Îne Akgun: Heya sax bû li dijî şer li ber xwe da

img
ÎZMÎR - Ji damezirînerên Meclisa Dayikên Aştiyê Îne Akgun, di çalakiyên li dijî şer de tim li refên pêş bû. Xizmên Akgunê behsa wê kirin û wiha gotin: "Hemû jiyana wê têkoşîn bû. Tu carî negot ax û serî netewand." 
 
Îne Akgun ku li Îzmîrê bi salan li dijî şer ji bo aştiyê têkoşiya, di 28'ê Nîsanê de di 77 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Akgunê li dû xwe mîrateyeke mişt têkoşîn hişt. 
 
Akgun, li gundê Fafe yê navçeya Mahsertê ya Mêrdînê hatiye dinê û li vir mezin bûye. Di sala 1973'yan de bi xizmê xwe Necîp Akgun re zewiciye. Piştî wextekê ji ber rewşa aborî tevî malbata xwe koçî navçeya Kadîfekale ya Îzmîrê kiriye. Hevjînê wê di sala 1992'yan de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatiye girtin û ew xistine Girtîgeha Bûcayê. Akgun 13 rojan di îşkenceyê de maye û paşê 12 sal û 8 meh ceza lê hatiye birîne. Du salan di Girtîgeha Bûcayê de maye û paşê ew şandine Girtîgeha Çankiriyê û Aydinê. Akgun ji ber îşkenceyê bi nexweşîna pençeşêrê ya pişikê ketiye û di sala 1999'an de di Girtîgeha Aydinê de jiyana xwe ji dest daye. 
 
Îne Akgun piştî hevjînê wê tê girtin li ku çalakiyek û binpêkirineke mafan hebûye berê xwe daye wir û di refên pêş de cihê xwe girtiye. Di sala 1999'an de bûye yek ji damezrînerên Înîsyatîfa Dayikên Aştiyê. Di bin banê vê înîsyatîfê de têkoşiyaye û bûye yek ji sembolên têkoşîna aştiyê. Her wiha li dijî şer çûye bajarên herêmê û li sînor tevli çalakiyên mertalên zindî bûye. Akgun ku zarokên wê tune ne, di 77 salên jiyana xwe de bi tena serê xwe li ser pêyan maye û ji bo welatekî bê şer û bê tahde tim li ber xwe daye. Di hevpeyvneke xwe ya sala 2015'an de diyar kiriye ku heya sax be dê bitêkoşi û gotiye: "Ez nikarim li malê rûnêm. Li ku çalakiyek hebe dixwazim ewilî ez li wir bim. Têkoşîn min bi ruh û can dike." 
 
Xwişka wê, hevrêya wê û xwarzîka wê behsa wê kirin. 
 
JIYANEKE TIM BI TÊKOŞÎN
 
Sevîm Sokmen, diyar kir ku jiyana xwişka wê mişt têkoşîn bûye û piştî hevjînê wê jiyana xwe ji dest daye hîn bêtir daxilî nava têkoşînê bûye. Sokmen, destnîşan kir ku 4 salên dawî ji ber nexweşînê xwişka wê nikaribûye bi awayekî çalak tev li çalakiyan bibe û ji ber vê tim li ber ketiye. Sokmen wiha domand: "Pir ji hevrêyên xwe hez dikir. Li ku derê çalakiyek hebûna dixwest bi hevrêyên xwe re biçûne tevli çalakiyê bûbûna. Jiyana xwişka min bi zor û zehmetî, bi têkoşîn û berxwedanê derbas bû. A ku xwişka min li ser pêyan dihişt têkoşîn bû." 
 
'HEBÛNA WÊ EM BIHÊZ DIKIRIN'
 
Hevrêya wê Behiye Yalçin jî anî ziman ku dayika Îne gava nexweş bû jî dihat tev li çalakî û daxuyaniyan dibû û wiha berdewam kir: "Ji ber ku nexweş me nedixwest were, lê tim digot 'Gava têm cem we û daxilî nava têkoşînê dibim nexweşîna xwe ji bîr dikim. Ez bi têkoşînê rihet dibim.' Jiyana wê hemû têkoşîn bû. Li ku derê serê malbatekê, serê dayikekê biêşiya Dayika Îne li wir bû. Hevlatiya wê hevaltiyeke pir xweş bû. Hevrê bû. Ez tevî wê li Dersim, Amed, li herêma Şirnexê li dijî polîtîkayên şer tevli çalakiyên konan, mertalên zindî bûm û me nobed girt. Pêşengek bû. Hebûna wê û jiyana wê em bihêztir dikirin." 
 
