Çapemeniya cîhanê li Ûkraynayê dijî şer li Kurdistanê şer diparêze

  • cîhan
  • 14:03 19 Nîsan 2022
  • |
img

ENQERE - Çapemeniya cîhanê ku bi vekirî li dijî şerê li Ûkraynayê derket, bi rengekî veşarî piştgirî da şerê Tirkiyeyê ku li Herêma Federal a Kurdistanê daye destpêkirin. Di nûçeyên xwe de tenê daxuyaniyên desthilatdariya Erdogan parve kirin. 

Piştî hevdîtina Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Herêma Federal a Kurdistanê Mesrûr Barzanî ku di 15’ê nîsanê de li Stenbolê kiribûn, Tirkiyeyê li dijî PKK’ê dest bi operasyoneke nû kir û pevçûnên giran diqewimin. Ji sala 2019’an heta niha ev bû operasyona 8’emîn ku Tirkiye li dijî Herêma Federal a Kurdistanê operasyonê dike. Di operasyona dawî de PDK bi vekirî piştgiriyê dide Tirkiyeyê û Tirkiye jî herêmên Avaşîn-Basyan, Zap û Metînayê bombebaran dike. 
 
DEZENFORMASYONA AA’YÊ BI KAR ANÎN 
 
Çapemeniya navneteweyî têkildarî şerê li Herêma Federal a Kurdistanê tê meşandin, dezenformasyona Ajansa Anatoliyayê (AA) bi kar anîn. Saziyên ragihandinê yên navneteweyî di nûçeyên xwe de mafê axaftinê nedan hêzên kurd. Di nûçeyan de cih nedan binpêkirina hiqûqa navneteweyî ya bi van operasyonan tê kirin û dev ji helwesta xwe ya dij-şer a li Ûkraynayê berdan. 
 
AL JAZEERA NÛÇEYA XWE LI SER AKAR PÊŞKEŞ KIR 
 
Al Jazeerayê di nûçeya xwe de daxuyaniya Wezîrê Parastinê Hulusî Akar da. Di nûçeyê de ji bo hêzên kurd peyva “serhildêrên kurd” bi kar anî û îdia kir ku têkildarî mijarê aliyê kurd heta niha tu daxuyanî nedane. Al Jazeera îdia kir ku êrişên behsa xeberê piştî hevdîtinên di navbera Mesrûr Barzanî û Tayyîp Erdogan de, bi mebesta “berfirehkirina hevkariya ji bo ewlekarî û aramiyê” hatine kirin. Her wiha di nûçeya xwe de destnîşan kir ku ji ber vê operasyonê, bandoreke neyînî li ser têkiliyên Iraq û Tirkiyeyê çêbûye. 
 
ARAB NEWS: PIŞTÎ ÛKRAYNAYÊ DEST PÊ KIR
 
Arab Newsê (AN) jî nûçeya xwe li ser daxuyaniya Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu ku bi bazirganiya tiryakê û sûcên krîmînal tê naskirin pêşkeş kir. Di nûçeyê de cih da daxuyaniya Soylu ku wiha digot: “Em ê Sûriye û Iraqê ji nava lepên DYA û Ewropayê rizgar bikin û aştiyê lê mayînde bikin.” Di nûçeyê de her wiha nêrînên endamê Lijneya Zanistê ya Akademiya Têkiliyên Navneteweyî ya Navend Stenbolê Zaed Îsmaîl û Tuna Aygun ku weke pisporê Iraqê yê saziya fikrî ya bi navend Enqereyê ORSAM’ê dixebite. 
 
AN’ê ciha da vê şîroveya Aygun: “Bi van operasyonan dixwazin ku beriya hilbijartina dê di sala tê de were kirin, bandorê li hilbijêrên neteweperwer bikin, bandora wê li ser civakê çêbibe û li dijî Partiya Demokratîk a Gelan jî weke zextekî bi kar bînin.” 
 
Di nûçeyê de her wiha hat gotin: “Operasyona ku di nîvşevê de dest pê kir, piştî ku Rûsyayê êrişên xwe yên dijwar ên li ser Ûkraynayê nedayîn sekinandin dest pê kirin. Rola qasidiyê ya Tirkiyeyê ji hêla hevkarên wê yên rojavayî ve bi keyfxweşî hate pêşwazîkirin.” 
 
