Rojnameger Kaya: Ev şer dê pêşeroja kurdan diyar bike

  • rojane
  • 09:08 21 Nîsan 2022
  • |
img
MÊRDÎN - Rojnameger Nîhat Kaya diyar kir ku operasyona dawî ya Tirkiyeyê dibe ku rê li ber parçebûna Iraqê veke û wiha got: “Yan dê kurd rastî komkujiyeke din werin an jî dê statûya xwe bi dest bixin.” 
 
Tirkiyeyê di 17’ê nîsanê de bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê operasyoneke nû da destpêkirin. Di çarçoveya “Operasyona Pence-Nifte” yê de Tirkiye hewl dide xwe li herêma Zapê bi cih bike. Bi destpêkirina operasyonê re jî Wezareta Karên Hundir a Iraqê nota da Sefîrê Tirkiyeyê yê Bexdayê. Wezaretê xwest ku Tirkiye hemû hêzên xwe yên li Iraqê vekişîne û rêzê bo mafê serweriyê yê Iraqê bigire. 
 
Rojnameger Nîhat Kaya têkildarî operasyona dawî bi ajansa me re axivî û got ku dê bi operasyona dawî re hevsengiyên li herêmê biguherin û dibe ku Iraq parçe bibe. 
 
 
‘JI VALAHIYÊ SÛD DIGIRIN’
 
Kaya, da zanîn ku bi şerê Rûsya-Ûkraynayê re li herêmê di hêla hêzên navneteweyî de valahî çêbûye û wiha domand: “Tirkiyeyê ji vê valahiyê sûd girt. Jixwe hemû kes li benda êrişa Tirkiyeyê bû. Tirkiye di hevsengiya navbera Rûsya û NATO’yê de ji xwe re cihekî hesas girtiye. Tirkiye ji hêla leşkerî û aborî ve sûdekî mezin ji krîza Ûkraynayê girt. Hemû cîhanê deriyên xwe ji Rûsyayê re girtin lê Tirkiyeyê negirtin. Tirkiyeyê ji vê rewşê sûd girt û plana êrişê kir. Jixwe KCK’ê hêj di serî de ev ferq kir.”
 
ARMANCA TIRKIYEYÊ DAGIRKERÎ YE 
 
Bi domdarî Kaya, destnîşan kir ku Tirkiye dixwaze beşeke din a Herêma Kurdistanê dagir bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke bala xwe bidin ser, dibînin ku ji sala 2017’an heta niha xwe parçe parçe li başûrê Kurdistanê bi cih kir. Herêma ku li naverastê dimîne jî Zap e. Niha li ser çend girên ser sînor bi cih bûn. Sedema navê Pence-Nifte jî ev e. Ji sînorê Îranê heta yê Sûriyeyê, hema hema li seranserî herêmê xwe li ser hinek giran bicihkirin. Ev, herêma dagirkeriyê ye. Ji valahiya Şerê 3’yemîn ê Cîhanê sûd girtin.”  
 
JI KRÎZA SIYASÎ YA LI IRAQÊ SÛD GIRTIN 
 
Di berdewamê de Kaya anî ziman ku hem Iraq û hem jî hêzên navdewletî êdî êrişên bejahî û hewayî yên Tirkiyeyê asayî dibînin û wiha dom kir: “Her çend ku piştgiriyeke xurt a navneteweyî nebe jî, dîsa jî dikevin. Lê ditirsin bê ka encamên wê yên aborî û siyasî dê çi bin. Hem helwesta DYA’yê û hem jî ya Rûsyayê zanîn. Rewşa heyî dest û lingên Iraqê girê dan. Desthilatdariya AKP-MHP’ê jî ev rewşa tevek dan ber çavan û operasyon dan destpêkirin.” 
 
BANDORA XAZA XWEZAYÎ Û NEFTÊ
 
Kaya, got ku bi şerê Rûsya-Ûkraynayê re dê Ewropa di mijara peydakirina xaza xwezayî de pirsgirêkan bijî û derbirî: “Tirkiye û PDK jî dê vê mijarê bi kar bînin. Niha li dijî Gareyê êrişek nîne lê dibe ku di rojên pêş de çêbibin. Ji ber ku li Gareyê hem xaza xwezayî û hem jî neft heye. Barzanî û Erdogan dixwazin di vê mijarê de li hev bikin û pêşkeşî cîhanê bikin. Qada navneteweyî jî piştgiriyê dide wan. Bi bikaranîna neft û xaza xwezayî dixwazin piştgiriya hêzên navneteweyî bigirin.” 
 