JINA HERÎ BIHÊZ BÛ
 
Xwarzîka wê Berfîn Okmen (26) jî ji bo xaltîka xwe got: "Jina herî bihêz a cîhanê bû." Okmen, bilêv kir ku Dayika Îne jineke ku divê mirov wê mînak bigire û wiha qedand: "Zarokatiya min li cem wê derbas bû. Ez li cem wê mezin bûm. Gava diçû girtîgehê pê re bûm, gava diçû çalakiyan ez pê re bûm. Tevî hemû zor û zehmetiyan jî rojekê be jî negot ax û serî netewand. Di warê aborî de jî zehmetî kişandin. Lê terzîtî dikir û bi destkariyê debara xwe dikir. Xaltîka min li dijî zehmetiyan liberxwedayînê rê min da. Li dû xwe têkoşîn hişt. Tu carî dev jê berneda. Mîrateya ku ji me re hişt ji her tiştî girîngtir e. Tim digot, 'Zarokên min tune ne, lê zarokên Kurdistanê hemû zarokên min in.' Ew dayika me hemûyan bû." 
 
MA / Semra Tûran- Delal Akyuz 
 

Sernavên din

02/05/2022
15:52 Qeymeqamtiya Licê serdana goristanan qedexe kir
15:42 Heso Îbrahîm: Ji bo Şengalê dem dema seferberiyê ye
15:33 Gorên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane ziyaret kirin
15:18 Li Şirnex û navçeyên wê “Nobeta Jiyanê” dest pê kir
14:48 Li baregeha leşkerî ya Tirkiyeyê ya Bamernê hat xistin
14:32 Ingilistan li pey çi ye?
14:07 Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi mijara 1’ê Gulanê derket
13:56 Qeyûm di cejnê de heqê rê ji gel nastîne lê li holê otobûs tune ne!
13:16 Artêşa Iraqê li Şengalê êrişî dibistanê kir
12:42 Malbata Şenyaşar Cejna Remezanê li pêşiya edliyeyê pêşwazî kir
12:21 Pevçûnên li Şengalê dijwar bûn
11:56 MEBYA-DER çû serdana gora Vedat Aydin
11:21 Soylu bi bêdengî çû Şirnexê û leşkerên birîndar ziyaret kir
11:21 Ji Hevserokên Giştî yên HDP’ê peyama cejnê: Bila bibe wesîleya edaletê
11:01 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyeyê kete roja 27’an
11:00 Tirkiyeyê hêzên paramîlîter veguhestin Herêma Kurdistanê
10:38 Gula Reş bi xemla xwe mirovan sermest dike
09:37 Artêşa Iraqê êrişî Şengalê kir
09:05 Pêşmergeya Dêrîn: Ev şer li dijî statûya Herêma Kurdistanê darbeyeke
09:04 Li Cûdî û Bestayê ji bo çêkirina qereqolan dar tên qirkirin
09:03 Îne Akgun: Heya sax bû li dijî şer li ber xwe da
09:01 Jinan têkoşîna Emîne Şenyaşar nirxandin: Em ê dengê malbatê bilindtir bikin
09:00 ROJEVA 2'YÊ GULANA 2022'YAN
01/05/2022
22:40 6 fuze li derdora Hewlêrê ketin
19:32 Li Şirnexê li dijî şer 'Nobeda Jiyanê'
18:02 Bi hezaran kes ji Tandoganê bang kirin: Em ê bi ser bikevin
17:28 Amedsporê play-offê mîsoger kir
16:35 Kûday: Dawî li êrişan bînin
15:40 Qada Gundogduyê ji karker û kedkaran tije bû
15:00 Li Amedê 1'ê Gulanê: Wê polîtîkayên şer û xiyanetê winda bikin
14:16 Li Edeneyê çûn serdana goristanan
14:08 Temellî: Em ê azadiya Ocalan pêk bînin
12:42 Ji Maltepeyê peyama hevpar: Em ê vê pergalê bi hev re biguherînin
12:36 Serdegirtina polîsan vegotin: Li me dan û pere û zêrên me girtin
12:03 Li Amedê karker û kedkar diherikin Qada Îstasyonê |
12:00 Ji Qersê heta Edîrneyê bi sedhezaran kedkar û karker diherikin qadên 1’ê Gulanê
11:55 Soylû li bajarê xwe Trabzonê hat şermezarkirin
11:48 Malbata Şenyaşar Sifreya Edaletê parve kir
11:42 Gelek kesên ku xwestin bimeşin Qada Taksîmê hatin binçavkirin
11:42 ‘Êriş berdewamiya tecrîdê ye û dixwazin qirkirina kurdan temam bikin’
11:20 Welatiyê astengdar ku pankarta AKP'ê qetand wê li nexweşxaneyê bê girtin!
11:15 Li Hîlwanê qenalîzasyon xetimî şaredariyê weke ‘karesata xwezayî’ bi nav kir
