Bi hezaran kesan li ser sînor bang li PDK’ê kir: Ma hûn ji xinayetê şerm nakin?

  • rojane
  • 14:26 27 Nîsan 2022
  • |
 
 
ŞIRNEX - Dayikên Aştiyê li dijî êrişên AKP-MHP-PDK’ê li Silopiyayê ber bi sînor ve meşiyan û ev bang li malbata Barzanî kirin: “Bi tank û topan êrişî zarokên me dikin. Mesûd Barzanî, dev ji xiyanetê berde. Ma tu ji xiyanetê şerm nakî?” 
 
Bi hezaran kes li Silopiyayê bi pêşengiya Meclisa Dayikên Aştiyê li dijî êrişên AKP-MHP-PDK’ê li bajarokê Tilqebîn ê Silopiyayê hatin cem hev û ber bi Deriyê Sînor ê Xabûrê ve meşiyan. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz û Keskîn Bayindir parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nûran Îmîr, Remziye Tosun, Ayşe Surucu, Siddik Taş, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, rêveberên HDP û DBP’ê yên Mêrdîn, Sêrt, Êlih û Amedê û bi hezaran welatî beşdarî meşê bûn. 
 
Tevî astengiyên leşkeran jî girse bi pankarta “Li hemberî îxanet û dagirkeriyê em ê xaka xwe ya pîroz biparêzin, bijî berxwedana rûmetê” dest bi meşê kirin û bi dirûşmên “Bimre xiyanet” û “Bijî berxwedana Zapê” bertek nîşanî hevkariya AKP-MHP-PDK’ê dan. 
 
Piştî meşa girseyî jî daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de endama Meclisa Dayikên Aştiyê Emîne Ozek da zanîn ku ji ber êrişên li derveyî sînor hatine ba hev û wiha got: “Baş e Mesûd Barzanî ji kurdan çi dixwaze? Dê heta kengî piştgiriyê bide zaliman? Dê ev xiyaneta wan heta kengî berdewam bike? Em yekitiyê dixwazin lê ew şer li me ferz dikin. Bi tank û topan êrişî zarokên me dikin. Ma zarokên me çima çûn çiyê? Mesûd Barzanî, dev ji vê xiyanetê berde. Dev ji vê zilm û xiyanetê berde. Bi gelê xwe re be. Edî bes e.” 
 
‘EM LI DIJÎ ŞERÊ SEDSALAN LI VÊ DERÊ NE’ 
 
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz jî bertek nîşanî êrişên AKP-MHP-PDK’ê dan û wiha got: “Ev bi rojane şerekê bêeman tê kirin. Em li dijî şerê di 14’ê nîsanê de hatiye destpêkirin ku bingeha xwe ji şerê sed salan digire hatine vê derê. Divê bê zanîn ku em ê her tim li dijî vî şerî bi hev re têbikoşin. AKP-MHP’ê polîtîkaya xwe ya dijminatiyê ya li dijî kurdan kûrtir kir. Bi polîtîkaya tecrîd û qeyûman, bi ya komkujiyên jinan, operasyonên siyasî û şerê li her çar parçeyên Kurdistanê  re dixwazin xwe li ser pêyan bigirin. Di 14’ê nîsanê de şerekî nû hate destpêkirin û hemû cureyên çekên kîmyewî tên bikaranîn. Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê ji bo pêkanîna xeyalên Osmanî ev şer da destpêkirin. Dibe ku li ser dijminatiya kurdan bê kirin lê ev şer li dijî demokrasiya Tirkiyeyê ye. Gelê kurd heta dawiyê dê li dijî vê şerî têbikoşe.” 
 
SEKNA PDK’Ê
 
Bi domdarî Aydenîz bal kişand ser êrişên li ser Şengalê û sekna PDK’ê û ev tişt anî ziman: “Iraq, PDK, Tirkiye û DYA li Şengalê bi hev re êrişî destkeftiyên kurdan dikin. Her ku em dibêjin bila di navbera kurdan de yekitî pêş bikeve, PDK bi helwesta tunekirina kurdan tevdigere. Ev sekn, ne seknekî kurdistanî û ya têkoşîna ji bo yekitiyê ye. Dê gelê kurd bêyî PDK’ê yekitiya xwe ava bike. Divê gelê Başûr xwedî li destkeftiyên xwe derkeve. Ev şer, li dijî statûya başûrê Kurdistanê tê kirin. Em van êrişan şermezar dikin.”
 
