ÊLIH - Kadrî Gurel ê ku li Êlihê ji ber rexnekirina Serokê Partiya Yenîlîk Ozturk Yilmaz, hatibû binçavkirin, hat berdan.
Serokê Partiya Yenîlîk Ozturk Yilmaz ê serdana Êlihê kiribû, bi rexneyên welatiyan re rûbirû mabû. Yek ji van welatiyên ku Yilmaz rexne kir û li ser medya dîjîtal bû rojev Kadrî Gurel bû. Kadrî Gurel ê ku Yilmaz rexne dikir qala Selahattîn Demîrtaş û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dikir. Gurel ji ber van rexneyên xwe duh bi îdiaya "propaganda rêxistinê" hatibû binçavkirin. Gurel ji Midûriyeta Polîsan birin dadgeha Êlihê û ji aliyê dadgehê ve bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketina derve hat berdan.