Leşkerê ku li dijî PKK'ê şer kiriye: Ez bi têkneçûna PKK'ê baş dizanim

  • rojane
  • 09:03 22 Nîsan 2022
  • |
img

ÎZMÎR - Aktivîstê aştiyê Yannîs Vasîlîs Yaylali, têkildarî êrişên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê axivî û got: "Min jî li hemberî PKK'ê şer kiriye, lê ez bi hêza PKK'ê û têkneçûyîna wê baş dizanim. Ev êriş dê bên belawelakirin." 

Şerê Tirkiyeyê yê di 17'ê Nîsanê de li herêmên Avaşîn, Zap û Metînayê yên Herêma Kurdistana Federe dabû destpêkirin, didome. Her wiha hêzên taybet ên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) jî ji bejahiyê ve piştgiriya Tirkiyeyê dikin. 
 
Bertekên li dijî helwesta PDK'ê didomin. Aktivîstê aştiyê Yannîs Vasîlîs Yaylali êrişên li Herêma Kurdistana Federe nirxandin. 
QIRKIRIN
 
Yaylali, bilêv kir ku ev êriş ne êrişên cara ewil in û got: "Piştî PKK hat avakirin, ji sala 1993'yan ve gelek operasyon hatin kirin. Em tahdeya dewletê, operasyonên qirkirinê yên li hemberî kurdan dibînin. Dewletê di van operasyonan de tiştek bi dest nexist. Car carinan ji bo hin hikûmetan bibandor bû, lê ji bo hinekan jî ne serkeftî bû û ew çûn. Beriya niha bi salekê, di salvegera qirkirina ermenan de dabûn destpêkirin. Niha jî di heman mehê de dan destpêkirin. Bi vî awayî dixwazin peyamekê bidin gelê kurd, peyama qirkirinê." 
 
HEVKARIYA PDK'Ê
 
Yaylali, destnîşan kir ku di van êrişan de PDK jî bi awayekî çalak li cem dewletê cih digire û got: "PDK, vê carê pir eşkere wêneyê biratiya qirkirinê da kişandin. PDK, berê jî ev yek kiribû. Di sala 1995'an de, di dema 'Tevgera Pola' de, ez li herêma Heftanîn û Avaşînê di destê PKK'ê de dîlgirtî bûm. Kampa em lê ji aliyê PDK'ê û tirkan ve hat dorpêçkirin. Şerekî dijwar rû da. Lê gerîlayan hem em ji wir derxistin hem jî esker û pêşmergeyên PDK'ê yên bi ser wan de dihatin belawela kirin. PDK, ji bo berjwendiyên xwe biparêze sûdê ji xwîna gelê kurd digirt. Niha jî heman tiştî dike." 
 
DESTHILATDARÎ
 
Yaylali, bilêv kir ku du sedemên operasyonên li hemberî kurdan hene û ya ewil bi temamî li ser asasê qirkirina kurdan e. Yaylali, diyar kir ku ger ev pêk bê dê nifûsa kurdan nehêlin an jî koçberiyê li wan ferz bikin û got: "Ya dudoyan jî ji berê de wisa ye, desthilat ji bo desthilata xwe bidomînin serî li şerê li dijî kurdan didin. Ger şer li dijî kurdan be kes tiştekî nabêje û serî li ber te ditewîne. Ev berhema endezyariya civakî ya sed salî ye. Gava hat ragihandin ku dê li Zap û Avaşînê operasyon bê destpêkirin, partiyên muxalefetê yeko yeko girêdana xwe ya ji bo desthilatê ragihandin. Hilbijartin nêz dibe û krîzeke aborî heye. Desthilatê sozek xwe jî neanî cî. Lewma ji bo desthilata xwe bidomîne berê xwe dide şer." 
 
