Ji Maltepeyê peyama hevpar: Em ê vê pergalê bi hev re biguherînin

img
STENBOL - Serokên giştî yên DÎSK, KESK, TMMOB, TTB û TDB’ê li Qada Maltapeyê bang li girseyê kirin û diyar kirin ku dê têkoşîna xwe ya li dijî polîtîkaya şer, krîz, kedxwarî û xizaniyê mezintir bikin û peyama “Em natirsin û dê vê pergalê bi hev re biguherînin” dan. 
 
Li Stenbolê bi pêşengiya Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB), Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) û Yekitiya Hekîmên Diransaz (TDB), 1’ê Gulanê Roja Cejna Karkeran tê pîrozkirin. Mitînga ku bi dirûşma “Em ê bi hev re bi ser bikevin” tê lidarxistin dest pê kir. Mitîng li Qada Maltepeyê pêk tê. Bi hezaran kedkar û karker û endamên partiyan li nokteyên cuda li hev kom bûn û ber bi qada pîrozbahiyê ve dest bi meşê kirin. Li qada bi deh hezaran karker kom bûn û li ber stranan govendê digerînin. 
 
LI DIJÎ ŞER DERDIKEVIN 
 
Jên li qadê kom bûn pankartên xwe vekirin û peyama raperînê dan. HDK, HDP, DBP, TJA jî bi pankarta û dirûşmên xwe di pîrozbahiyê de cih digirin. DBP’ê pankarta Em bi hev re li dijî şer û xiyanetê têkoşînê mezintir bikin” vekir. Dayikên Aştiyê jî pankarta “Em li dijî şer aştiyê diparêzin” vekirin û di nava meşa ber bi qadê de cih girtin. Bi dehan sazî û dezgehên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî jî ref bi ref diherikin qada mitîngê. 
 

DAYIKÊN AŞTIYÊ JI ÎMRALIYÊ RE SILAV ŞANDIN

Dayikên Aştiyê ku bi laçikên xwe spî balê dikişînin ser xwe dovîzên “Jin naxwazin şer bikin, dem dema jinan e” û dirûşmên li dijî şer berz kirin. Di meşê de dirûşmên “Bimre xiyanet”, “Hezar silav ji Îmraliyê re” û “Aysel Tugluk rûmeta me ye” berz kirin.

Karker û kedkar piştî lêgerîna li noqteyên kontrolê, ref bi ref û bi dirûşmên li dijî şer daketin qada pîrozbahiyê.

Girseye li ser stranen Banîstaye xelekên govendê gerandin û coşeke mezin li qada mitîngê hebû. Girseya ku stran bi hunermendan re distriya, dirûşma “Bijî 1’ê Gulanê” berz kirin.

Di mitîngê de piştre Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglu, Serokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk, Seroka TTB’ê Şebnem Korur Fîncanci, Serokê TMMOB’ê Emîn Koramaz û Seerokê Giştî yê TDB’ê Kadîr Tumay Îmre bi hev re derketin ser dikê û girse silav kirin.

ÇERKEZOGLU: EM Ê BI HEV RE BIGUHERÎNIN

Di mitîngê de Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglu diyar kir ku ev qad, qada kesên ku dibêjin “qad ji zordaran re namîne” ye û wiha got: “Ji bo guherandina vê pergalê em tevek têdikoşin. Em bi hev re hêviyê ava dikin. Em li vê qadê bang dikin û dibêjin ku dê vê pergala bêedalet bi hev re biguherînin. Em ê pêşeroja welatê xwe bi hev re ava bikin. Bijî 1’ê Gulanê, bijî têkoşîna me.” Serokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk jî da zanîn ku dê hesaba bêedaletiyê bipirsin û ev tişt anî ziman: “Em ji şer, bêkarî û bêedaletiyê re dibêjin ‘êdî bes e.’ Desthilatdariya AKP’ê hewl dide bi bacên me hem li hundir û hem jî li derve polîtîkaya şer bidomîne da ku emrê xwe dirêj bike. Dixwazin di pirsgirêka kurd de neçareseriyê bidomînin. Em şer naxwazin û dengê xwe yê aştiyê bilind dikin. Em naxwazin êdî ciwanên me di şer de bên kuştin. Em dibêjin êdî ji tecrîda ser girtîgehan re bes e.”