HELWESTA PDK’Ê
 
Têkildarî helwesta PDK’ê de jî rojnameger Kaya ev nirxandin kir: “Dema PDK nû derketî, weke çavkaniya berxwedanê dihat dîtin. Lê ji sala 2003’yan heta niha ji partîbûnê derket û weke kargeha malbata Barzanî dixebite. Hêzên wê yên leşkerî jî bipere ne. Tu eleqeya artêşa wan bi hebûn û berjewendiyên kurdan re nîne. Hebûna artêşê nayê wateya ku nûnerên rewa yên gelê kurd in. Mirov nikare bibêje ku PDK nûnertiya gelê kurd dike. Jixwe ev helwesta wê xetereyê ser statûya kurdan çêdike. Helwesta wê ya li Iraqê dibe ku rê li ber parçebûna Iraqê veke. Divê êdî kurd dev ji nêrîna ‘bêyî PDK’ê yekitiya neteweyî nabe’ berdin.” 
 
DIBE KU IRAQ PARÇE BIBE
 
Rojnameger Kaya anî ziman ku ji par heta niha li Iraqê serokkmar nehatiye hilbijartin û ev şîroveye kir: “Lewma gotinên rayedarên wan gelek girîng nînin. Pirsgirêkên Iraqê yên navxweyî hene. Tiliye Tirkiyeyê jî di vê aloziyê de heye. Berteka Muqteda Es Sadr a li dijî Tirkiyeyê gelek jidil nebû. Ji ber ku Iraq di nava xwe de li hev nake, ji van daxuyaniyan jî tiştek dernakeve. Heke ev hevkariya Tirkiye û PDK’ê û hevkariya Sadr û suniyan bidome, dibe ku Iraq parve bibe. Ji ber ku nebawerim Nûrî El Malikî, Haydar Abadî, Hadî Amirî û şiîyên ku piştgiriya xwe ji Îranê digirin ewqas bi hêsanî bi Tirkiye û DYA’yê re li hev bikin.” 
 
DÊ BERTEK ZÊDE BIBIN
 
Kaya, daxuyand ku dê Tirkiye di operasyonê de windahiyên mezin bide û wiha got: “Serdestiya erdnîgariyê di destê HPG’ê de ye. Karekî ewqas hêsan nîne ku Tirkiye tiştên dixwaze li wir bi dest bixe. Bi domandina operasyonê re dê li Iraqê jî bertek zêdetir bibin. Dibe ku ev geşedan li herêmê hevsengiyên nû bi xwe re bîne. Dê Îran nehêle ku bandora Tirkiyeyê ya li Iraqê zêdetir bibe.”
 
HELWESTA PDK’Ê
 
Di berdewamê de Kaya bi lêv kir ku helwesta li dijî PDK’ê girîng e û axaftina xwe wiha qedand: “Heke bala we kişandibe kesek zû bi zû nabêje ku pêşmerge êrişî HPG’ê dike. Ji ber ku pêşmerge ji bo kurdan xwedî wate ye. PDK vî navî bi kar tîne û êrişî gerîla dike. Heke PDK ne hêjayî vî navî be wê demê divê hemû kes li dijî wê helwesta xwe nîşan bide. Divê hêzên Başûr û partiyên siyasî helwestekî raber bikin. Di Şerê 1’emîn ê Cîhanê de ermen û di yê duyemîn de jî cihû hatin qirkirin. Di şerê 3’yemîn de jî dixwazin kurdan qir bikin. Kurd an dê bi qirkirinekê re rû bi rû bimînin, an jî dê statûya xwe bi dest bixin. Bo vê jî têkoşîneke xurt pêwîst e. Nexwe dibe ku kurd di Şerê 3’yemîn ê Cîhanê de pir mezin winda bikin. Lê heke helwestekî rast bê nîşandan, kurd ê bikarin statûya xwe bi dest bixin.” 
 
