ÎHD’a Amedê: Girtîgeh veguherîne cihên bêhiqûqiyê

  • rojane
  • 14:31 29 Nîsan 2022
  • |
img

AMED - Şaxa ÎHD’a Amedê têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan raporek bi raya giştî re parve kir. ÎHD’ê da zanîn ku binpêkirina mafên girtîyan zêde bûne û girtîgeh veguherîne cihên bêhiqûqiyê.

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê rapora ku têkildarî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa M a Bayburtê, Girtîgeha Tîpa T a Oltuyê, Girtigeha Ewlekariya Bilind a Dûmlûyê û li Girtigeha Tîpa S a Îdirê amade kiribûn, li avahiya xwe bi daxuyaniyekê parve kir. Di daxuyaniyê de endam û rêveberên ÎHD’ê amade bûn.
 
Ji ewil Serokê Şaxa ÎHD’ê Abdullah Zeytûn axivî. Zeytûn, da zanîn ku îşkence û mirinên biguman li girtîgehan zêde bûne û wiha got: “Bi taybetî jî mafê tenduristiyê bi sedemên polîtîk tê astengkirin. Li girtîgehan sepanên bi keyfî hene. Ev sepanên keyfî jî dibin sedema mirina girtiyên nexweş.” 
 
Piştî axaftina Zeytûn, endama Komîsyona Girtigehan a Şaxa ÎHD’a Amedê parêzer Ercan Yilmaz rapor xwend. Li gorî raporê, binpêkirinên li Girtîgeha Tîpa M a Bayburtê, Girtîgeha Tîpa T a Oltuyê, Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Dûmlûyê û Girtigeha Tîpa S a Îdirê hatine tesptîkirin ev in: 
 
“*Ji ber nexweşiyê Covîd – 19’ê li girtîgehan çalakiyên komelî û çandî tên astengkirin. Qedexeyên ji bo Covîd-19’ê hatibûn ragihandin niha rakirine lê li girtîgehan hêj jî ev qedexe bi awayekî keyfî tên domandin. 
 
*Sepanên îşkence û nêzîkatiya xirab li girtîgehan berdewam dike. Li gorî girtiyên ku agahî dayîn şandeya me; kesên ku van sepanan dikin nayên cezakirin û di heman demê de ev kes hêj jî li girtîgehan dixebitin.
 
*Daxwaza sewqkirinê ya girtiyan û guherandina odeyan tê astengkirin û ev pirsgirêk hêj nehatiye çareserkirin. 
 
*Rêveberiyên girtîgehan nahêlin girtî rojname û kovarên bi kurdi bigirin û bi awayekî keyfî asteng dikin.
 
* Li girtîgeh bi hinceta biryara Wezareta Edaletê mafê hevdîtina vekirî ya girtiyan bi 30 deqeyan tê bisînorkirin. Ev rewş bi taybet jî ji bo girtiyên ku ji malbatên dûr pirsgirêkan derdixîne. 
 
* Girtiyan diyar kir ku mafê hevdîtina girtî jî hêjta bi 30 deqîqeyan bisînor tê girtin. Beriya niha bi rêziknameyan hatibû destnîşankirin ku ev dema hevdîtinê dikare heta saet û nîvan jî were dirêjkirin lê rêveberiya girtîgehê ev mafê xwe li dijî daxwaza girtiyan bi kar aniye. Bi vê yekê re jî mafê jiyana taybet û yê malbatî hatiye binpêkirin.
 
* Navenda Çavdêriya Îdarî û Dabeşkirinê ji bo rewşa “baş” an jî “nebaş” a girtiyan raporan amade dike lê ev rapor bi sedem û îdiayên bêbingeh tên dagirtin. Ji ber vê sedemê jî gelek girtiyên ku demekî dirêj li girtîgehan mayîn û divê ji mafê kontrola edlî werin berdan, nikarin ji vî mafî sûd bigirin.
 
* Girtî bi kesên ku ji sûcên cuda hatine girtin re li odeyên rex hev hatine ragirtin. 
 
* Dema girtî name û faxan ji sazî û şexsan re dişinin, rêveberiya girtîgehê agahiyekî nade girtiyan bê ka gihiştine binecihiyê yan na. Her wiha girtiyan da zanîn ku zem li name û faxên wan hatiye kirin. 
 
*Di dema lêgerîna qawîşan de, gardiyan heqaretê li girtiyan dikin û girtî bi kiryarên derhiqûqî re rû bi rû dimînin. Berê jî giliyên wisa hatibûn kirin. Hat tespîtkirin ku biryara qedexeya nêzikatiya xerab hatiye binpêkirin. 
 
*Girtî ji bihabûn û bêkalîteya tiştên li kantînê jî nerazî bûn. 
 
* Di dema sewqkirina nexweşxaneyan û dermankirinê de cotkelemçe û lêgerîna nava dev li girtiyan tê ferzkirin. Beriya niha jî heman sepan li girtiyan hatine ferzkirin.
 
