NAVENDA NÛÇEYAN - Hat zanîn ku Tirkiyeyê ji bo ku di şer de bi kar bîne, zêdetirî 5 hezar kesên ji hêzên paramîlîter veguhestin Herêma Federal a Kurdistanê.
Tirkiyeyê di 17’ê nîsanê de bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê êriş dabûn destpêkirin û ev êriş hêj berdewam in. Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane Rojnewsê, Tirkiyeyê 5 hezar kesên ji hêzên paramîlîter ji Sûriyeyê veguhestin Herêma Federal a Kurdistanê.
Hat destnîşankirin ku ev kesên navborî dê di êrişan de bên bikaranîn û niha jî li baregehên leşkerî yên Hêzên Zerevaniyan hatine bicihkirin.