‘EZ DIZANIM TÊKNEÇÛYÎ YE'
 
Yaylali, destnîşan kir ku ne pêkan e ku ev êriş bi ser bikevin û got, herêma Zap û Avaşînê herêmeke xwedî newaline kûr in û ne herêmine ku dewlet karibe bi tevgereke bejahiyê biçe wan. Yaylali, bibîr xist ku berê jî gelek caran hatiye ceribandin û got: "Ez bi xwe herî kêm du salan bûm şahidê van êrişan. Tew wextekê gava esker bûm, min li dijî PKK'ê jî şer kiriye. Ez xwe disipêrim ceribandineke bi salan û dibêjim, ez bi hêza PKK'ê û têkneçûyîna wê baş dizanim. Li gor agahiyên ku me wergirtine, heya niha tevî alîkariya PDK'ê jî pir hindik hêzên xwe danîne. Her wiha pêdiviyên lojîstîk ên eskeran nayên peydekirin û eskerên tên danîn jî wernagirin. Ez bawer nakim ji vê wêdetir tiştek bibe. Gerîla dê van êrişan belawela bike. PKK, dê cardin dorê li dijmin teng bike." 
 
TÊKOŞÎNA BI HEV RE
 
Yaylali ku destnîşan kir "PKK, rêxistina xweser a kurdan e" got: "Lewma operasyona li hemberî wê, operasyona li hemberî gelê kurd e. Beriya her tiştî, bê şert û merc divê ev bê qebûlkirin. PDK'yî jî bi salan e hewl didin ku olîgarşiya xwe bidomînin. Ew ji bo kurdan malbateke olîgark in û tim xwe bi xwîna kurdan xwedî kirine. Kurd, wekî berê dê niha jî bi beranberiya bedêlên giran mafên xwe bi dest bixin. Lê gava kurd winda bikin, em ê hemû winda bikin. Ji lew re tişta ku PKK niha di têkoşîna xwe de wê temsîl dike, em bi xwe ne. Niha PKK, ji xeynî tirkan çepera dawî ya gelên din, bîr û baweriyan e. 40 sal in li dijî polîtîkayên qirkirinê û dagirkeriya tirk têdikoşe. Ji bo vîna gelê kurd li hember dagirkeriyê bi tenê neyê hiştin û barê li ser milê wan sivik bibe divê em piştgiriya wan bikin. Piştgiriya ji bo kurdan, keda ji bo têkoşîna me ye." 
 
MA / Tolga Guney
 
 

