Xelkê Cizîrê li ber deriyê HDP’ê nobetê digire: Em ê li ber xwe bidin

  • rojane
  • 10:36 12 Nîsan 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Welatiyên ku piştî serdegirtinê li pêşiya HDP’a Cizîrê dest bi nobetê kirin diyar kirin ku desthilatdarî hewl dide temenê xwe dirêj bike û wiha gotin: “Em ê li ber xwe bidin. Çi dikin bila bikin dê nekarin bi vî gelî paş de gav bidin avêtin.”
 
Polîsên tîmên taybet duh di saetên serê sibehê de bi ser avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Cizîrê de girtin. Di nava 4 mehan de ev bû cara duyemîn ku polîsên tîmên taybet bi ser avahiya HDP’a Cizîrê de digirin. Di dema serdegirtinê de hemû deriyên avahiya partiyê û pace hatin şikandin, alavên di hundir jî hatin belavekirin. Li gel avahiya partiyê, her wiha li taxên Cûdî, Nûr, Dagkapi û li gundê Dîrsekliyê jî bi ser malan de girtin. Di encama serdegirtinan de Hevserokê HDP’a Cizîrê Mesût Nart jî di nav de bi giştî 9 kes hatin binçavkirin. 
 
HDP’iyan bertek nîşanî serdegirtinê dan û li pêşiya avahiya partiyê ji bo sê rojan dest bi çalakiya nobetê kirin. Çalakî, duh piştî fitareyê hate destpêkirin û bi sedan welatî jî beşdar bûn. Welatiyan destnîşan kir ku dê xwedî li partiya xwe derkevin û li hemberî zext, binçavkirin û girtinan serî netewînin. 
 
 
‘LI ŞÛNA HER KESÊ TÊ GIRTIN DÊ SED KES ZÊDE BIBIN’ 
 
Yek ji welatiyên beşdarî nobetê bûyî jî Naîf Çapan (55) bû. Çapan, diyar kir ku bi beşdariya nobetê re xwestiye nîşan bide ku partiya wan bêxwedî nîne û wiha got: “Li vî welatê edalet tenê wek nav ma ye. Tenê ji ber ku hevalên me kurd in lewma her roj bi ser avahiya partiyê de digirin û wan binçav dikin. Dixwazin kurdan tune bikin û berxwedana wan têk bibin. Lê çi dibe bila bibe em ê li ber xwe bidin. Ji me yek kes tenê jî bimîne em ê li ber xwe bidin. Heke kesekî bigirin dê li şûna wan sed kes zêde bibin.” 
 
‘HER CARA KU EW XERA DIKIN EM Ê DÎSA AVA BIKIN’
 
Ji welatiyan Hamdiye Înedî jî di serî de serdegirtina avahiya HDP’ê şermezar kir û ev tişt anî ziman: “Dixwazin kurdan bitirsînin û ji têkoşînê dûr bixin. Lê em ne dê bitirsin û ne jî dev ji têkoşîna xwe berdin. Em ê her tim li ser pêya min. Her cara ku ew xera dikin em ê dîsa ava bikin. Divê hemû kurd bibin yek û baş bi ser her tiştî re bigehin. Divê xelk piştgiriyê bide çalakiyê û piştevaniya hev bikin.” 
 
‘ÇALAKIYA ME DÊ BIDOME’ 
 
Têkildarî mijarê Husnu Deger (38) got ku dewlet dixwaze wan bitirsîne lê ew natirsin. Deger, bi lêv kir ku mebesta ji êrişan ew e ku destkeftiyên kurdan tune bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Coşa gel a di Newrozê de dîtin. Em ê paş de gav neavêjin. Divê bala hemû kesî li ser vê zilm û zordariyê be. Heta hevalên me tên berdan jî dê çalakiya me bidome. Çend roj dibin bila bibin, mirin jî be girtin jî be lê em ê li vir bin. Em teqez natirsîn. Êdî bes e ji ewqas zilm û zordariyê re.” 
 
