'Ji ber polîtîkayên bêcezakirinê îşkence li girtiyan tê kirin'

  • rojane
  • 09:05 24 Nîsan 2022
  • |
img
AMED -  Parêzera OHD’ê Seda Zengîn anî ziman ku Wezîrê Edaletê bi gotinên xwe rê li ber polîtîkayên bêcezakirinê vedike û wiha got: “Ev polîtîka jî dike ku îşkence û zexta li ser girtiyan zêdetir bibe.” 
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, Baroya Amedê û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) li ser îdiayên îşkenceyê yên li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Amedê çûbûn serdana girtîgehê û raporek amade kiribûn. ÎHD, OHD û Baroya Amedê rapora xwe di 18’ê nîsanê de bi raya giştî re parve kir. Di encama lêkolînan de hatibû tespîtkirin ku li girtîgehê binpêkirinên mafan zêde ne û îşkence li girtiyan hatiye kirin. Têkildarî mijarê yek ji endamên komîsyonê û parêzera OHD’ê Seda Zengîn bi ajansa me re axivî. 
 
Parazêr Seda Zengîn diyar kir ku piştî serlêdana malbatan, li girtîgehê bi girtiyan re hevdîtin kirine. Zengîn, da zanîn ku di hevdîtinê de girtiyan qala îşkenceyê kirine û wiha got: “Di hevdîtine de girtiyan ji me re qala sergardiyan kir. Gotin ku bi hatina wî gardiyanî re zext û îşkenceya li Amedê zêde bûye. Girtî Zinar Ahmed Gulmez ji hêla gardiyanan ve hatiye îşkencekirin. Piştî îşkenceyê xwestiye biçe nexweşxaneyê lê gardiyanan nehiştine. Em li ser îdiayên îşkenceyê çûn girtîgehê lê serlêdaneke din a îşkenceyê ji me re hat. Girtiyê bi navê Îbrahîm Ayaz jî rastî îşkenceyê hatiye. Me li girtîgehê pê re hevdîtin kir. Ayaz got ku di dema lêgerîna gardiyanan de di navbera wan de nîqaş çêbûne û gardiyanê sereke heqaret li wî kirine.”
 
ÎŞKENCEYA KOMÎ
 
Seda Zengîn da zanîn ku girtiyên bi navên Umît Ozkan, Mehmet Kasim Arslan û Dogan Ozbahçecî jî rastî îşkenceyê hatine û wiha qala bûyerê kir: “Gardiyan bi awayêki qerebalix ser odeya wan de girtine û lêgerin kirine. Di lêgerîne de îşkence li her sê girtiyan kirine. Pîştî îşkenceyê her sê girtî ji hev cuda kirine, Mehmet Kasim Arslan û Umît Ozkan li erdê dirêj kirine û dîsa îşkence kirine. Sergardiyan û midûrê girtîgehê jî bûne şahid. Haya dozger jî jê heye lê tu lêpirsînek nehatiye vekirin.” 
 
HEWLDANA BÊESILKIRINÊ
 
Bi domdarî Zengîn bi lêv kir ku sirgûn jî li girtigehê zedê bûne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî îşkenceyê 2 girtî hatin sirgûnkirin. Dema girtiyan piştî îşkenceyê dibin nexweşxaneyê, li wir zextê li bijîşkan dikin ku rapora derbkirinê neyê dayîn. Mixabin bijîşk li gorî daxwaza wan tevdigerin. Her wiha ji ber ku girtiyan di Newrozê de li ber stranên kurdî govend girêdayîne, cezayê disiplînê lê hatiye birîn. Girtiyan got ku bi vê yekê hewl didin wan bêesil bikin. Ji bo vê jî gardiyan, midûrê girtîgehê û dozger hevkariyê dikin. Dozger, bi bêdengiya xwe dibe hevkarê wan sepanan. Di girteka hatiye girtin de tiştek tune ye. Cezayên disiplînê derhiqûqî ne. Xuyaye ku dixwazin girtiyan ji eslê wan dûr bixin.” 
 