Sernavên din

24/04/2022
15:56 ‘Dewletê tenê ermen îmha nekirin, şopên wan jî jêbirin’
14:58 Doza Şenyaşar: Kekê Yildiz ê AKP’î walî weke şahid nîşan da
14:14 Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî Eyn Îsayê kir
13:40 Suryaniyan cejna paskalya pîroz kirin
13:17 102 Kurdistaniyên Rojhilat êrişên AKP'ê û PDK'ê şermezar kirin
13:03 HDP’ê ji bo 24’ê Nîsanê daxuyanî da: Em sûcê li dijî mirovahiyê ji bîr nakin
12:54 ‘Garo Paylan ne bi tenê ye’
12:29 Li Stenbolê bîranîna Qirkirkina Ermenan hate qedexekirin
12:16 Ferît Şenyaşar: Divê hemû kesên ku hevkarên komkujiyê ne bên darizandin
11:19 Parlamentoya Iraqê bi rojeva êrişên Tirkiyeyê kom dibe
11:08 Enfal bi bîr xist: Divê kurd destûrê nedin xiyanetê
10:51 Pêşmergeya jin Geşaw ku bertek nîşanî êrişên AKP'ê û PDK'ê dan: Ez amade me şer bikim
10:19 Ahmet Turk: Divê em li dijî xiyanetê derkevin
09:57 Di lêpirsîna Kobanê de 13 kes hatin girtin
09:45 Hinek Henek bi 5 listikên nû derket pêşberi bîneran
09:16 Dr. Zebarî: Rabûna li ber êrişan erkeke neteweyî ye
09:14 Dozger doza îxrackirina 19 kesên ku Tahir Elçî bibîr anîne kir
09:13 Dayika Îsê: Mirin jî tê de be em ê li ber xwe bidin
09:11 ‘Armanca îmara li Newala Qesaba binpêkirina rûmeta gel e'
09:09 Wanî: Berpirsê vê krîzê polîtîkayên AKP'ê ne
09:07 Li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, krîz, betalî û şer ber bi qada 1'ê Gulanê ve!
09:05 'Ji ber polîtîkayên bêcezakirinê îşkence li girtiyan tê kirin'
09:03 Rêveberiya Meclisa Xweser a Şengalê: Bi êrişan dixwazin tola DAIŞ'ê hildin
09:01 Ji sînorê Başûr bang kirin: Divê em li dijî şer derkevin
09:00 ROJEVA 24'Ê NÎSANA 2022'YAN
08:34 Di doza malbata Şenyaşar de ji malbata Yildiz 4 kes hatin girtin
23/04/2022
22:08 Di 'lêpirsîna Kobanê' de 5 kes hatin girtin
20:54 Ji bo malbatên girtiyan û xizmên windayan fitarî
20:07 Civata Ciwanên Herêma Şêladizê: Em ê li dijî êrişan bêdeng nemînin
19:47 Hevseroka AYKAY-DER'ê Bayav hat berdan
19:26 2 heyet çûn gundê Timoqê
18:16 Li Marînosê şerekî dijwar diqewime
18:03 Ji malbata Yildiz ê AKP'î 11 kes sewqî edliyeyê hatin kirin
16:57 Jinan ji Qilebanê bang kir: Faîl dewlet û daraz e
16:52 Bîlançoya şerê li Zap û Avaşînê hat eşkerekirin
16:42 Nûnertiya HDP'a Başûr: Divê kes li dijî şer bêdeng nemîne
16:04 Dozger xwest ku kesên ji lêpirsîna Kobanê hatine binçavkirin bên girtin
16:04 Hat xwestin ku girtiyê nexweş ê 70 salî bê berdan
15:51 Girtiyê nexweşiya penceşêrê xistine hucreya yekkesî
15:23 ÎHD’ê xwest ku girtiyên nexweş Ozbek û Ece bên berdan
14:39 Li Wan û Mêrsînê banga beşdariya mitîngên 1’ê Gulanê hat kirin
14:39 ‘Em bi dijminê bav û kalan re şer dikin bila PDK nekeve navberê’
14:13 Di 23’yê Nîsanê de aqûbeta zarokên hatine windakirin pirsîn
13:42 Piştî 25 rojan qedexeya li gundê Timoq hat rakirin
13:28 Dayikên Şemiyê li aqûbeta zarokên hatine windakirin pirsî
13:16 Li Şirnexê karkerekî Kana Komirê jiyana xwe ji dest da
12:27 'Divê Parlamentoya Herêma Kurdistanê li dijî dagirkeriyê bêdeng nemîne’
12:27 Pismamên şaredarê AKP’yî ji ‘qaçaxtiya mirovan’ hatin binçavkirin
12:11 Pêşmergeyê Dêrin: Tu sûdekî hevkariya PDK’ê ji bo kurdan nîne
11:45 Malbata Şenyaşar: Em nehatine wê astê ku bibêjin edalet pêk hat