DEUTSCHE WELLE: NÊRÎNA YE, DYA, PDK Û TIRKIYEYÊ WEKÎ HEV E 
 
Deutsche Welle (DW) jî nûçeya xwe li ser daxuyaniya Akar pêşkeş kir û diyar kir ku zexta Tirkiyeyê ya li ser PKK’ê, bi doza girtinê ya HDP’ê, girtina siyasetmedarên kurd û zexta li ser siyaseta kurd re hemwext tê domandin. Her wiha di nûçeyê de hat diyarkirin ku di mijara PKK’ê de YE, DYA, PDK û Tirkiye wekî hev difikirin û cih nedan daxuyaniyên aliyê kurd a derheqê şer de. 
 
EURONEWS’Ê ÎDIA KIR KU HÊZÊN KURD DAXUYANÎ NEDANE 
 
EuroNewsê di nûçeya xwe de diyar kir ku operasyon ji hêla Akar ve hatiye ragihandin. EuroNewsê di nûçeya xwe de cih da agahiyên AA’yê û dezenformasyona wê parve kir. Her wiha îdia kir ku têkildarî operasyonê hêzên kurd tu daxuyanî nedane. 
 
REUTERS: YE, DYA Û IRAQ HEMFIKIR E
 
Reutersê jî têkildarî mijarê nûçeyek da û cih da agahiyên leşkerî yên di AA’yê de hatine weşandin û yên Akar. Di nûçeyê de hat gotin ku Tirkiye bi awayekî rêk û pêk li dijî bakurê Iraqê êrişên hewayî li dar dixe û ji bo piştgiriya operasyonê jî gelek caran leşker datîne herêmê. Her wiha hat destnîşankirin ku piştî şerê çekdarî yê PKK’ê ku di sala 1984’an dest dest pê kir, di şerê heta niha de zêdetirî 40 hezar kes mirîne û di mijara “mayîna PKK’ê ya di lîsteya terorê de” jî Iraq, YE û DYA wekî hev difikirin. 
 
ASSOCIATED PRESS: TIRKIYEYÊ GELEK CARAN ÊRIŞ KIR 
 
Di nûçeya xwe de Associated Press (AP) jî agahiyên AA’yê parve kirin û hejmara kesên di dema êrişê de jiyana xwe ji dest dane parve kirin. 
 
Voice of America (VoA) jî di nûçeya xwe de diyar kir ku gelê kurd li Sûriye, Tirkiye, Îran û Iraqê berbelav bûye û ev tişt gotin: “Hêzên leşkeri yên tirk, gelek caran êrişî PKK’ê ku weke terorîst qebûl dike, milîsên YPG’ê yên kurd ên Sûriyeyê û komên cuda kirin.” Her wiha cih dan gotina Akar ku digot: “Operasyona me weke me plan kiriye, bi serkeftî didome.” 
 