POLÎTÎKAYÊN BÊCEZAKIRINÊ
 
Zengîn, bal kişand ser polîtîkayên bêcezakirinê û da zanîn ku ev polîtîka rê li ber îşkenceyê vedike. Zengîn, axaftina xwe wiha domand: “Dewlet li gorî qanûnên xwe tevnagere. Hem rêveberiya girtîgehê û hem jî dozger bi sepana necezakirinê re rê li ber binpêkirinên mafan vedikin. Girtî hem gilî dikin û hem jî ji dozger re nameyê dişînin lê derheqê îşkenceyê de tu lêpirsîn nayên destpêkirin. Dozger, bi vê helwesta xwe îşkenceyê rewa dike, gardiyan û midûrê girtîgehê diparêze. Jixwe gardiyanekî ji girtiyan re gotiye; ‘ez dikarim her tiştekî bikim û hûn kê dixwazin li wir gilî bikin.’ Ev gotin, encama polîtîkaya necezakirinê ne. Li Girtîgeha T3 a Amedê jî îşkence li girtiyan kiribûn û me rapor amade kir. Lê tevî raporê jî lêpirsîn venebû û girtiyên hatine îşkencekirin sirgûn kirin. Ne gardiyan lê girtî tên cezakirin.” 
 
‘GOTINÊN WEZÎRÊ EDALETÊ’
 
Di berdewamê de Zengîn gotinên Wezîrê Edaletê ku digot; ‘Di girtîgehan de îşkence tune ye’ bi bîr xist û wiha bertek nîşan da: “Divê girtîgeh li gorî mafên mirovan û hiqûqê bên dîzaynkirin. Lê li girtîgehên Tirkiyeyê hiqûqa navneteweyî tê binpêkirin û sepanên dermirovî hene. Wezîrê Edaletê îşkenceyê red dike lê dema em girtiyên jiyana xwe ji dest didin û raporên derheqê girtîgehan de dinihêrin, dibînin ku girtî tên îşkencekirin û binpêkirinên mafên mirovan hene. Mînak; miwekîlê min Haşîm Kaya diviyabû par di nîsanê de bihata berdan. Lê ji ber rapora lijneya çavdêriyê ya girtîgehê ev 3 car in berdana wî tê astengkirin. Hem ew û hem jî malbata wî tê mexdûrkirin. Heke Wezîrê Edaletê li raporên me binihêrta dê bidîta ku îşkence heye. Li girtîgehan tecrîd heye. Nameyên ku girtî ji me re dişînin, em ji Wezîrê Edaletê, Komîsyona Meclisê û ji sazî û dezgehan re dişînin. Ev gotinên Wezîrê Edaletê rê li ber polîtîkayên necezakirinê vedike.”
 
Zengîn got ku wan ji ber îşkenceya hatiye kirin serlêdana sûc kirine û rapor jî di nava serlêdanê de pêşkeş kirine. Zengîn, diyar kir ku heta encamek jê tê girtin û gardiyanên îşkencekar tên cezakirin jî çi ji destê wan were dê bikin. 
 