*Girtiyên jin ragihandin ku rêveberiya girtîgehê pêdîviyên wan ên taybet ên wekî ‘ped’ bêpere nadin û di heman demê de li kantînan jî gelek biha ne.
 
* Li Girtigeha Tîpa S a Îdîrê hin girtî bi tecrîdê re rû bi rû ma ne lewma jî întihar kirine. Herî dawî jî girtiyên bi navên Sezer Alan û Sînan Kaya întîhar kirin û jiyana xwe ji dest dan. Tecrîd,  ji hêla psîkolojî û fîzîkî ve bandorekî giran li ser girtiyan dike.”
 
Di dawiya daxuyaniyê de jî hat pêşniyarkirin ku bila mafê kontrola edlî ji bo hemû girtiyan bikeve meriyetê, têkildarî îdiayên îşkence û nêzikatiya xerab Wezareta Edaletê û Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê li girtîgehan lêpirsîneke bibandor bide destpêkirin, têkildarî bûyerên întîharê yên li Girtîgeha Tîpa S a Îdirê lêpirsîneke berfireh were destpêkirin, mafên tenduristî û dermankirinê yên girtiyan neyên binpêkirin, girtiyên nexweş werin berdan û dermankirin, tecrîd û îzolasyona li ser girtîgehan bi dawî bibe, mafê ragihandinê neyê binpêkirin, daxwazên sewqa ji bo girtîgehên cuda û guherandina odeyan neyê binpêkirin û mafê hevdîtinên vekirî li hemû girtîgehan herî kêm divê saetek û nîv be. 
 