MA / Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

22/04/2022
09:03 Dayikên Aştiyê bang kirin: Divê hemû kurdên welatparêz li dijî vî şerî bisekinin
09:03 Bi operasyonê re dest bi birîna daran jî kirin: Dawî li talankirina xwezayê bînin
09:02 ‘Zarokên girtî rastî tundî, heqaret û lêdanê tên’
09:00 Şeniyên Amedê: Sedema krîza aborî, şer e
09:00 ROJEVA 22'YÊ NÎSANA 2022'YAN
21/04/2022
20:28 Koma Dostaniya Kurdan a YE’yê êrişên Tirkiyeyê şermezar kir, ji bo muzakereyê bang kir
19:36 Yenî Yaşam abonetiya e-Gazete dide destpêkirin
18:15 MLSA'yê ji bo rojnamevan Turfent serî li DMME'yê da
17:43 Til Temir hat bombekirin: 3 kes birîndar bûn
16:40 Xizmên girtiyan: Girtiyên nexweş berdin
16:03 PYD: Em li dijî şerê qirkirin û xiyanetê ne
15:21 Kedkar çûn serdana malbata Şenyaşar
14:24 Xizmên girtiyan: Hewceye gavên şênber bên avêtin
14:03 Li Rûsyayê êrişên Tirkiyeyê û PDK hate şermezarkirin
13:53 Meletiyan lêgerîna zêran şermezar kir
13:53 ÎHD: Penaberekê ku hewl didan bi darê zorê li welatê wî vegerînin xwe kuşt
13:35 Gelê Wanê vexwendin 1’ê Gulanê: Li dijî faşîzmê werin têkoşînê
12:21 Gunay: Divê gel, partî û rêveberiya Başûr li dijî dagirkeriyê rabin
12:21 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:55 Serokwezîrê berê yê Iraqê Malikî li dijî êrişa Tirkiyeyê derket
11:49 Malbata Şenyaşar: Eynika edaletê li pêş Edliyeya Rihayê ye
11:48 Danişîna doza Ceylan û Alokmen hat taloqkirin
11:44 Kasal ê li Sîlîvriyê ji ber îşkenceyê neçar ma întîhar bike bi dayika xwe re hevdîtin kir
11:26 Hevserokê KNK'ê Karamus: PDK dixwaze Başûr bike vîlayeta Tirkiyeyê
11:16 Li ber avahiya TUGVA'yê teqîn pêk hat
11:15 CPT nexşe weşand: Tirkiye hewl dide li Başûr 5 baregehên nû ava bike
10:40 Togrûl greva birçîbûnê bir rojeva meclisê
10:39 Rojnamevan Işik: Ev şer wê xetereyê bide siberoja Tirkiyeyê
09:48 Cerdevanan li Çiyayê Gabarê jî dest bi birîna daran kirin
09:13 Bajar bi madenvaniyê talan kirine: Armanc Meletiyeke sertewandî ye
09:10 Muslum Karak ê ji ber kurdbûna xwe bedêlên giran daye: Çi hewce be em hazir in
09:08 Rojnamevaniya kurdî 124 salî ye: Ava behrê bi vexwarinê naqede
09:08 Rojnameger Kaya: Ev şer dê pêşeroja kurdan diyar bike
09:07 ‘PDK xiyanetê li gelê kurd dike’
09:06 Ji ber înşeata qeyûm hindik maye dêra sûryaniyan hilweşe
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2022'YAN
08:58 YBŞ: Artêşa Iraqê bi zextên PDK û Tirkiyeyê êrişî Şengalê dike
20/04/2022
23:17 Wezareta Karên Derve ya Iraqê Erdogan li derewê qeliband
23:01 Silêmanî bi meşeke girseyî êriş şermezar kirin
20:52 Barzanî li xwe mikur hat: Tirkiye ji sînorê me êrişê dibe ser PKK'ê
20:32 KCD û DBP bûn mêvanê Sifra edaletê
17:09 Tirkiyeyê li Kobanê ji hewayê ve êriş bir ser wesayîtekê
17:01 Li Stenbolê banga tevlibûna mitînga 1’ê Gulanê hat kirin
16:49 Kurtalan: Girtî tên kuştin, dibêjin ‘întîhar kiriye’
16:45 Parlamenterê Iraqê: Li pişt êrişê Hikûmeta Kazimî heye
16:24 Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
16:06 Li Şengalê bi êrişan re Çarsema Sor jî hat pîrozkirin
15:47 Di Nobeta Edaletê de banga ji bo Barzanî: Aqilê xwe bîne serê xwe û birayê xwe nekuje
15:44 TJA: Divê PDK dest ji xeletiyê berd e