Sernavên din

22/04/2022
09:03 Dayikên Aştiyê bang kirin: Divê hemû kurdên welatparêz li dijî vî şerî bisekinin
09:03 Bi operasyonê re dest bi birîna daran jî kirin: Dawî li talankirina xwezayê bînin
09:02 ‘Zarokên girtî rastî tundî, heqaret û lêdanê tên’
09:00 Şeniyên Amedê: Sedema krîza aborî, şer e
09:00 ROJEVA 22'YÊ NÎSANA 2022'YAN
21/04/2022
20:28 Koma Dostaniya Kurdan a YE’yê êrişên Tirkiyeyê şermezar kir, ji bo muzakereyê bang kir
19:36 Yenî Yaşam abonetiya e-Gazete dide destpêkirin
18:15 MLSA'yê ji bo rojnamevan Turfent serî li DMME'yê da
17:43 Til Temir hat bombekirin: 3 kes birîndar bûn
16:40 Xizmên girtiyan: Girtiyên nexweş berdin
16:03 PYD: Em li dijî şerê qirkirin û xiyanetê ne
15:21 Kedkar çûn serdana malbata Şenyaşar
14:24 Xizmên girtiyan: Hewceye gavên şênber bên avêtin
14:03 Li Rûsyayê êrişên Tirkiyeyê û PDK hate şermezarkirin
13:53 Meletiyan lêgerîna zêran şermezar kir
13:53 ÎHD: Penaberekê ku hewl didan bi darê zorê li welatê wî vegerînin xwe kuşt
13:35 Gelê Wanê vexwendin 1’ê Gulanê: Li dijî faşîzmê werin têkoşînê
12:21 Gunay: Divê gel, partî û rêveberiya Başûr li dijî dagirkeriyê rabin
12:21 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:55 Serokwezîrê berê yê Iraqê Malikî li dijî êrişa Tirkiyeyê derket
11:49 Malbata Şenyaşar: Eynika edaletê li pêş Edliyeya Rihayê ye
11:48 Danişîna doza Ceylan û Alokmen hat taloqkirin
11:44 Kasal ê li Sîlîvriyê ji ber îşkenceyê neçar ma întîhar bike bi dayika xwe re hevdîtin kir
11:26 Hevserokê KNK'ê Karamus: PDK dixwaze Başûr bike vîlayeta Tirkiyeyê
11:16 Li ber avahiya TUGVA'yê teqîn pêk hat
11:15 CPT nexşe weşand: Tirkiye hewl dide li Başûr 5 baregehên nû ava bike
10:40 Togrûl greva birçîbûnê bir rojeva meclisê
10:39 Rojnamevan Işik: Ev şer wê xetereyê bide siberoja Tirkiyeyê
09:48 Cerdevanan li Çiyayê Gabarê jî dest bi birîna daran kirin
09:13 Bajar bi madenvaniyê talan kirine: Armanc Meletiyeke sertewandî ye
09:10 Muslum Karak ê ji ber kurdbûna xwe bedêlên giran daye: Çi hewce be em hazir in
09:08 Rojnamevaniya kurdî 124 salî ye: Ava behrê bi vexwarinê naqede
09:08 Rojnameger Kaya: Ev şer dê pêşeroja kurdan diyar bike
09:07 ‘PDK xiyanetê li gelê kurd dike’
09:06 Ji ber înşeata qeyûm hindik maye dêra sûryaniyan hilweşe
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2022'YAN
08:58 YBŞ: Artêşa Iraqê bi zextên PDK û Tirkiyeyê êrişî Şengalê dike
20/04/2022
23:17 Wezareta Karên Derve ya Iraqê Erdogan li derewê qeliband
23:01 Silêmanî bi meşeke girseyî êriş şermezar kirin
20:52 Barzanî li xwe mikur hat: Tirkiye ji sînorê me êrişê dibe ser PKK'ê
20:32 KCD û DBP bûn mêvanê Sifra edaletê
17:09 Tirkiyeyê li Kobanê ji hewayê ve êriş bir ser wesayîtekê
17:01 Li Stenbolê banga tevlibûna mitînga 1’ê Gulanê hat kirin
16:49 Kurtalan: Girtî tên kuştin, dibêjin ‘întîhar kiriye’
16:45 Parlamenterê Iraqê: Li pişt êrişê Hikûmeta Kazimî heye
16:24 Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
16:06 Li Şengalê bi êrişan re Çarsema Sor jî hat pîrozkirin
15:47 Di Nobeta Edaletê de banga ji bo Barzanî: Aqilê xwe bîne serê xwe û birayê xwe nekuje
15:44 TJA: Divê PDK dest ji xeletiyê berd e