‘EM DUH JÎ HEBÛN Û ÎRO JÎ HENE’
 
Welatiya bi navê Bedriye Înedî (55) jî serdegirtina polîsan û binçavkirina rêveberên partiyê weke heqaret nirxand û wiha bertek nîşan da: “Em, vê zilm û heqaretê qebûl nakin. Dixwazin partî û gel ji hev veqetînin. Lê em ê dev jê bernedin. Em ê bi destên zarokên xwe jî bigirin û bînin çalakiyê. Divê hemû kes li dora vê çalakiyê kom bibe û li dijî zilm û zordariyê pişta hev bigire.” 
 
Dayika bi navê Hatîce Dalmiş (60) jî anî ziman ku mebesta ji zext, binçavkirin û girtinan ew e ku çavê gel bitirsînin û wiha pê de çû: “Kesek nikare gelê kurd bi van rêbazan bitirsîne. Îro jî sibe jî em ê her li ber xwe bidin. Em kurd duh jî hebûn, îro jî hene û di pêşerojê de jî dê her hebin. Heta ku yek dilopa xwînê di laşê me de hebe em ê li ber xwe bidin.” 
 
‘HEWLDANÊN DAWÎ YÊN DESTHILATDARIYÊ’
 
Ji welatiyan Ahmet Bucak (56) daxuyand ku ji bo kes nebêje HDP bi tenê ye ew beşdarî çalakiyê bûye û axaftina xwe wiha qedand: “Desthilatdarî di nava qeyraneke aborî û siyasî de ye. Lewma êrişî her deverê dike. Ev, hewldanên wê yên dawî ne. Bi Newrozê re peyama têkçûna wan hate dayîn. Lewma ewqas êriş dikin. Digotin; ‘me ew tune kirin û êdî taqet tê de nema ye ku bikarin kongreyekê jî bikin.’ Lê di Newrozê de dîtin ku tiştekî wisa nîne. Dixwazin bi êrişên xwe destkeftiyên kurdan tune bikin û temenê xwe dirêj bikin. Lê dê bi ser nekevin. Çiqas dikarin bila ewqas êriş bikin lê dê ev gel bi tu awayî paş de gav neavêje. Berevajî vê gelê me her ku diçe xurtir dibe.” 
 