Sernavên din

27/04/2022
09:00 ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2022'YAN
26/04/2022
23:54 Li Silopiyayê lîstika 'Dansa Drama ya Bisih' hate lîstin
22:25 Berdevka HDP’ê Gunay: Divê kurd li dijî êrişan bibin yek
21:47 Biryara tayînkirina Waliyê Nînovayê ya Qeymeqamtiya Şengalê hate betalkirin
20:49 Malbatên girtiyan serdana EMEP’ê kirin
20:24 Derbarê Omer Ocalan de lêpirsîn hate destpêkirin
19:32 Hate îdiakirin ku li Dêrsimê zilamekî xwe kuştiye
19:24 Li Herêma Kurdistanê 3 eskerên din hatin kuştin
18:09 Li pêş Nûnertiya NY'yê ya Hewlêrê êriş hatin şermezarkirin
17:01 Ji ÎHD’ê rapora girtîgehan: Divê kontrola serbixwe bê kirin
16:38 Di Nobeda Edaletê de banga hevgirtina li dijî ‘faşîzmê’ hat kirin
16:24 415 kesan ji bo azadiya Ocalan danezanek weşand
16:13 Ciwanên kurd li Bernê PDK şermezar kirin
16:11 Bûldan: Îktidar şer vediguhezîne Rojhilata Navîn
15:58 Nobeta Edaletê: Ne hiqûq û ne jî edalet li dora AKP’ê nema ye
15:50 Doza Fatma Altinmakas hate taloqkirin
15:01 Di Nobeta Edaletê de bi çepikan şermezar kirin
14:52 Careke din kesên ku ji bo daxwazên girtiyan dimeşin Enqerê binçav kirin
14:37 Êrişkarê kedkarên tenduristiyê hat girtin
14:36 Navenda Mafên Jinan a Baroyê Amedê ji bo doza Peymana Stenbolê bang kir
14:16 Erdogan û Putin bi telefonê hevdîtin kirin
13:39 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:30 Doza Kobanê: Helwesta heyeta dadgehê ji Fermana Islahatê cudatir nîne
13:28 Welatiyê ku rexneya Ocalan li serokê Partiya Yenîlîk kiribû hate binçavkirin
13:18 Emîne Şenyaşar: Dixwazim êdî şîna xwe bigirim
12:47 Li Mereşê zarokek hat kuştin
12:41 Daxwaza betalkirina doza Beştaş hate redkirin
12:11 Tevî biryara DMME’yê jî dê doza Uca bidome
11:41 Remzî Kartal: Wê ji vî şerî encam negirin
11:22 Girtiyan ji bo êrişên AKP-PDK’ê bang kir: Divê her kes tev li têkoşînê bibe
11:18 Cerdevanan bertek nîşanî şer dan û dest ji çekan berdan
11:13 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyê di roja 21’emîn de ye
10:59 Mehmet Ocalan: Siyaseta malbata Barzanî bi kurdan dide windakirin
10:50 Gundê Zorê mînaka talankirinê ye
10:46 Li Qerejdaxê rengê bûkaniyan veguherî pêşengehek sirûştî
09:51 Lîmakê înşeata nexweşxaneyê da sekinandin: Xwest heqê îhaleyê bê zêdekirin
09:44 ‘Ji bo bidawîkirina zilma li ser girtiyan hewcehî bi piştgiriyeke xurt heye’
09:36 Girtiyê ku perçeyê şarapnelê di serê wî de ye nayê berdan
09:34 'Destkeftiyên kurdan li Tirkiyeyê trawma çêdikin'
09:10 Demîr: Girseya Newrozê dê biherike 1’ê Gulanê
09:06 Rêxistinên hiqûqê: Divê daxwaza Malbata Şenyaşar bicih were
09:05 Li ser xeta sînor bang li malbata Barzanî kirin ku ‘dest ji xiyanetê’ berde
09:04 Malbatên girtiyan û windayan: Li dijî şer rabin ser pêya
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2022'YAN
25/04/2022
22:53 Piştî biryara Doza Geziyê li ber edliyeyê 'Nobeda Edaletê' hat destpêkirin
21:19 Artêşa Iraqê kete navenda Şengalê
19:27 Di Doza Geziyê de cezayê muebbeta giran dan Osman Kavala
18:22 Partiyên siyasî bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê dan
17:54 Li Bazîdê 3 kes hatin girtin
