Rojnamevaniya kurdî 124 salî ye: Ava behrê bi vexwarinê naqede

  • rojane
  • 09:08 21 Nîsan 2022
  • |
img
AMED - Rojnamevanên ku têkildarî Roja Rojnamevanên Kurd axivîn, anîn ziman ku çapemeniya kurd tevî hemû astengî û êrişan jî li ser pêyan e. 
 
Di ser weşana rojnameya Kurdistanê de 124 sal derbas bûn ku ji aliyê Miqdat Midhat Bedirxan ve di 22'yê Nîsana 1898'an de li Qahire ya Misirê dest bi weşana xwe kir û bi giştî 31 hejmar çap bûn. Ji sala 1973'yan ve roja weşana Kurdistanê, 22'yê Nîsanê, wekî Roja Rojnamevanên Kurd tê pîrozkirin. 
 
Rojnamevanên kurd ku niha jî di şert û mercên dijwar de rojnamevaniyê dikin, her tim dengê çapemeniya azad bilind dikin û rastiyan eşkere dikin. Rojnamevanan bi boneya 22'yê Nîsanê Roja Rojnamevaniya Kurd behsa tiştên di warê rojnamevaniyê de rû dane kirin. 
 
Dîrokzan û rojnamevan Îsmet Konak, bi bîr xist ku Rojnameya Kurdistanê bi giştî 31 hejmar der çûne, lê heya niha hê jî 2 hejmarên wê winda ne. Konak bi dorê behsa kovara Rojî Kurd, Hawar û yên din ên di dîroka çapemeniya kurdî de girîng in kir û got, weşangeriya kurdî li derî erdnîgariya kurdan jî dewam kiriye û ji bo vê jî li ser rojnameya "Rêya Teze" ku li nav sînorên Yekîtiya Sovyetê ya wê demê der çûye. 
 
Konak, behsa dîroka zext û sansurê ya li ser çapemeniya kurdî jî kir û got, a rast çapemeniya kurdî tim û tim xwe pêşvetir biriye û rêya xwe domandiye. 
 
KURDOFOBÎ
 
Konak, anî ziman ku di dîroka Tirkiyeyê de kurdofobiyek heye û got: "Ev kurdofobî, li qadê her tim xwe da der. Kurdofobî, di 1925'an de bi Biryarnameya Şerq Islahatê xwe da der. Ji lew re, xalên 13 û 16'an ên vê biryarnameyê têkildarî kurdî ne. Di xala 13'an de tê gotin, 'Ên kurd, lê li ber tirkan têkşikiyayî.' Di vê xalê de behsa Dersim, Amedê û bajarên din ên kurdan derbas dibe. Di xala 16'an de jî tê gotin, 'Divê axaftina bi kurdî bê qedexekirin û demildest divê tirkî hînî zarokên keç bê kirin.' Meta min, şagirta Siddika Avarê ye ku ji bo tirkî bê hînkirin ew şandibûn Dersimê. Siddika Avar, muhfiza dagirkeriyê ye, ji bo wê ew şandibûn wê derê. A rast bişavtin bi awayekî encam dabû." Konak ji bo vê li ser têgiha "biyanîbûnê" ya Karl Marks sekinî û got: "Bi vê re dibin xerîbê nasnameya xwe. Ev, xizmeta hîmê netew-delwetê dike. Bi vê re bişavtin tê entegrekirin. Meta min jî yek ji van mînakan e." 
 
‘PARADÎGMAYA NETEWEYÎ YA DEWLETÊ'
 
Konak, destnîşan kir ku paradîgmaya netew-dewletê di salên 1940'an de dewam kiriye û bi kampanyaya "bi tirkî biaxiv" xebatên bişavtinê dewam kirine û xala sisêyan a van xebatên bişavtinê jî di sala 1983'yan de, piştî 12'ê Îlonê xwe daye der û ev jî qedexekirina weşanên ji xeynî tirkî bûye. Konak, bi lêv kir ku ev yek bandorek nebaş li weşangeriya kurdî kiriye û weşangeriya neteweyîbûnê ya bi Hawarê dest pê kiriye îro ro bi Ozgur Gundem, Yenî Ulke, Ozgur Ulke, Azadiya Welat, DÎHA, Ajansa Mezopotamyayê, JINNEWS, Xwebûn, Yenî Yaşamê û gelekên din didome. 
 