KORAMAZ: EM NATIRSÎN

Serokê TMMOB’ê Emîn Korkmaz jî daxuyand ku desthilatdarî ji ber têkçûna xwe ditirse û wiha domand: “Lê em natirsîn. Rojên ronî yên vî welatî em ê bi hev re ava bikin. Hêvîdarim kesên îro ev qad û qadên 1’ê Gulanê dagirtin bibin mizgîniya alayên mezin.” Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Şebnem Forur Fîncanci jî got “bila kesek mereq neke, em natirsîn, îtaet nakin û bi cihekî ve naçin.” Fîncanci diyar kir ku desthilatdarî hewl dide civakê ji hev parçe bike, wan bi tenê bihêle û di şertên koletiyê de bide xebitandin û wiha derbirî: “Em li dijî vê zîhniyetê têdikoşin. Em bi kesên li dijî şer, bêedaletî, zilm û xizaniyê re ne. Em ê aştiyê bînin vî welatî.”  Serokê Giştî yê TDB’ê Kadîr Tumay Îmre jî heke piştevaniya hev bikin dê vê pergala heyî biguherînin û banga aştiyê kir.

‘DÊ TARÎTÎ BIÇE Û EM Ê LI VIR BIMÎNIN’

Piştî axaftinan jî metna hevpar hate xwendin. Metn bi zimanên kurdî, tirkî û erebî hatin xwendin. Di metna hevpar de hat gotin ku pergala heyî li ser jiyan û hemû gerstêrkê gefeke mezin e û ev tişt hatin destnîşankirin: “Santralên nukleerî, termîk û jeotermîk, lêgerînên madenan ên bi siyanûr, xazên jehrî yên li atmosfer û xakê tên belavkirin, krîza ekolojîk her ku diçe girantir dike. Rê li ber pandemiyên nû vedike. Şerên emperyalîst roj bi roj li cîhanê belav dibin û pêtên agir jî karker û kedkaran dişewitîne. Bi milyonan kes ji xaka xwe koçber dibe û bajar tên rûxandin.”

GIRTÎGEH VEGUHERÎNE QADÊN ÎŞKENCEXANEYAN

Bi domdarî bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Ev pergal, heq û hiqûqa welatiyan binpê dike û bêedaletiyê mezintir dike. Mafê bijartin û hilbijartinê tê binpêkirin û li şûna bijartiyan qeyûm tên tayînkirin. Parlamenter tên girtin û girtîgeh veguherîne navendên darbest û îşkenceyan. Girtinên komî û hewldanên girtina partiyên siyasî didome. Şovenîzm, zayendperestî, nîjadperestî û mezhebperestî weke rêbazeke birêvebirinê tê bikaranîn û ev jî gefê li pêşeroja gel dixwe. Şer, pariyê nanê me kêm dike, bêkariyê zêde dike û rê li ber talanê vedike. Bi siyaseta înkar û tunekirinê derfeta aştiyê tê tunekirin. Bi neçareserkirina pirsgirêka kurd re dixwazin sûdê ji rageşiya civakî bigirin û desthilatdariya xwe mayînde bikin. Tundiya li ser jinan zêde dibe. Li şûna ku destê jinan bêhtir were xurtkirin, êrişî destkeftiyên jinan ên weke Peymana Stenbolê kirin. Em li dijî polîtîkaya şer û dijminatiyê derdikevin. Ev pergala xerab, pergala me nîne. Em ê dawî li vê pergala kedxwariyê bînin.”

Piştî axaftinan koma Kardeş Turkuler derket ser dikê û girse li ser stranan govend gerand. Mitîng, bi gerandina xelekên govendê bi dawî bû.