15:33 Ji ber gendeliyê cîgirê qeyûm ji wezîfeyê hat girtin
15:32 Di êrişa doza Dedeogullari de daxwazên parêzeran hatin redkirin
15:32 Erdogan ji bo hevkariyê spasiya Barzanî kir
15:01 Mazlum Dûrsûn ê ku berdana wî salek hat taloqkirin tehliye bû
15:01 Malbatên girtiyan: Kaygusuz ê ku dest û lingên wî tune ne çima nayê berdan?
14:42 Parêzer xwest ku doza MEBYA-DER’ê bê betalkirin
14:42 Di doza êrişa li dijî malbata Dedeogullari de polîs bi nakokî axivîn
14:22 Malbatên girtiyan astengkirina polîsan şermezar kirin
13:48 RTUK’ê cezayê pere li Amed Radyoyê birî
13:47 Mesrûr Barzanî li Londonê hat şermezarkirin
13:34 Ûca bertek nîşanî êrişa Şengalê da: Siyaseta şer wê wan ji hilweşînê xelas neke
13:32 HDK: Em li dijî şer rabin û bêdeng nemînin
13:32 Xwê û şekirê nadin girtiyên di greva birçîbûnê de
13:06 Li Amed û Dersimê gelek kes hatin binçavkirin
12:58 Elî Kerîmî: PDK parçeyeke Împaratoriya Osmanî ya nû ye
12:51 Malbata Şenyaşar têkoşîna xwe ya edaletê didomîne
12:34 Doza Dedeogûllari: Polîs li zeviya malbata kujer xebitîne
12:08 Ji duh heta îro operasyonên bêencam ên derveyî sînor
11:43 Dozger ji girtî re gotiye: Ez bûma min ê te bi dar ve bikira
11:30 Hizbûlaha Iraqê li dijî Tirkiyeyê banga çalakiyan kir
11:14 Dayikên Botanî bang li Barzanî kirin: Destên xwe ji xwîna zarokên me bikişînin
10:59 Doza JÎTEM’ê ya Cizîrê bir rojeva AYM’ê
10:44 Parlamenterê YNK’ê: Ev êriş ne li dijî PKK’ê li dijî nasnameya kurdan e
10:11 DFG: Rojnamegeriya kurdî ruhekî nû da çapemeniya cîhanê
10:10 Hevserokên DBP û HDP’ê: Heke PDK dev ji vê siyaseta qirêjî bernede dê têk biçe
10:07 Dîcle: Statûya Başûrê Kurdistanê di xetereyê de ye
09:57 Qereqolê zarokên ku birîndar bûn sûcdar kirin: Hin kesan ji we re got li wir biteqînin?
09:44 Li dijî otobusa gardiyanan êriş pêk hat: Gardiyanek mir
09:00 Bi operasyonan re çûna zozanan jî tê astengkirin
09:00 Rojnamevan Denîz Aydin: Windayên Tirkiyeyê gelek in
09:00 Wanî: PDK tu qîmet ji xwe re nehiştiye
09:00 Hinceta şewitandina înfazê: Dev ji hevalên xwe bernedaye
09:00 Xulaseya sewalvaniyê: Lîtreya avê bi 8 TL, ya şîr bi 5 TL
09:00 Hevjîna Siddik Guler: Ji bo min her roj mirin e çavê min her tim li rê ye
09:00 Xelkê Amedê: Dewlet dixwaze kurdan bêvîn bihêle
09:00 ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2022'YAN
19/04/2022
21:06 Li Kampa Holê 3 jin hatin qetilkirin
21:00 Gelê Sinûnê: Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin
20:14 Dayikên Aştiyê û TJA bûn mêvanê 'Sifra Edaletê'
19:13 Amed di bin toz û telazê de ma
17:29 Bêbextî li kesên di lêpirsîna Kobanê de hatin binçavkirin ferzkirin
17:10 ÎHD'ê rapora binpêkirina mafên jinan aşkere kir
16:44 Parastina HDP’ê pêşkêşî AYM’ê hat kirin
16:37 Di Nobeda Edaletê de bertek nîşanî şer dan: Dê ev şer jî encam nede
16:37 Walitiyê îşkenceya li Timoqê piştî 20 rojan red kir
16:34 Cerdevanan li Bestayê dîsa dest bi birîna daran kirin
16:24 Di doza malbata Diril de Apro Diril dîsa hat girtin
16:19 Nobeta Edaletê ya li Wanê veguhestin pêş girtîgehê
16:09 Di bin navê ‘hevdîtina li gel midûr’ de wan sewq kirin
16:02 Doza Komkujiya Konyayê: 2 deqe dîmen jê hatiye birin
15:58 OHD’ê ‘cihekariya’ li girtîgehên Rihayê kir rapor