Konak, li ser zext û zoriyên ku çapemeniya kurd bi wan re rû bi rû dimîne jî sekinî û wiha got: "Li Tirkiyeyê zext û zoriyên li ser çapemeniyê tu carî kêm nebûne. Di sala 1994'an de rojnameya Ozgur Ulkeyê li Stenbol û Enqereyê bi êrişên bombeyî re rû bi rû ma. Serokwezîra wê demê Tansû Çîller fermana vê yekê dabû. Nêzî 27 kedkarên Ozgur Gundemê hatin qetilkirin. Di sala 2016'an de ev zextên li ser çapemeniya kurdî gihaştin asta herî jor. Ozgur Gudem, Azadiya Welat û DÎHA hatin girtin. Ev, dewama feraseta Biryarnameya Şerq Islahatê ne ku nêzî 100 sal berê hatibû avakirin. Tirk heman tirk e, tenê têla tembûrê guheriye." 
 
Konak, destnîşan kir ku mekanîzmaya li hemberî çapemeniya kurdî, mekanîzmayeke pir acizker e û Celadet Alî Bedirxan ev yek di sala 1933'yan de di nameyeke xwe ya ji Mûsatafa Kemal re şandiye aniye zimên. Konak, bi bîr xist ku Bedirxan di nameya xwe de gotiye "Ava behrê bi vexwarinê naqede." 
 
Konak, anî ziman ku çapemeniya kurdî xwedî keleporeke pir bi hêz e û Roja Rojnamevanên Kurd li hemû rojnamevanên kurd ên girtî û yên li derve pîroz kir. 
 
‘RASTÎ DÊ DI TARIYÊ DE NEMÎNIN'
 
Nûçegihana JINNEWS'ê Berîtan Canozer jî diyar kir ku rojnamevaniya kurdî ji Apê Mûsa heya Gûrbetelî Ersozan xebatên xwe di bin zext û zoriyê de domandiye û got: "Bi êrişan û kuştinan dixwazin me bitirsînin û bitepisînin. Lê em ji dema Apê Mûsayan dibêjin: Ê rastî û heqîqet di tariyê de nemînin. Me bi vê dirûşmeyê da ser rê. Em ê her tim pênûsa Apê Mûsa û Gûrbetelî Ersozê hilgirin û nehêlin bikeve erdê." 
 
WÊREKÎ
 
Canozer, destnîşan kir ku rojnamevanên kurd rojevê diyar dikin û rê li ber çapemeniyê dixin û wiha domand: "A rast em bi tiştên ku dinivîsin tişta ku kes newêre bike dikin. Têkoşîna me rojnamevanên jin jî a rast bi JINHA'yê ku tekane ajansa jinan a cîhanê bû dest pê kir û niha bi JINNEWS'ê didome. Em niha tenê ne li herêmê û Tirkiyeyê, em li seranserê cîhanêt ên naskirin. JINNEWS, mîrateya Ayfer Serçeyê bû û ji bo em xeyala wê pêk bînin me JINHA'yê ava kir. JINHA û Şûjin hatin girtin, lê em rojnamevanên jin niha di bin banê JINNEWS'ê de kom bûne. Belkî sibê JINNEWS bê girtin, lê em ê di bin banekî din de têkoşîna xwe bidomînin." 
 
‘EM DENGÊ JINA NE'
 
Canozer, bal kişand ser astengiyên li ser rojnamevanên kurd û saziyên çapemeniyê jî got: "Bi destê darazê malperên me asteng dikin. Em tenê ne dengê jinên kurd, dengê jinên hemû cîhanê ne. Em xîtabî hemû jinan dikin." 
 