Sernavên din

02/05/2022
15:52 Qeymeqamtiya Licê serdana goristanan qedexe kir
15:42 Heso Îbrahîm: Ji bo Şengalê dem dema seferberiyê ye
15:33 Gorên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane ziyaret kirin
15:18 Li Şirnex û navçeyên wê “Nobeta Jiyanê” dest pê kir
14:48 Li baregeha leşkerî ya Tirkiyeyê ya Bamernê hat xistin
14:32 Ingilistan li pey çi ye?
14:07 Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi mijara 1’ê Gulanê derket
13:56 Qeyûm di cejnê de heqê rê ji gel nastîne lê li holê otobûs tune ne!
13:16 Artêşa Iraqê li Şengalê êrişî dibistanê kir
12:42 Malbata Şenyaşar Cejna Remezanê li pêşiya edliyeyê pêşwazî kir
12:21 Pevçûnên li Şengalê dijwar bûn
11:56 MEBYA-DER çû serdana gora Vedat Aydin
11:21 Soylu bi bêdengî çû Şirnexê û leşkerên birîndar ziyaret kir
11:21 Ji Hevserokên Giştî yên HDP’ê peyama cejnê: Bila bibe wesîleya edaletê
11:01 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyeyê kete roja 27’an
11:00 Tirkiyeyê hêzên paramîlîter veguhestin Herêma Kurdistanê
10:38 Gula Reş bi xemla xwe mirovan sermest dike
09:37 Artêşa Iraqê êrişî Şengalê kir
09:05 Pêşmergeya Dêrîn: Ev şer li dijî statûya Herêma Kurdistanê darbeyeke
09:04 Li Cûdî û Bestayê ji bo çêkirina qereqolan dar tên qirkirin
09:03 Îne Akgun: Heya sax bû li dijî şer li ber xwe da
09:01 Jinan têkoşîna Emîne Şenyaşar nirxandin: Em ê dengê malbatê bilindtir bikin
09:00 ROJEVA 2'YÊ GULANA 2022'YAN
01/05/2022
22:40 6 fuze li derdora Hewlêrê ketin
19:32 Li Şirnexê li dijî şer 'Nobeda Jiyanê'
18:02 Bi hezaran kes ji Tandoganê bang kirin: Em ê bi ser bikevin
17:28 Amedsporê play-offê mîsoger kir
16:35 Kûday: Dawî li êrişan bînin
15:40 Qada Gundogduyê ji karker û kedkaran tije bû
15:00 Li Amedê 1'ê Gulanê: Wê polîtîkayên şer û xiyanetê winda bikin
14:16 Li Edeneyê çûn serdana goristanan
14:08 Temellî: Em ê azadiya Ocalan pêk bînin
12:42 Ji Maltepeyê peyama hevpar: Em ê vê pergalê bi hev re biguherînin
12:36 Serdegirtina polîsan vegotin: Li me dan û pere û zêrên me girtin
12:03 Li Amedê karker û kedkar diherikin Qada Îstasyonê |
12:00 Ji Qersê heta Edîrneyê bi sedhezaran kedkar û karker diherikin qadên 1’ê Gulanê
11:55 Soylû li bajarê xwe Trabzonê hat şermezarkirin
11:48 Malbata Şenyaşar Sifreya Edaletê parve kir
11:42 Gelek kesên ku xwestin bimeşin Qada Taksîmê hatin binçavkirin
11:42 ‘Êriş berdewamiya tecrîdê ye û dixwazin qirkirina kurdan temam bikin’
11:20 Welatiyê astengdar ku pankarta AKP'ê qetand wê li nexweşxaneyê bê girtin!
11:15 Li Hîlwanê qenalîzasyon xetimî şaredariyê weke ‘karesata xwezayî’ bi nav kir
10:57 Tacegula 1’ê Gulanê danîn Taksîmê
10:23 Sê leşkerên din jî hatin kuştin
09:40 Çalakiya greva birçîbûnê ya Îslahiyeyê di roja 26'an de ye
09:07 Xelkê Wanê: AKP'ê cejn jî nehiştin
09:05 Dîmenên ku dema polîs li Ferît Şenyaşar dixin derketin holê
09:03 Ji bo heywanên li kuçeyan pêşangeha wêneyan
09:01 Li Girtîgeha Kiriklarê zext zêde bûn
09:00 ROJEVA 1'Ê GULANA 2022'YAN
08:16 Li Colemêrgê pîrozkirina Trabzonspor hat şermezarkirin
30/04/2022
19:28 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrişan ji 28 partiyan daxuyaniyeke hevpar
16:57 Elewî: Em li dijî qirqirina kurdan li ber xwe bidin
16:45 Erdogan: Rêxistina me ya îstixbaratê li 'bakurê Iraqê' ye
16:42 Jinan li Êlihê bertek nîşanî tundî û kuştina jinan da
16:37 ÎHD’a Îzmîrê aqûbeta malbata Orhan pirsî
16:36 Ji bo girtiyê nexweş ê giran Avci banga ‘taloqkirina înfazê’ hate kirin
15:45 Çalakiya Rûniştina F: Bila girtiyê nexweş Guler bê berdan
15:26 Li navçeyên Amedê serdana goristanan hat kirin
15:22 Îstinaf: Tevlîbûna cenazeyê gerîlla ne sûc e
15:22 Êrişên li dijî Zap, Avaşîn û Metînayê li Ewropayê hatin şermezarkirin
14:20 Li Payîzavayê tevgera leşkerî: Fotokapan hatin bicihkirin
14:12 Dayikên Şemiyê aqûbeta xwendekarên hatine windakirin pirsîn
13:52 Li Êlihê du malbatan şer kirin: 6 kes birîndar bûn
13:47 Li Amed û Êlihê aqûbeta Çîçek û Yilmaz hat pirsîn
13:46 Serfermandarê Iraqê çû serdana Şengalê
13:20 Li Colemêrgê 11 leşker hatin kuştin, gundî tên koçkirin
12:49 Polîsan bi ser mala girtî de girt û li ferdekî malbatê dane
12:17 Girtî Sayak: Ewlehiya canê me tuneye
11:51 Malbata Şenyaşar: Dayik dê li ber zilmê serê xwe netewînin
11:09 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyê di roja 25’emîn de ye
10:38 Parêzerê doza Poyraz: Li ser heyeta dadgehê zexteke mezin
10:37 Bajar bi bajar qadên mitîngên 1’ê Gulanê
10:24 Rêxistinên Jinan: Divê li dijî şer dengekî hevpar were derxistin
10:20 Ji jinên girtî name: Em bi tecrîda girankirî re rûbirû mane
09:41 Hunermedên kurd li dijî êrişên Tirkiyeyê dadikevin qadê
09:04 Dogan Aktay bi fermana 'taybet' a Wezareta Dadê di hucreyê de ye
09:04 Bihuşta veşarî ya Qilebanê
09:04 'Barzanî nayê efûkirin'
09:04 Zozanvan: Me bigirin, me bikujin jî em mecbûr in biçin zozanan
09:03 ‘Barzanî bûye birakê Erdogan'
09:03 Rihayî: Em ê vê cejnê bê kulîçe û şekir derbas bikin
09:03 Ji bo nasnameya kurdî ji Danîmarkayê hatin Amedê
09:00 ROJEVA 30'YÊ NÎSANA 2022'YAN
29/04/2022
20:34 Li Cirnê Reş lehî rabû
20:30 Li Efrînê droneyek TSK'ê hat xistin
19:51 Malbata Dedeogûllari bû mêvanê Sifra Edaletê
18:06 Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Aslan hat girtin
16:57 Hatîmogûllari: Bi komkujiyan re hevrû bin
16:11 Akademisyenên Aştiyê: Em ê weke duh aştiyê biparêzin
15:49 Semsûriyan êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Başûr şermezar kirin
15:30 Polisan malbatên TAYAD'î binçav kirin
15:18 Li Tûzlayê di fabrîqeyek boyaxê de teqîn çêbû
15:03 Li Mersînê binçavkirina 18 kesan hat şermezarkirin
14:34 Danişîna Modernîteya Demokratîk taloq bû
14:31 ÎHD’a Amedê: Girtîgeh veguherîne cihên bêhiqûqiyê
14:21 Qurbaniyên pîrozbahiyên 1’ê Gulanê hatin bibîranîn
14:13 Turkdogan: Hezar û 517 girtiyên nexweş hene
14:03 Dozgerên li dosyaya malbata Şenyaşar dinêrin nayên dîtin
14:02 Li Dêrsim û Erziromê bertek nîşanî şer hat dayîn