Bertek nîşanî qeyûm û wekîlê AKP’î dan: Dixwazin nelirêtiyên xwe veşêrin

  • rojane
  • 15:46 11 Nîsan 2022
  • |
img

ÊLIH - Qeyûmê Şaredariya Êlihê û parlamenterê AKP’ê Zîver Ozdemîr di civînan de şaredariya HDP’ê hedef girtin. Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr bertek nîşanî vê yekê da û got: “Hewl didin bi van daxuyaniyên xwe xespa xwe veşêrin û xwe rewa nîşan bidin.”

Hevşaredarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Êlihê têkildarî daxuyaniyên qeyûm Hulusî Şahîn û parlamenterê AKP’ê Zîver Ozdemîr ku serdema HDP’ê hedef girtibûn, daxuyanî dan. Daxuyanî li pêşiya avahiya HDP’a Êlihê hate dayîn û di daxuyaniyê de parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz, hevşaredar Songul Korkmaz û Mehmet Demîr û rêveberiyên partiyê amade bûn. Di daxuyaniyê de Hevserokê HDP’a Êlihê Huseyîn Sarik da zanîn ku qeyûm ji bo ku nelirêtiyên xwe veşêre her tim di nava hewldanan de ye. Sarik, got ku qeyûm hewl dide 414 milyon lîre deynê şaredariyê jî bi hinceta “terorê” binixûmîne. 
 
Parlamenter Necdet Îpekyuz jî anî ziman ku texrîbata ku qeyûman di şaredariyan de çêkiriye her ku diçe mezintir dibe û wiha domand: “Kesên hatine tayînkirin nikarin şûna hilbijêriyan bigirin. Divê neyê jibîrkirin ku mafê kesekî nîne di vê meha Remezanê de hemû kesî bi hinceta fitareyê kom bike û hewl bide xwe rewa nîşan bide. Hevşaredarên me hêj jî Mehmet Demîr û Songul Korkmaz in. Ev hevalên me bi dengên xelkê vî bajarî hatin hilbijartin. Li vî bajarî çi bibe û çi biqewime dê bişopînin. Parlamenterê AKP’ê Zîver Ozdemîr gefa tayînkirina qeyûman li kesên bi dengê gel hatine hilbijartin dixwe. Hêj hilbijartin nehatiye lê radibe û dibêje; ‘heke em hebin dê xebat hebin. Lê heke em nebin dê nehêlin kesek bixebite.’ Bi vê gotinê raste rast vîna gel hedef tê girtin. Ev gotin nayên qebûlkirin.” 
 
XESP KIRIN
 
Di daxuyaniyê de hevşaredar Mehmet Demîr jî gotina qeyûm a “em bi hev re serketin” bi bîr xist û wiha bi dawî kir: “Hefteyek berê di bin navê danasîna xebatên şaredariyê de çalakiya AKP’ê hate kirin. Wekî her carê li vir jî derew hatin kirin. Hewl dan xespa xwe binixûmin. AKP, Waliyê Êlihê, serdozgerê komarê û midûrê emniyetê hiqûq binpê kirin û bi darazên pêlîstok hevşaredarên vî bajarî ku ji sedî 68’ê dengan wergirtibûn ji peywirê girtin û li şûna wan partiyeke ku ji sedî 28’ê dengan wergirtî bi cih kirin. Me heta niha derheqê gelek nelirêtiyan de gilî kir lê serdozgerê komarê tiliya xwe jî nehejand û beşdarî çalakiya AKP’ê bû. Ev yek nîşan dide ku ev bêhiqûqî bi hev re kirine. Gelo ji bilî dagirkirina şaredariyê çi kar kirine?”
 
DEREWA WALÎ
 
Bi domdarî Demîr, anî ziman ku walî di civînan de dibêje; “me hemû pirsgirêkên bajêr çareser kirine” û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Îdia dike ku em xwedî tu plansaziyan nebûn. Erê baş e ji bilî planên me we çi kiriye? Qet nebe li gorî walîtiya xwe tevbigere û xwe zêde nexîne. Erê rast e bi wan nelirêtiyên xwe re bajêr êdî perîşe kirine. Li gel qeyûmê dema berê şaredarî xiste bin deynekî ewqas mezin ku şaredarî heta 10 salên din nikare bi ser xwe ve were. Heta ku tu bersiva pirsên derheqê îhaleyên ku nerilêrêtî tê de hatiye kirin, plana îmarê ya revîzekirinê, nîvcohiştina raxistina boriyên li 5 taxan ku bi sedema parastina mutahîdan hatibû kirin, bêyî ku têkiliyên abonetiyê bên kirin peyarêyên bi lez bez hatine çêkirin û deynên ji ber pêşwazîkirina pêwîstiyên saziyên din li pişta şaredariyê hatine barkirin nedî, nikarî xwe xelas bikî. Dibêjin qey heke çendek sîmûlasyonên komputerê amade bikin dê bikarin xelkê bixapînin û bi ser nelirêtiyên xwe bigirin. Lê xwe dixapînin. Em ê destûrê nedin vê yekê. Parlamenterê AKP’ê dibêje; ‘ji bo ku em xizmetê bo we bikin divê hûn deng nedin HDP’ê.’ Ez ji Zîver Ozdemîr dipirsim; gelo ev 10 sal in li Êlihê kevir daniye ser kevirî? Ji bilî xwe, we bo kê xebatek kiriye?” 
 