‘ÇAPEMENIYA KURDÎ XIZMETA AZADIYÊ DIKE'
 
Edîtorê rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş jî destnîşan kir ku çapemeniya kurdî 124 sal in hebûna xwe didomîne û wiha axivî: "124 sal in em dibînin ku bê ka kurd xwe û çapemeniyê çawa bi rêxistin dikin. Carinan bi kurdî, carinan bi tirkî, lê xizmeta civaka kurd û azadiya gelê kurd dike. Gava em li zext û zoriyan mêze dikin, em dibînin ku zextên dewleta tirk bêtir li ber çava ne. Gava mesele dibe gelê kurd, azadî û serxwebûna kurdan, em leqayî zextên dewleta tirk tên. Di salên 90'an de hevalên me bi polîtîkayên siyasî yên dewletê hatin qetilkirin. Lê piştî AKP bû desthilat em dibînin ku zext zêdetir bûne. Berê çawa kuştin hebû, niha jî rojnamevanan digirin û heps dikin. Ev di heman demê zextên siyasî yên li ser çapemeniyê ne. Di ser 60'î re rojnamevanên girtî hene û bi vî awayî dixwazin çapemeniyê bêdeng bikin. 
 
DENGÊ RASTIYÊ
 
7 sal berê gelek çapxane û qenalên televîzyonê hatin girtin, lê çapemeniya kurdî cardin çapxaneya xwe ava kir û rêya xwe domand. Beriya her tiştî desthilata AKP'ê çapemeniyeke azad û serbixwe naxwaze. Bi taybetî jî çapemeniya kurdî ya li ser rêça azadiya gelê kurd û rêberê xwe. Her tim dengê rastiyê ye. Lê hikûmeta AKP'ê dijî rastiyê ye. Cihê heqîqet lê hebe, desthilata AKP'ê dixwaze ew cih tim tarî be. Naxwaze dengê gel û daxwazên gel bên bihîstin. Lewma çapemeniya kurd hem qîrîna gelê kurd hem jî ronahiya gelê kurd e. Tirsa hikûmeta AKP'ê ev e. Dizane gelê kurd xwe birêxistin dike, rêça xwe diyar dike û çapemeniya xwe birêxistin dike. Hikûmeta AKP'ê ji ber vê zext û zoriyan zêde dike. Desthilat tu carî naxwazin dengê civakê bê bihîstin. Her ku çapemeniya azad dibe dengê heqîqetê bi heman awayî zext jî zêde dibin. Girtina ajansan, astengkirina malperan, sansurkirina rojnameyan..."