Sernavên din

02/05/2022
15:52 Qeymeqamtiya Licê serdana goristanan qedexe kir
15:42 Heso Îbrahîm: Ji bo Şengalê dem dema seferberiyê ye
15:33 Gorên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane ziyaret kirin
15:18 Li Şirnex û navçeyên wê “Nobeta Jiyanê” dest pê kir
14:48 Li baregeha leşkerî ya Tirkiyeyê ya Bamernê hat xistin
14:32 Ingilistan li pey çi ye?
14:07 Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi mijara 1’ê Gulanê derket
13:56 Qeyûm di cejnê de heqê rê ji gel nastîne lê li holê otobûs tune ne!
13:16 Artêşa Iraqê li Şengalê êrişî dibistanê kir
12:42 Malbata Şenyaşar Cejna Remezanê li pêşiya edliyeyê pêşwazî kir
12:21 Pevçûnên li Şengalê dijwar bûn
11:56 MEBYA-DER çû serdana gora Vedat Aydin
11:21 Soylu bi bêdengî çû Şirnexê û leşkerên birîndar ziyaret kir
11:21 Ji Hevserokên Giştî yên HDP’ê peyama cejnê: Bila bibe wesîleya edaletê
11:01 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyeyê kete roja 27’an
11:00 Tirkiyeyê hêzên paramîlîter veguhestin Herêma Kurdistanê
10:38 Gula Reş bi xemla xwe mirovan sermest dike
09:37 Artêşa Iraqê êrişî Şengalê kir
09:05 Pêşmergeya Dêrîn: Ev şer li dijî statûya Herêma Kurdistanê darbeyeke
09:04 Li Cûdî û Bestayê ji bo çêkirina qereqolan dar tên qirkirin
09:03 Îne Akgun: Heya sax bû li dijî şer li ber xwe da
09:01 Jinan têkoşîna Emîne Şenyaşar nirxandin: Em ê dengê malbatê bilindtir bikin
09:00 ROJEVA 2'YÊ GULANA 2022'YAN
01/05/2022
22:40 6 fuze li derdora Hewlêrê ketin
19:32 Li Şirnexê li dijî şer 'Nobeda Jiyanê'
18:02 Bi hezaran kes ji Tandoganê bang kirin: Em ê bi ser bikevin
17:28 Amedsporê play-offê mîsoger kir
16:35 Kûday: Dawî li êrişan bînin
15:40 Qada Gundogduyê ji karker û kedkaran tije bû
15:00 Li Amedê 1'ê Gulanê: Wê polîtîkayên şer û xiyanetê winda bikin
14:16 Li Edeneyê çûn serdana goristanan
14:08 Temellî: Em ê azadiya Ocalan pêk bînin
12:42 Ji Maltepeyê peyama hevpar: Em ê vê pergalê bi hev re biguherînin
12:36 Serdegirtina polîsan vegotin: Li me dan û pere û zêrên me girtin
12:03 Li Amedê karker û kedkar diherikin Qada Îstasyonê |
12:00 Ji Qersê heta Edîrneyê bi sedhezaran kedkar û karker diherikin qadên 1’ê Gulanê
11:55 Soylû li bajarê xwe Trabzonê hat şermezarkirin
11:48 Malbata Şenyaşar Sifreya Edaletê parve kir
11:42 Gelek kesên ku xwestin bimeşin Qada Taksîmê hatin binçavkirin
11:42 ‘Êriş berdewamiya tecrîdê ye û dixwazin qirkirina kurdan temam bikin’
11:20 Welatiyê astengdar ku pankarta AKP'ê qetand wê li nexweşxaneyê bê girtin!
11:15 Li Hîlwanê qenalîzasyon xetimî şaredariyê weke ‘karesata xwezayî’ bi nav kir
10:57 Tacegula 1’ê Gulanê danîn Taksîmê
10:23 Sê leşkerên din jî hatin kuştin
09:40 Çalakiya greva birçîbûnê ya Îslahiyeyê di roja 26'an de ye
09:07 Xelkê Wanê: AKP'ê cejn jî nehiştin
09:05 Dîmenên ku dema polîs li Ferît Şenyaşar dixin derketin holê
09:03 Ji bo heywanên li kuçeyan pêşangeha wêneyan
09:01 Li Girtîgeha Kiriklarê zext zêde bûn
09:00 ROJEVA 1'Ê GULANA 2022'YAN
