Li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, krîz, betalî û şer ber bi qada 1'ê Gulanê ve!

img
STENBOL - Nûnerên jin ên partiyên siyasî, diyar kirin ku dê di 1'ê Gulanê de daxwazên xwe yên li dijî betalî, kedxwarî, şer û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bînin ziman û gotin: "Ji Newroza bihara gelan, ber bi bihara karkeran 1'ê Gulanê ve." 
 
Karker û kedkar amadekariyên 1'ê Gulanê dikin. Nûnerên jin ên partiyên siyasî 1'ê Gulana ku dê li Qada Maltepe ya Stenbolê bê lidarxistin nirxandin. 
 
Berdevka Partiya Azadiya Civakî (TOP) Perîhan Koca, anî ziman ku 1'ê Gulanê di şert û mercine awarte de pêşwazî dikin. Koca, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê krîzeke piralî heye û got, gel li aliyekî li hemberî krîza abor, enflasyon û betaliyê têdikoşe û li aliyê din jî li dijî polîtîkayên zilmê yên desthilatê li ber xwe dide. 
 
Koca got: "Tevgera jinan, ew tirsa ku desthilatê afirandibû serobino kir û xwe gihand girseyan û 8'ê Adarê bi coşeke mezin li dar xist. Her wiha beriya 8'ê Adarê di çalakiyên Peymana Stenbolê, çalakiyên li dijî xizaniyê de li taxan û navçeyan cih girtin. Gaveke din a girîng jî 21'ê Adarê Newroz bû. Li seranserê welêt me hêrsa gelê kurd û gelan dît.. Lewma bi rastî jî 1'ê Gulana 2022'yan a îsal xwedî wateyeke diyarker e." 
 
KURSUYÊN DEMOKRASÎ Û KEDÊ
 
Koca, bal kişand ser amadekariyên 1'ê Gulanê û got: "Em ê di 1'ê Gulanê de hemû bajaran veguherînin qadên têkoşîna gelan û çalakiyan li dar bixin. Em ê di vê çarçoveyê de bi kursuyên demokrasî û kedê, bi şahiyan hewl bidin ku gel bi awayekî çalak tevli 1'ê Gulanê bibin." 
 
JI BO JIYANEKE NÛ BER BI 1'Ê GULANÊ VE
 
Koca, destnîşan kir ku jin di rêxistinkirina muxalefeta civakî de xwedî roleke pêşengî ne û got: "Ji ber ku jin barê krîzê, xizaniyê hîs dikin, tim ew li refên pêş in. Ji lew re tevgera jinan bi polîtîkayên xwe yên bi salan tirsa desthilatê serobino kir. Lewma em jin hewl didin ku bi daxwazên wekî nan, aştî û azadiyê û li dijî xizaniyê û ji bo avakirina jiyaneke nû dakevin qadên 1'ê Gulanê." 
 
Berdevka Meclîsa Jinan a Sosyalîst (SKM) Çîçek Otlû jî destnîşan kir ku 1'ê Gulanê bi berxwedanine bihêz pêşwazî dikin û bal kişand ser çalakî û grevên karkeran. 
 
JI NEWROZÊ BER BI 1'Ê GULANÊ 
 
Otlû, diyar kir ku di vê pêvajoyê de jin di 8'ê Adarê de li dijî qedexeyan daketine qadan û polîtîkaya azadiya ked, zayend û bedenê li kuçeyan dane der û li dijî biryara betalkirina Peymana Stenbolê, qanûna nafaqayê û daraza li teref mêran li kuçeyan îtirazên xwe bilind kirin. Otlû, bibîr xist ku jinan di 8'ê Adarê de li Taksûmê barîkatên polîsan rûxandine û bang kirine ku ew pergala mêr a serdest nas nakin û got: "PIştî bihara jinan, me bi Newrozê re bihara gelan dît. Bi milyonan eks daketin qadan û doza azadiya gelê kurd kir. Xwestin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah ocalan bê rakirin. Doza mafê zimanê zikmakî kirin. Niha jî em ji bihara gelan ber bi bihara karker û kedkaran 1'ê Gulanê ve diçin." 
 
‘GREV Û BERXWEDAN'
 
Otlû, bilêv kir ku krîza aborî kûrtir dibe û bi vê re betalî û xizanî jî zêde dibe û got: "Karkerên ji saziyên dewletê tên derxistin an bedenên xwe dişewitînin an jî li malê xwe dikujin. Ev bertek ne bertekine şexsî ne, di heman demê de bertekên rêxistinkirî jî bilind dikin. Jin li hemberî mobîngê, li hemberî zayendparêziyê û ji bo rêxistinbûyîna sendîkayî li ber xwe didin. Em karker û kedkar em ê di 1'ê Gulanê de li dijî kedxwariya rejîma AKP'ê dakevin kuçeyan. Em bang li hemû jinan, ciwanan û karkeran dikin ku xwedî li pêşeroja xwe derkevin. Ji ber vê em ESP 1'ê Gulan bi dirûşmeya 'grev û berxwedanê' birêxistin dikin." 
 