Sernavên din

22/04/2022
09:03 Dayikên Aştiyê bang kirin: Divê hemû kurdên welatparêz li dijî vî şerî bisekinin
09:03 Bi operasyonê re dest bi birîna daran jî kirin: Dawî li talankirina xwezayê bînin
09:02 ‘Zarokên girtî rastî tundî, heqaret û lêdanê tên’
09:00 Şeniyên Amedê: Sedema krîza aborî, şer e
09:00 ROJEVA 22'YÊ NÎSANA 2022'YAN
21/04/2022
20:28 Koma Dostaniya Kurdan a YE’yê êrişên Tirkiyeyê şermezar kir, ji bo muzakereyê bang kir
19:36 Yenî Yaşam abonetiya e-Gazete dide destpêkirin
18:15 MLSA'yê ji bo rojnamevan Turfent serî li DMME'yê da
17:43 Til Temir hat bombekirin: 3 kes birîndar bûn
16:40 Xizmên girtiyan: Girtiyên nexweş berdin
16:03 PYD: Em li dijî şerê qirkirin û xiyanetê ne
15:21 Kedkar çûn serdana malbata Şenyaşar
14:24 Xizmên girtiyan: Hewceye gavên şênber bên avêtin
14:03 Li Rûsyayê êrişên Tirkiyeyê û PDK hate şermezarkirin
13:53 Meletiyan lêgerîna zêran şermezar kir
13:53 ÎHD: Penaberekê ku hewl didan bi darê zorê li welatê wî vegerînin xwe kuşt
13:35 Gelê Wanê vexwendin 1’ê Gulanê: Li dijî faşîzmê werin têkoşînê
12:21 Gunay: Divê gel, partî û rêveberiya Başûr li dijî dagirkeriyê rabin
12:21 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:55 Serokwezîrê berê yê Iraqê Malikî li dijî êrişa Tirkiyeyê derket
11:49 Malbata Şenyaşar: Eynika edaletê li pêş Edliyeya Rihayê ye
11:48 Danişîna doza Ceylan û Alokmen hat taloqkirin
11:44 Kasal ê li Sîlîvriyê ji ber îşkenceyê neçar ma întîhar bike bi dayika xwe re hevdîtin kir
11:26 Hevserokê KNK'ê Karamus: PDK dixwaze Başûr bike vîlayeta Tirkiyeyê
11:16 Li ber avahiya TUGVA'yê teqîn pêk hat
11:15 CPT nexşe weşand: Tirkiye hewl dide li Başûr 5 baregehên nû ava bike
10:40 Togrûl greva birçîbûnê bir rojeva meclisê
10:39 Rojnamevan Işik: Ev şer wê xetereyê bide siberoja Tirkiyeyê
09:48 Cerdevanan li Çiyayê Gabarê jî dest bi birîna daran kirin
09:13 Bajar bi madenvaniyê talan kirine: Armanc Meletiyeke sertewandî ye
09:10 Muslum Karak ê ji ber kurdbûna xwe bedêlên giran daye: Çi hewce be em hazir in
09:08 Rojnamevaniya kurdî 124 salî ye: Ava behrê bi vexwarinê naqede
09:08 Rojnameger Kaya: Ev şer dê pêşeroja kurdan diyar bike
09:07 ‘PDK xiyanetê li gelê kurd dike’
09:06 Ji ber înşeata qeyûm hindik maye dêra sûryaniyan hilweşe
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2022'YAN
08:58 YBŞ: Artêşa Iraqê bi zextên PDK û Tirkiyeyê êrişî Şengalê dike
20/04/2022
23:17 Wezareta Karên Derve ya Iraqê Erdogan li derewê qeliband
23:01 Silêmanî bi meşeke girseyî êriş şermezar kirin
20:52 Barzanî li xwe mikur hat: Tirkiye ji sînorê me êrişê dibe ser PKK'ê
20:32 KCD û DBP bûn mêvanê Sifra edaletê
17:09 Tirkiyeyê li Kobanê ji hewayê ve êriş bir ser wesayîtekê
17:01 Li Stenbolê banga tevlibûna mitînga 1’ê Gulanê hat kirin
16:49 Kurtalan: Girtî tên kuştin, dibêjin ‘întîhar kiriye’
16:45 Parlamenterê Iraqê: Li pişt êrişê Hikûmeta Kazimî heye
16:24 Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
16:06 Li Şengalê bi êrişan re Çarsema Sor jî hat pîrozkirin
15:47 Di Nobeta Edaletê de banga ji bo Barzanî: Aqilê xwe bîne serê xwe û birayê xwe nekuje
15:44 TJA: Divê PDK dest ji xeletiyê berd e