MA / Omer Akin-Zeynep Dûrgût
 

Sernavên din

12/04/2022
13:20 Di roja 400’emîn a Nobeta Edaletê ji bo îfadeyê bang li Emîne Şenyaşar kirin
13:14 Cenazeyê girtiyê ku jiyana xwe ji dest da, nîşanî malbata wî nedan
13:07 Derbarê 91 kesî de biryara binçavkirinê: Dozger û şahidê nepen heman in
12:26 Ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya li Hewlêrê banga hestiyariyê hat kirin
12:25 Hikûmeta Iraqê êdî dê nefta Herêma Kurdistanê kontrol bike
11:43 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li dozgeriyê dan
11:22 HDP bi Partiya Çep a Almanyayê re civiya
11:15 Ji bo cezayê dîsîplînê ku dabûn Yuksekdagê serî li AYM’ê dan
11:08 Li Girtîgeha Sîlîvriyê îşkence: 6 girtiyan hewl dan xwe bikujin
10:36 Xelkê Cizîrê li ber deriyê HDP’ê nobetê digire: Em ê li ber xwe bidin
10:35 Walîtiyê xwest bi ‘Koliya Remezanê’ ser îşkenceyê bigire!
10:27 Êrişî rojnamevan Ergun Poyraz kirin
10:12 Hinceta berdana polîsê Eser qetilkirî: Peywîrdarê cemaweriyê ye
10:03 ‘Di her hilbijartinê de propagandaya nexweşxaneya nehatiye çêkirin dikin’
10:00 Dê ji bo cezayên disîplînê yên li Ocalan hatine birîn serî li AYM'ê bidin
09:54 Li Geliyê Şêx Cûma operasyona leşkerî
09:47 Li Silîvriyê di encama îşkenceyê de 2 girtiyan jiyana xwe ji dest da
09:43 Di çarçoveya ‘Lêpirsîna Kobanê’ de derbarê 91 kesî de biryara binçavkirinê
09:00 4 sal in kurê xwe nabîne: Malbat jî bi sirgûnkirina girtiyan tên cezakirin
09:00 Kela Çemdînê bûye axur
09:00 Koçerên berê xwe didin zozanan: Wisa biçe dê sewalvanî nemîne
09:00 Şêlandina şaredariya AKP'î li e-maîlê aliqî
09:00 Welat bi welat, bajar bi bajar li kurê xwe digere
09:00 Dayikên Aştiyê: Em taştê bin ew ê jî firavîn bin
09:00 ROJEVA 12'Ê NÎSANA 2022'YAN
11/04/2022
20:02 Bûldan bû mêvana 'Sifreya Edaletê' ya malbata Şenyaşar
17:17 Ciwanê li Çewligê polîsan lê da: Çima îşareta ulkucuyan nakî?
17:04 Rewşa girtiyê nexweş Topçu di rojeva Meclisê de ye
16:32 Oluç: Hûn nikarin vîna xelkê Cizîrê têk bibin
16:17 Nobeta Edaletê ya li Wanê: Hiqûq li gorî mirovan nayê guhertin
16:03 'Gelo şûştina cenaze qedexe ye?'
15:46 Bertek nîşanî qeyûm û wekîlê AKP’î dan: Dixwazin nelirêtiyên xwe veşêrin
15:42 Tedawiya parêzerê ku polîsekî lê dabû didome
15:32 Dayika Pinar Gultekîn ji ser hişê xwe çû
15:12 Li Rihayê avê nadin cotkaran
14:44 Êrişa li dijî avahiya HDP’a Cizîrê hate şermezarkirin
14:39 Jinan ji bo girtiyên nexweş bang kirin
14:38 Hevserokê SES'a Amedê Guldîken: Angaştan ronî bikin
14:35 Guven: Di tu axaftina min de sûc nîne
14:30 'Gelo DAIŞ’iyê ku jina êzdî revandî li Enqereyê bi rehetî digere?’
13:51 Serokê Baroya Şirnexê: Ewlehiya canê kesî ji me tune ye
13:42 ‘Bila ev dar bibe wesîleya azadiya birêz Ocalan’
13:17 Li herêma Bestayê zextê li gundiyan dikin ku daran bibirin
12:49 PZK'ê serdana ajansa me kir
12:42 Ferît Şenyaşar: Bila daxwaza me ya edaletê bi cih were
12:35 Uveyş Ocalan li ser gora xwe hate bibîranîn
12:29 Ji 26 rêxistinan daxuyaniya hevpar: Divê Newala Qesaba bibe qada hafizeya civakî
10:59 Ajokarên 17 TIR'an li Zaxo di hesarê de man!
10:25 Nivîskar Yaray: Dewlet bi astengkirina ziman dixwaze kurdan tune bike