08:16 Li Colemêrgê pîrozkirina Trabzonspor hat şermezarkirin
30/04/2022
19:28 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrişan ji 28 partiyan daxuyaniyeke hevpar
16:57 Elewî: Em li dijî qirqirina kurdan li ber xwe bidin
16:45 Erdogan: Rêxistina me ya îstixbaratê li 'bakurê Iraqê' ye
16:42 Jinan li Êlihê bertek nîşanî tundî û kuştina jinan da
16:37 ÎHD’a Îzmîrê aqûbeta malbata Orhan pirsî
16:36 Ji bo girtiyê nexweş ê giran Avci banga ‘taloqkirina înfazê’ hate kirin
15:45 Çalakiya Rûniştina F: Bila girtiyê nexweş Guler bê berdan
15:26 Li navçeyên Amedê serdana goristanan hat kirin
15:22 Îstinaf: Tevlîbûna cenazeyê gerîlla ne sûc e
15:22 Êrişên li dijî Zap, Avaşîn û Metînayê li Ewropayê hatin şermezarkirin
14:20 Li Payîzavayê tevgera leşkerî: Fotokapan hatin bicihkirin
14:12 Dayikên Şemiyê aqûbeta xwendekarên hatine windakirin pirsîn
13:52 Li Êlihê du malbatan şer kirin: 6 kes birîndar bûn
13:47 Li Amed û Êlihê aqûbeta Çîçek û Yilmaz hat pirsîn
13:46 Serfermandarê Iraqê çû serdana Şengalê
13:20 Li Colemêrgê 11 leşker hatin kuştin, gundî tên koçkirin
12:49 Polîsan bi ser mala girtî de girt û li ferdekî malbatê dane
12:17 Girtî Sayak: Ewlehiya canê me tuneye
11:51 Malbata Şenyaşar: Dayik dê li ber zilmê serê xwe netewînin
11:09 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyê di roja 25’emîn de ye
10:38 Parêzerê doza Poyraz: Li ser heyeta dadgehê zexteke mezin
10:37 Bajar bi bajar qadên mitîngên 1’ê Gulanê
10:24 Rêxistinên Jinan: Divê li dijî şer dengekî hevpar were derxistin
10:20 Ji jinên girtî name: Em bi tecrîda girankirî re rûbirû mane
09:41 Hunermedên kurd li dijî êrişên Tirkiyeyê dadikevin qadê
09:04 Dogan Aktay bi fermana 'taybet' a Wezareta Dadê di hucreyê de ye
09:04 Bihuşta veşarî ya Qilebanê
09:04 'Barzanî nayê efûkirin'
09:04 Zozanvan: Me bigirin, me bikujin jî em mecbûr in biçin zozanan
09:03 ‘Barzanî bûye birakê Erdogan'
09:03 Rihayî: Em ê vê cejnê bê kulîçe û şekir derbas bikin
09:03 Ji bo nasnameya kurdî ji Danîmarkayê hatin Amedê
09:00 ROJEVA 30'YÊ NÎSANA 2022'YAN
29/04/2022
20:34 Li Cirnê Reş lehî rabû
20:30 Li Efrînê droneyek TSK'ê hat xistin
19:51 Malbata Dedeogûllari bû mêvanê Sifra Edaletê
18:06 Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Aslan hat girtin
16:57 Hatîmogûllari: Bi komkujiyan re hevrû bin
16:11 Akademisyenên Aştiyê: Em ê weke duh aştiyê biparêzin
15:49 Semsûriyan êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Başûr şermezar kirin
15:30 Polisan malbatên TAYAD'î binçav kirin
15:18 Li Tûzlayê di fabrîqeyek boyaxê de teqîn çêbû
15:03 Li Mersînê binçavkirina 18 kesan hat şermezarkirin
14:34 Danişîna Modernîteya Demokratîk taloq bû
14:31 ÎHD’a Amedê: Girtîgeh veguherîne cihên bêhiqûqiyê
14:21 Qurbaniyên pîrozbahiyên 1’ê Gulanê hatin bibîranîn
14:13 Turkdogan: Hezar û 517 girtiyên nexweş hene
14:03 Dozgerên li dosyaya malbata Şenyaşar dinêrin nayên dîtin
14:02 Li Dêrsim û Erziromê bertek nîşanî şer hat dayîn