15:33 Ji ber gendeliyê cîgirê qeyûm ji wezîfeyê hat girtin
15:32 Di êrişa doza Dedeogullari de daxwazên parêzeran hatin redkirin
15:32 Erdogan ji bo hevkariyê spasiya Barzanî kir
15:01 Mazlum Dûrsûn ê ku berdana wî salek hat taloqkirin tehliye bû
15:01 Malbatên girtiyan: Kaygusuz ê ku dest û lingên wî tune ne çima nayê berdan?
14:42 Parêzer xwest ku doza MEBYA-DER’ê bê betalkirin
14:42 Di doza êrişa li dijî malbata Dedeogullari de polîs bi nakokî axivîn
14:22 Malbatên girtiyan astengkirina polîsan şermezar kirin
13:48 RTUK’ê cezayê pere li Amed Radyoyê birî
13:47 Mesrûr Barzanî li Londonê hat şermezarkirin
13:34 Ûca bertek nîşanî êrişa Şengalê da: Siyaseta şer wê wan ji hilweşînê xelas neke
13:32 HDK: Em li dijî şer rabin û bêdeng nemînin
13:32 Xwê û şekirê nadin girtiyên di greva birçîbûnê de
13:06 Li Amed û Dersimê gelek kes hatin binçavkirin
12:58 Elî Kerîmî: PDK parçeyeke Împaratoriya Osmanî ya nû ye
12:51 Malbata Şenyaşar têkoşîna xwe ya edaletê didomîne
12:34 Doza Dedeogûllari: Polîs li zeviya malbata kujer xebitîne
12:08 Ji duh heta îro operasyonên bêencam ên derveyî sînor
11:43 Dozger ji girtî re gotiye: Ez bûma min ê te bi dar ve bikira
11:30 Hizbûlaha Iraqê li dijî Tirkiyeyê banga çalakiyan kir
11:14 Dayikên Botanî bang li Barzanî kirin: Destên xwe ji xwîna zarokên me bikişînin
10:59 Doza JÎTEM’ê ya Cizîrê bir rojeva AYM’ê
10:44 Parlamenterê YNK’ê: Ev êriş ne li dijî PKK’ê li dijî nasnameya kurdan e
10:11 DFG: Rojnamegeriya kurdî ruhekî nû da çapemeniya cîhanê
10:10 Hevserokên DBP û HDP’ê: Heke PDK dev ji vê siyaseta qirêjî bernede dê têk biçe
10:07 Dîcle: Statûya Başûrê Kurdistanê di xetereyê de ye
09:57 Qereqolê zarokên ku birîndar bûn sûcdar kirin: Hin kesan ji we re got li wir biteqînin?
09:44 Li dijî otobusa gardiyanan êriş pêk hat: Gardiyanek mir
09:00 Bi operasyonan re çûna zozanan jî tê astengkirin
09:00 Rojnamevan Denîz Aydin: Windayên Tirkiyeyê gelek in
09:00 Wanî: PDK tu qîmet ji xwe re nehiştiye
09:00 Hinceta şewitandina înfazê: Dev ji hevalên xwe bernedaye
09:00 Xulaseya sewalvaniyê: Lîtreya avê bi 8 TL, ya şîr bi 5 TL
09:00 Hevjîna Siddik Guler: Ji bo min her roj mirin e çavê min her tim li rê ye
09:00 Xelkê Amedê: Dewlet dixwaze kurdan bêvîn bihêle
09:00 ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2022'YAN
19/04/2022
21:06 Li Kampa Holê 3 jin hatin qetilkirin
21:00 Gelê Sinûnê: Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin
20:14 Dayikên Aştiyê û TJA bûn mêvanê 'Sifra Edaletê'
19:13 Amed di bin toz û telazê de ma
17:29 Bêbextî li kesên di lêpirsîna Kobanê de hatin binçavkirin ferzkirin
17:10 ÎHD'ê rapora binpêkirina mafên jinan aşkere kir
16:44 Parastina HDP’ê pêşkêşî AYM’ê hat kirin
16:37 Di Nobeda Edaletê de bertek nîşanî şer dan: Dê ev şer jî encam nede
16:37 Walitiyê îşkenceya li Timoqê piştî 20 rojan red kir
16:34 Cerdevanan li Bestayê dîsa dest bi birîna daran kirin
16:24 Di doza malbata Diril de Apro Diril dîsa hat girtin
16:19 Nobeta Edaletê ya li Wanê veguhestin pêş girtîgehê
16:09 Di bin navê ‘hevdîtina li gel midûr’ de wan sewq kirin
16:02 Doza Komkujiya Konyayê: 2 deqe dîmen jê hatiye birin
15:58 OHD’ê ‘cihekariya’ li girtîgehên Rihayê kir rapor