15:33 Ji ber gendeliyê cîgirê qeyûm ji wezîfeyê hat girtin
15:32 Di êrişa doza Dedeogullari de daxwazên parêzeran hatin redkirin
15:32 Erdogan ji bo hevkariyê spasiya Barzanî kir
15:01 Mazlum Dûrsûn ê ku berdana wî salek hat taloqkirin tehliye bû
15:01 Malbatên girtiyan: Kaygusuz ê ku dest û lingên wî tune ne çima nayê berdan?
14:42 Parêzer xwest ku doza MEBYA-DER’ê bê betalkirin
14:42 Di doza êrişa li dijî malbata Dedeogullari de polîs bi nakokî axivîn
14:22 Malbatên girtiyan astengkirina polîsan şermezar kirin
13:48 RTUK’ê cezayê pere li Amed Radyoyê birî
13:47 Mesrûr Barzanî li Londonê hat şermezarkirin
13:34 Ûca bertek nîşanî êrişa Şengalê da: Siyaseta şer wê wan ji hilweşînê xelas neke
13:32 HDK: Em li dijî şer rabin û bêdeng nemînin
13:32 Xwê û şekirê nadin girtiyên di greva birçîbûnê de
13:06 Li Amed û Dersimê gelek kes hatin binçavkirin
12:58 Elî Kerîmî: PDK parçeyeke Împaratoriya Osmanî ya nû ye
12:51 Malbata Şenyaşar têkoşîna xwe ya edaletê didomîne
12:34 Doza Dedeogûllari: Polîs li zeviya malbata kujer xebitîne
12:08 Ji duh heta îro operasyonên bêencam ên derveyî sînor
11:43 Dozger ji girtî re gotiye: Ez bûma min ê te bi dar ve bikira
11:30 Hizbûlaha Iraqê li dijî Tirkiyeyê banga çalakiyan kir
11:14 Dayikên Botanî bang li Barzanî kirin: Destên xwe ji xwîna zarokên me bikişînin
10:59 Doza JÎTEM’ê ya Cizîrê bir rojeva AYM’ê
10:44 Parlamenterê YNK’ê: Ev êriş ne li dijî PKK’ê li dijî nasnameya kurdan e
10:11 DFG: Rojnamegeriya kurdî ruhekî nû da çapemeniya cîhanê
10:10 Hevserokên DBP û HDP’ê: Heke PDK dev ji vê siyaseta qirêjî bernede dê têk biçe
10:07 Dîcle: Statûya Başûrê Kurdistanê di xetereyê de ye
09:57 Qereqolê zarokên ku birîndar bûn sûcdar kirin: Hin kesan ji we re got li wir biteqînin?
09:44 Li dijî otobusa gardiyanan êriş pêk hat: Gardiyanek mir
09:00 Bi operasyonan re çûna zozanan jî tê astengkirin
09:00 Rojnamevan Denîz Aydin: Windayên Tirkiyeyê gelek in
09:00 Wanî: PDK tu qîmet ji xwe re nehiştiye
09:00 Hinceta şewitandina înfazê: Dev ji hevalên xwe bernedaye
09:00 Xulaseya sewalvaniyê: Lîtreya avê bi 8 TL, ya şîr bi 5 TL
09:00 Hevjîna Siddik Guler: Ji bo min her roj mirin e çavê min her tim li rê ye
09:00 Xelkê Amedê: Dewlet dixwaze kurdan bêvîn bihêle
09:00 ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2022'YAN
19/04/2022
21:06 Li Kampa Holê 3 jin hatin qetilkirin
21:00 Gelê Sinûnê: Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin
20:14 Dayikên Aştiyê û TJA bûn mêvanê 'Sifra Edaletê'
19:13 Amed di bin toz û telazê de ma
17:29 Bêbextî li kesên di lêpirsîna Kobanê de hatin binçavkirin ferzkirin
17:10 ÎHD'ê rapora binpêkirina mafên jinan aşkere kir
16:44 Parastina HDP’ê pêşkêşî AYM’ê hat kirin
16:37 Di Nobeda Edaletê de bertek nîşanî şer dan: Dê ev şer jî encam nede
16:37 Walitiyê îşkenceya li Timoqê piştî 20 rojan red kir
16:34 Cerdevanan li Bestayê dîsa dest bi birîna daran kirin
16:24 Di doza malbata Diril de Apro Diril dîsa hat girtin
16:19 Nobeta Edaletê ya li Wanê veguhestin pêş girtîgehê
16:09 Di bin navê ‘hevdîtina li gel midûr’ de wan sewq kirin
16:02 Doza Komkujiya Konyayê: 2 deqe dîmen jê hatiye birin
15:58 OHD’ê ‘cihekariya’ li girtîgehên Rihayê kir rapor