11:32 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyê di roja 18’emîn de ye
11:32 Operasyona Tirkiye û PDK’ê li Stenbolê hate protestokirin
11:31 'Em ê peyamên Newrozê di 1’ê Gulanê de bidomînin’
11:24 HDP’ê di parastina xwe de yek bi yek hemû îdia bersivandin
11:06 Ji Tifaqa Kurdistanî banga hevpar: Em ji siyaseta dagirkeriyê re bêjin 'NA'
10:53 Kamal Chomani: PDK bûye leşkerê bi pere yê Tirkiyeyê
09:55 Amediyan bertek nîşanî Barzaniyan dan: Dilê we çawa digire ku hûn birayên xwe bikujin?
09:08 1'ê Gulanê dê bi ruhekî dijberî şer bê pîrozkirin
09:06 Dayikên Aştiyê: Em ji ber wan fedî dikin, ji laçikên dayikan jî şerm nakin
09:04 Tûtinvan: Bila kooperatîfvanî bi dawî bibe
09:03 Amediyan di sala dawî de herî zêde pirtûkên lêkolîn, dîrok û wêjeyî xwendine
09:00 ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2022'YAN
22/04/2022
21:47 Roja Rojnamegerên Kurd hat pîrozkirin: Heqîqet di tariyê de neman
21:18 Banga hunermendan: Bi hev re li dijî dagirkeriyê rabin
20:36 Li herêma operasyonê çawîşek pispor mir
20:29 Ciwanên HDP'î bûn mêvanê Sifra Edaletê
18:04 Cenazeyê Berîvan Alturk a hat qetilkirin hat veşartin
17:55 Li Şêladizê li baregeha artêşa tirk du teqînên mezin
17:42 Di lêpirsîna malbata Şenyaşarê de ji malbata Yildiz 9 kes hatin binçavkirin
16:33 Danişîna yekemîn a HDP'iyên ku ji ber belavkirina belavokan tên darizandin hat dîtin
16:32 Di Nobeda Edaletê de banga berdana girtiyên nexweş hat kirin
16:30 Faîlê ku Alturk qetil kir, zarokê xwe jî giran birîndar kir
15:46 Şirketê vîlayên li Newala Qesaba parast
15:45 Serdegirtina avahiya HDP'ê ya Bazîdê hat şermezarkirin
15:33 Ji rêxistinên sivîl daxuyaniya hevpar: Dest ji îşkenceya li hepsan berdin
15:32 Dayikên Aştiyê êriş şermezar kirin
15:07 Danişîna doza Arslan hat taloqkirin
15:06 Danişîna doza Demîrel û Balûken hat dîtin
15:06 Ji bo dosyaya kesên hatine binçavkirin biryara veşartî hate
14:14 Meclisa Jinan a TUM BEL-SEN’ê: Em zextan qebûl nakin
14:14 MKGP: Gotina ku em bibêjin û cureta me ya ku em bikin heye
14:08 Doza Geziyê: Dozger wek karmendek AKP’ê ye
13:09 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:07 HDP: Em banga xwedî derketina heqîqeta mîrateya Rojnameya Kurdistanê dikin
12:51 Malbata Şenyaşar: Ji ber ku dozger teref digire zilm didome
12:35 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyê di roja 17’emîn de ye
12:31 Koyluoglû: Xeta PDK’ê li ser perçekirina kurdan e
12:08 Pirsa ecêb a ‘Lêpirsîna Kobanê’: Gelo têkiliya te bi Fona Sîgortaya Bêkariyê re çi ye?
10:58 Li Kurêjahro şerek dijwar diqewime
10:47 Koç: Rojhilata Navîn li ser Kurdistanê tê dîzaynkirin
10:47 Tirkiyeyê êrişî Kobanê kir
10:06 Polîsan bi ser HDP’a Bazîdê de girtin: 3 kes hatin binçavkirin
10:02 Li Rihayê wesayît kete qenala avê: 3 kes mirin 2 kes jî winda bûn
09:42 Jina ku li Qilebanê giran birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
09:03 Ji ber Facebookê doz li welatiyê 74 salî vekirin!
09:03 Leşkerê ku li dijî PKK'ê şer kiriye: Ez bi têkneçûna PKK'ê baş dizanim
09:03 Qedexeya li gundê Timoqê 24 roj in didome
09:03 'Ev pergal wisa nabe werin em bi hev re wê biguherînin'
09:03 Ji ber gotina 'em gotinên wî lê vedigerînin' li Çaglar Demîrel doz hat vekirin
09:03 Pirsa Dayikên Aştiyê ya ji Barzanî: Birayê te kî ye?