17:40 Polîsê ku li parêzer xistibû hêj li ser karê xwe ye
17:17 Îdianameya Sutçu ku êrişî HDP’ê kiribû hate qebûlkirin
17:02 80 cenazeyên leşkeran anîn Nexweşxaneya Geverê
16:57 Li Rihayê protestoya sergoyê
16:51 60 kesên ji HAK-PAR'ê îstîfa kirin derbasî HDP’ê bûn
16:39 Di çalakiya Nobeta Edaletê de bertek nîşanî AKP-PDK’ê dan
16:23 Di Doza Kobanê de hîn bû ku şahid e: Ev îfade yên min nînin
15:55 Di Doza Kobanê de SEGBÎS li parêzeran hate qedexekirin!
15:27 Ji bo 1’ê Gulanê li Mêrsînê bang kirin
15:18 TAJÊ: Destkeftiyên Şengalê xeta me ya sor e
15:08 Kedkar dê di 1’ê Gulanê de li Êlihê dakevin qadan
14:36 Cezayê girtîgehê yê Demîrtaş hat xerakirin
14:22 Li welatiyê ku strana kurdî distriya xistin û binçav kirin
14:15 Malbata Şenyaşar: Dewletê qebûl kir ku komkujî bi organîze hatiye kirin
14:10 Bîlançoya şerê li derveyî sînor hate aşkerakirin
13:51 Kesên dixwestin ji bo daxwazên girtiyan ber bi Enqereyê ve bimeşin hatin binçavkirin
13:42 Metîn Şengîl ê ku hevjîna xwe ya berda bû qetil kir hate girtin
13:33 DAIŞ’ê li Qereçoxê êriş kir
13:29 Partiyên siyasî û saziyên civakî: Em ê di 1’ê Gulanê de li qadan bin
13:05 Nûrî Mehmûd: Tirkiye çi bike PDK jî heman tiştî dike
12:34 Pêşmergeyên Dêrîn: Em ê li dijî êrişan bêdeng nemînin
12:20 Rojnameger Altan: Têkçûna 4’emîn a li Zapê nêz e
11:36 Şahidên komkujiya malbata Şenyaşar: Yek kes ji vir zindî dernakeve!
10:22 Bi çeka polîs êrişî xebatkarên tenduristiyê kir
09:49 Parêzerê malbata Şenyaşar: Em ê serî li AYM’ê bidin
09:23 Hilberînerên mişmişan ku qeşayê li mişmişên wan da li benda piştgiriyê ne
09:22 AYM'ê qedexeya tîpa 'w' ya navên kurdî weke binpêkirin qebûl nekir
09:22 Talîban jinên ku revandin di berdêla tapo de berda
09:20 Leşkeran li gelek deverên gundê Timoqê dar birîne û erd vedane
09:19 Emîne Şenyaşar: Kujer tenê ne 4 kes bûn
09:18 Çalakgerê rojiya mirinê Yildirim: Em ê nebin temaşevanê lîstika tê leyîstin
09:18 Ozturk: Êrişkar jî piştgirên wan jî wê winda bikin
09:00 ROJEVA 25'Ê NÎSANA 2022'YAN
24/04/2022
20:27 Li Taksîmê polisan îşkence li ciwanên kurd kir
20:07 Li ser îtîraza dozger careke din hatin biçavkirin!
18:26 MXDŞ: Em ji çareserî û berxwedanê re amade ne
17:43 Amedspor ji bo play-offê serketinek girîng bi dest xist
17:08 Sancar: Xelasiya ji pêşeroja tarî di Tifaqa Demokrasiyê de ye
17:07 Meclisa Dayikên Aştiyê êrîşên PDK’ê şermezar kir
15:56 ‘Dewletê tenê ermen îmha nekirin, şopên wan jî jêbirin’
14:58 Doza Şenyaşar: Kekê Yildiz ê AKP’î walî weke şahid nîşan da
14:14 Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî Eyn Îsayê kir
13:40 Suryaniyan cejna paskalya pîroz kirin
13:17 102 Kurdistaniyên Rojhilat êrişên AKP'ê û PDK'ê şermezar kirin
13:03 HDP’ê ji bo 24’ê Nîsanê daxuyanî da: Em sûcê li dijî mirovahiyê ji bîr nakin
12:54 ‘Garo Paylan ne bi tenê ye’
12:29 Li Stenbolê bîranîna Qirkirkina Ermenan hate qedexekirin
12:16 Ferît Şenyaşar: Divê hemû kesên ku hevkarên komkujiyê ne bên darizandin
11:19 Parlamentoya Iraqê bi rojeva êrişên Tirkiyeyê kom dibe
11:08 Enfal bi bîr xist: Divê kurd destûrê nedin xiyanetê
10:51 Pêşmergeya jin Geşaw ku bertek nîşanî êrişên AKP'ê û PDK'ê dan: Ez amade me şer bikim