GIRTÎGEH
 
Otlû, destnîan kir ku daxwazek 1'ê Gulanê jî azadiya girtiyan e û got: "Ji bo li girtîgehan pêşî li tahde û mirinê bê girtin em ê ji bo azadiya girtiyan bang bikin. Li hemberî kesên di nava tevgera çep û têkoşîna azadiya kurd de polîtîkayeke teslîmgirtinê tê pêkanîn. Ev polîtîka ewil li girtîgehan dest pê dikin. Em ê li qadên 1'ê Gulanê bang bikin ku 'daxwazên girtiyan daxwazên me ne.'" 
 
MA/ Esra Solîn Dal

Sernavên din

27/04/2022
09:00 ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2022'YAN
26/04/2022
23:54 Li Silopiyayê lîstika 'Dansa Drama ya Bisih' hate lîstin
22:25 Berdevka HDP’ê Gunay: Divê kurd li dijî êrişan bibin yek
21:47 Biryara tayînkirina Waliyê Nînovayê ya Qeymeqamtiya Şengalê hate betalkirin
20:49 Malbatên girtiyan serdana EMEP’ê kirin
20:24 Derbarê Omer Ocalan de lêpirsîn hate destpêkirin
19:32 Hate îdiakirin ku li Dêrsimê zilamekî xwe kuştiye
19:24 Li Herêma Kurdistanê 3 eskerên din hatin kuştin
18:09 Li pêş Nûnertiya NY'yê ya Hewlêrê êriş hatin şermezarkirin
17:01 Ji ÎHD’ê rapora girtîgehan: Divê kontrola serbixwe bê kirin
16:38 Di Nobeda Edaletê de banga hevgirtina li dijî ‘faşîzmê’ hat kirin
16:24 415 kesan ji bo azadiya Ocalan danezanek weşand
16:13 Ciwanên kurd li Bernê PDK şermezar kirin
16:11 Bûldan: Îktidar şer vediguhezîne Rojhilata Navîn
15:58 Nobeta Edaletê: Ne hiqûq û ne jî edalet li dora AKP’ê nema ye
15:50 Doza Fatma Altinmakas hate taloqkirin
15:01 Di Nobeta Edaletê de bi çepikan şermezar kirin
14:52 Careke din kesên ku ji bo daxwazên girtiyan dimeşin Enqerê binçav kirin
14:37 Êrişkarê kedkarên tenduristiyê hat girtin
14:36 Navenda Mafên Jinan a Baroyê Amedê ji bo doza Peymana Stenbolê bang kir
14:16 Erdogan û Putin bi telefonê hevdîtin kirin
13:39 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:30 Doza Kobanê: Helwesta heyeta dadgehê ji Fermana Islahatê cudatir nîne
13:28 Welatiyê ku rexneya Ocalan li serokê Partiya Yenîlîk kiribû hate binçavkirin
13:18 Emîne Şenyaşar: Dixwazim êdî şîna xwe bigirim
12:47 Li Mereşê zarokek hat kuştin
12:41 Daxwaza betalkirina doza Beştaş hate redkirin
12:11 Tevî biryara DMME’yê jî dê doza Uca bidome
11:41 Remzî Kartal: Wê ji vî şerî encam negirin
11:22 Girtiyan ji bo êrişên AKP-PDK’ê bang kir: Divê her kes tev li têkoşînê bibe
11:18 Cerdevanan bertek nîşanî şer dan û dest ji çekan berdan
11:13 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyê di roja 21’emîn de ye
10:59 Mehmet Ocalan: Siyaseta malbata Barzanî bi kurdan dide windakirin
10:50 Gundê Zorê mînaka talankirinê ye
10:46 Li Qerejdaxê rengê bûkaniyan veguherî pêşengehek sirûştî
09:51 Lîmakê înşeata nexweşxaneyê da sekinandin: Xwest heqê îhaleyê bê zêdekirin
09:44 ‘Ji bo bidawîkirina zilma li ser girtiyan hewcehî bi piştgiriyeke xurt heye’
09:36 Girtiyê ku perçeyê şarapnelê di serê wî de ye nayê berdan
09:34 'Destkeftiyên kurdan li Tirkiyeyê trawma çêdikin'
09:10 Demîr: Girseya Newrozê dê biherike 1’ê Gulanê
09:06 Rêxistinên hiqûqê: Divê daxwaza Malbata Şenyaşar bicih were
09:05 Li ser xeta sînor bang li malbata Barzanî kirin ku ‘dest ji xiyanetê’ berde
09:04 Malbatên girtiyan û windayan: Li dijî şer rabin ser pêya
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2022'YAN
25/04/2022
22:53 Piştî biryara Doza Geziyê li ber edliyeyê 'Nobeda Edaletê' hat destpêkirin
21:19 Artêşa Iraqê kete navenda Şengalê