Sernavên din

12/04/2022
13:20 Di roja 400’emîn a Nobeta Edaletê ji bo îfadeyê bang li Emîne Şenyaşar kirin
13:14 Cenazeyê girtiyê ku jiyana xwe ji dest da, nîşanî malbata wî nedan
13:07 Derbarê 91 kesî de biryara binçavkirinê: Dozger û şahidê nepen heman in
12:26 Ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya li Hewlêrê banga hestiyariyê hat kirin
12:25 Hikûmeta Iraqê êdî dê nefta Herêma Kurdistanê kontrol bike
11:43 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li dozgeriyê dan
11:22 HDP bi Partiya Çep a Almanyayê re civiya
11:15 Ji bo cezayê dîsîplînê ku dabûn Yuksekdagê serî li AYM’ê dan
11:08 Li Girtîgeha Sîlîvriyê îşkence: 6 girtiyan hewl dan xwe bikujin
10:36 Xelkê Cizîrê li ber deriyê HDP’ê nobetê digire: Em ê li ber xwe bidin
10:35 Walîtiyê xwest bi ‘Koliya Remezanê’ ser îşkenceyê bigire!
10:27 Êrişî rojnamevan Ergun Poyraz kirin
10:12 Hinceta berdana polîsê Eser qetilkirî: Peywîrdarê cemaweriyê ye
10:03 ‘Di her hilbijartinê de propagandaya nexweşxaneya nehatiye çêkirin dikin’
10:00 Dê ji bo cezayên disîplînê yên li Ocalan hatine birîn serî li AYM'ê bidin
09:54 Li Geliyê Şêx Cûma operasyona leşkerî
09:47 Li Silîvriyê di encama îşkenceyê de 2 girtiyan jiyana xwe ji dest da
09:43 Di çarçoveya ‘Lêpirsîna Kobanê’ de derbarê 91 kesî de biryara binçavkirinê
09:00 4 sal in kurê xwe nabîne: Malbat jî bi sirgûnkirina girtiyan tên cezakirin
09:00 Kela Çemdînê bûye axur
09:00 Koçerên berê xwe didin zozanan: Wisa biçe dê sewalvanî nemîne
09:00 Şêlandina şaredariya AKP'î li e-maîlê aliqî
09:00 Welat bi welat, bajar bi bajar li kurê xwe digere
09:00 Dayikên Aştiyê: Em taştê bin ew ê jî firavîn bin
09:00 ROJEVA 12'Ê NÎSANA 2022'YAN
11/04/2022
20:02 Bûldan bû mêvana 'Sifreya Edaletê' ya malbata Şenyaşar
17:17 Ciwanê li Çewligê polîsan lê da: Çima îşareta ulkucuyan nakî?
17:04 Rewşa girtiyê nexweş Topçu di rojeva Meclisê de ye
16:32 Oluç: Hûn nikarin vîna xelkê Cizîrê têk bibin
16:17 Nobeta Edaletê ya li Wanê: Hiqûq li gorî mirovan nayê guhertin
16:03 'Gelo şûştina cenaze qedexe ye?'
15:46 Bertek nîşanî qeyûm û wekîlê AKP’î dan: Dixwazin nelirêtiyên xwe veşêrin
15:42 Tedawiya parêzerê ku polîsekî lê dabû didome
15:32 Dayika Pinar Gultekîn ji ser hişê xwe çû
15:12 Li Rihayê avê nadin cotkaran
14:44 Êrişa li dijî avahiya HDP’a Cizîrê hate şermezarkirin
14:39 Jinan ji bo girtiyên nexweş bang kirin
14:38 Hevserokê SES'a Amedê Guldîken: Angaştan ronî bikin
14:35 Guven: Di tu axaftina min de sûc nîne
14:30 'Gelo DAIŞ’iyê ku jina êzdî revandî li Enqereyê bi rehetî digere?’
13:51 Serokê Baroya Şirnexê: Ewlehiya canê kesî ji me tune ye
13:42 ‘Bila ev dar bibe wesîleya azadiya birêz Ocalan’
13:17 Li herêma Bestayê zextê li gundiyan dikin ku daran bibirin
12:49 PZK'ê serdana ajansa me kir
12:42 Ferît Şenyaşar: Bila daxwaza me ya edaletê bi cih were
12:35 Uveyş Ocalan li ser gora xwe hate bibîranîn
12:29 Ji 26 rêxistinan daxuyaniya hevpar: Divê Newala Qesaba bibe qada hafizeya civakî
10:59 Ajokarên 17 TIR'an li Zaxo di hesarê de man!
10:25 Nivîskar Yaray: Dewlet bi astengkirina ziman dixwaze kurdan tune bike
