TRABZON - Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû, li bajarê xwe Trobzonê hat şermezarkirin.
Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan û Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû, ji bo serkeftina Trabzonsporê çûn bajar û li Parka Qadê ya Trabzonê axaftin kirin. Dema axaftina Soylû alîgirên Trabzonsporê, bi fîqê û hiryohiryokirinê Soylû şermezarkirin. Piştî Soylû Erdogan jî axaftinek kir. Bertek dema axaftina Erdogan jî berdewam kirin.