19:27 Di Doza Geziyê de cezayê muebbeta giran dan Osman Kavala
18:22 Partiyên siyasî bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê dan
17:54 Li Bazîdê 3 kes hatin girtin
17:40 Polîsê ku li parêzer xistibû hêj li ser karê xwe ye
17:17 Îdianameya Sutçu ku êrişî HDP’ê kiribû hate qebûlkirin
17:02 80 cenazeyên leşkeran anîn Nexweşxaneya Geverê
16:57 Li Rihayê protestoya sergoyê
16:51 60 kesên ji HAK-PAR'ê îstîfa kirin derbasî HDP’ê bûn
16:39 Di çalakiya Nobeta Edaletê de bertek nîşanî AKP-PDK’ê dan
16:23 Di Doza Kobanê de hîn bû ku şahid e: Ev îfade yên min nînin
15:55 Di Doza Kobanê de SEGBÎS li parêzeran hate qedexekirin!
15:27 Ji bo 1’ê Gulanê li Mêrsînê bang kirin
15:18 TAJÊ: Destkeftiyên Şengalê xeta me ya sor e
15:08 Kedkar dê di 1’ê Gulanê de li Êlihê dakevin qadan
14:36 Cezayê girtîgehê yê Demîrtaş hat xerakirin
14:22 Li welatiyê ku strana kurdî distriya xistin û binçav kirin
14:15 Malbata Şenyaşar: Dewletê qebûl kir ku komkujî bi organîze hatiye kirin
14:10 Bîlançoya şerê li derveyî sînor hate aşkerakirin
13:51 Kesên dixwestin ji bo daxwazên girtiyan ber bi Enqereyê ve bimeşin hatin binçavkirin
13:42 Metîn Şengîl ê ku hevjîna xwe ya berda bû qetil kir hate girtin
13:33 DAIŞ’ê li Qereçoxê êriş kir
13:29 Partiyên siyasî û saziyên civakî: Em ê di 1’ê Gulanê de li qadan bin
13:05 Nûrî Mehmûd: Tirkiye çi bike PDK jî heman tiştî dike
12:34 Pêşmergeyên Dêrîn: Em ê li dijî êrişan bêdeng nemînin
12:20 Rojnameger Altan: Têkçûna 4’emîn a li Zapê nêz e
11:36 Şahidên komkujiya malbata Şenyaşar: Yek kes ji vir zindî dernakeve!
10:22 Bi çeka polîs êrişî xebatkarên tenduristiyê kir
09:49 Parêzerê malbata Şenyaşar: Em ê serî li AYM’ê bidin
09:23 Hilberînerên mişmişan ku qeşayê li mişmişên wan da li benda piştgiriyê ne
09:22 AYM'ê qedexeya tîpa 'w' ya navên kurdî weke binpêkirin qebûl nekir
09:22 Talîban jinên ku revandin di berdêla tapo de berda
09:20 Leşkeran li gelek deverên gundê Timoqê dar birîne û erd vedane
09:19 Emîne Şenyaşar: Kujer tenê ne 4 kes bûn
09:18 Çalakgerê rojiya mirinê Yildirim: Em ê nebin temaşevanê lîstika tê leyîstin
09:18 Ozturk: Êrişkar jî piştgirên wan jî wê winda bikin
09:00 ROJEVA 25'Ê NÎSANA 2022'YAN
24/04/2022
20:27 Li Taksîmê polisan îşkence li ciwanên kurd kir
20:07 Li ser îtîraza dozger careke din hatin biçavkirin!
18:26 MXDŞ: Em ji çareserî û berxwedanê re amade ne
17:43 Amedspor ji bo play-offê serketinek girîng bi dest xist
17:08 Sancar: Xelasiya ji pêşeroja tarî di Tifaqa Demokrasiyê de ye
17:07 Meclisa Dayikên Aştiyê êrîşên PDK’ê şermezar kir
15:56 ‘Dewletê tenê ermen îmha nekirin, şopên wan jî jêbirin’
14:58 Doza Şenyaşar: Kekê Yildiz ê AKP’î walî weke şahid nîşan da
14:14 Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî Eyn Îsayê kir
13:40 Suryaniyan cejna paskalya pîroz kirin
13:17 102 Kurdistaniyên Rojhilat êrişên AKP'ê û PDK'ê şermezar kirin
13:03 HDP’ê ji bo 24’ê Nîsanê daxuyanî da: Em sûcê li dijî mirovahiyê ji bîr nakin
12:54 ‘Garo Paylan ne bi tenê ye’
12:29 Li Stenbolê bîranîna Qirkirkina Ermenan hate qedexekirin
12:16 Ferît Şenyaşar: Divê hemû kesên ku hevkarên komkujiyê ne bên darizandin
11:19 Parlamentoya Iraqê bi rojeva êrişên Tirkiyeyê kom dibe
11:08 Enfal bi bîr xist: Divê kurd destûrê nedin xiyanetê
10:51 Pêşmergeya jin Geşaw ku bertek nîşanî êrişên AKP'ê û PDK'ê dan: Ez amade me şer bikim