10:25 Polîsan bi ser avahiya HDP’ê ya Cizîrê de girt
10:01 Li Şaredariya Cizîrê talan e: Parka Çarkendalê ji bo 25 salan hate bexşkirin
09:44 Dolmîşa penaberan qeza kir: 4 kes mirin 25 kes birîndar bûn
09:08 Şaredariya AKP’yî ji bo xwarin û diyariyan 792 hezar lîre xerc kiriye
09:07 Wezareta Navxweyî ji qetilkirina Pîtek 'berpirsiyar' hat dîtin
09:02 Sûr pêşkeşî komele û cemaetan hate kirin
09:02 Guldexwînan Qerejdax xemiland
09:02 Ji ber ku malzemeyên tibî nînin li nexweşxaneyê emeliyat nayên kirin
09:00 ROJEVA 11'Ê NÎSANA 2022'YAN
10/04/2022
22:59 Li Girtîgeha Panosê çalakiya greva birçîbûnê hate destpêkirin
22:38 Polîsê ku li parêzer xist parastina ‘psîkolojiya min nebaş bû’ kir
21:31 25’emîn xelatên Metîn Goktepe hatin dayîn
20:02 Ji ber koronayê 32 kesan jiyana xwe ji dest da
18:09 Karabaş ê hatibû îşkencekirin careke din hate binçavkirin
16:33 Bi boneya rojbûna Ocalan a 73’yemîn şitil hatin danîn
16:05 Polîsek bi qestî wesayîta xwe li parêzer qeliband
15:51 Di Nobeta Edaletê de bertek nîşanî tecrîdê hate dayîn
15:50 Meclîsa Jinan a HDP’ê çû serdana jinên axa xwe diparêzin
15:35 Keşeyê sûryanî Eksen li gundê xwe hat veşartin
15:27 Sancar: Em ê îktidarê biqewirînin û vê pergalê jî biguherînin
12:58 Qurbaniyên Qetlîama Enqereyê hatin bibîranîn
12:34 Li Fransayê hilbijartina serokkomariyê pêk tê
11:54 Hunermend Yûnis Das: Albûma min bila bo pêşketina ziman bibe gavek
11:20 Malbata Şenyaşar: Zilma mezin edaleta derengmayî ye
11:13 Ji malbata Barzanî bo şêwirmendê wekîla Îngilîz 400 hezar sterlîn
09:25 ‘Êdî em nikarin tirşikê jî çêkin'
09:11 'Tûfana serîhildiriyê' Uveyş Ocalan
09:09 Endamên BTS'ê dê biçin Enqereyê û mulaqatê protesto bikin
09:07 Gava behsa îşkenceyê kir telefon hat qutkirin
09:06 'Neberdana Tûglûk îşkence ye'
09:04 'Qanûna hilbijartinê xetere ye ji bo ewlehiya sindoqan'
09:00 ROJEVA 10'Ê NÎSANA 2022'YAN
09/04/2022
18:51 'Bila kedkarên hatine îxrackirin cardin vegerin ser karê xwe'
16:48 Li Helebê li dijî ambargoya Şamê meşa girseyî
16:39 ÎHD: Di nava 5 salan de 255 girtiyan jiyana xwe ji dest dan
16:25 Ji bo girtiya nexweş Semîre Dîrekçî banga berdanê kirin
16:21 Ji nexweşxaneyê birin girtîgehê: Berdana wî tê astengkirin
15:58 DAIŞ'ê êrişî leşkerên Iraqê kir û 2 leşker kuştin
15:57 Nameyên 'bertîlê' yên parlamenterên AKP'ê derketin holê
15:57 Parêzerên Doza Kobanê: Vê dozê weke amûrê tolhildanê bi kar tînin
15:25 Turkdogan: Li Tirkiyeyê herkes edaletê dixwaze
14:43 Jinên HDP’î çûn serdana Ergun ku hevjînê wê hewl da bikuje
14:27 Artêşa Tirkiyeyê û komên girêdayî wê li Efrînê 3 sivîl revandin
14:26 Aqûbeta Yedîgol ku beriya 41 salan winda bûbû pirsîn
13:57 AYM’ê girtina Leyla Guven derhiqûqî dît
13:47 Hevserokê ÎHD Turkdogan: Divê Pirsgirêka Kurd bi rêya diyalogê çareser bibe
13:45 Helbestvan Emîralî Yagan rehmet kir
13:37 Li Stewrê du malbat bi hev ketin: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:23 Rapirsîna nîsanê: Dengê AKP'ê daketine ji sedî 28,9'an
13:06 Sancar: Demokrasiya herêmî bingeha Tifaqa Demokrasiyê ye
11:48 DAIŞ’ê li Mexmûrê 2 şivan revandin