‘KURDISTAN TÊ DAGIRKIRIN’
 
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî got ku ew îro li ser navê bakurê Kurdistanê diaxivin û berdewam kir: “Divê gelê me yê Başûr jî dengê me bibihîze. Kurdistan bi destê hêzên serdest bû çar parçe lê Kurdistan yek parçe ye. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê Kurdistanê dagir dikin. Di demên berê de jî ev yek kirin. Niha jî bi alîkariya PDK’ê anku bi alîkariya hikûmeta Herêma Kurdistanê vê dagirkeriyê dikin. Ev yek xelet e û em qebûl nakin. PDK nûnertiya gelê kurd nake. Hûn li cem Tayyîp Erdogan mîna karmendekî wî disekinin. Hûn weke karmendên AKP-MHP’ê tevdigerin. Hûn nikarin rûmeta gelê kurd naparêzin. Ji bo we ya herî girîng berjewendiyên we ne. Statûya başûrê Kurdistanê statûya malbata Barzanî nîne, statûya gelê kurd û Kurdistanê ye. Ev kes ji bo tunekirina kurdan sondxwarî ne. Me ev yek li Efrîn û Girê Spî dît. Ev ne operasyon lê dagirkerî ye.” 
 
‘ERDOGAN NABE DOSTÊ WE’ 
 
Ozturk, bang li PDK’ê kir û axaftina xwe wiha qedand: “Hêj ta rê nêzik û dereng nebûyî, ji vê xeletiya xwe vegerin. Êdî nebin karmendên AKP’ê. Nexwe hûn ê di rûpelên reş ên dîrokê de cih bigirin. Xelkê Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava dê bêdeng nemîne. Erdogan nabe dostê we. Yê ku li Bakur zilmê dike nabe dostê kurdên Başûr.” 
 
Piştî axaftinan jî çalaki hat bidawîkirin. 
 

