÊBÎR BIHÊLIN’ 
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dixwazin bi çêkirina van avahiyan re ser rastiya li wir bê veşartin û wiha hat gotin: “Dixwazin civakê bêbîr û bêsiberoj bihêlin. Edalet rêgeza hevkartiya civakî ye. Çêkirina avahiyên li Newala Qesaba bêedaletî û êrişa li dijî hevkariya civakê ye.” 
 
‘DIVÊ KUJER BÊN EŞKEREKIRIN’ 
 
Di berdewamiya daxuyniyê de wiha hat gotin: “Divê nasnameya hemû cenazeyên li Newala Qesaba bên tespîtkirin û li gorî qaydeyê ev cenaze ji aliyê malbat û xizmên xwe ve bên veşartin. Divê sûcên li vir hatine kirin were nasîn, kujeran eşkere bikin û ji bo carek din ev qewimandin nebin lazim e hemû tevdîr werin girtin. 
 
SÛCAN DIVEŞÊRIN 
 
Li Tirkiyeyê dem, weke amûreke taybet a bi ser girtina sîstematîk a rastiyan tê bikaranîn. Nêzikatiya xerab û binpêkirinên mafê jiyanê nayên lêpirsîn û li ber demborînê têxin. Her wiha sûcên li dijî mirovahiyê tên kirin jî vedişêrin. Ji ber vê yekê; divê Newala Qeseban di çarçoveya ‘Peymana Navneteweyî ya Derheqê Parastina Hemû Kesan a Beriya Windakirinê” ku ji hêla Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ve di 20’ê kanûna sala 2006’an de hatiye qebûlkirin û biryara Jordan a Dadgeha Mafên Mirovan a Navneteweyî (DMME) de bê parastin. Di heman demê de hewceye divê ji hêla pisporên serbixwe û lêpirîsîneran ve lêpirsîneke bêalî û aşkere were destpêkirin û cenazeyên li wê derê li gorî Protokola Minnesotayê bên derxistin, nasnameyên wan bên diyarkirin, sedema mirina wan bê aşkerekirin û bingeh bê amadekirin ku berpirsyarên wan kuştinan bên darizandin. 
 
DIVÊ PÊŞIYA LÊGERÎNA HEQÎQETÊ BÊ VEKIRIN
 
Li hêla din; divê di mijara sûcên li dijî mirovahiyê hatine kirin de weke gaveke jidil a lêborînê, Newala Qesaba veguherînin qadeke hafizeya civakî. Tekane rêya parastina rûmeta mirovahiyê ew e ku ji bo rêzgirtina li hemberî mirovên li wir hatine kuştin û veşartin, bingeha lêgerîneke heqîqetê bê amadekirin û edalet pêk bê. Ev daxwaz hem ji bo xurtkirina hevkariya civakî û hem jî berpirsiyariyeke her hemwelatiyekî ye ku divê vebêje. 
 
BANGA BERPIRSYARTIYÊ
 
Rêdayîna avakirina xaniyan a li Newala Qesabayê; li hemberî kesên li wir hatine veşartin û malbatên wan tundî, sûc û bêrêzî ye. Lewma banga me ji bo hemû mirovên vî welatî yên xwedî rûmet ew e ku li hemberî vê binpêkirina li Newala Qesaban dengê xwe derxînin û xwedî li berpirsyartiya xwe derkevin. 
 
Baro, rêxistinên sivîl ên civakî, ên heq û hiqûqê ku daxuyaniya hevpar îmze kirin wiha ne: “Baroya Amedê, Êlihê, Şirnexê, Wanê, Mêrdînê, Colemêrgê, Semsûrê, Çewligê, Dêrsimê, Qersê, Rihayê û Baroya Sêrtê, Înîsiyatîfa Edalet û Hurmeta ji Bo Miriyan (OSAÎ), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (THÎV), Weqfa Lêkolînên Civakî û Hiqûqî (TOHAV) Navenda Bîr û Edaletê, Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Kesên di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleya Alîkarî û Piştgiriyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirine ya Anadolûyê (ANYAKAY-DER), Odeya Bijîşkan a Amedê, Parêzerên Demokrat ên Azadîparêz (ODAV), Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Komeleyên Rojhilat-Başûrrojhilat (DGD) û Hewldana 78’an.”
 
 

Sernavên din

12/04/2022
13:20 Di roja 400’emîn a Nobeta Edaletê ji bo îfadeyê bang li Emîne Şenyaşar kirin
13:14 Cenazeyê girtiyê ku jiyana xwe ji dest da, nîşanî malbata wî nedan
13:07 Derbarê 91 kesî de biryara binçavkirinê: Dozger û şahidê nepen heman in
12:26 Ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya li Hewlêrê banga hestiyariyê hat kirin
12:25 Hikûmeta Iraqê êdî dê nefta Herêma Kurdistanê kontrol bike
11:43 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li dozgeriyê dan
11:22 HDP bi Partiya Çep a Almanyayê re civiya
11:15 Ji bo cezayê dîsîplînê ku dabûn Yuksekdagê serî li AYM’ê dan
11:08 Li Girtîgeha Sîlîvriyê îşkence: 6 girtiyan hewl dan xwe bikujin
10:36 Xelkê Cizîrê li ber deriyê HDP’ê nobetê digire: Em ê li ber xwe bidin
10:35 Walîtiyê xwest bi ‘Koliya Remezanê’ ser îşkenceyê bigire!
10:27 Êrişî rojnamevan Ergun Poyraz kirin
10:12 Hinceta berdana polîsê Eser qetilkirî: Peywîrdarê cemaweriyê ye
10:03 ‘Di her hilbijartinê de propagandaya nexweşxaneya nehatiye çêkirin dikin’
10:00 Dê ji bo cezayên disîplînê yên li Ocalan hatine birîn serî li AYM'ê bidin
09:54 Li Geliyê Şêx Cûma operasyona leşkerî
09:47 Li Silîvriyê di encama îşkenceyê de 2 girtiyan jiyana xwe ji dest da
09:43 Di çarçoveya ‘Lêpirsîna Kobanê’ de derbarê 91 kesî de biryara binçavkirinê
09:00 4 sal in kurê xwe nabîne: Malbat jî bi sirgûnkirina girtiyan tên cezakirin
09:00 Kela Çemdînê bûye axur
09:00 Koçerên berê xwe didin zozanan: Wisa biçe dê sewalvanî nemîne
09:00 Şêlandina şaredariya AKP'î li e-maîlê aliqî
09:00 Welat bi welat, bajar bi bajar li kurê xwe digere
09:00 Dayikên Aştiyê: Em taştê bin ew ê jî firavîn bin
09:00 ROJEVA 12'Ê NÎSANA 2022'YAN
11/04/2022
20:02 Bûldan bû mêvana 'Sifreya Edaletê' ya malbata Şenyaşar
17:17 Ciwanê li Çewligê polîsan lê da: Çima îşareta ulkucuyan nakî?
17:04 Rewşa girtiyê nexweş Topçu di rojeva Meclisê de ye
16:32 Oluç: Hûn nikarin vîna xelkê Cizîrê têk bibin
16:17 Nobeta Edaletê ya li Wanê: Hiqûq li gorî mirovan nayê guhertin
16:03 'Gelo şûştina cenaze qedexe ye?'
15:46 Bertek nîşanî qeyûm û wekîlê AKP’î dan: Dixwazin nelirêtiyên xwe veşêrin
15:42 Tedawiya parêzerê ku polîsekî lê dabû didome
15:32 Dayika Pinar Gultekîn ji ser hişê xwe çû
15:12 Li Rihayê avê nadin cotkaran
14:44 Êrişa li dijî avahiya HDP’a Cizîrê hate şermezarkirin
14:39 Jinan ji bo girtiyên nexweş bang kirin
14:38 Hevserokê SES'a Amedê Guldîken: Angaştan ronî bikin
14:35 Guven: Di tu axaftina min de sûc nîne
14:30 'Gelo DAIŞ’iyê ku jina êzdî revandî li Enqereyê bi rehetî digere?’
13:51 Serokê Baroya Şirnexê: Ewlehiya canê kesî ji me tune ye
13:42 ‘Bila ev dar bibe wesîleya azadiya birêz Ocalan’
13:17 Li herêma Bestayê zextê li gundiyan dikin ku daran bibirin
12:49 PZK'ê serdana ajansa me kir
12:42 Ferît Şenyaşar: Bila daxwaza me ya edaletê bi cih were
12:35 Uveyş Ocalan li ser gora xwe hate bibîranîn
12:29 Ji 26 rêxistinan daxuyaniya hevpar: Divê Newala Qesaba bibe qada hafizeya civakî
10:59 Ajokarên 17 TIR'an li Zaxo di hesarê de man!
10:25 Nivîskar Yaray: Dewlet bi astengkirina ziman dixwaze kurdan tune bike
10:25 Polîsan bi ser avahiya HDP’ê ya Cizîrê de girt
10:01 Li Şaredariya Cizîrê talan e: Parka Çarkendalê ji bo 25 salan hate bexşkirin
09:44 Dolmîşa penaberan qeza kir: 4 kes mirin 25 kes birîndar bûn
09:08 Şaredariya AKP’yî ji bo xwarin û diyariyan 792 hezar lîre xerc kiriye
09:07 Wezareta Navxweyî ji qetilkirina Pîtek 'berpirsiyar' hat dîtin
09:02 Sûr pêşkeşî komele û cemaetan hate kirin
09:02 Guldexwînan Qerejdax xemiland
09:02 Ji ber ku malzemeyên tibî nînin li nexweşxaneyê emeliyat nayên kirin
09:00 ROJEVA 11'Ê NÎSANA 2022'YAN
10/04/2022
22:59 Li Girtîgeha Panosê çalakiya greva birçîbûnê hate destpêkirin
22:38 Polîsê ku li parêzer xist parastina ‘psîkolojiya min nebaş bû’ kir
21:31 25’emîn xelatên Metîn Goktepe hatin dayîn
20:02 Ji ber koronayê 32 kesan jiyana xwe ji dest da
18:09 Karabaş ê hatibû îşkencekirin careke din hate binçavkirin
16:33 Bi boneya rojbûna Ocalan a 73’yemîn şitil hatin danîn
16:05 Polîsek bi qestî wesayîta xwe li parêzer qeliband
15:51 Di Nobeta Edaletê de bertek nîşanî tecrîdê hate dayîn
15:50 Meclîsa Jinan a HDP’ê çû serdana jinên axa xwe diparêzin
15:35 Keşeyê sûryanî Eksen li gundê xwe hat veşartin
15:27 Sancar: Em ê îktidarê biqewirînin û vê pergalê jî biguherînin
12:58 Qurbaniyên Qetlîama Enqereyê hatin bibîranîn
12:34 Li Fransayê hilbijartina serokkomariyê pêk tê
11:54 Hunermend Yûnis Das: Albûma min bila bo pêşketina ziman bibe gavek
11:20 Malbata Şenyaşar: Zilma mezin edaleta derengmayî ye
11:13 Ji malbata Barzanî bo şêwirmendê wekîla Îngilîz 400 hezar sterlîn
09:25 ‘Êdî em nikarin tirşikê jî çêkin'
09:11 'Tûfana serîhildiriyê' Uveyş Ocalan
09:09 Endamên BTS'ê dê biçin Enqereyê û mulaqatê protesto bikin
09:07 Gava behsa îşkenceyê kir telefon hat qutkirin
09:06 'Neberdana Tûglûk îşkence ye'
09:04 'Qanûna hilbijartinê xetere ye ji bo ewlehiya sindoqan'
09:00 ROJEVA 10'Ê NÎSANA 2022'YAN
09/04/2022
18:51 'Bila kedkarên hatine îxrackirin cardin vegerin ser karê xwe'
16:48 Li Helebê li dijî ambargoya Şamê meşa girseyî
16:39 ÎHD: Di nava 5 salan de 255 girtiyan jiyana xwe ji dest dan
16:25 Ji bo girtiya nexweş Semîre Dîrekçî banga berdanê kirin
16:21 Ji nexweşxaneyê birin girtîgehê: Berdana wî tê astengkirin
15:58 DAIŞ'ê êrişî leşkerên Iraqê kir û 2 leşker kuştin
15:57 Nameyên 'bertîlê' yên parlamenterên AKP'ê derketin holê
15:57 Parêzerên Doza Kobanê: Vê dozê weke amûrê tolhildanê bi kar tînin
15:25 Turkdogan: Li Tirkiyeyê herkes edaletê dixwaze
14:43 Jinên HDP’î çûn serdana Ergun ku hevjînê wê hewl da bikuje
14:27 Artêşa Tirkiyeyê û komên girêdayî wê li Efrînê 3 sivîl revandin
14:26 Aqûbeta Yedîgol ku beriya 41 salan winda bûbû pirsîn
13:57 AYM’ê girtina Leyla Guven derhiqûqî dît
13:47 Hevserokê ÎHD Turkdogan: Divê Pirsgirêka Kurd bi rêya diyalogê çareser bibe
13:45 Helbestvan Emîralî Yagan rehmet kir
13:37 Li Stewrê du malbat bi hev ketin: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:23 Rapirsîna nîsanê: Dengê AKP'ê daketine ji sedî 28,9'an
13:06 Sancar: Demokrasiya herêmî bingeha Tifaqa Demokrasiyê ye
11:48 DAIŞ’ê li Mexmûrê 2 şivan revandin