10:25 Polîsan bi ser avahiya HDP’ê ya Cizîrê de girt
10:01 Li Şaredariya Cizîrê talan e: Parka Çarkendalê ji bo 25 salan hate bexşkirin
09:44 Dolmîşa penaberan qeza kir: 4 kes mirin 25 kes birîndar bûn
09:08 Şaredariya AKP’yî ji bo xwarin û diyariyan 792 hezar lîre xerc kiriye
09:07 Wezareta Navxweyî ji qetilkirina Pîtek 'berpirsiyar' hat dîtin
09:02 Sûr pêşkeşî komele û cemaetan hate kirin
09:02 Guldexwînan Qerejdax xemiland
09:02 Ji ber ku malzemeyên tibî nînin li nexweşxaneyê emeliyat nayên kirin
09:00 ROJEVA 11'Ê NÎSANA 2022'YAN
10/04/2022
22:59 Li Girtîgeha Panosê çalakiya greva birçîbûnê hate destpêkirin
22:38 Polîsê ku li parêzer xist parastina ‘psîkolojiya min nebaş bû’ kir
21:31 25’emîn xelatên Metîn Goktepe hatin dayîn
20:02 Ji ber koronayê 32 kesan jiyana xwe ji dest da
18:09 Karabaş ê hatibû îşkencekirin careke din hate binçavkirin
16:33 Bi boneya rojbûna Ocalan a 73’yemîn şitil hatin danîn
16:05 Polîsek bi qestî wesayîta xwe li parêzer qeliband
15:51 Di Nobeta Edaletê de bertek nîşanî tecrîdê hate dayîn
15:50 Meclîsa Jinan a HDP’ê çû serdana jinên axa xwe diparêzin
15:35 Keşeyê sûryanî Eksen li gundê xwe hat veşartin
15:27 Sancar: Em ê îktidarê biqewirînin û vê pergalê jî biguherînin
12:58 Qurbaniyên Qetlîama Enqereyê hatin bibîranîn
12:34 Li Fransayê hilbijartina serokkomariyê pêk tê
11:54 Hunermend Yûnis Das: Albûma min bila bo pêşketina ziman bibe gavek
11:20 Malbata Şenyaşar: Zilma mezin edaleta derengmayî ye
11:13 Ji malbata Barzanî bo şêwirmendê wekîla Îngilîz 400 hezar sterlîn
09:25 ‘Êdî em nikarin tirşikê jî çêkin'
09:11 'Tûfana serîhildiriyê' Uveyş Ocalan
09:09 Endamên BTS'ê dê biçin Enqereyê û mulaqatê protesto bikin
09:07 Gava behsa îşkenceyê kir telefon hat qutkirin
09:06 'Neberdana Tûglûk îşkence ye'
09:04 'Qanûna hilbijartinê xetere ye ji bo ewlehiya sindoqan'
09:00 ROJEVA 10'Ê NÎSANA 2022'YAN
09/04/2022
18:51 'Bila kedkarên hatine îxrackirin cardin vegerin ser karê xwe'
16:48 Li Helebê li dijî ambargoya Şamê meşa girseyî
16:39 ÎHD: Di nava 5 salan de 255 girtiyan jiyana xwe ji dest dan
16:25 Ji bo girtiya nexweş Semîre Dîrekçî banga berdanê kirin
16:21 Ji nexweşxaneyê birin girtîgehê: Berdana wî tê astengkirin
15:58 DAIŞ'ê êrişî leşkerên Iraqê kir û 2 leşker kuştin
15:57 Nameyên 'bertîlê' yên parlamenterên AKP'ê derketin holê
15:57 Parêzerên Doza Kobanê: Vê dozê weke amûrê tolhildanê bi kar tînin
15:25 Turkdogan: Li Tirkiyeyê herkes edaletê dixwaze
14:43 Jinên HDP’î çûn serdana Ergun ku hevjînê wê hewl da bikuje
14:27 Artêşa Tirkiyeyê û komên girêdayî wê li Efrînê 3 sivîl revandin
14:26 Aqûbeta Yedîgol ku beriya 41 salan winda bûbû pirsîn
13:57 AYM’ê girtina Leyla Guven derhiqûqî dît
13:47 Hevserokê ÎHD Turkdogan: Divê Pirsgirêka Kurd bi rêya diyalogê çareser bibe
13:45 Helbestvan Emîralî Yagan rehmet kir
13:37 Li Stewrê du malbat bi hev ketin: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:23 Rapirsîna nîsanê: Dengê AKP'ê daketine ji sedî 28,9'an
13:06 Sancar: Demokrasiya herêmî bingeha Tifaqa Demokrasiyê ye
11:48 DAIŞ’ê li Mexmûrê 2 şivan revandin