10:57 Tacegula 1’ê Gulanê danîn Taksîmê
10:23 Sê leşkerên din jî hatin kuştin
09:40 Çalakiya greva birçîbûnê ya Îslahiyeyê di roja 26'an de ye
09:07 Xelkê Wanê: AKP'ê cejn jî nehiştin
09:05 Dîmenên ku dema polîs li Ferît Şenyaşar dixin derketin holê
09:03 Ji bo heywanên li kuçeyan pêşangeha wêneyan
09:01 Li Girtîgeha Kiriklarê zext zêde bûn
09:00 ROJEVA 1'Ê GULANA 2022'YAN
08:16 Li Colemêrgê pîrozkirina Trabzonspor hat şermezarkirin
30/04/2022
19:28 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrişan ji 28 partiyan daxuyaniyeke hevpar
16:57 Elewî: Em li dijî qirqirina kurdan li ber xwe bidin
16:45 Erdogan: Rêxistina me ya îstixbaratê li 'bakurê Iraqê' ye
16:42 Jinan li Êlihê bertek nîşanî tundî û kuştina jinan da
16:37 ÎHD’a Îzmîrê aqûbeta malbata Orhan pirsî
16:36 Ji bo girtiyê nexweş ê giran Avci banga ‘taloqkirina înfazê’ hate kirin
15:45 Çalakiya Rûniştina F: Bila girtiyê nexweş Guler bê berdan
15:26 Li navçeyên Amedê serdana goristanan hat kirin
15:22 Îstinaf: Tevlîbûna cenazeyê gerîlla ne sûc e
15:22 Êrişên li dijî Zap, Avaşîn û Metînayê li Ewropayê hatin şermezarkirin
14:20 Li Payîzavayê tevgera leşkerî: Fotokapan hatin bicihkirin
14:12 Dayikên Şemiyê aqûbeta xwendekarên hatine windakirin pirsîn
13:52 Li Êlihê du malbatan şer kirin: 6 kes birîndar bûn
13:47 Li Amed û Êlihê aqûbeta Çîçek û Yilmaz hat pirsîn
13:46 Serfermandarê Iraqê çû serdana Şengalê
13:20 Li Colemêrgê 11 leşker hatin kuştin, gundî tên koçkirin
12:49 Polîsan bi ser mala girtî de girt û li ferdekî malbatê dane
12:17 Girtî Sayak: Ewlehiya canê me tuneye
11:51 Malbata Şenyaşar: Dayik dê li ber zilmê serê xwe netewînin
11:09 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyê di roja 25’emîn de ye
10:38 Parêzerê doza Poyraz: Li ser heyeta dadgehê zexteke mezin
10:37 Bajar bi bajar qadên mitîngên 1’ê Gulanê
10:24 Rêxistinên Jinan: Divê li dijî şer dengekî hevpar were derxistin
10:20 Ji jinên girtî name: Em bi tecrîda girankirî re rûbirû mane
09:41 Hunermedên kurd li dijî êrişên Tirkiyeyê dadikevin qadê
09:04 Dogan Aktay bi fermana 'taybet' a Wezareta Dadê di hucreyê de ye
09:04 Bihuşta veşarî ya Qilebanê
09:04 'Barzanî nayê efûkirin'
09:04 Zozanvan: Me bigirin, me bikujin jî em mecbûr in biçin zozanan
09:03 ‘Barzanî bûye birakê Erdogan'
09:03 Rihayî: Em ê vê cejnê bê kulîçe û şekir derbas bikin
09:03 Ji bo nasnameya kurdî ji Danîmarkayê hatin Amedê
09:00 ROJEVA 30'YÊ NÎSANA 2022'YAN
29/04/2022
20:34 Li Cirnê Reş lehî rabû
20:30 Li Efrînê droneyek TSK'ê hat xistin
19:51 Malbata Dedeogûllari bû mêvanê Sifra Edaletê
18:06 Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Aslan hat girtin
16:57 Hatîmogûllari: Bi komkujiyan re hevrû bin
16:11 Akademisyenên Aştiyê: Em ê weke duh aştiyê biparêzin
15:49 Semsûriyan êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Başûr şermezar kirin
15:30 Polisan malbatên TAYAD'î binçav kirin
15:18 Li Tûzlayê di fabrîqeyek boyaxê de teqîn çêbû
15:03 Li Mersînê binçavkirina 18 kesan hat şermezarkirin
14:34 Danişîna Modernîteya Demokratîk taloq bû
14:31 ÎHD’a Amedê: Girtîgeh veguherîne cihên bêhiqûqiyê
14:21 Qurbaniyên pîrozbahiyên 1’ê Gulanê hatin bibîranîn
14:13 Turkdogan: Hezar û 517 girtiyên nexweş hene
14:03 Dozgerên li dosyaya malbata Şenyaşar dinêrin nayên dîtin
14:02 Li Dêrsim û Erziromê bertek nîşanî şer hat dayîn