Sernavên din

02/05/2022
15:42 Heso Îbrahîm: Ji bo Şengalê dem dema seferberiyê ye
15:33 Gorên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane ziyaret kirin
15:18 Li Şirnex û navçeyên wê “Nobeta Jiyanê” dest pê kir
14:48 Li baregeha leşkerî ya Tirkiyeyê ya Bamernê hat xistin
14:32 Ingilistan li pey çi ye?
14:07 Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi mijara 1’ê Gulanê derket
13:56 Qeyûm di cejnê de heqê rê ji gel nastîne lê li holê otobûs tune ne!
13:16 Artêşa Iraqê li Şengalê êrişî dibistanê kir
12:42 Malbata Şenyaşar Cejna Remezanê li pêşiya edliyeyê pêşwazî kir
12:21 Pevçûnên li Şengalê dijwar bûn
11:56 MEBYA-DER çû serdana gora Vedat Aydin
11:21 Soylu bi bêdengî çû Şirnexê û leşkerên birîndar ziyaret kir
11:21 Ji Hevserokên Giştî yên HDP’ê peyama cejnê: Bila bibe wesîleya edaletê
11:01 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyeyê kete roja 27’an
11:00 Tirkiyeyê hêzên paramîlîter veguhestin Herêma Kurdistanê
10:38 Gula Reş bi xemla xwe mirovan sermest dike
09:37 Artêşa Iraqê êrişî Şengalê kir
09:05 Pêşmergeya Dêrîn: Ev şer li dijî statûya Herêma Kurdistanê darbeyeke
09:04 Li Cûdî û Bestayê ji bo çêkirina qereqolan dar tên qirkirin
09:03 Îne Akgun: Heya sax bû li dijî şer li ber xwe da
09:01 Jinan têkoşîna Emîne Şenyaşar nirxandin: Em ê dengê malbatê bilindtir bikin
09:00 ROJEVA 2'YÊ GULANA 2022'YAN
01/05/2022
22:40 6 fuze li derdora Hewlêrê ketin
19:32 Li Şirnexê li dijî şer 'Nobeda Jiyanê'
18:02 Bi hezaran kes ji Tandoganê bang kirin: Em ê bi ser bikevin
17:28 Amedsporê play-offê mîsoger kir
16:35 Kûday: Dawî li êrişan bînin
15:40 Qada Gundogduyê ji karker û kedkaran tije bû
15:00 Li Amedê 1'ê Gulanê: Wê polîtîkayên şer û xiyanetê winda bikin
14:16 Li Edeneyê çûn serdana goristanan
14:08 Temellî: Em ê azadiya Ocalan pêk bînin
12:42 Ji Maltepeyê peyama hevpar: Em ê vê pergalê bi hev re biguherînin
12:36 Serdegirtina polîsan vegotin: Li me dan û pere û zêrên me girtin
12:03 Li Amedê karker û kedkar diherikin Qada Îstasyonê |
12:00 Ji Qersê heta Edîrneyê bi sedhezaran kedkar û karker diherikin qadên 1’ê Gulanê
11:55 Soylû li bajarê xwe Trabzonê hat şermezarkirin
11:48 Malbata Şenyaşar Sifreya Edaletê parve kir
11:42 Gelek kesên ku xwestin bimeşin Qada Taksîmê hatin binçavkirin
11:42 ‘Êriş berdewamiya tecrîdê ye û dixwazin qirkirina kurdan temam bikin’
11:20 Welatiyê astengdar ku pankarta AKP'ê qetand wê li nexweşxaneyê bê girtin!
11:15 Li Hîlwanê qenalîzasyon xetimî şaredariyê weke ‘karesata xwezayî’ bi nav kir
10:57 Tacegula 1’ê Gulanê danîn Taksîmê
10:23 Sê leşkerên din jî hatin kuştin
09:40 Çalakiya greva birçîbûnê ya Îslahiyeyê di roja 26'an de ye
09:07 Xelkê Wanê: AKP'ê cejn jî nehiştin
09:05 Dîmenên ku dema polîs li Ferît Şenyaşar dixin derketin holê
09:03 Ji bo heywanên li kuçeyan pêşangeha wêneyan
09:01 Li Girtîgeha Kiriklarê zext zêde bûn
09:00 ROJEVA 1'Ê GULANA 2022'YAN
08:16 Li Colemêrgê pîrozkirina Trabzonspor hat şermezarkirin
30/04/2022
19:28 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrişan ji 28 partiyan daxuyaniyeke hevpar
16:57 Elewî: Em li dijî qirqirina kurdan li ber xwe bidin
16:45 Erdogan: Rêxistina me ya îstixbaratê li 'bakurê Iraqê' ye
16:42 Jinan li Êlihê bertek nîşanî tundî û kuştina jinan da
16:37 ÎHD’a Îzmîrê aqûbeta malbata Orhan pirsî
16:36 Ji bo girtiyê nexweş ê giran Avci banga ‘taloqkirina înfazê’ hate kirin
15:45 Çalakiya Rûniştina F: Bila girtiyê nexweş Guler bê berdan
15:26 Li navçeyên Amedê serdana goristanan hat kirin
15:22 Îstinaf: Tevlîbûna cenazeyê gerîlla ne sûc e
15:22 Êrişên li dijî Zap, Avaşîn û Metînayê li Ewropayê hatin şermezarkirin
14:20 Li Payîzavayê tevgera leşkerî: Fotokapan hatin bicihkirin
14:12 Dayikên Şemiyê aqûbeta xwendekarên hatine windakirin pirsîn
13:52 Li Êlihê du malbatan şer kirin: 6 kes birîndar bûn
13:47 Li Amed û Êlihê aqûbeta Çîçek û Yilmaz hat pirsîn
13:46 Serfermandarê Iraqê çû serdana Şengalê
13:20 Li Colemêrgê 11 leşker hatin kuştin, gundî tên koçkirin
12:49 Polîsan bi ser mala girtî de girt û li ferdekî malbatê dane
12:17 Girtî Sayak: Ewlehiya canê me tuneye
11:51 Malbata Şenyaşar: Dayik dê li ber zilmê serê xwe netewînin
11:09 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyê di roja 25’emîn de ye
10:38 Parêzerê doza Poyraz: Li ser heyeta dadgehê zexteke mezin
10:37 Bajar bi bajar qadên mitîngên 1’ê Gulanê
10:24 Rêxistinên Jinan: Divê li dijî şer dengekî hevpar were derxistin
10:20 Ji jinên girtî name: Em bi tecrîda girankirî re rûbirû mane
09:41 Hunermedên kurd li dijî êrişên Tirkiyeyê dadikevin qadê
09:04 Dogan Aktay bi fermana 'taybet' a Wezareta Dadê di hucreyê de ye
09:04 Bihuşta veşarî ya Qilebanê
09:04 'Barzanî nayê efûkirin'
09:04 Zozanvan: Me bigirin, me bikujin jî em mecbûr in biçin zozanan
09:03 ‘Barzanî bûye birakê Erdogan'
09:03 Rihayî: Em ê vê cejnê bê kulîçe û şekir derbas bikin
09:03 Ji bo nasnameya kurdî ji Danîmarkayê hatin Amedê
09:00 ROJEVA 30'YÊ NÎSANA 2022'YAN
29/04/2022
20:34 Li Cirnê Reş lehî rabû
20:30 Li Efrînê droneyek TSK'ê hat xistin
19:51 Malbata Dedeogûllari bû mêvanê Sifra Edaletê
18:06 Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Aslan hat girtin
16:57 Hatîmogûllari: Bi komkujiyan re hevrû bin
16:11 Akademisyenên Aştiyê: Em ê weke duh aştiyê biparêzin
15:49 Semsûriyan êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Başûr şermezar kirin
15:30 Polisan malbatên TAYAD'î binçav kirin
15:18 Li Tûzlayê di fabrîqeyek boyaxê de teqîn çêbû
15:03 Li Mersînê binçavkirina 18 kesan hat şermezarkirin
14:34 Danişîna Modernîteya Demokratîk taloq bû
14:31 ÎHD’a Amedê: Girtîgeh veguherîne cihên bêhiqûqiyê
14:21 Qurbaniyên pîrozbahiyên 1’ê Gulanê hatin bibîranîn
14:13 Turkdogan: Hezar û 517 girtiyên nexweş hene
14:03 Dozgerên li dosyaya malbata Şenyaşar dinêrin nayên dîtin
14:02 Li Dêrsim û Erziromê bertek nîşanî şer hat dayîn
13:57 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike